Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin

  • rojane
  • 10:14 31 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê diyar kirin ku bi pêkanîna înfaz birînê re gelek girtiyên li ber berdanê bûn nehatin berdan. 
 
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê di demên dawî de înfaz birîn ketiye dewrê û gelek girtiyên li ber berdanê bûn nehatin berdan. Nûçegihana rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Dîlan Oynaş a ku li Girtîgeha Sîncanê dimîne behsa înfaz birîna jinên girtî kir. 
 
Oynaş bi girtiyên bi navê Aycan Ozdogan, Saadet Akin û Selver Îspîr re hevdîtin kir û bi rêya nameyekê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand. 
 
'5 MEH MABÛ DERKEVIM LÊ ÎNFAZA MIN BIRÎN’ 
 
Aycan Ozdogan ji sibata 2012’an ve girtî ye û têkildarî birîna înfaza wê ev tişt got: “Divê ez di 22’ê mijdara 2018’an de bihatama berdan. Di 2014-2016’an de du car cezayê hucreyê li min birîn. Herî dawî di hezarîna 2018’an de bi boneya min pêkanîna ‘jimartina ser piya’ qebûl nekir, sê caran cezayê hucreyê li min birîn. Bi heman hincetê min sewqî Girtîgeha Sîncanê kirin. Ez çawa ku hatim vir ji min re hat gotin ku ez ê ji ber cezayê hucreyê neyêm berdan. Ango hêj 5 meh ji min re mabû înfaza min birîn. Li Girtîgeha Tarsûsê jî heman pêkanîn hebûn. Li wir jî nêzî 40 jinên girtî înfaza wan hatibû birîn.” 
 
'JI BER MEQESÊ CEZAYÊ HUCREYÊ LI MIN BIRÎN’
 
Saadet Akin jî têkildarî rewşa xwe wiha got: “Birîna înfazê polîtîkeyek e. Li gelek girtîgehan vê pêkanînê xistine meriyete. Li qawîşa me meqesek ku em nizanin kî aniye di lêgerînê de desteser kirin. Meqesa hat dîtin jî ne di nava eşyayên me de bû. Ji bin dolabê derxistin ûbirin. Tevî ku me got ne ya me ye jî lê cezayê min yê hucreyê hat êrêkirin. Min ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bida lê hat astengkirin. Serî li beyanên sexte dan û vî cezayî li min birîn.” 
 
'TEVÎ KU BIRYARÊN EMSAL HEBÛN JÎ…’ 
 
Selver Îspîr jî ji 2001’an vir ve girtî ye. Îspîr jî di navbera salên 2012-2014’an de sê cezayê cuda yên hucreyê lê hatiye birîn. Beriya ku 7 meh ji qedandina cezayê wê re bimîne înfaza wê hatiye birîn. Îspîr jî têkildarî rewşa xwe wiha got: “Di 2015’an de hukmê min erê kirin. Lê têkildarî birîna înfazê tu biryar tune bû. Berevajî vê di hemû belgeyên dihatin de tahliyeya bi şert adara 2018’an derbas dibû. Pişt re dosyeyek min din a jê dihatim darizandin cezayê min ê 10 mehan hat erêkirin. Di meha gulanê de hêj 7 meh ji qedandina cezayê min re mabû min têkildarî serbestiya bi kontrol agahî xwest. Yekîneya înfazê ji min re got ku înfaza min hatiye birîn û ji serbestiya bi kontrol sûdê nagirim. Tevî ku biryar der barê min de tune ye û cezayê min di meha adarê de qediyaye jî yekîneya înfazê di meha gulanê de wisa agahî da min. Li gel ku biryarên emsal hebûn jî lê dîsa erê kirin. Tevî ku me daxwaznameyên îtîrazê da û li dijî ceza derketin jî lê daxwazên me hatin redkirin.” 
 
DÎLAN OYNAŞ KÎ YE?
 
Dîlan Oynaş li Zanîngeha Karatekîn a Çankiri beşa Rêveberiya Cemawer3i û Zanista Siyasetê dixwend. Di sala dawî ya xwendina xwe ji zanîngehê hat dûrkirin. Oynaş pişt re di Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin dest bi xebatê kir. Di 2016’an de dema li navçeya Nisêbîna Mêrdînê nûçegihaniyê dikir hat girtin û piştî 3 mehan hat berdan. Oynaş piştî mehekê dîsa hat girtin û wê şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Di girtîgehê de cezayê Oynaş hat erêkirin û 7  sal û 10 meh cezayê hepsê lê hat birîn. 
 

Sernavên din

04/11/2018
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt