Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin

  • rojane
  • 12:23 31 Cotmeh 2018
  • |
img
KOBANÊ – Kobanê bi berxwedana xwe li dijî DAIŞ’ê ji cîhanê re bû hêvî. Hemû cîhan li dora Kobanê bû xelek û 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin. Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kobanê Ehmed Şêxo got: “Heke niha DAIŞ li her devera Sûriyeyê têk diçe, destpêka vê yekê Kobanê bû.” 
 
Kobanê bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî DAIŞ’ê li tevahiya cîhanê bal kişand ser xwe. Berxwedana Kobanê di dîroka berxwedana mirovahiyê de rûpelek nû vekir. DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji bajarên Iraqê û Sûriyeyê bi çekên giran êrîş bir ser Kobanê. DAIŞ bi berxwedanek bêhempa rû bi rû ma. DAIŞ’ê hesab dikir ku dê mîna Musilê, Reqa û Girê Spî bi hêsanî Kobanê jî bi dest bixe. Lê Kobaniyan bi berxwedaniyek mezin di demek kurt bala hemû mirovahiyê kişand ser xwe û berxwedana xwe. Kobaniyan bi çekên ferdî li dijî tank, top û çekên giran li ber xwe dan û hat fêmkirin ku dê Kobanê têk neçe, koalîsyona serê wê DYA’yê dikişand neçar ma bersiv bide DAIŞ’ê. Piştî berxwedana Kobanê veguherî mîrasê mirovahiyê ji her aliyî ve li ser banga ronakbîr, akademîsyen, hunermend, mirovên zanist 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin. Sibê dê 4’emîn salvegera rojê bê pîrozkirin. Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kobanê Ehmed Şêxo behsa vê rojê kir. 
 
‘ME DI 2011’AN DE MECLÎSAN DAMEZIRAND’ 
 
Şêxo jî di berxwedana Kobanê de birîndar bû û ji bo ew çawa hatin 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê divê paş de biçin. Şêxo da zanîn ku piştî “Bihara Ereban” dest pê kir ew jî neçar man rêxistinbûyîn xwe kirin û di 2011’an de meclîsên xwe ava kirin û dest bi rêwîtiya şoreşek qayîm kirin. 
 
ŞERÊ KÛR Û AKTORÊN WÊ 
 
Şêxo destnîşan kir ku meşaleya ewil a şoreşê wan li Kobanê vêxist û got: “Me hemû rejîmê ji bajarên xwe derxist. Bi geşedanên qewimîn re hêzên herêmî û navnetewî jî daketin qada Sûriyeyê. Ya pêşin hat Tirkiye bû. Tirkiye li Stenbolê navend saz kir û adeta xwe wek navenda şerê li Sûrieyeyê da nîşandan. Bi plan û xeyalên xwe yên berê yên Osmanîtî dixwestin Musil, Heleb û Kerkûkê bistînin. Dixwest piştî qedandina Peymana Sykes-Picot sînorê xwe berfireh bike. Dixwest li dijî kurdan biryarek xurt a siyasetê bide.” 
 
‘GEL BI PERGALA XWE LI SER PIYA SEKINÎ’ 
 
Şêxo da zanîn ku gel jî li dijî vê biryar girt û wiha dewam kir: “Gel xwe birêxistin kir û pergala xwe ava kir. Ji ber vê yekê gel bi êrîşan hevrû ma. Ewil Kobanê hildan ambargoyê. Xwestin ji pêdiviyên jiyanî yên bingehîn mahrûm bikin. Têketin û derketina Kantonê hatibû girtin. Li gel ambargoyê jî gel li ser piya sekinî. Ambargo endam neda. Piştî vê rewşê derbasî êrîşan bûn. Di 20’ê Tîrmeha 2013’an de êrîşî Serêkaniyê kirin. Ji aliyê Girê Spî ve dest pê kirin. Piştî şoreşê bi salekê van êrîşan dest pê kir. Dixwestin pergala li ser bingeha netewa demorkatîk li pêş diket bifetisandina. Gel li dijî vê yekê bi seferberi li ber xwe da. Ji meclîsan bigire heta gel her kes di nav serferberiyê de bû. Bi berxwedanê ev êrîş hatin şikandin. Vê jî bi destê El Nusra dikirin.” 
 
‘DAIŞ LI KOBANÊ BI VÎNEK XÛRT RE HEVRÛ MA’ 
 
Şêxo anî ziman ku êrîşkar negihîştin armanca xwe û wiha pêde çû: “Hêzek bi navê DAIŞ’ê kaşkirin qada Sûriyeyê. Piştî DAIŞ hat xûrtkirin êrîş kirin Kobanê. Ji ber ku çirûska ewil li Kobanê pêket û rêya navbera Efrîn û Cizîrê girê dida ewil êrîşî Kobanê kirin. Kes bawer nedikir wê Kobanê wiha li ber xwe bide. DAIŞ’a ku Musil û Reqayê di çend saetan de têk bir digoq qey dê Kobanê jî wisa têk bibe. Lê li Kobanê bi vînekê re hevrû ma. Berxwedanek di dîrokê e nehatiye dîtin hat nîşandan. Vê berxwedanê ji gundÊ Serzorî bi lêborîna 13 şervanan a ji gel xwest û bi fedakirina wan dest pê kir. Wan şervann û hemû şervanan hemû cîhanê matmayî hişt.” 
 
‘BERXWEDANÊ BI XWE RE 1’Ê MIJDARÊ ANÎ’ 
 
Şêxo bal kişand ser îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê û got: “Şerek wisa û berxwedanek wisa ku hat nîşandan ku di jiyana xwe de kesî nedîtibû. Êdî cîhan nikaribû li hember vê berxwedanê bêdeng bimîne. Li her devera cîhanê gel ji bo Kobanê rabû ser piya. Hêzên navnetewî jî nikaribûn li hember vê berxwedanê bêdeng bisekinin û tevlî şer bûn. Her kesî dît ku ev talûkeyek tenê ji bo kurdan e û ji bo hemû cîhanê ye. Êdî şer hat wê merhelê ku ji navbera kurd û DAIŞ’ê derket û bû şerek li dijî mirovahiyê. Ji ber vê yekê hemû gelên cîhanê rabû ser piya û xwedî li vê lehengiya Kobanê derket û biryara girtin ku 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê îlan bikin. Kobanê bû hêviya gelan. Heke niha DAIŞ li her devera Sûriyeyê têk diçe, destpêka vê yekê Kobanê bû. Ev roj li tevahiya gelan û şervanên me pîroz be.” 
 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

04/11/2018
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt