Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe

  • rojane
  • 13:51 31 Cotmeh 2018
  • |
img
ÊLIH – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Êlihe axivî û têkildarî êrîşa TSK’ê ya li dijî Kobanê got: “Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de îro derbasî Êlihê bû. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca û Necdet Îpekyuz jî bi Temellî re cih girtin. 
 
Temellî ewil çû serdana malbata Hevserokê Rêxistina HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç ê beriya niha bi demek kurt de hat girtin. Temellî pişt re çû serdana hin malbatên girtiyan. Temellî piştî serdana malbatan derbasî avahiya rêxistina bajêr a Êlihê bû û li vir der barê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘JI DESTÊ WAN WERE DÊ ME HEMÛYAN BINÇAV BIKIN’
 
Temellî li ser pêla binçavkirin û girtinên demên dawî yên li Êlihê pêk tên sekinî û got: “Destilatdarî bi van operasyonan kampanya xwe ya hilbijartinê birêve dibe. Dixwazin bawer bikin ku dê bi vê rêbazê bi ser bikevin. Ji destê wan were wê HDP’yek jî li derve nehêlein û me hemûyan binçav bikin. Dizanin ku ew ê hilbijartinek demokratîk û azad qezenc nekin.” 
 
Temellî diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê demokrasiye û wiha got: “Ji bo ku desthilatdarî ji demokrasî û edaletê bireve çi ji destê wê tê dike. Ji bilî ku HDP’ê dikin dijmin û girtina hevalê me tiştekî din nakin. Tirkiye wê êdî neyê vê lîstikê. 24’ê Hezîranê qenata vê ya herî mezin e. Wê gel di sindoqan de bi aştî û demokrasiyê bersiv bide. Em ji wan re tiştekî nahêlin. Teqez wê têkoşîna me dewam bike. Erdogan û hevalbendên xwe kampanya hilbijartina 24’ê Hezîranê bi gefxwarina li dijî Qendîlê birêve birin. Dixwestin me terorîze bikin û di bin bendê de bihêlin. Lê bend derbaskirina me ji bo Tirkiyeyê bû hêviyek. Em ê welat demokratîk bikin. Kîjan bendê deynin pêşiya em ê hilweşînin.” 
 
‘DEST JI EVÎNDARIYA XWE ŞER BERNADE’ 
 
Temellî li ser gotinên operasyona li dijî rojhilatê Firatê ya Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan rawestiya û wiha dewam kir: “Li Rojava hemû gel bi hev re dijîn. Kurdan bi gelên din re li vir çareseriya demokratîk xistiye meriyete. Li navenda aştiyê Efrînê niha jî çeteyên OSO’yê cîrîtan diavêjin. Jiyana demokratîk a gelan nema. Niha jî dixwazin heman tiştî ji bo tevahiya Rojava pêk bînin. Gel rejîmek bêdemokrasî naxwaze. Dixwazin axa Rojava bikin dijmin. Tirkiye dixwaze li ser neçareserkirina li Sûriyeyê desthilatdariya xwe bidomîne. AKP dest ji evîna xwe ya dewama şer bernade.” 
 
‘HILBIJARTINA HERÊMÎ ROJA DAWÎ ANÎNA ŞER E’ 
 
Temellî bal kişand ser civîna Fransa, Elmanya, Rûsya û Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê li Stenbolê li dar xist û wiha domand: “Li Stenbolê li ser maseyê rûniştin lê Sûriye li wir nîne. Çareseriyên ne mîlîtarîst dixwazin. Dotira rojê krîza Sûriyeyê derdikeve pêşiya me. Em li derve û hundirû çareserî û aştiya civakî dixwazin. Dixwazin li ser tunekirin û dijminatiya kurdan desthilatdariya xwe bidomînin. Hilbijartina herêmî roja dawî anîna vê şerî ye. Hemû gelên Tirkiyeyê dikarin ji bo aştî û demokrasiyê gavên herî bi hêz biavêjin.” 
 
‘AŞTIYA TIRKIYEYÊ DI KOBANÊ DE DERBAS DIBE’ 
 
Temellî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê jî wiha got: “Sibê salvegera 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Lê îro bi tank û topan Kobanê gulebaran dikin. Yên digotin ‘Kobanê ket wa dikeve’ dît ku Kobanê nakeve êrîşî me kir. Heke me viya pêk neaniya, Kobanê biketa niha DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji xwe re kiribû meydan. Ji bo têkçûna van çeteyan Kobanê eniya herî krîtîk bû. Aştiya Kobanê di Tirkiyeyê de derbas dibe. Me wê demê got korîdora mirovî vekin û cih nedin korîdora DAIŞ’ê. Lê Tirkiyeyê veguherandin.” 
 
‘DEM DEMA DAWÎ ANÎNA ŞER E’ 
 
Temellî da zanîn ku hevserok, parlamenter û hin rêveberên wan ji ber piştevaniya ji bo Kobanê tên darizandin û li dijî şer dema serî rakirinê hatiye û dem dema dawî anîna şer hatiye. Temellî bal kişand ser girîngiya hilbijartina herêmî û got: “Em ê hemû kes bên kêleka hev û bi hêz bikevin hilbijartinê. Em ji bo diyarkirina namzetan rêz nîşanî îradeya gel bidin. Heke em bi ser nekevin dibe ku sibê alternatîfek mîna hilbijartinê jî li holê nemîne. Ji niha ve behsa projeyan dike. Projeyên wan tune ne û nikare li herêmê bi ser bikeve. Desthilatdariyê tenê qeyûman daye gel wek din tiştek daye gel tune ye. Em wisa bikin ku qeyûman ji van deran paqij bikin.” 
 
Piştî civîna çapemeniyê Temellî û bi rêveberên partiya xwe re ji çapemeniyê re girtî civîn li dar xistin. 

Sernavên din

01/11/2018
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
20:30 Kedkarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da
16:55 ÎHD: Girtiyê destê wî tunebû lingên wî kelepçe kirin
15:53 Di salvegera KHK’ya hejmara 675’an de: Em ê çongê netewînin
14:55 8’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:36 Li Şirnexê 23 kes hatin binçavkirin
14:36 Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan
14:05 Nivîskar-lêkolîner Ethem Xemgîn çû ser dilovaniya xwe
14:00 9 partiyên kurd li ser zimanê kurdî bûn yek: Em li her derê bi kurdî biaxivin
13:48 Temellî: Wêneyê sersala 95'emîn ê Komarê ne Balafirgeha 3'yemîn e, Cizîr e
13:32 Cîgirê Wezîr bi kaşkolê 2 hezar û 280 tl çû cihê 2 esker lê qefilîn
12:40 ‘Dê Cejna Komarê li goristana bêkesan pîroz bikin'
12:18 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi peywira xwe dike
10:54 Buldan: Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike
10:42 Temel: AKP li Sûriyeyê înîsiyatîfê winda dike
10:24 Rojnameger Bayramoglu: Muxalefet bibe yek dê hevsengê siyasî jî biguhere
10:22 Rayedarên girtîgehê dest danîn ser nameya Kurdî
09:56 Ji bo Serokatiya Baroya Rihayê Abdullah Oncel hat bijartin
09:55 Fîlma Keçên Rojê dê li Mîhrîcana Fîlman a Cenevre bê pêşandan
09:46 Hevşaredar Ozbay û 5 girtiyên din sewqî Tîpa F hatin kirin
09:15 Bereh: Arjen Arî stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e
09:14 Kurê Bagdu: Koç got ‘Ji ber bavê te rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt’
09:13 Bi çar zimanan ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’ amade kir
09:12 Cezayê li ser ceza li girtî birîn
09:11 'Ji bo qewirandina rejîmê hilbijartina herêmî girîng e’
09:11 Tîmur: Dixwazin zanîngehan bikin cihê yek ramanê
09:10 Cînayeta Bagdu: Delîl gelek in lê bersûc tune ne
09:09 Zoriyên hunera kolanan bi belgefîlmê hat vegotin
09:08 Keyayên ji peywîrê hatin girtin: Tayînkirina qeyûman siyasî ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2018'AN
08:17 Li Endonezya balafirê 188 rêwiyên wê hebûn ket bahrê
28/10/2018
21:02 Bi boyaxê hafiza bîrdariya Aştî û demokrasiyê jê birin
19:16 Encamnameya Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk aşkere bû
18:01 KNK'ê stratejiya neteweya kurd diyar kir
17:28 9 partiyên kurdan dê daxuyaniyên hevpar bidin
17:13 4 karkerên Balafirgeha 3’emîn ji kar avêtin
17:04 Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da
16:53 HDP çû serdana PSK’ê
16:45 Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn
Saygili: Çareserî em in