Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye

  • rojane
  • 10:12 2 Mijdar 2018
  • |
img

ENQERE - Prof. Dr. Haşîm Yilmaz ê di 36 salî de navê profesoriyê girt, bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Prof. Haşîm Yilmaz, bertek nîşanî helwestê da û got: “Ev çi feraseta dewletê ye ku terorîstek 2 salin li kolanan digere? Hîsa me ya aydî welat kêm bûye. Kurê min ê 12 salî dibêje 'Bavo piştî em çûn dervê welat em nasname û pasaporta xwe ji Serokomar re bişînin' û helwesta xwe nîşan dide."

Hikûmeta AKP'ê piştî OHAL hat îlankirin bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê (KHK) yan, ji zanîngehan 6 hezar û 81 akademisyen îxrac kirin. Ji akademîsyenên hatin îxrackirin tenê 174 bi biryara Komisyona OHAL'ê li karên xwe vegeriyan. Hin akadîsyenên hatin îxrackirin karên cuda ava kirin. Hêj lêgerîna gelek akademîsyenên din a maf berdewam dike. Yek ji van kesên hatin îxrackirin û li mafê xwe digere Prof. Haşîm Yilmaz ê di 2016'an de ji Zanîngeha Dîlokê îxrac bû ye. Yilmaz ku 20 salin hîndekarê zanîngehê ye, li Zanîngeha Dîlokê di Zangoya Fen-Wêjeyê de Serokê beşê bû. Di nava gelek xebatên zanistî de cih girt û îmze avêt xebatan. Hêj 36 salî bû, navê profesoriyê girt û bû Profesor. Piştî Yilmaz  îxrac bû, di heman salê de hevjîna wî ya akademîsyen jî hat îxrackirin. Yilmaz, der barê helwesta Komîsyona OHAL'ê û akademîyê de ji Ajansa Mezopotamya re axivî. 
 
'EM AVÊTIN ÇALEK BÊ BINÎ'
 
 
Yilmaz, diyar kir ku piştî fêr bû îxrac bûye şok derbas kir û wiha got: "Mirovekî hemû temenê wî bi serkeftinan derbas bibe ev agahî ji bo wî wekî têkeve bîrek bê bînî. Di her alî de ji min bû windaniyek mezin. Min û malbata xwe ev rewş bi êşek mezin jiya. Ewil em avêtin nava tunebûn û netiştiyê. Êdî mirovan silav jî nedida me. Cîranên me yên her roj digotin 'Mamoste roj baş îro hûn çawa nin? jî êdî dema dengê deriyê me dibihîstin deriyê xwe li me digirtin û nedixwestin ruyê me bibînin. Me tu wate neda vê yekê. Me wate neda welat di rewşek çawa re derbas dibe. Raste welat travmayek mezin dijiya. Dibû ku rêveberê dewletê mafdar bin. Lê çi eleqeya me û vê yekê bi hev hebû? Em di kîder vê meseleyê de bûn?" 
 
‘EZ BI 7.5 MILYAR MIROVAN WEKÎ TERORÎST HATIM NASANDIN'
 
Yilmaz, da zanîn ku piştî 15'ê Tîrmehê jiyan li wî bû dojeh û jiyana wî vegeriya kabûsan û wiha got: "Piştî ez îxrac kirim di rojnameya fermî de ez wekî terorîst bi 7.5 milyar mirovan dam nasandin. Ewil min got dê di demek nêzîk de vê şaşiyê rast bikin. Piştî 2 meh şûnde ji stres û fikaran êdî teqet di çongê min de nema. Ez wekî kesekî ku hemû temenê xwe bi zanistê derbas kiriye wekî terorîst hatin pênasekirin. Ev ji bo min pir giran bû. Tu eleqeya me û vê merselê bi hev tune bû em hatin îxrackirin. Em kesên ku bi zanistê eleqeder dibin jî me tu wate neda vê yekê. Piştî ez hatim îxrackirin min serî li Dadgeha Îdarî û piştre Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Hemû hewldanên min ên hiqûqi bê encam man. Her tişt di Komîsyona OHAL'ê de asê ma. 2 sal derbas bûn, lê hêj tu encam zelal nebûye. Em dixwazin pirsgrêk bi riya hiqûqî çareser bibe. Ger ku ez wekî terorîst bi 7.5 milyar mirovan hatim nasîn, divê ez derkevim pêş darazê û bêm darizandin. Ev çawa feraseta dewletê ye ku ez kesekî wekî terorîst 2 salin li kolanan digerim. Ez tu wate nadin vê yekê. Ger ku sûcê min hebe bila min darizînin. Na ger ku sûcê min tune bila peywir û mafê min bidin min."  
 
BAWERIYA CÎRAN JI CÎRAN HEHIŞTIN
 
Yilmaz, da zanîn ku piştî vê pêvajoyê ji ber îxbaran êdî baweriya cîran bi cîran nemaye û wiha bi dawî kir: "Êdî ez û zarokên xwe wekî berê xwe aydî vî welatî hîs nakin. Sibê karê me bidin me jî ev birîna min derman nabe. Kurê min ê 12 salî dibêje "Bavo ez baş îngîlîzî fêr bibim biçin dervê welat. Piştî em çûn dervê welat em nasname û pasaporta xwe bişînin ji Serokomar re.  Min dizanîbûya ev tişt dê bên serê min, piştî çûm dervê welat dîsa venedigeryam. Li vî welatî weki salên 80'ê yî dîsa mirovên zanistê bûn pêlîstok. Niha akademî bûne beradayî. Li vir fikra nijadperestiyê pêş dixin. Êdî asta zanistiyê kêm bûye. Niha zanîngeh bûne baxçeyê bîrdoziyê yê pişt. 
 
MA / Diren Yurtesever

Sernavên din

07/11/2018
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin