Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, diyar kir ku îro şert û derfetên ku li Tirkiye îktîdarê biguherîne heye, lê hemû hêzên muxalif vê yekê pêk nîne û wiha got: “Divê em ne bi kesan re, bi îktidarê re têbikoşin. Divê HDP jî li bajarên Rojava endamê rêveberiya meclîsên şaredariyan be. 
 
Tirkiye ku piştî ket nava krîza aborî hilbijartina Serokomarî û meclîsa giştî pêş wext pêk anî û di 24'ê Heziranê de pêk anî. Îktîdara ku berê bi tena serê xwe diket hilbijartinê bi tirsa ku winda bike bi MHP'ê re îtîfaqa cumhur ava kir. Lê dîsa encama ku dixwest bi dest nexist. Niha jî li pêş wê hilbijartina rêveberiyên herêmî heye. Dê di 31'ê Adara 2019’an de hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk bîne. AKP û MHP ku berê li dijî hemû hêzên muxalif bûbûn yek û bi hêza dewletê diketin hilbijartinê. Niha nakokiyên di nava wan de zêde dibe. Îktîdara AKP'ê û şirîkê wê MHP ku li ser mijarên "Efû" û "Sonda xwendekaran" nabin yek niqaşên nakok ên li ser namzetan kûr dibe. AKP biryar da ku vê carê bi namzetên xwe têkeve hilbijartina rêveberiyên herêmî. Der barê îtîfaqa AKP û MHP'ê, rewşa Tirkiye û sekna HDP'ê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ji Ajansa Mezopotamya re nirxandinên girîn kirin. 
 
Hamzaoglu, anî ziman ku di pêvajoya ku krîza aborî ew qas bandora neyînî li ser mirov û civakê çê dike, wekî rêxistinên muxalif beriya li ser hilbijartina rêveberiya herêmî rawestin divê berî her tiştî krîza aborî bikin rojev, li ser niqaş bikin û bi projeyan çareseriyê ava bikin û bi rêveberiyên herêmî parve bikin. Hamzaoglu, da zanîn ku ger ku krîza aborî nexin rojevê û li şûna wê rêveberiyên herêmî bikin rojev, kêmasiyek mezin e û wiha got: "Ez wekî şexs beyê ku li çareseriya krîza aborî bigerin namzet û hilbijartinê bikim rojev şaşiya siyasetê dibînim. Me bi hevre dit. Hêza muxalif hilbijartina 24'ê Hezîranê wekî ‘hilbijartina pêşwext û zordest' pênase kir. Xwest bandora krîza aborî li ser sindoqan xwe nede der. Ez wekî şexs beşdarî pênaseya 'Kriza aborî' nabim. Krîza bingehîn û li hemû cîhanê belav bûye heye. Li welatê kapitalist û Tirkiye rengvedana wê heye. Tirkiye di sala 2011’an de jî ket krîzê. Lê wekî niha neket rewşa ku nikaribe deynê xwe bide. Dowîz heta ji sedî 70 zêde bû. Wekî ku dadikeve xuya dibe, lê disa li gorî salên borî pir zêde ye. Li gorî salên borî ji sedî 60 devaluasyon heye. Enflasyon  jî bi heman rengî." 
 
'HIKÛMET DIXWAZE HILBIJARTINÊ BIKE ROJEA SEREKE Û KRÎZÊ BINCIL BIKE'
 
 
Hamzaoglu, da zanîn ku di pêvajoyek wisa de Serokomar û îktîdar dixwaze hilbijartinê bike rojeva sereke û ser krîzê bincil bike. Hamzaoglu, da zanîn ku divê berî her tiştî li ser krîzê niqaş bên kirin. Krîz çiye, sedema wê û çareseriya wê çiye bên niqaş kirin. Niha 463 milyar dolar deynê Tirkiye heye. Para hikûmetê di vî deynî de pir zêde ye. Ji vî deynî 270 milyar deyne şîrketên taybet in. Lê tevî vê rastiyê dixwaze vî deynî bi welatiyan bide dayîn. Divê mirov vê rastiyê bi gel re parve bike. Divê mirov bêje ku hemû çavkaniyên Tirkiye pêşkeşî dewletên derve dike. Pêwiste mirov peymanên yên der barê Pira 3'emîn, Pira Tup a Avrasya, Rêya Bejayî, Nexweşxaneyên Bajar 
yên ku di asta dowîz de hatine îmzekirin, lêkolîn bike û têxe nava lêpirsînê. Em mexdûrên rençberên pinçarê şekir û firotina fabrîqeyên şekir dibînin. Ev qad êdî hat girtin."  
 
DIVÊ HDP LI BAJARÊN KURDAN BI TECRÛBE, HEMÛ HÊZ Û RÊXISTINA XWE DERÎ BI DERÎ BIGERE 
 
Hamzaoglu, xwest HDP li bajarê kurdan, bi hemû hêz û rêxistina xwe bi namzetên ku ji nava gel derketine, bi tevlêbûn û tecrûbeyên kesên berê hatin hilbijartin re, li hemû deriyan bigerin û namzetên meclisan diyar bikin û piştre namzetan ji nava wan hilbijêrin. Hevkariya AKP-MHP tu bingeh ava nekir. Tenê 2 kes ava kirin. Di nava AKP û MHP’ê de gotina yek zilamî esas tê girtin. Îro AKP û MHP mecbûrê hev mane. Yek bêyî yê din nikare bijî. Di pêvajoyek wisa de divê HDP li bajarê kurdan bi hemû hêza xwe derî bi derî xebatê bike. Divê em meclîsên xurt ên şaredariyan ava bikin. Berî her tiştî divê em hêza îktidara AKP-MHP'ê li vî welatî bitemirînin. Em namzetan diyar nakin. Em tenê li bajarên Tirkiye berendamên meclîsê şaredariyên Bajaran in. Em karibin bêjin kadroyên me yên bi hêz hene û vê yekê bi cemaweriya Tirkiyeyê re parve bikin. Berî her tiştî armanca me divê têkçûna îktidarê be. Divê em îktîdarê bişînin. Divê îktîdar berî her tiştî li Stenbol, Enqere, Antalya û Edeneyê winda bike. Tivê tekoşîna me ne bi kesan re be. Divê têkoşîna me bi îktîdarê re be."  
 
HER KU XIZANÎ ZÊDE BIBE TEVGER DÊ ZÊDETIR BIBE
 
Hamzaoglu, da zanîn niha liv û tevgerek xuya dibe û her xizanî zêde bibe dê ev tevger zêdetir bibe. Hamzaoglu, anî ziman ku her mirov ji kar tên avêtin bêtir dengê "êdî bes e" bilind dibe û wiha got: "Ev firsendek e. Em ne namzetin, em namzetên meclîsan in. Divê em li wan meclîsan mirovên ku gel bi şik û guman nêzî wan bibe nedin nîşan. Kesên ku hemû gelan hembêz bikin û ji pirsgirêkê her kesî re bibe bersîv derxin. Divê em vê hêzê bi gel bidin xuyakirin. Pêdiviya gelên Tirkiye bi vê yekê heye. Mesele divê em biçin piştgiriyê bidin karkerên Balafirgeha 3'emîn. Lê mixanbin rêya vê yekê li pêş me tê girtin. Lê di bingehê de liv û tevgerek heye. Her ku xizanî zêde bibe ev tevger dê zêdetir bibe. Ez yekîtiya gelan girîng dibînim. " 
 
HDP WINDA LI TU TERAN WINDA NEKIRIYE
 
Hamzaoglu, herî dawî da zanîn ku li gorî encama hilbijartinê HDP’ê ne li bajarên Tirkiye û ne jî li bajarên kurdan li tu deran winda nekiriye û xwest bi taybetî li bajarên kurdan partiyên kurdan bêtir bibin yek û li xwe xwedî derkevin û wiha got: "Êm dê li ser butçeya giştî xebatê bikin. Em dê vê butçeya giştî deşîfre bikin. Em dê butçeya îsal û salên berê bînin hemberî hev. Nêzî 2 milyon butçeya Serokomar heye. Nêzî 48 milyon butçeya Wezîrê Tenduristiyê heye. Bifikirin ji bo avahiyekê û rêveberia wê 80 milyon e. Qasî butçeya tenduristiyê ye. Em dê van rastî û nakokiyan ji gel re bêjin. Em wekî HDK'ê dê bi lez vê yekê ji gel re bêjin." 
 
MA / Omer Çelik - Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

07/11/2018
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin