Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide

  • rojane
  • 09:09 5 Mijdar 2018
  • |
img

WAN - Welatî Mehmet Nûrî Bozkurt ê xwest li ser rêya bejayî ya Wan-Qelqeliyê îstasyona mazot û LPG'ê bistîne ket nava tora bertîl û nelirêtiya Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Bozkurt ê ruhsat ji şaredariyê xwest li ser navê "Bexşîşa Vansiporê" 150 hezar tl bertîl xwest. Bozkurt, hemû axaftin qeydî telefonê kir. Bozkurt, anî ziman ku di hevdîtinê de gotine "Ev fermana Walî Beg e. Tu dê 150 hezar tl bide." 

Welatî Mehmet Nûrî Bozkurt, xwest li ser rêya Wan-Qelqeliyê li nava zeviya 2 hezar û 400 metrekare îstasyona petrol û LPG'ê ava bike. Bozkurt, ji bo rûhsatê bi rêveberiya qeyûmê bistîne, bi rayedaran re hevdîtin kir û hevditin kir bin qeydan. Di hevdîtinê de Rayedarên qeyûmê bi navê "Bexşîya Vansiporê" bertîl ji Bozkurt xwest. Bozkurt ev daxwaza bertîlê ku bi riya telefonê xwest, xist bin qeydê û parve kir. Bozkurt, ji bo rûhsatê bistîne bi dehan caran bi Rêveberiya Şaredariyê ku Qeyûm tayîn kiriye re ket nava têkiliyê. Bozkurt ku bi Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariyê Ulker Cem Kaplan û Serokê Daîreya Îstîmlak û Emlakê Orhan Gulaçar re di odeyê de hevdîtin kir, li ser navê "Diyariya Vansporê" 150 hezar tl bertîl xwest. Derket holê ku bi heman rengî bertîl ji 3 kesên din jî xwestiye. Welatî Mehmet Nuri Bozkurt, diyar kir ku tevî hemû ewraq û belge temam kirine jî nikare rûhsatê bistîne. 
 
Mehmet Nuri Bozkurt, tişta bi serê wî de hatiye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. Bozkurt, anî ziman ku li ser rêya Wan-Qelqelyê 8 hezar û 600 metrekare zeviya wî heye û xwestiye li ser vê zeviyê îstasyona LPG û petrolê ava bike. Bozkurt, da zanîn ku ji bo ew vê îstasyonê veke 14 saziyan bi awayekî fermî destûr dan û wiha got: "Min hemû belgeyên xwe temam kirin. Min hemû xercên şaredariyê razandin û dosyaya xwe temam kir. Min ji bo rûhsatê 2 caran serî li Şaredariyê da. Herî dawî li min geriyan û xwest ez biçim. Wekî min 2 kesên din jî hebûn. Em bi hevre çûn şaredariyê. Ewil em li salonê rûniştin. Piştre Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariyê Ulker Cem Kaplan yek bi yek bang li me kir. Dema ez çûm odeyê ji bo dosya min erê bikin li ser navê 'Bexşîşa Vansporê' 150 hezar TL pere ji min xwestin. Gotin ger tu vê yekê bexşîş neke dosya te bi erênî nayê bersivandin."  
 
'FERMANA WALÎ BEG E'
 
Bozkurt, da zanîn ku piştî vê hevdîtinê carek din dîsa çû şaredariyê û vê carê rayedaran jêre got "Tu 150 hezar TL bexşîş nede nabe" û bertîl jê xwestine. Bozkurt, anî ziman ku rayedaran gotine "Ev fermana Walî Beg e." 
Bozkurt,  destnîşan kir ku Cîgirê Sekreterê Giştî gotiye 'Dema hûn hatin cem min bi 30-40 hezar tl neyên cem min. Ger hûn hatin bi 80-90 hezar an jî bi 120 hezar TL werin' û wiha got: "Lê ez çima bêm. 1-2 hezar tl bexşîş dibe. Lê 150 hezar TL bexşîş nabe. Ev raste rast bertîl û ruşwet e. Ji ber ku min ev pere neda serlêdana min red kirin." 
 
CÎMERÊ BERSÎV NEDA
 
Bozkut, anî ziman ku wî 2 caran serî li Navenda Ragihandina Serokomariyê (CİMER) jî daye û wiha axivî: "CÎMER'ê ne bersîv da daxwaza min û ne jî bersîv da giliyê min. Bozkurt, anî ziman ku li Tirkiye gelek tiştên wisa dibe û wiha bi dawî kir: "Serokomar dibêje 'Kevirekî dînin bila dewlet jî kevirekî dîne. Em jî dixwazin kevirekî dînin. Lê qeyûm destûr nade. Hemû belge û dosyaya min temam e. Kêmasî tune. Karê şaredariyê jî îmze bike. Ez bûm şahîd gelek welatî heman rewşê dijîn û mexdûr dibin. Li wir ji min re dibêjin buhayê te yê zeviyê 350-400 hezar TL ye. Divê nêviyê nirxên zeviyê bidin Vansporê." 
 
JI QEYDAN ÇEND GOTIN
 
Qeydên hevdîtinê yên li odeya Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariya Wanê Ulker Cem Kaplan: 
 
MEHMET NURİ BOZKURT: Ez li ser navê Omer Bozkurt têm. Hevalê min e. Ji ber nexweş bû nehat. 
 
KAPLAN: 2 hezar û 400 metrekare cihê we heye. Niha buhoyê dolimê 65-70 hezar tl ye. Li gorî vê yekê heqê wê 150-200 hezar e. Dema em navîna wê bibînin nêzî 300 hezar tl ye. Ez bêjim navbera 250 hezar û 150 hezarî ye. 
 
BOZKURT: Hûn 150 hezar tl bexşîş dixwazin. 
 
KAPLAN- Min şaş negot 125 hezar tl. Min hesabê şaş kiriye. Tamam. Niha birayê min ê xweşik min ji birayên xwe yên din re jî got. Bersîva vî karî diyar e. Çend çaran hat red kirin. Binerin em ji şaredariyê re tiştekî naxwazin. Em ji partiyê re ji tiştekî naxwazin. Em dixwazin hûn bexşîşî Van sporê bikin. Weki tin tu îzahata vê yekê tune. Tu nede jî nede. Tiştekî bi zorê tune ye. Tu bi riza xwe hat ber deriyê me. Wê demê mesele qediya ye. Reqem ev e. Niha min nîşe girtiye 'Rewşa min a madî tune' Min li meclîsê ji Walî Beg re jî got rewşa wan a maddî tune." ... " 
 
 

Sernavên din

07/11/2018
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin