Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên

  • rojane
  • 16:10 8 Mijdar 2018
  • |
img

STENBOL – Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar di bin sîwana Koma Banga Demokrasiyê ku dixwazin rêveberiyên herêmî ya demokratîk ava bikin hatin gel hev. Kom dê li dijî “rejîma yek zilamî” li herêma “Hevdîtinên Demokrasiyê” organîze bike. 

 
Koma Banga Demokrasiyê têkildarî “Hevdîtinên Demokrasiya Herêmî” ku dê di demek nêz de bê organîzekirin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Otela Hîll a Taksîmê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Saruhan Oluç, Alî Kenanoglu, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hevberdevkê Partiya Siberoja Çep û Kesk Nacî Sonmez, dîrokzan û nivîskar Erdogan Aydin, Prof. Dr. Ayşe Erzan, Dayikê Aştiyê, Polatforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGP), saziyên elewiyan û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
Li salona civînê pankarta “Bi hev re, ji bo hêvî li herêma bê avakirin” hat daliqandin. 
 
Daxuyaniyê Prof. Gencay Gursoy da. 
 
‘DIVÊ EM ÎNISIYATÎFÊN HERÊMÎ BIXIN TEVGERÊ’ 
 
Gursoy der barê îmzevanên Koma Banga Demokrasiyê agahî da û wan bi armanca ji bo înisiyatîfên herêmî ji bo hilbijartina herêmî birayran bidin hatine gel hev. Gursoy got ji hilbijartina giştî vir ve di warê muxalefetê de ji bo li zemînek guncav hevkariyê bikin nîqaş tên kirin û ev yek heta niha bi sedemên cûr bi cûr pêk nehatiye û lê encax li herêman dem bi dem hevkarî pêk hatiye. Gursoy anî ziman ku ew li dijî vê rewşa xedar a siyasî neçarin însiyatîfên gel bixin tevgerê û wek din jî çareya wan nîne. 
 
Gursoy da zanîn ku ew di pêvajoyek ku her kes di bin zextan de ye dest bi xebatek wiha dikin û got: “Em di pêvajoyek wiha hov de vê xebatê dikin. Ji bo vê yekê pêdivî bi hevrebûnekê heye.” 
 
‘HILBIJARTINA HERÊMÎ RAWESTGEHA EWIL E’ 
 
Pişt re endama Koma Banga Demokrasiyê Çîgdem Kiliç Uçar jî metna hatibû amdekirin xwend. Uçar bi gotinên “Em niha li herêmî hevdîtin û di demokrasiyê de hevpar dibin” dest bi xwendinê kir û got: “Ev banga me ji bo wan kesê ku baweriya xwe em ê rewşa xerab a welat biguherînin! Banga me ji bo kesên edaletê dixwazin, baweriya bi piştevaniyê, dilpakiyê, yên li dijî dejenerebûnê û polîtîkaya riziyayî ne. Ji bo hemû mexdûrên aboriyê ne. Ji bo hemû bindestan e. Rawestgeha meşa me ya azadî û demokrasiyê ya nefesa ewil dê ji hilbijartina herêmî dest pê bike. Em ê li dijî desthilatdariya qesrê ya li ser rêveberiyên herêmî her rêyê biceribînin.” 
 
‘NIHA DEM DEMA DEMORKASIYÊ YE’ 
 
Uçar da zanîn ku dem dema her kes berê xwe bide herêman û got: “Ji bo azadî û demokrasiyê ev gava ewil e. Niha jî dem dema demokrasiyê ye. Em ji bo vîna gel ku neyê binpêkirin, qeyûm neyên tayînkirin, hilbijartinek bêzext û ji bo rêveberiyên herêmî yên demokratîk bên ba hev. Em bi hêz û baweriya xwe ya demokrasî û azadiyê li dijî her cûre zextan derkevin. Li dijî rejîma yek zilamî û dikaribin mafê muxalefeta demokratîk bikar bînin pêwîste têkoşîn bê mezinkirin. Em hemû bi hev re modelên rêveberiyên herêmî bigirin dest.” 
 
‘EM BANGA HEYÎNA DI HER WARÎ DE DIKIN’ 
 
Uçar destnîşan kir ku ew bi bawerin hemû Komên Banga Demokrasiyê dê li herêman hêza çareseriyê gavên herî baş biavêjin û got: “Em bang dikin ku di her warî de hebin. Em dixwazin hêviya bi hev re bûnê li herêman bê avakirin.” 
 
LI STENBOL Û ÎZMÎRÊ HAT AVAKIRIN 
 
Uçar anî ziman ku ji îro pê ve Komên Banga Demokrasiyê li Stenbol û Îzmîrê hatin avakirin û ew ê ji niha şûn ve li 24 bajarên din jî xebatek di vî warî de birêve bibin û armanca wan ew e heta 15’ê kanûnê xebatên wan temam bibin. 
 
‘EM SIBEROJÊ RONÎ BIKIN’ 
 
Dîrokzan û nivîskar Erdogan Aydin jî destnîşan kir ku ew berpirsyariya wan a ku dê pêvajoyê berevajî serdema tarî bikin heye û heke ev sekna bi hev re bûnê ya ji bo demokrasiyê siberojê ronî bike. 
 
DAŞ: BI HEV RE BÛN DÊ SERKEFTINÊ BÎNE 
 
Srokê Polatforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGP) Abdulhakîm Daş jî diyar kir ku tişta wan daniye pêşiya xwe ya herî girîng di warê çareseriya pirsgirêka kurd û pêşve birina demokrasiyê ye û xebata bi hev re dê serkeftinê bi xwe re bîne. 
 
ENGÎN: DIVÊ PIŞTÎ 31’Ê ADARÊ JÎ BIDOME 
 
Rojnameger Aydin Engîn jî got divê ev hewldan ango Banga Demokrasiyê piştî hilbijartina 31’ê adarê jî xebatên xwe bêwestan û bênavber birêve bibe. 
 
NAS: LI KÊLEKA HEV GIRÎNG E 
 
Endama Koma Diyalogê Nesrîn Nas jî got li kêleka hev xebat kirin tişta herî girîng e û divê di 31’ê adarê de ji bo demokrasiyê dem dema li hev bûnê ye û li nokteyek desthilatdariyê paş ve bibe rawestin. 
 
TANRIKULU: JI BO DÎWAR HILWEŞANDINÊ PÊDIVÎ BI HEV RE BÛNÊ HEYE 
 
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî anî ziman ku ji bo dîwarê zext û zilmê bê hilweşandin dem dema bi hev re bûnê ye û pêdiviya herî mezin jî li hev bûn e. 
 
OLUÇ: 31’Ê ADARÊ ROJA HESAB PIRSÎNÊ YE 
 
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç jî da zanîn ku demokrasiya herêmî dergûşa demokrasiyê ye û ji ber vê yekê ew wek partî jî girîngiyê didin rêveberiyên herêmî. Oluç got di 31’ê adarê de dê hesabê ji nelirêtî û neheqiya qeyûman bipirsin. 
 
Civîn bi peyam û ramanên beşdarvanên din bi dawî bû. 

Sernavên din

14/11/2018
09:10 Bi rojan e bê av in: Em gund bifiroşin jî em ê nikarin vî deynî bidin
09:09 Arîna biçûk bi nexweşînê, xwişk û birayên wê jî bi hesreta dayika xwe mezin dibin
09:09 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin hîn jî radestî malbatan nekirin e
09:08 Li Meletiyê gel li dijî tesîsên betonî têdikoşin
09:07 'Qanûnên der barê şideta li dijî jinan de kêm û xelet in'
09:05 Ji bo cezakirinê krîtera nû: Talûkeya nêz
09:04 Krîzê li esnafên Geverê xist
09:04 Gazina welatî ya ji bo qeyûm: Ka we av biribû her gundî?
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2018'AN
08:43 Bîlîcî defin kirin
13/11/2018
19:49 Li Gazzeyê agirbest
18:53 Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hat veşartin
16:45 Hevşaredara Mahsertê Îpek Guneş hat berdan
16:28 Bi hezaran welatiyên Basa 5 rojin bê av in
16:28 Girtiyên Manîsa: Gardiyan her serê sibê êrîşî me dikin
16:23 Sîsê Bîngol: Berî bimirim, dixwazin biçim gundê xwe|
16:09 Rejîma Îranê jina Kurd Elyasî darve kir
16:09 Di doza Medenî Yildirim de 'rapora kifşê' dîsa nehat
15:54 Derbarê Buldan, Ozturk, Taşçier û Onlu de fezleke
15:44 Gulum: Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce girtî rastî îşkenceya cuda hatine
15:05 Koçyigît: Di 6 mehên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirin
14:51 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn hat redkirin
14:44 ÎHD: Bila KHK’a hejmara 696’an bê betalkirin
14:36 Polîsan li pêş meclîsê 2 hekîm binçav kirin
14:21 Geveriyan piştgirî dan Guven û xwestin daxwazên wê bên qebûlkirin
14:06 Wekilê HDP'î Temel xwest Komîsyona Mafên Mirovan kom bibe
14:01 Buldan: Divê her kes li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê xwedî derkevin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
13:31 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
13:27 Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
13:01 Bavê 2 zarokan hevjîna xwe kuşt
12:27 ÎHD: Divê tavilê Guven bê berdan
12:01 Akşener: Çima Xaza Xwezayî erzan nebû?
11:43 Polîsan gefa 'Emê carek din pir cuda werin' li malbatê xwarin
11:35 Bahçelî: Em li benda îsahata teqîna li Colemêrgê ne
11:30 Parêzerên Ocalan cara 763’yemîn serlêdan kirin
11:24 Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev
10:39 Eskeran girtiyên Girtîgeha Panosê dema ji nexweşxaneyê vegeriyan derp kirin
10:19 Endama Konseya Navendî Gungor: Dixwazin TTB'ê pûç bikin
10:07 Orhan a HDP’î: Emê ji hevserokatiyê tawîz nedin
09:55 ‘Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe’
09:28 Santralên betonê yên li Şirnexê karê xwe rawestandin
09:27 Li Silopiyayê zêdetirî 2 hezar mirov 4 roj in bê av in
09:26 'Divê jin di hemû çalakiyên jinan de dakevin kuçeyan'
09:25 'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'
09:24 Qeyûm Atîlla peymaneke derqanûnî îmze kir
09:21 Ji ber 'pirsa Erdogan' puanê wê hat daxistin, lê dadgehê qebûl nekir
09:21 Li Colemêrgê Rewşa Awarte didome
09:20 Dayika nexweşê epilepsî yê girtî: Nahêlin kurê min derman bibe
09:20 Ji ber wêneyê Ocalan 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:19 'Divê Komîsyona OHAL'ê bê betalkirin'
09:17 Cezayê dîsîplînê dan zarokê ku gardiyan xwest wî bifetisîne
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN
12/11/2018
21:19 Li Îzmîrê keştî noq bû
21:09 Endama MYK'ê ya DBP'ê Yildiz hat girtin
15:57 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em berdêla krîzê nadin
15:40 Kurtulan: Em li pişt Leyla Guven in
15:11 Leyla Guven: Heta Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ezê di çalakiyê de bim
14:21 Rojnameger Nazlim: Ezê îxanetê li rêgezên rojnaemegeriyê nekim
14:20 Doza Muglayê hat taloqkirin
13:43 Nûçegîhanê me Nazlim li dozgeriyê hat berdan
13:28 Akademîsyen Yigîtler hat berdan
12:56 Colemêrgî bi armanca desteka ji bo Guven dest bi grevê dikin
12:40 Li Meletiyê hêj nasnameya 181 cenazeyan nehatiye diyarkirin
12:20 Tekneya penaberan noqî avê bû: 10 kes winda ne
12:17 Karkerên Greifê piştî 4 salan ji nûve tên darizandin
11:36 Jin wê li Heskîfê ji şidet û hilweşandinê re bêjin ‘na’
10:28 Parêzera Guven: Serdestên hiqûqê nahêlin Guven bê berdan
09:55 Parêzeran îtîrazî biryara dozgeriyê ya ji bo lêpirsîna Yuksel kir
09:04 Wê Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê zikmakî gel serwext bike
09:04 ‘Bi sewqkirinê tehdê li me û zarokên me dikin'
09:03 ‘ATK wekî zebze be cenazeyan dixin kîsikan û didin malbatan'
09:02 Wê SKM jinên hatine kuştin bi bîr bîne
09:01 ‘Wê qeyûmên nelirêtî kirine bên darizandin?'
09:01 Êdî kafiroş nikarin kayê jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2018'AN
11/11/2018
17:56 Li Çewlîgê 26 herêm hatin qedexekirin
17:31 Dayika Mazlûm Dogan mir
17:17 Di serdegiritna malê de, ji ber bombeya gazê şewat derket
16:59 Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir
16:38 Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin
15:57 Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye
15:41 Li Gabarê teqîn: 2 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn
15:14 PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke
14:53 HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin!
13:41 Koçyîgît di Kongreya Kedê de axivî: Dem dema têkoşînê ye
12:44 Buldan: Em ê bi jinan re tecrîtê bişkîn in
11:44 'Ji ber kombûyîna Kongreya Ciwanan êrîş dikin'
11:11 Karkerên ji wan re hat gotin ‘Dê perê wan bidin wan’ hatin derpkirin
10:59 Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Aydin hat girtin
09:13 Zilaman şidet kir, qerekol bêdeng ma û mirin pêk hat
09:12 Guler Tunç: Divê DMME bersivek erênî bide gelê Cizîrê
09:11 Parêzerê doza Cizîrê Demîr: Dewlet dê cara yekem di parastinê de be
09:09 Kampûsa Pîrebokan: Li dijî şidetê em dakevin qadên mor
09:07 'Dixwazim çêkirina bûkokan bi zarokên Rojava bidim hînkirin’
09:05 ‘Em ê bi pêşnûmeya nû temamî bên îzolekirin’
09:03 Ji 169 dozên Çapan 15 doz teqez bûn
09:02 Ji Colemêrgê bo Guven destek: Em li gel têkoşîna wê ne
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2018'AN
10/11/2018
20:24 Li Agirî 7 kes hatin girtin