Ji ber kincên li xwe kiribûn hat binçavkirin û derp kirin

  • rojane
  • 10:13 9 Mijdar 2018
  • |
img

AMED - Li Amedê, endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ridvan Toktaş ji ber kincên li xwe kiribûn hat binçavkirin û polîsên ku ew li wesayîtê siwar kirin, derp kirin.

Li Amedê, êrîş û zextên polîsan ên li ser endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dikin. Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikulu di 29’ê Cotmehê de gava di rê de dimeşiya ji aliyê polîsên sivîl ve hat rawestan û bi hinceta “Li qereqolê îfade te heye” li wesayîtê siyar kirin û bi gefên “Ger tu alîkariya me bikî dê tiştek neyê serê te” sîxurtî ferzî wî kiribûn û rastî lêdana polîsan hatibû.”
 
Li bajêr dîsan bûyerek mîna vê bûyerê di serê endamê Meclîsa Ciwanan Ridvan Toktaş re derbas bû. Toktaş di 7’ê Mijdarê de,  dema ji mînîbûsa dinava bajêr a li Cadeya Tekel a navçeya Yenîşehîrê peya dibe û dimeşe, polîsên sivîl nêzî wî dibîn û binçav dikin. Toktaş ê baweriya wî van polîsan nayê, ji wan dixwaze ku nasnameya xwe  ya polîstiyê nîşanî wî bikin, lê li şûna nasnameya xwe nîşanî wî bikin, dinava kolanê de wî derp dikin. 
 
Toktaş, diyar kir ku wî xwest xwe biparêzê û wiha axivî: “Li ser vê yekê polîsê sivîl bangî hevalên xwe kirin û polîsên sivîl bi wesayîteke jeepîn a marka wê “Ford Ranger” hatin cihê em lê bûn. Kesên ji wesayîtê hatin peyabûn, destên wan de çekên lole dirêj hebûn. Van kesan ez bi erdê re dirêj kirim û destên min paşve kelepçe kirin. Min hewl da li ber xwe bidim, lê polîsekê berê çekê kir serê min û ji min re got ‘ Ger tu nesekînê emê bera serê te bidin.’ Ji ber vê gefa wan ez neçar mam ku rawestim. Destên min paşve kelepçe kirin. Dûre ez rakirim û bi hişkanî li wesayîtê xistim û li ser min lêgerînin pêk anîn. Polîsan piştre bi zorê li wesayîtê siwar kirim û di hûndirê wesayetê de îşkence li min kirin û gef li min xwarin.”
 
‘KINCÊN MIN KIRIN HINCETA BINÇAV KIRINÊ’
 
Toktak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di wesayîtê de ji min re gotin ‘Te bi çeke kesek tehdît kiriye. Tu ixbar kirî. Ji bo vê me tu girtî binçavan.’ Bi vê yekê xwestin min bitirsînin. Dinava  wesayîtê de gef û tundiya fîzîk bedewam kirin. Dema min got ezê herim nexweşxanê, rapora derbê bigirim û serlêdana sûc bikim, ez birim nexweşxanê. Bijîşkê ez muayene kirim, bi tu awayî nehiştin em gel hev biaxivîn. Li gorî daxwaza xwe rapor bi bijîşk dan nivîsan û polîsan rapor bi xwe re birin. Dûre ez ji vê derê birim Midûriyeta Polîsan a Rezanê. Li vê derê ji min re gotin ‘Ji ber kincên te li xwe kirî me tu biçav kir.’ Dema îfadeya min girtin jî, heqaret li  min kirin û gef li  min xwarin. Girtekek amade kirin. Li ser min pantolan xakî, tîşortek gewr û qazaxek hebûn. Polîsan got ger tu vê girtekê îmze nekî emê te bernedin. Ez jî neçar mam ku girtekê îmze bikim.”
 
‘DEMA MIN XWEST RAPOR BIGIRIM AGAHÎ DAN POLÎSAN’
 
Toktaş, da zanîn ku dûre serbest hat berdan û wiha bilêv kir: “Ji vê derê ez çûm Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Min xwest rapora derbê bigirim. Lê bijîşkê peywirdar agahî da polîsan. Ji ber vê sedemê min bi bijîşkre nîşaş kir. Min jê re got ‘ez nexweşim. Sonda we ya hîpokratê heye. Li şûna ku hûn min muayene bikin, hûn agahiyê didin polîsan. Polîsên hatin numareya telefonê ji min xwestin. Dûre ez çûm Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û min piştgiriya hiqûqî xwest. Piştî serlêdanê, ji Midûriyeta Polîsan a Rezanê bi telefonê li min geriyan û dîsan ez bangî îfade dayînê kirim.”
 
‘CIWAN BAWER DIKIN’
 
 Toktaş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Desthilatdar tu kesên mûxalîf naxwaze. Pir hişk nêzî kesên mûxalîf dibe. Bi taybetî vê li Amed û Kurdistanê dikin. Ji ber ku ji ciwanên van deran ditirsin. Em gelek caran rastî polîtîkayên êrîş û tirsandinan tên, lê tu êrîş nikarin me ji xebata me dûr bixin.”

Sernavên din

14/11/2018
09:10 Bi rojan e bê av in: Em gund bifiroşin jî em ê nikarin vî deynî bidin
09:09 Arîna biçûk bi nexweşînê, xwişk û birayên wê jî bi hesreta dayika xwe mezin dibin
09:09 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin hîn jî radestî malbatan nekirin e
09:08 Li Meletiyê gel li dijî tesîsên betonî têdikoşin
09:07 'Qanûnên der barê şideta li dijî jinan de kêm û xelet in'
09:05 Ji bo cezakirinê krîtera nû: Talûkeya nêz
09:04 Krîzê li esnafên Geverê xist
09:04 Gazina welatî ya ji bo qeyûm: Ka we av biribû her gundî?
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2018'AN
08:43 Bîlîcî defin kirin
13/11/2018
19:49 Li Gazzeyê agirbest
18:53 Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hat veşartin
16:45 Hevşaredara Mahsertê Îpek Guneş hat berdan
16:28 Bi hezaran welatiyên Basa 5 rojin bê av in
16:28 Girtiyên Manîsa: Gardiyan her serê sibê êrîşî me dikin
16:23 Sîsê Bîngol: Berî bimirim, dixwazin biçim gundê xwe|
16:09 Rejîma Îranê jina Kurd Elyasî darve kir
16:09 Di doza Medenî Yildirim de 'rapora kifşê' dîsa nehat
15:54 Derbarê Buldan, Ozturk, Taşçier û Onlu de fezleke
15:44 Gulum: Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce girtî rastî îşkenceya cuda hatine
15:05 Koçyigît: Di 6 mehên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirin
14:51 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn hat redkirin
14:44 ÎHD: Bila KHK’a hejmara 696’an bê betalkirin
14:36 Polîsan li pêş meclîsê 2 hekîm binçav kirin
14:21 Geveriyan piştgirî dan Guven û xwestin daxwazên wê bên qebûlkirin
14:06 Wekilê HDP'î Temel xwest Komîsyona Mafên Mirovan kom bibe
14:01 Buldan: Divê her kes li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê xwedî derkevin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
13:31 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
13:27 Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
13:01 Bavê 2 zarokan hevjîna xwe kuşt
12:27 ÎHD: Divê tavilê Guven bê berdan
12:01 Akşener: Çima Xaza Xwezayî erzan nebû?
11:43 Polîsan gefa 'Emê carek din pir cuda werin' li malbatê xwarin
11:35 Bahçelî: Em li benda îsahata teqîna li Colemêrgê ne
11:30 Parêzerên Ocalan cara 763’yemîn serlêdan kirin
11:24 Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev
10:39 Eskeran girtiyên Girtîgeha Panosê dema ji nexweşxaneyê vegeriyan derp kirin
10:19 Endama Konseya Navendî Gungor: Dixwazin TTB'ê pûç bikin
10:07 Orhan a HDP’î: Emê ji hevserokatiyê tawîz nedin
09:55 ‘Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe’
09:28 Santralên betonê yên li Şirnexê karê xwe rawestandin
09:27 Li Silopiyayê zêdetirî 2 hezar mirov 4 roj in bê av in
09:26 'Divê jin di hemû çalakiyên jinan de dakevin kuçeyan'
09:25 'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'
09:24 Qeyûm Atîlla peymaneke derqanûnî îmze kir
09:21 Ji ber 'pirsa Erdogan' puanê wê hat daxistin, lê dadgehê qebûl nekir
09:21 Li Colemêrgê Rewşa Awarte didome
09:20 Dayika nexweşê epilepsî yê girtî: Nahêlin kurê min derman bibe
09:20 Ji ber wêneyê Ocalan 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:19 'Divê Komîsyona OHAL'ê bê betalkirin'
09:17 Cezayê dîsîplînê dan zarokê ku gardiyan xwest wî bifetisîne
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN
12/11/2018
21:19 Li Îzmîrê keştî noq bû
21:09 Endama MYK'ê ya DBP'ê Yildiz hat girtin
15:57 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em berdêla krîzê nadin
15:40 Kurtulan: Em li pişt Leyla Guven in
15:11 Leyla Guven: Heta Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ezê di çalakiyê de bim
14:21 Rojnameger Nazlim: Ezê îxanetê li rêgezên rojnaemegeriyê nekim
14:20 Doza Muglayê hat taloqkirin
13:43 Nûçegîhanê me Nazlim li dozgeriyê hat berdan
13:28 Akademîsyen Yigîtler hat berdan
12:56 Colemêrgî bi armanca desteka ji bo Guven dest bi grevê dikin
12:40 Li Meletiyê hêj nasnameya 181 cenazeyan nehatiye diyarkirin
12:20 Tekneya penaberan noqî avê bû: 10 kes winda ne
12:17 Karkerên Greifê piştî 4 salan ji nûve tên darizandin
11:36 Jin wê li Heskîfê ji şidet û hilweşandinê re bêjin ‘na’
10:28 Parêzera Guven: Serdestên hiqûqê nahêlin Guven bê berdan
09:55 Parêzeran îtîrazî biryara dozgeriyê ya ji bo lêpirsîna Yuksel kir
09:04 Wê Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê zikmakî gel serwext bike
09:04 ‘Bi sewqkirinê tehdê li me û zarokên me dikin'
09:03 ‘ATK wekî zebze be cenazeyan dixin kîsikan û didin malbatan'
09:02 Wê SKM jinên hatine kuştin bi bîr bîne
09:01 ‘Wê qeyûmên nelirêtî kirine bên darizandin?'
09:01 Êdî kafiroş nikarin kayê jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2018'AN
11/11/2018
17:56 Li Çewlîgê 26 herêm hatin qedexekirin
17:31 Dayika Mazlûm Dogan mir
17:17 Di serdegiritna malê de, ji ber bombeya gazê şewat derket
16:59 Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir
16:38 Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin
15:57 Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye
15:41 Li Gabarê teqîn: 2 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn
15:14 PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke
14:53 HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin!
13:41 Koçyîgît di Kongreya Kedê de axivî: Dem dema têkoşînê ye
12:44 Buldan: Em ê bi jinan re tecrîtê bişkîn in
11:44 'Ji ber kombûyîna Kongreya Ciwanan êrîş dikin'
11:11 Karkerên ji wan re hat gotin ‘Dê perê wan bidin wan’ hatin derpkirin
10:59 Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Aydin hat girtin
09:13 Zilaman şidet kir, qerekol bêdeng ma û mirin pêk hat
09:12 Guler Tunç: Divê DMME bersivek erênî bide gelê Cizîrê
09:11 Parêzerê doza Cizîrê Demîr: Dewlet dê cara yekem di parastinê de be
09:09 Kampûsa Pîrebokan: Li dijî şidetê em dakevin qadên mor
09:07 'Dixwazim çêkirina bûkokan bi zarokên Rojava bidim hînkirin’
09:05 ‘Em ê bi pêşnûmeya nû temamî bên îzolekirin’
09:03 Ji 169 dozên Çapan 15 doz teqez bûn
09:02 Ji Colemêrgê bo Guven destek: Em li gel têkoşîna wê ne
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2018'AN
10/11/2018
20:24 Li Agirî 7 kes hatin girtin