Platforma Zimanê Kurdî ‘komên xebatê’ ava kirin
Platform: Bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

  • rojane
  • 14:24 10 Mijdar 2018
  • |
img
AMED – Platforma Zimanê Kurdî komxebata ziman li dar xist û gavên şênber avêt. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê 3 komên xebatê hatin avakirin. Ev komên hatin peywîrdarkirin dê raya giştî hişyar bikin, daxwazên xwe ji hikumetê re ragihînin û li gorî peymanên navnetewî xebatan birêve bibin. 
 
Platforma Zimanê Kurdî ya ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Însan (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk tê bi dirûşma "Îro zimanê me sibê neteweya me” ji bo pêşxistina zimanê kurdî, zimanê kurdî bibe fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê komxebat li dar xistin. 
 
Komxebat li Otela Plaza ya navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat û rêveber û nûnerên hemû partiyan, nivîskar, helbestvan, zimanzan, seyda, aktîvîst û gelek xebatkarên zimanê kurdî beşdarî komxebatê bûn. Pankarta bi zaravayê kurmancî û kirmackî yên kurdî “Zimanê me hebûna me ye – Ma bi ziwanê xwu estê” li cihê komxebatê daliqandin. 
 
Ji bo avakirina dîwana komxebatê ewil Alîkarê Serokê Giştî yê PDK-T Şerefxan Cizîrî axivî û behsa armanc û naveroka komxebatê kir. Cizîrê ji bo dîwanê sê nav pêşniyar kirin û piştî pêşniyar hat qebûlkirin dawî li axaftina xwe anî. 
 
Li ser navê dîwanê axaftina ewil zimanzan Mulkiye Bîrtane kir û behsa birêvebirina komxebatê û armanca wê kir. Bîrtane got ji ber rojek wisa ku dê di dîrokê de cih bigire û bi hev re ku dixebitin gelek kêfxweş in. Bîrtane diyar kir ku ev xebata ji bo pêşvebirin û fermîkirina zimanê kurdî ye.
 
Piştî axaftinê ji bo hemû kesên di têkoşîna zimanê kurdî de ked dane û jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Bîrtane bi dorê ji bo axaftina rêveberên partiyan bang li beşdarvanan kir.
 
AŞITÎ: BINPÊKIRINA ZIMAN BINPÊKIRINA HIDÛDÊN XWEDA NE   
 
Ewil berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî axivî û di gotûbêja xwe de bal kişand rola zimanan a di civaka îslamê de û behsa pîroziya ziman kir. Aşitî zimanê ku yek ji pêdiviya herî girîng a gelê kurd zimanê wan û got bi dehan salan e zimanê kurdî hatiye qedexekirin. Aşitî diyar kir ku qedexekirin û nenasîna zimanê kurdî binpêkirina hidûdên Xweda ne û gelek ziman azad in lê zimanê kurdî ne azad e. 
 
ÇÎÇEK: DERMANÊ ASTENGIYA ÊRÎŞAN YEKÎTÎ YE
 
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Îbrahîm Çîçek jî axivî û da zanîn ku pergala kapîtalîst li netewan yek ziman, yek çand û yek netewê ferz dike û got: “Ev pergal a bi destên desthilatdaran tê birêvebirin, vê ferzkirinê derdixe pêşiya me. Li dijî vê ferzkirinê em neçarin yekîtiya xwe ya netewî ava bikin. Peywîra me ya herî ehlaqî û mirovî ew e ku em zimanê xwe azad bikin û yekîtiya xwe neteweyî ava bikin. Bi çar hawîrdor êrîş li ser gelê kurd û destkeftiyên wan hene. Divê em jî wek netewa kurd li dijî her cûre êrîşan yekîtiya xwe ava bikin. Dermanê astengkirina êrîşan di yekîtiyê de derbas dibe.” 
 
UCA: PÊNGAVA ZIMAN BINGEHA YEKÎTIYÊ YE 
 
Piştî Çîçek, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî li ser navê HDP’ê axivî û bi gotinek “Zimanê min ê dayikê wekî çermê min e, zimanê min ê biyanî jî wekî cilûbergê min e” yê nivîskarekî Fînlandiyê bi navê Antti Jalava dest bi axaftina xwe kir. Uca got ew wek HDP’ê hemû partiyan pîroz dikin. Uca da zanîn ku di 2-3 salên dawî de asîmîlasyon, zext û qedexeyên sîstematîk ên nû li ser zimanê kurdî zêdetir bûne û wiha got: “Helbet zimanê kurdî ji serê sedsalê heta niha rastî gelek êrişên bi vî rengî tê û asîmîlasyon, qedexe û zextên li ser zimanê me, ne nû ye. Em dikarin bibêjin ku, polîtîkayên li ser gelê me, beriya her tiştî xwe di polîtîkayên li ser zimanê me de nîşan dide. Ewên ku hebûna kurdan qebûl nakin, beriya her tiştî êrişî zimanê kurdan dikin û zimanê kurdî qebûl nakin.” 
 
Uca destnîşan kir ku êrişên ku îro li hemberî kurdan tên organîzekirin li hemberî hebûn, ziman û jiyana kurdewar e û wiha lê zêde kir: “Dixwazin kurdî di mêjiyên kurdan de bikujin. Ger ku em van êrişan qebûl bikin em ê îxanetê li dayika Taybet bikin, em ê îxanetê li Cemîleyê, Ceylanê bikin, em ê îxanetê li Ehmedê Xanî, Cigerxwîn, Meleyê Cizirê, Feqiyê Teyran, li seydayên mezin bikin. Kurd îxaneta li hemberî hebûna xwe û çanda xwe, li hemberî zimanê xwe qebûl nakin. Qebûlkirina vê yekê ji bo nasnameya me û rûmeta me mirin e. Di vî warî de berpirsyariya me ya partiyên siyasî, ji doh zêdetir e. Em jî bi vê gavê îlan dikin ku em ji bo berjewendiyên gelê xwe neçarî yekitiyê ne, em mecbûr in ku yekîtiya xwe pêk bînin û hêvî dikim ku ev pêngava me ya zimên, bibe bingeha avakirina yekîtiya me ya siyasî. Di vî warî de tişta ku em ê esas bigirin berjewendiyên rêxistinî nîn in, berjewendiyên civaka kurd in. Zimanê me jî di vî warî xercê civaka me ye û em bi xwedîderketina zimanê xwe, dikarin bibin mîmarê dîwarê xwe.” 
 
ÇÎFTYUREK: EM KIRASEK HEVBEŞIYA ZIMAN LI XWE BIKIN 
 
Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek jî axivî û anî ziman ku herî zêde li bakurê welat axaftina zimanê kurdî qels e û divê ew li ser vê yekê bisekinin. Çîftyurek got îro zimanê tirkî li her deverê qada jiyana wan belav bûye û ev jî asimilasyona li ser kurdî zêdetir dike û lê dema ew bi kurdî biaxivin dê zimanê kurdî geştir û xûrtir bibe. Çîftyurek 3 pêşniyarên xwe aşkere kir û got: “Em dikarin di her warî de ji bo zimanê xwe çi bikin? Em dikarin ji saziyên fermî yên Tirkiyeyê çi bixwazin? Em ê qêrîna gelê xwe ya ziman û çandê çawa ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin? Ev her sê xal girîng in.”
 
Çîftyurek diyar kir ku divê ew qîmeta vê platformê baş dizanibin û got: “Ev platform hişê me yê hevpar e. Divê em bi girîngiya vî hişê hevpar dizanibin. Bila xebata me her tim berdewam bike. Bila nexşerêya me mayînde bibe. Lazim em kurd demokratîk tevgerin. Divê em di nava xwe de yekîtiyek demokratîk ava bikin. Xeyala me ew e ku êdî em kirasek hevbeş ê zimanê kurdî li xwe bikin.” 
 
ABA: WERIN EM ZAROKÊN XWE JI ASÎMÎLASYONÊ XELAS BIKIN 
 
Alîkarê Serokê Giştî yê PAK’ê Vahît Aba jî destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê ev 95 sal e zimanê Kurdî di bin zextên asîmîlasyon û siyaseta tunekirinê de ye. Aba da zanîn ku lêxwedîderketina zimanê kurdî rê li ber girtina şikesta heykelê kurdîniyê ye û got: “Xwedî derketina zimanê kurdî, xwedî derketina nasnameya kurdîniyê ye. Ev xebat di meşa hûnandina hişmendiya netewî û niştîmanî de gaveke dîrokî û birûmet e. Werin em xwedî li zimanê xwe derkevin û ku bi sedhezaran zarokên xwe ji asîmîlasyonê xelas bikin û wan û zimanê wan azad bikin.” 
 
BUCAK: JI BO FERMBÛNA ZIMAN DIVÊ EM NESEKININ 
 
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî anî ziman ku li her qada jiyanê zimanê kurdî tê qedexekirin û tenê zimanê serdestan li ser axa wan fermî dibe. Bucak li ser fermîbûna zimanê kurdî rawestiya û got: “Hêj bi zimanê kurdî perwerde qedexe ye. Zimanê kurdî yê bi milyonan kes ne fermî ye. Dixwazin bi astengî û polîtîkayên pişaftinê zimanê kurdî ji dinyayê rakin. Li dijî tunekirina zimanê kurdî biryara me partiyên kurd dîrokî ye û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê em nesekinin. Kurdistan ji Amedê mezintir e û divê platform ji bajaran heta gundan xebatê birêve bibe.” 
 
KARDAŞ: LAZIM E EM NETEWÎBÛNA XWE AVA BIKIN 
 
Serokê Giştî yê PDK-T  Mehmet Emîn Kardaş jî diyar kir ku zimanê kurdî bi zimanek axa xwe ve girêdayî ne û got: “Heke beriya her tiştî em zimanê xwe nekin zimanê axa xwe em ê nikaribin bikin zimanê fermî û perwerdehiyê. Red û înkara kurdan dikin. Divê em ewil sazî û dezgehên xwe yên netewî ava bikin ku em dikaribin zimanê xwe bikin zimanê fermî û yê perwerdehiyê.” 
 
DOGAN: CÎHAN KER Û LAL MAYE 
 
Alîkarê Serokê PÎA Sedat Dogan jî anî ziman ku ew jî wek her netewên din xwedî hemû mafên zimanin û wiha got: “7-8 hezar sal e em li ser vê axê dijîn. Her tiştê xwe bi kurdî aniye ziman. Lê mixabin di van salên dawî de gur û hirçan destê xwe kirine qirika me û nahêlin em bi zimanê xwe biaxivin. Dagirkeran welatê me dagir kiriye û zimanê me jî qedexe kirin e. Tevahiya cîhanê li dijî vê dagirkerî û qedexekirina zimanê me ker û lal maye. Lazim e cîhan hêzên dagirker hişyar bike. Divê em zimanê xwe bixin rojeva her kesî.”
 
Dogan daxwazên xwe got û wiha rêz kir: “Ya yekemîn divê zimanê me fermî bibe, ya duyem divê em qedexeyê rabikin û li her qadê jiyanê bi kurdî biaxivin, ya sêyemîn lazim em li mizgeft û her saziyên din zimanê me bibe zimanê kurdî û ya çarem jî pêwîste erdnîgariya me bi zimanê kurdî bê pênasekirin.” 
 
DAGTEKÎN: DEM DEMA SEFERBERIYA KURDÎ YE
 
Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Hasan Dagtekîn jî axivî û wiha got: “Ji avakirina komarê ve netew û zimanê me tune tê hesibandin. Jixwe zimanê me qedexe û asîmile dikin, li ser vê yekê em jî li mal û qadên xwe jiyanê bi zimanê kurdî naxivin. Divê em li her deverê biaxivin. Lazim e em li dijî her pêkutiyên ser ziman derkevin û zimanê xwe fermî û azad bikin da ku bibe zimanê perwerdehiyê. Axaftina her nifşek kurd serfiraziye. Ji îro pê ve lazim e seferberiya xebat û axaftina zimanê kurdî bê destpêkirin. Seferberiya perwerdehiya kurdî girîng e. Divê em zimanê xwe bikin zimanê navmalê û her qada jiyanê.”
 
‘DERKET HOLÊ KU DESTHILATDAR ZIMANAN TUNE DIKIN’ 
 
Di dawiyê de zimanzan Mulkiye Bîrtane got di axaftinan de derket holê ku deshilatdar çawa zimanan tune dikin û ziman dejenere dikin, entegreyî dike û asîmîlasyonê pêk tîne. Bîrtane da zanîn ku wêneyê ji van axaftinan derket holê ku dewlet û desthilatdarî berpirsên tunekirina ziman in. 
 
3 KOMÊN XEBATÊ HATIN AVAKIRIN 
 
Piştî axaftinan ji bo xebatên atolyeyê 3 kom hatin avakirin û peywirên wan hatin diyarkirin.   
 
Koma yekemîn: “Partiyên siyasî dê daxwazên bên diyarkirin bigire rojeva xwe û ji bo fermîbûna kurdî û zimanê perwerdehiyê bi armanca veguherînin daxwaza civakî dê raya giştî ava bike.” 
 
Koma duyem: “Dê di asta hikumet û bürokrasiye de hewldanan bikin û daxwazên xwe ragihînin.” 
 
Koma sêyem: “Dê peyman û lihevkirinên Tirkiye alî ye bala xwe bidin ser û mijarê veguhezînin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY.)” 
 
Komxebat du rojan dê bidome û di çarçoveya nexşerêya derkeve dê xebatên xwe sistematîk birêve bibin. Encamnameya komxebatê dê roja sêşemê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat bi raya giştî re aşkere bikin. 

Sernavên din

14/11/2018
09:10 Bi rojan e bê av in: Em gund bifiroşin jî em ê nikarin vî deynî bidin
09:09 Arîna biçûk bi nexweşînê, xwişk û birayên wê jî bi hesreta dayika xwe mezin dibin
09:09 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin hîn jî radestî malbatan nekirin e
09:08 Li Meletiyê gel li dijî tesîsên betonî têdikoşin
09:07 'Qanûnên der barê şideta li dijî jinan de kêm û xelet in'
09:05 Ji bo cezakirinê krîtera nû: Talûkeya nêz
09:04 Krîzê li esnafên Geverê xist
09:04 Gazina welatî ya ji bo qeyûm: Ka we av biribû her gundî?
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2018'AN
08:43 Bîlîcî defin kirin
13/11/2018
19:49 Li Gazzeyê agirbest
18:53 Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hat veşartin
16:45 Hevşaredara Mahsertê Îpek Guneş hat berdan
16:28 Bi hezaran welatiyên Basa 5 rojin bê av in
16:28 Girtiyên Manîsa: Gardiyan her serê sibê êrîşî me dikin
16:23 Sîsê Bîngol: Berî bimirim, dixwazin biçim gundê xwe|
16:09 Rejîma Îranê jina Kurd Elyasî darve kir
16:09 Di doza Medenî Yildirim de 'rapora kifşê' dîsa nehat
15:54 Derbarê Buldan, Ozturk, Taşçier û Onlu de fezleke
15:44 Gulum: Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce girtî rastî îşkenceya cuda hatine
15:05 Koçyigît: Di 6 mehên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirin
14:51 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn hat redkirin
14:44 ÎHD: Bila KHK’a hejmara 696’an bê betalkirin
14:36 Polîsan li pêş meclîsê 2 hekîm binçav kirin
14:21 Geveriyan piştgirî dan Guven û xwestin daxwazên wê bên qebûlkirin
14:06 Wekilê HDP'î Temel xwest Komîsyona Mafên Mirovan kom bibe
14:01 Buldan: Divê her kes li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê xwedî derkevin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
13:31 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
13:27 Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
13:01 Bavê 2 zarokan hevjîna xwe kuşt
12:27 ÎHD: Divê tavilê Guven bê berdan
12:01 Akşener: Çima Xaza Xwezayî erzan nebû?
11:43 Polîsan gefa 'Emê carek din pir cuda werin' li malbatê xwarin
11:35 Bahçelî: Em li benda îsahata teqîna li Colemêrgê ne
11:30 Parêzerên Ocalan cara 763’yemîn serlêdan kirin
11:24 Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev
10:39 Eskeran girtiyên Girtîgeha Panosê dema ji nexweşxaneyê vegeriyan derp kirin
10:19 Endama Konseya Navendî Gungor: Dixwazin TTB'ê pûç bikin
10:07 Orhan a HDP’î: Emê ji hevserokatiyê tawîz nedin
09:55 ‘Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe’
09:28 Santralên betonê yên li Şirnexê karê xwe rawestandin
09:27 Li Silopiyayê zêdetirî 2 hezar mirov 4 roj in bê av in
09:26 'Divê jin di hemû çalakiyên jinan de dakevin kuçeyan'
09:25 'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'
09:24 Qeyûm Atîlla peymaneke derqanûnî îmze kir
09:21 Ji ber 'pirsa Erdogan' puanê wê hat daxistin, lê dadgehê qebûl nekir
09:21 Li Colemêrgê Rewşa Awarte didome
09:20 Dayika nexweşê epilepsî yê girtî: Nahêlin kurê min derman bibe
09:20 Ji ber wêneyê Ocalan 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:19 'Divê Komîsyona OHAL'ê bê betalkirin'
09:17 Cezayê dîsîplînê dan zarokê ku gardiyan xwest wî bifetisîne
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN
12/11/2018
21:19 Li Îzmîrê keştî noq bû
21:09 Endama MYK'ê ya DBP'ê Yildiz hat girtin
15:57 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em berdêla krîzê nadin
15:40 Kurtulan: Em li pişt Leyla Guven in
15:11 Leyla Guven: Heta Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ezê di çalakiyê de bim
14:21 Rojnameger Nazlim: Ezê îxanetê li rêgezên rojnaemegeriyê nekim
14:20 Doza Muglayê hat taloqkirin
13:43 Nûçegîhanê me Nazlim li dozgeriyê hat berdan
13:28 Akademîsyen Yigîtler hat berdan
12:56 Colemêrgî bi armanca desteka ji bo Guven dest bi grevê dikin
12:40 Li Meletiyê hêj nasnameya 181 cenazeyan nehatiye diyarkirin
12:20 Tekneya penaberan noqî avê bû: 10 kes winda ne
12:17 Karkerên Greifê piştî 4 salan ji nûve tên darizandin
11:36 Jin wê li Heskîfê ji şidet û hilweşandinê re bêjin ‘na’
10:28 Parêzera Guven: Serdestên hiqûqê nahêlin Guven bê berdan
09:55 Parêzeran îtîrazî biryara dozgeriyê ya ji bo lêpirsîna Yuksel kir
09:04 Wê Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê zikmakî gel serwext bike
09:04 ‘Bi sewqkirinê tehdê li me û zarokên me dikin'
09:03 ‘ATK wekî zebze be cenazeyan dixin kîsikan û didin malbatan'
09:02 Wê SKM jinên hatine kuştin bi bîr bîne
09:01 ‘Wê qeyûmên nelirêtî kirine bên darizandin?'
09:01 Êdî kafiroş nikarin kayê jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2018'AN
11/11/2018
17:56 Li Çewlîgê 26 herêm hatin qedexekirin
17:31 Dayika Mazlûm Dogan mir
17:17 Di serdegiritna malê de, ji ber bombeya gazê şewat derket
16:59 Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir
16:38 Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin
15:57 Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye
15:41 Li Gabarê teqîn: 2 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn
15:14 PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke
14:53 HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin!
13:41 Koçyîgît di Kongreya Kedê de axivî: Dem dema têkoşînê ye
12:44 Buldan: Em ê bi jinan re tecrîtê bişkîn in
11:44 'Ji ber kombûyîna Kongreya Ciwanan êrîş dikin'
11:11 Karkerên ji wan re hat gotin ‘Dê perê wan bidin wan’ hatin derpkirin
10:59 Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Aydin hat girtin
09:13 Zilaman şidet kir, qerekol bêdeng ma û mirin pêk hat
09:12 Guler Tunç: Divê DMME bersivek erênî bide gelê Cizîrê
09:11 Parêzerê doza Cizîrê Demîr: Dewlet dê cara yekem di parastinê de be
09:09 Kampûsa Pîrebokan: Li dijî şidetê em dakevin qadên mor
09:07 'Dixwazim çêkirina bûkokan bi zarokên Rojava bidim hînkirin’
09:05 ‘Em ê bi pêşnûmeya nû temamî bên îzolekirin’
09:03 Ji 169 dozên Çapan 15 doz teqez bûn
09:02 Ji Colemêrgê bo Guven destek: Em li gel têkoşîna wê ne
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2018'AN
10/11/2018
20:24 Li Agirî 7 kes hatin girtin