Kurtulan: Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de emê bersîva herî baş bidin qeyûman

  • rojane
  • 16:20 18 Mijdar 2018
  • |
img
MÊRSÎN - Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di kongreya HDP'ê ya Toroslar a Mêrsînê de diyar kir ku ew dê di hilbijartina rêveberiya herêmî de bersîva herî baş bidin qeyûman û li Mêrsînê ne tenê Şaredariya Akdenîzê, dê şaredariya Toroslarê jî bistînin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Toroslar a Mêrsînê, 2'emîn Kongreya Awarte ya Navçeya Toroslarê li Salona  Dahwetê ya Sarayê pêk anî. Di kongreyê de Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, Nûnerên Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP), Partiya Şoreşgerên Yekbûyî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya 78’an û nûnerên gelek saziyên demokratîk amade bûn. Li salona kongreyê pankarta “Ji înadê re yekîtî, bijî azadî", "Em bi hêz in, bi biryar in û bi Vîn in" û “Li dijî darbeyan bi berxwedana cewherî ber bi azadiyê ve" vekirin. Kongreyê piştî hilbijartina dîwanê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘HDP'YA BI HÊZ Û RÊXISTINÎ TÊ'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re AKP hewl dide ku HDP’ê sûcdar bike û wekî rêxistina terorist bide nîşan û wiha got: "Ji ber ku bi çavê dijminantiyê li HDP'ê û gelê kurd dinerin wekî terorîst didin nîşan. Niha xebatên hilbijartinê dest pê kirine. AKP li her derê êrîşî partiya me û rêveberên me dike. Lê fêda tirsê tune. HDP xwe bi rêxistin û hêz dike û tê. Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman bistînin û em de şaredariyên zêde bistînin. Niha qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştine. Tirkiye di 40 salên dawî de krîza herî kûr dijî. Dema mirov dakeve sûkê û nava bazarê dê kurahiya krîzê bibînin. AKP'ê bi qanûna li meclîsê derbas kir, xwest fona bêkariyê talan bike. Armanc dike ku patron nekevin bin tesîra krîzê. Di 16 salan de 600 milyar dolar pere ketin vî welatî. Bi vî pereyî dikaribûn 4 caran Tirkiye ava bikirana. Lê zengîn bêtir zengîn û feqîr bêtir feqîr kirin. Bêyî ku fêdeya 600 milyar dolar bigêje aştî û demokrasiya vî welatî tev vala vala xerç kirin. Binerin Wezîr Suleyman Soylu bi xwe, 50 burokratên wî û 250 polis hatin ku komîsyonê dagir bikin. 
 
KURTULAN: HEHÛ MUXALÎF DI BIN ZEXTAN DE NE
 
Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan jî di kongreya HDP'ê ya Toroslarê de diyar kir ku ew dê di hilbijartina rêveberiya herêmî de bersîva herî baş bidin qeyûman û li Mêrsînê ne tenê Şaredariya Akdenîzê, dê şaredariya Toroslarê jî bistînin. Kurtulan, bal kişand ser girîngiya kongreyê û wiha got: "Di vê pêvajoya hilbijartinê de zextên li ser partî û rêveberên me gelek zêde bûne. Di serî de kurd li dijî hemû hêzên muxalîfan zextên dijwar hene. Zindan bi rojnameger, siyasetmedar, akademisyen, muxtar û hemû hêzên muxalif ku li dijî pergalê dengê xwe bilind kirin tije kirin. Em dê bi kongreyên xwe bi awayekî xurttir û bi rêxistinîtir bersîvê bidin vê pêvajoyê. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu gefan li Wekîlê HDP’ê dixwe. Kesên zeytûnên Efrinê talan dikin û difiroşin, li aliyê din navê cih û warên wê diguherînin û dagirkeriya xwe îspat dikin. Ez dubare dibêjin. Hûn dagirker in." 
 
'TECRÎD ŞER KÛR DIKE'
 
Kurtulan,  bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Piştî tecrîdê şer dest pê kir. Mirov hatin kuştin. Em dibînin her roj darbest tên ber deriyê her malê. Ev me xemgin dike. Di pêvajoya çareseriyê de mirov nedigiriyan. Mirov nedihatin kuştin. Lê piştî AKP'ê berjewendiyên xwe esas girt, mase xera kir. Divê ev bê zanîn. Ji bo tecrîd bi dawî bibe diveê meclîs bi lez dîsa kom bibe. Binerin ji bo şer û tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe Birêz Leyla Gaven dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em bejna xwe li ber biryara wê û çalakiya wê ditewînin. Ez wê silavdikim. Ji bo piştgiriya Leyla Guven li gelek cihan çalakî tên lidarxistin. Greva birçîbûnê dest pê kir. Ev çalakî dê mezin bibin û belav bibin."
 
‘EM DÊ BERSÎHA HERÎ BAŞ BIDIN QEYÛMAN
 
Kurtulan, bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û wiha bi dawî kir: "Partiya me di şaredariyan de bû minak. Sedema ku qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kir ne dizî û xwarin bû. Her kes vê yekê dizane. Serê me bilind8 e. Beriya qeyûm tayînî şaredariya Akdenîzê bikin tu deynê wê tune bû. Mufetîşên hatin lêkolîn kirin tu dizî û deyn nedîtin. Em dê şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûman bigirin. Em dê bersîvê bidin qeyûman. Em dê hem Şaredariya Akdenizê ji destê qeyûmên bistînin û hem jî şaredariya Toroslarê jî bistînin. Ez li vir 31 hevşaredarên me yên jin ên girtî silav dikim. Dawiya dawî dê li vî welatî pergala hevserokatiyê bibe fermî. 
 
Piştî axaftinan û rapor hatin xwendin hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP'ê ya Toroslarê Cabbar Karabeg û Sebahat Guney hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

20/11/2018
10:28 Polîsan bi ser mala nivîskar Nezîr Çakan de girt
10:24 Dr. Yerlikaya: Bila Pêşnûma Torbe bi tevahî paşve bê kişandin
10:23 Li Amedê pevçûn: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:01 14 sal in berpirsên 13 guleyan nehatine cezakirin
09:20 Muzîkjen Erkan Benlî 2 sal e nayê emeliyatkirin
09:19 Keça Araratê: Lênûska Leyla
09:18 Waliyê Şirnexê û AKP'î, li dijî HDP'ê 'îtifaq' çêkirin!
09:15 Jin dê li Dersimê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan
09:14 Siyasetmedarên li Sûriyeyê: Bila DYA dev ji biryara xwe berde
09:14 Prz. Demirbag: Derbkirina li Girtîgeha Manisa bûye sîstematîk
09:13 Parêzerê şahidê Girtîgeha Pozantiyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:12 Xebata ewil a Yekîtiya Jinê ya Serbixwe 25'ê Mijdarê ye
09:11 Nivîskaran ji bo xwedîderketina li DÎSA-DER'ê bang kir
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2018'AN
19/11/2018
16:46 Rojnameger Sedat Sûr hat girtin
16:38 Saziyên Wanê bi daxuyaniyekê bal kişandin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan
15:59 Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyan xwar
15:57 Dayiken Aştiyê piştgirî dan Guven
15:46 ÎHD’a Dersîmê girtin û ceza şermezar kir
15:45 Baroya Amedê: Bîrdoziya ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ li girtîgehan didome
15:09 Polisan daxuyaniya wekîlên jin ên HDP’î asteng kir
14:59 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em piştgiriyê didin Platforma Zimanê Kurdî
14:44 TJK-E'yê dest bi kanpanya 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' kirin
14:43 Bîlgen: Lîjneyên partiyê dê biryar bidin
14:29 Ewil navê taxan kirin tirkî, piştre qeyûm tayîn kirin
14:21 ÎHD: Peymana zarokan li ser kaxize ma
13:06 ‘Li Girtîgeha Bakirkoyê di hefteyeki de 3 caran lêgerîn dikin'
12:43 Dermankirina Endamê Koma Aştiyê Îpek didome
12:31 Li Denîzliyê balafir ket
12:25 Meclisa Jinan a HDP'ê meşiyan Girtîgeha Amedê
12:06 Gardiyanan cîhaza amûrê şekir a girtiyê nexweş desteser kir
11:37 Dag a HDP’î: Daxwaza ciwanan azadiya Ocalan e
11:24 Li Efrînê komên çekdar bi hev ketin û pevçûn dijwar bû
10:53 Komek Kurdên li Îngilîstanê li dijî sansora twîtterê dest bi kampanya hashtagê dikin
10:28 Kujerê Musa Anter bû bernamzetê AKP’ê
10:28 Ji bo neyê jibîrkirin: Li Xirarê Tofan Rabû
10:20 Gezgîncî: Ji ber ku min eba li xwe kiriye rastî peyvên DAIŞ'ê têm.
09:45 Komisyona zarokan a ÎHD'ê: Di 5 mehan de 27 zarokan can dan
09:13 'Ji bo aştiyê divê tecrîd rabe'
09:12 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Divê çalakî bibin bertekên civakî
09:10 Derûnînas Şenol: Di çavkaniya tundiya zayendî de îktîdar heye
09:10 Li vê derê personel ji xwendekaran zêdetir in
09:10 Piştevaniya Mor, ji bo 25'ê mijdarê kolan bi kolan digere
09:09 Esnafên Colemêrgê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin
09:09 Ozsoy: Tirkiye firsendê bibîne dê êrîşî Kobanê û Qamişlo jî bike
09:08 ÎHD’a Agiriyê: Li Girtîgeha Panosê pêdiviyên bîngehîn jî nayin bi cih anîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2018'AN
18/11/2018
19:47 Çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven bi dawi bû
17:00 Hevserokê DBP'ê Arslan serdana çalakgeran kir
16:33 Temellî: Hemû gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ye
16:20 Kurtulan: Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de emê bersîva herî baş bidin qeyûman
15:51 Jinên Amedî ji 25'ê Mijdarê re Amade ne: Em ê li dijî pargala mêr li qadan bin
15:23 Ocalan: Sedema krîza heyî tecridkirina Ocalan e
15:01 HDP'a Şirnexê piştgiri da çalakiya Leyla Guven
13:44 Endamê Meclisa ciwanên HDP'ê hatin binçavkirin
13:34 Colemêrgiyan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
13:23 Li Şirnexê starta hilbijartinê hat dayîn
13:00 ‘Heta tecrid rabe çalakî dê bidomin'
12:49 Cengîz Holdîng, dînamîtan diteqîne, bi kepçeyan daran jêdike
10:39 Wekîlê CHP'î Bircan jiyana xwe ji dest da
10:33 Di operasyona Gezî kesek girtin
09:52 ‘Ji bo rakirina tecrîtê em ji her tiştî re amaden e’
09:18 ‘Tecrîd dê bi têkoşînê rabe'
09:16 'Em bibin dengê Guven û dawî li tecrîdê bînin'
09:14 Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî hatin derbkirin
09:12 Aydenîz: Ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdê bê
09:08 Hevseroka KESK'ê: Budçe ne ji bo kedkara ye
09:07 Weşanxaneyên kurdî: Em ê dev ji zimanê xwe bernedin
09:04 Qeyûm Şaredariya Êlihê di nav deynan de hiştiye
09:02 Kelema Erdîşê jî nesîbê xwe ji polîtîkayên çandiniyê girt!
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2018'AN
08:22 ÎSÎG: Karkera tekstîlê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
17/11/2018
17:06 KESK'iyan li Qada Gundogdu bang kirin: Em fatûreya krîzê nadin
16:37 Li TUYAP’ê pirtûka kişanak rastî eleqeyeke zêde hat
16:36 Seyît Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
16:06 Namzetên mûxtarên jin hatin danasîn
15:53 Zeytun: Ji îktîdara heyî tu heviyên me tune ne
15:52 DİSA-DER rêveberiya xwe nû hilbijart
15:15 Çalakiya ‘Rûniştina F’: Bila Hayatî Kaytan bê berdan
14:59 Parazvanên mafên mirovan xwest girtiyê nexweş Îkbal bê dermankirin
14:58 ‘Heya tecrît bê rakirin emê çalakiya xwe bidomînin’
14:39 Li aqûbeta ferdên malbata Dîrîl hat pirsîn
14:22 ‘Em pol pere naxwazin, em tenê parçeyek hestiyên xwe dixwazin’
14:09 Parêzer ji bo doza Dere raporek nû xwest
14:00 DYA bertek nîşanî binçavkirinan da: Akademîsyenan berdin
13:42 Karkerên jin ên malê li Afrîka Başûr li hev civiyan
13:22 Modelîsta tekstîlê Ronaî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
12:57 Di 2018’an de 230 hezar koçber hatin girtin
12:36 Li Amed, Wan, Riha û Edeneyê greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza me ye
12:36 Konferasa Aloziyên Rojhilata Navîn û modernîteya demokratîk pêk hat
12:15 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:59 Greva birçîbûnê li Colemêrgê dest pê kir
10:20 Wezîr îtîraf kir: Em dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin
10:09 Mamoste ji sûcdariya tacîza zayendî hat girtin
09:52 Bi hezaran welatî 9 roj e bêav in
09:41 Berdevka Meclîsia Jinan a HDP'ê Taşdemir: Em jin bi hevre tên hesab bipirsin
09:29 Dadgehê sedema biryara cezakirina rojnamevan Tûray daxuyand: Wekî din pirs nepirsîne
09:28 Şener: Budçeya 2019'an budçeya îflaskirinê ye
09:27 16 karker mirin, lê bersûc nehatin girtin
09:26 Asli Kaya: Çenteyê xwe yê ji bo girtîgehê jî amade kiribû