Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye

  • rojane
  • 14:05 20 Mijdar 2018
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna Koma Meclisa Jinan a HDP'ê de bi minasebeta 25'ê Mijdarê bal kişand ser têkoşîna jinan û polîtikayê hikûmetê yên li dijî jinan. Buldan, destnişan kir ku ji ber ji têkoşina jinan ditirsin êrîşî jinan dikin û dixwazin jinan li malê bikin koleyên xwe. Buldan, destnîşan kir ku jinan tu carî serî netewand û her dem dê bêjin Jin Jiyan Azadî. Buldan, bal kişand ser tecrîdê û wiha got: "Tecrîd ne tenê li dijî şexsekî ye. Di heman demê de li dijî têkoşîn û şoreşa jinê ye jî. Jin dê vê tecrîdê bişkînin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma Meclisa Jinan a HDP'ê de bi minasebeta 25'ê Mijdare Roja Têkoşina Navneteweyî ya li Dijî Tundiya dijberi Jinan bal kişand ser têkoşîna jinan û polîtikayê hikûmetê yên li dijî jinan. Buldan, di civînê de ewil sersaxî ji malbata Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel, Emîne Urun re xwest. Buldan piştre bal kişand ser biryara DMME ya der barê Hevserokê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş de û kêfxweşiya xwe anî ziman. Buldan anî ziman ku zêdeyî 2 salin Selehatîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag dîl tê girtin û xwestin hemû hevalên wan ên dîl hatine girtin serbest bên berdan.  Dema Buldan bal kişand ser biryara DMME'ê li salonê bê navber dirûşmeyên "Selo Başkan" berz kirin. Buldan têkildarî biryara wiha got: Biryara DMME'ê girîng e. Em jî bang li dadgehên herêmî dikin ku vê biryarê pêk bîne û bi lez Demîrtaş û hevalên me yên din ku dîl hatine girtin berdin. Demîrtaş Fîgendan û hemû hevalên din, di encama têkoşîna me de teqez dê ben berdan û bigêjin azadiya xwe." 
 
JI BO 25'Ê MIJDARÊ EM VÊ HEFTEYÊ CIVÎNA KOMA JINAN PÊK TÎNIN
 
Buldan bal kişand ser 25'ê Mijdarê û wiha got: "Ez hemû hevrêyên xwe yên jin yên li dijî tundiyê li ber xwe didin ji dil û can silav dikim. Çalakiya Leyla Guvne, Çagla Demîrel, Edîbe Şahîn, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanakê û hemû hevrêyên xweyên jin ên girtî silav dikim. Besê, Leyla Kasim, Sêvê Sekine Cansiz û hemû kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane silav dikim. Jinên Rojavayî û Efrînê ku axa xwe û rûmet diparêzin silav dikim. Dayikên Şemiyê silav dikim. Arîn Mîrkan, Behice Boran, Roza Luksemburgan silav dikim. Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberî Jinê em vê hefteyê bi koma jinan re civînê pêk tînin. 
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ LI HER DERÊ YE
 
Yên li Parîsê li ser 3 jinên azad gule barandin, yên jinan di zindanê de dîl digirin û li ser jinan komkujiyê pêk tînin bila baş zanibin ku dê li dijî têkoşîna jinê têk biçin. Tundiya li dijî jinê tundiya li dijî jiyanêye. Bi qasî jinê dikin kole armanc dikin ku îktîdara xwe jî serdest bikin. Niha Dekanekî zanîngehê Profek jî derketiye dibêje 'Jinek li malê çêtire ji jinek wekîl. Ev hişmendiya wan nîşan dide. Li Tirkiye her rojê 5 jin tên kuştin. Jin bi rêk û pêk rastî tundiyê tên. Jin li malê tên hepiskirin. Îktîdar bi tundiyê dixwaze îktîdara xwe biparêze. Tundiya li dijî jinê li kolan, mal û zeviyan e. Di heman demê de li dibistan û meclîse ye. Li her qada jiyanêye. Gelek caran sûcê mêr ku li dijî jinê pêk tîne tê parastin û bê ceza tê hiştin. Mînak Nevîn Yildirim li kesê ku 3 salan tacîza zayendî parastina rewa kir bi giranî hat cezakirin. Tenê di cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin. Dazaza ku di tundiya li dijî jinê de erk dide mêr. Di sala borî de gardiyan, personel, karmen û karsazên mêr ên li dijî jine sûc kir bê ceza hatin hiştin. Îro Dayika Sîsê ya 80 salî tundiya zayendî ye." 
 
700 ZAROK DI ROJA ZAROKAN DE GIRTÎ NE
 
Buldan, bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê jî bal kişand ser rewşa zarokên girtî û wiha axivî: "Îro Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Îro li Tirkiye 700 zarok li gel dayikên xwe li girtîgehan dîl hatine girtin. Ev encama feraseta 'Zarok be jî jin be jî çi hewce be dê bêkirin' e. Lê em jî dibêjin zarok be jî jin be jî em tu carî serî li hemberî vê zilmê natewînin." 
 
TECRÎDKIRINA OCALAN TECRÎDKIRINI HEMÛ JINAN E
 
Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û bandora wê û wiha pêde çû: "Bi berxewdana jinê ev welat teqez dê azadiya xwe bibîne. Piştî ku tu çû Tayib Beg, teqez ev welat dê bigêje azadiya xwe. Ev welat dê bi têkoşîna jinê bigêje azadiya xwe. Hevala me Leyla Guven ji ber li dijî vê rejîmê derketiye îro dîl hatiye girtin. Li gel ku wekîl e jî dîsa dîl hatiye girtin. Birêz Leyla Guven di 7'ê Mijdarê de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tecrida li dijî Birêz Ocalan li dijî şoreşa jinê ye. Tecrîd ne tenê li dijî şexseki ye. Li dijî siyaseta demokratîk e. Li dijî hemû jnan e. Îro bi girankirina tecrîdê Gultan Kişanak û Figen Yuksekdag jî di navde bi hezaran hevrêyên me yên jin hatin girtin û dil hatine girtin. Bi hezaran hevrêyên me yên siyasetmedar dîl hatine girtin. Hefteya bori wekîlekî wan li hemberî kamerayan gefa 'Tu tê xwe bibîne' li hevala me ya wekîl xwariye. Lê ew bi vî rengî dixwazin me bitirsînin xwe dixapînin. Em qet û qet natirsin û em serî natewînin. Em dê her dem li dijî vê siyasekê li ber xwe bidin. Heta ku HDP hebe dê tu carî nikarin heviyê bişkinin. Em jin dê tecrîdê bişkînin. Piştî tecrîd hat destpêkirin hevalên me yên siyasetmedar hatin girtin. 
 
KRÎZA HEYÎ KAKILÊ ÎKTÎTARA AKP'ê YA 16 SALAN E 
 
Krîza aborî encam û cewherê polîtîkayên AKP'ê ya 16 salan e. Di butçeyê de mêr heye. Di butçeyê de jin tune. Butçeya hatiye parvekirin ji jinê re tune. Jin an li malê an jî li kargeriyan ji însanafa patronan re hatiye hiştin. Li gorî wan an divê dayik be, an jî divê hevjîn be û hundirê malê be. Em vê ferasetê tu car qebûl nakin. Dema jin rastî tundiyê tên, cihê jin serî lê bidin tune. Tu butçeya ji bo jinên rastî tundiyê tên nehatiqe qetandin. Ji ber ku ji jinan ditirsin naxwazin jin di nava saziyên cemaweriyê de cih bigirin. Em jin çawa ku ji desteserkirina bedena xwe re dibêjin NA. Em ji dagirkirin û desteserkirina keda jinê re jî dibêjin NA. Me jinan her dem berxwedana bi hevre bi ser xist em dê tekoşina bi hevre jî bi ser bixin. Em dîsa dibêjin heta ku jin azad nebe welat jî azad nabe. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin." 
 
EM DÊ BI RUHÊ SEFERBERIYÊ 4 MEHAN BIXEBITIN
 
Buldan herî dawî ji bo rêveberiya hilbijartina herêmî jî bang li jinan kir û wiha bi dawî kir: "Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî re 4 meh man. Em de di van çar mehan de bi şev û roj bixebitin. Em dê bi hevre bi ruhê seferberiyê bi şev û roj bixebitin. Em îtîfaqa jinên herêmî xurt dikin. Serkeftina me ya jinan dê serkeftina hemû jinan be. Heta niha di hemû şaredariyên ku me bi dest xist me polîtikayên xwe xistin meriyetê. Ji niha û şûnde jî em dê polîtîkayên vîna jinê têxin meriyetê. Me jinan çawa li meclisê dest da hev nûnertiya wekhev bi ser xist, di rêveberiyên herêmi de jî em dê nûnertiya wekheviya jinê bi dest bixin. Em îro starta serlêdana bernamzetiyê didin destpêkirin. Ez  li vir ji bo Hevşaredarî, endamên meclisên şaredariyê û keyatiyê bang li hemû jinan dikim ku serî li bernamzetiyê bidin. Ez carek din bang li hemû jinan dikim ku serî li namzetiyê bidin.
Werin em di 31'ê Adarê de welat bikin rengê jinê. 
 
EM DÊ HER DEM BÊJIN JIN JIYAN AZADΠ
 
Ez bang li hemû jinan dikim ku li qadan dengê xwe û berxwedana xwe bilind bikin. Bila jin dengê xwe bilind bikin ku bitirsin. Em ji dewletê jî û mêrê serdest wekheviyê û azadiyê naxwazin. Em dê bi têkoşîna xwe wekhevî û azadiyê bi dest bixin. Em jin dê welatê wekhev û azad û jiyana wekhev ava bikin. Em dê bibin mîmarê jiyana wekhev, azad. Em her dem dibêjin Jin Jiyan û Azadî. Her çend di girtekan de wekî "Zimanê nayê zanîn' derbas bikin jî em dê her dem bêjin Jin Jîyan Azadî."  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/11/2018
12:43 Girtiyên jin ên siyasetmedar: Em xwedî li berxwedana Guven derdikevin
12:16 Gardiyanan îşkence li girtiyên Girtîgeha Tokatê kirin
12:09 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriye dan
12:07 Li dijî HDP’a Amedê dorpêçkirina ‘hilbijartina herêmî’ dest pê kir
10:55 Ciwanên HDP'ê: Em natirsin têk naçin li vir in
10:41 Yalçindag: Wergera biryara DMME’yê me pêşkêşî dadgehê kir
09:44 Polîsan 16 kes li Edeneyê binçav kirin
09:26 Teymenekî li Wanê jiyana xwe ji dest da
09:25 Esnafên sanayiya wesayîtan: Krîza vê carê tiştekî din e
09:25 Bavê girtiyên ji sedî 99 astengdar: Ragirtina li girtîgehê mirin e
09:24 Dermanên girtiyê 61 salî nadinê
09:23 ‘Em bi çalakiya Leyla Guven serbilind in'
09:22 ‘Ji bo jin hêzdartir bibin pêdivî bi sererastkirinên nû heye'
09:22 Aborîzan Şahînoz: Unsûrên taleba hundurîn teng dibin
09:21 'Em dixwazin gotina xwe bêjin û li gorî ruhê jinê bijîn'
09:20 Li Mêrsînê jin wê li hemberî şidetê dakevin qadan
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:57 Bêyî haya wê jê çêbibe kirin endama AKP’ê
08:55 Kargeriya bi hezar zahmetî vekir, ji ber krîza aborî digire
22/11/2018
16:23 Demîrtaş: Biryara DMME’yê îspat kir ku hemû doz siyasî ne
15:49 Endamtiya komeleyê û xebatên siyasetê ya Çamçi kirin ‘sûc’
15:14 Ozturk: Em tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin
Buldan: Beyî krîzê Demîrtaş berdin
15:08 Li Bursayê jinek di êrîşa çekdarî de hat kuştin
14:58 ‘Medya hawiz’ a Êlihê ji bo qeyûm seferber bû
14:40 Parêzerên Ocalan cara 766’emîn serî li dozgeriyê dan
14:23 Nûnera YE Mogherini: Em hêvîdarin dê Demîrtaş berdin
14:10 Çalakiya Guven a li dijî tecrîdê di roja 15’an de ye
14:08 Dozger xwest cezayê Bekîr Kaya bê girankirin
14:00 Cenazeyê Er piştî 8 mehan hat veşartin
13:50 HDP: Em ê Stenbolê ji heramiyan rizgar bikin
13:21 Platforma Jinê ya Dîcle Amedê ji girtiyên jin re qert şand
12:33 Platforma Jinan a Axtamarayê banga 25’ê Mijdarê kir
12:16 Erdogan biryara Demîrtaş bi serdozger Kocaman re axivî gelo?
12:15 Biryara pêwistekî ya Pasûrê: Dahgen nikare bi îfadeya şahidan bawer bibe
12:15 Li Enqereyê û Rihayê binçavkirin
11:58 Parlamenter Uca rewşa muzîkjen Erkan Benlî bir rojeva Meclîsê
11:24 Mexdûrên KHK'ê rojeva Lijneya Venêrtina Cemaweriyê de ye
11:22 Dîcleya 2 salî dikeve girtîgehê
11:10 Eskeran li Farqînê li 128 kesan 512 hezar cezayê ceyranê birî
10:39 Kaya: Tundiya li dijî jinan polîtîk e
09:54 8 ciwanên HDP’î hatin berdan
09:47 Polîsan bi ser malên hunermendan de girt
09:33 Di qezaya li Meletiyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Hat îdiakirin li Girtîgeha Bolûyê bi zorê derman dane girtiyekî
09:17 Polis li malbatên rojnamevanan geriyan, gef li wan xwarin
09:17 Ji ber bihabûna ceryanê barê esnafa giran bû
09:16 Li Tirkiyeyê 743 zarokê belaheq di girtîgehê de ne
09:15 Wê li Mazgirtê Pirtûkxaneya Kazim Unlu bê vekirin
09:14 Li Girtîgeha Dîlokê ferzkirina nîzama leşkerî
09:13 Dadgerê DMME'yê yê berê: Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be wê biryarê pêk bîne
09:13 ‘Dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e’
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2018'AN
21/11/2018
16:55 HDP'ê li Nisêbînê ji bo 25’ê Mijdarê daxûyanî da
16:20 Haber-Sen: TRT bi awayekî fîlî kirin şîrket
15:35 Nûnerên partiyên siyasî: Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye
15:24 Altiparmak: Biryar Serokomar jî eleqeder dike
15:01 Cenazeyê 3 karkerên madenê hat derxistin
14:36 Serokê Baroya Rihayê: Divê biryara DMME demildest pêk were
14:22 Medîne Daniş girseyî hat oxirkirin
14:15 Li Edeneyê banga ‘hêza yekîtiyê’ ya hilbijartinê hat kirin
13:58 Kontrola edlî ya nivîskar Karataş hat rakirin
13:45 Şaxên ÎHD’ê: Divê Demîrtaş û hemû hilbijêr tavilê bên berdan
13:03 Parêzer Yalçindag: Birîna cezayê dîsîplînê şerma hiqûqê ye
13:03 Prof. Dr. Akdenîz: DMME tika nake fermanê dide
12:42 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
10:58 Erdogan 3 caran serî li DMME’yê dabû
10:52 Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
10:38 Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir
10:18 Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran
10:04 Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
10:00 Dayika Wekîla HDP'ê Beştaş jiyana xwe ji dest da
09:50 Birayê Abdullah Comert: Edalet pêk nehat
09:25 Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
09:23 Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin
09:22 Ji ber çû taziyeyê ceza lê hat birîn
09:21 5 sal ceza li midûrê Azadiya Welat ê berê birîn
09:21 KHK'yî li Meclîsê dicivin
09:20 Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin
09:20 Berastengê bi hinceta 'leşkerî' nekiriye ceza lê birîn
09:19 ‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e
09:18 Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN
06:56 Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man
20/11/2018
19:25 Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da
17:56 Demîrtaş: Bi biryara DMME'ê posîzyona dîlgirtnê hat tescîlkirin
17:39 Ciwanên HDP’î yên belavokan belav dikirin hatin binçavkirin
17:31 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:12 Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin
17:01 ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne
15:40 ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin
15:36 ‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin'
14:48 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan
14:40 DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
14:05 Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye
13:03 Rêxistina HDP'ê ya Amedê starta hilbijartine da
12:33 Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im
12:02 Di şeva hinê de ji ber rengê kesk sor û zer 4 kes binçav kirin
11:02 Leyla Guven: AKP hesasiyetên gel negire ber çavan dê têk biçe
10:40 Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin
10:37 Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da