ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne

  • rojane
  • 17:01 20 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan, li gelek bajaran daxuşanî dan. Parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku li Tirkiye 743 zarok girtî ne û xwest Tirkiye li gorî peymana mafên mirovan tev bigere. 
 
 
Şaxên Komeleyen Mafên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta 20'e Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li Amed, Stenbol, Hatay, Êlih û Edeneyê li komeleyên xwe daxuyanî dan çapemeniyê û rapor parve kirin. 
 
AMED 
 
Baroya Amedê bi minasebeta 20'e Adarê Roja Mafê Zarokan civîna çapemeniyê pêk ani. Kordînatorê Navendî yê Mafê Zarokan ê Baroya Amedê Prz. Mehmet Ali Çoban, diyar kir ku li gel tirkiye di sala 1995’an de peymana Mafên Zarokan îmze kiriye jî gelek xalên wê binpê dike û wiha got: “Wekî hemû cîhanê li welatê me jî binpêkirina mafên zarokan didome. Di demên dawî de bi taybetî li herêmê binpêkirina mafan zêde bûye. Li gorî peymanê divê Tirkiye mafê perwerde, aborî, tenduristiya zarokan biparêze û bide ser xwe. Divê zarok karibin azad xwe bînin ziman. Divê karibin azad bi zimanê zikmakî bi axivin. Ji ber vê yekê divê fikarên li ser xalên 17, 29 û 30'an bi lez bên rakirin." 
 
ÎHD: LI TIRKIYE BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE DIBE
 
Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) a Amedê bi heman armancê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Revebêrê ÎHD'ê Prz. Ercan Yilmaz, diyar kir ku mafên zarokan ên bi peymanê hatiye parastin her roj li Tirkiye tê binpêkirin û wiha got: "Her roj bi dehan caran mafên zarokan tê binpêkirin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Hezîrana 2018'an li Tirkiye her sal nêzî 8 hezar zarok rastî îstîsmarê tên. Li gorî rapora ECPAT’ê ya Tirkiye ya 2015'an li Tirkiye heri zêde zarok rastî îstîsmarê tên. Li Tirkiye di sûcên zayendî de ji sedî 46 li dijî zarokan pêk tê. Di îstismara zayendî ya zarokan de Tirkiye di lîsteya cîhanê de di rêza 3’emîn de cih digire. Li gorî darneyên TUÎK'ê di 10 salên dawî de bi destûra dewletê 482 hezar û 908 zarokên keç hatine zewicandin. Di 6 salên dawî de 142 hezar û 298 zarok bûne dayik. Piştî 2002’an heta niha li Tirkiye 440 hezar zarokên kêmî 18 salî zarok welidandine. Jê 15 hezar û 937 kes di bin 15 salî de ne. 
 
‘743 ZAROK GIRTÎ NE'
 
Yilmaz, bal kişand ser rewşa zarokên girtî jî û wiha got: "Li Tirkiye niha 743 zarok li gel dayikên xwe ji neçarî girtî ne. Li gorî peymanê divê her zarok bi zimanê zikmaki perwere bibin. Lê li Tirkiye ev yek pêk nayê. Divê li gor3i standartên navneteweyî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê parastin. Disa divê zarok bên parastin. Lê ji ber polîtîkayên ewlehiyê yen dewletê minak li Silopî Muhammed û Furkan dema li mala xwe razabûn panzêra polîsan ket hundir û li malê ew eciqandin û kuştin. Ev nîşan dide zarok li mala xwe jî ne di ewlehiyê de ne. Divê bi her awayî mafê zarokan bê parastin û piştgirî bê dayîn. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz û Deniz Rumeysa Kaya û aktîvîstên zarokan amade bûn.b Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan ê ÎHD'ê Ercan Başar jî diyar kir ku Tirkiye li gorî peymana navneteweyi tev nagere û xwest erk û berpirsiyariya xwe ya li hemberî zarokan pêk bîne. 
 
EDENE 
 
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê rapora 2018'an a mafên zarokan aşkere kir. Berdevka Komîsyona  Zarokan a ÎHD'ê Berivan Aydemîr, diyar kir ku ji ber binpêkirina mafan zarok trajediyek mezin dijîn û rapora salekê parve kir. Aydemir, di raporê de wiha got: "16 jê kur bi giştî 46 zarok rastî tacîzê hatine. Jê 13 zarokên kur bi giştî 475 zarok ketin nava têkiliyên zayendî yên nekamil. Jê 87 zarokên kur bi giştî 520 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Jê 105 zarokên kur bi giştî 260 zarok li nava malê rastî tundiyê ha tine. Jê 8 zarokên kur bi giştî 14 zarok di bûyerên edlî de jiyana xwe ji dest dane. Jê 661 zarokên kur bi giştî 1015 zarok bi zanebûn birîndar kirin. 68 jê zarokên kur, bi giştî 214 zarok hatin revandin. * Zarokekî kur întîhar kir. 20 jê kur bi giştî 338 zarok ketin hewldana întîharê. 6 jê zarokê kurd bi gişti 7 zarok di avê de fetisîn. 33 zarok di çalakiyên civakî de hatin binçavkirin.
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD'ê ÎHD'ê ya Îskenderûnê ji li avahiya komeleyê bi heman armance civîn pêk anî. Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Hulya Ateş, anî ziman ku di demên dawî de gelek zarok rastî binpêkirina mafan tên. Ateş, xwest girtîgehên zarokan bên girtin. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Mafên Mirovan a Zarokan a ÎHD'ê, bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pek anî. Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD'ê Çagla Seven daxuyanî da. Seven, bal kişand ser sonda xwendekaran û wiha got: Tirkiye peyman îmze kiriye. Lê mafê zarokan ê raman, bawerî, ziman û nasnameyê îhlal dike. 
 
DI 18 MEHAN DE 21 HEZAR Û 957 ZAROK DUCANİ MAN
 
Seven, destnîşan kir ku di sala 2017'an û 6 mehên 2018'an de bi giştî 21 hezar û 957 zarok ducanî man û ketin qeydan û wiha got: "Li Nisêbîne di qedexeya kolanan de zarokên hatin derxistin ji bo her kesekî 76 sal cezayê muebeta giran ji wan hat xwestin. 17 zarok 5 danişîn tên darizandin lê nehatine berdan. Ev li diji xala peymanê ya zarokan yên 37, 38, 39 û 40'an e. 
Divê bi lez girtîgehên zarokan bên girtin û zarokên girtî bên berdan. Divê mafê zarokan ê ziman, perwerde, denturistî aborî û wekheviyê bê parastin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê parastin. Divê rê li pêş xizaniyê bê girtin û zarok di kar de nexebitin. Zarokên bi zorê koç kirine divê ji hemû mafê zarokan sûdê bigirin û mafê wan bi taybet bê parastin. Divê zarok di temenê biçûk de bi zorê neyên zewicandin. Zarokên ku pêdiviyên wan bi alîkariyê heye divê li gorî peymanên navneteweyî alîkarî bê dayîn."
 
ÎZMÎR 
 
Konseya Bajar a Îzmirê û Komeleya Weliye Xwendekaran (Veli Der), jî bi heman armancê li pêş İzban a Karşiyaka daxuyanî da. Weliyên xwendekaran jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ez bi mafê xwe yê zarokan heme." vekirin. Serokê Konseya Bajar a Îzmire Selman Boyacioglu, metnê danezana gerdûnî xwend û bal kişand ser mafên zarokan.b 
 
 
 
 

Sernavên din

23/11/2018
12:43 Girtiyên jin ên siyasetmedar: Em xwedî li berxwedana Guven derdikevin
12:16 Gardiyanan îşkence li girtiyên Girtîgeha Tokatê kirin
12:09 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriye dan
12:07 Li dijî HDP’a Amedê dorpêçkirina ‘hilbijartina herêmî’ dest pê kir
10:55 Ciwanên HDP'ê: Em natirsin têk naçin li vir in
10:41 Yalçindag: Wergera biryara DMME’yê me pêşkêşî dadgehê kir
09:44 Polîsan 16 kes li Edeneyê binçav kirin
09:26 Teymenekî li Wanê jiyana xwe ji dest da
09:25 Esnafên sanayiya wesayîtan: Krîza vê carê tiştekî din e
09:25 Bavê girtiyên ji sedî 99 astengdar: Ragirtina li girtîgehê mirin e
09:24 Dermanên girtiyê 61 salî nadinê
09:23 ‘Em bi çalakiya Leyla Guven serbilind in'
09:22 ‘Ji bo jin hêzdartir bibin pêdivî bi sererastkirinên nû heye'
09:22 Aborîzan Şahînoz: Unsûrên taleba hundurîn teng dibin
09:21 'Em dixwazin gotina xwe bêjin û li gorî ruhê jinê bijîn'
09:20 Li Mêrsînê jin wê li hemberî şidetê dakevin qadan
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:57 Bêyî haya wê jê çêbibe kirin endama AKP’ê
08:55 Kargeriya bi hezar zahmetî vekir, ji ber krîza aborî digire
22/11/2018
16:23 Demîrtaş: Biryara DMME’yê îspat kir ku hemû doz siyasî ne
15:49 Endamtiya komeleyê û xebatên siyasetê ya Çamçi kirin ‘sûc’
15:14 Ozturk: Em tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin
Buldan: Beyî krîzê Demîrtaş berdin
15:08 Li Bursayê jinek di êrîşa çekdarî de hat kuştin
14:58 ‘Medya hawiz’ a Êlihê ji bo qeyûm seferber bû
14:40 Parêzerên Ocalan cara 766’emîn serî li dozgeriyê dan
14:23 Nûnera YE Mogherini: Em hêvîdarin dê Demîrtaş berdin
14:10 Çalakiya Guven a li dijî tecrîdê di roja 15’an de ye
14:08 Dozger xwest cezayê Bekîr Kaya bê girankirin
14:00 Cenazeyê Er piştî 8 mehan hat veşartin
13:50 HDP: Em ê Stenbolê ji heramiyan rizgar bikin
13:21 Platforma Jinê ya Dîcle Amedê ji girtiyên jin re qert şand
12:33 Platforma Jinan a Axtamarayê banga 25’ê Mijdarê kir
12:16 Erdogan biryara Demîrtaş bi serdozger Kocaman re axivî gelo?
12:15 Biryara pêwistekî ya Pasûrê: Dahgen nikare bi îfadeya şahidan bawer bibe
12:15 Li Enqereyê û Rihayê binçavkirin
11:58 Parlamenter Uca rewşa muzîkjen Erkan Benlî bir rojeva Meclîsê
11:24 Mexdûrên KHK'ê rojeva Lijneya Venêrtina Cemaweriyê de ye
11:22 Dîcleya 2 salî dikeve girtîgehê
11:10 Eskeran li Farqînê li 128 kesan 512 hezar cezayê ceyranê birî
10:39 Kaya: Tundiya li dijî jinan polîtîk e
09:54 8 ciwanên HDP’î hatin berdan
09:47 Polîsan bi ser malên hunermendan de girt
09:33 Di qezaya li Meletiyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Hat îdiakirin li Girtîgeha Bolûyê bi zorê derman dane girtiyekî
09:17 Polis li malbatên rojnamevanan geriyan, gef li wan xwarin
09:17 Ji ber bihabûna ceryanê barê esnafa giran bû
09:16 Li Tirkiyeyê 743 zarokê belaheq di girtîgehê de ne
09:15 Wê li Mazgirtê Pirtûkxaneya Kazim Unlu bê vekirin
09:14 Li Girtîgeha Dîlokê ferzkirina nîzama leşkerî
09:13 Dadgerê DMME'yê yê berê: Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be wê biryarê pêk bîne
09:13 ‘Dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e’
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2018'AN
21/11/2018
16:55 HDP'ê li Nisêbînê ji bo 25’ê Mijdarê daxûyanî da
16:20 Haber-Sen: TRT bi awayekî fîlî kirin şîrket
15:35 Nûnerên partiyên siyasî: Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye
15:24 Altiparmak: Biryar Serokomar jî eleqeder dike
15:01 Cenazeyê 3 karkerên madenê hat derxistin
14:36 Serokê Baroya Rihayê: Divê biryara DMME demildest pêk were
14:22 Medîne Daniş girseyî hat oxirkirin
14:15 Li Edeneyê banga ‘hêza yekîtiyê’ ya hilbijartinê hat kirin
13:58 Kontrola edlî ya nivîskar Karataş hat rakirin
13:45 Şaxên ÎHD’ê: Divê Demîrtaş û hemû hilbijêr tavilê bên berdan
13:03 Parêzer Yalçindag: Birîna cezayê dîsîplînê şerma hiqûqê ye
13:03 Prof. Dr. Akdenîz: DMME tika nake fermanê dide
12:42 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
10:58 Erdogan 3 caran serî li DMME’yê dabû
10:52 Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
10:38 Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir
10:18 Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran
10:04 Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
10:00 Dayika Wekîla HDP'ê Beştaş jiyana xwe ji dest da
09:50 Birayê Abdullah Comert: Edalet pêk nehat
09:25 Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
09:23 Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin
09:22 Ji ber çû taziyeyê ceza lê hat birîn
09:21 5 sal ceza li midûrê Azadiya Welat ê berê birîn
09:21 KHK'yî li Meclîsê dicivin
09:20 Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin
09:20 Berastengê bi hinceta 'leşkerî' nekiriye ceza lê birîn
09:19 ‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e
09:18 Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN
06:56 Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man
20/11/2018
19:25 Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da
17:56 Demîrtaş: Bi biryara DMME'ê posîzyona dîlgirtnê hat tescîlkirin
17:39 Ciwanên HDP’î yên belavokan belav dikirin hatin binçavkirin
17:31 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:12 Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin
17:01 ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne
15:40 ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin
15:36 ‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin'
14:48 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan
14:40 DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
14:05 Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye
13:03 Rêxistina HDP'ê ya Amedê starta hilbijartine da
12:33 Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im
12:02 Di şeva hinê de ji ber rengê kesk sor û zer 4 kes binçav kirin
11:02 Leyla Guven: AKP hesasiyetên gel negire ber çavan dê têk biçe
10:40 Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin
10:37 Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da