Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin

  • rojane
  • 17:12 20 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê û platformên jinan di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li gelek navendan çalakî li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş di panela li Hezexê de axivî û got ji bo tundiya li dijî jinê ji holê rabe divê jin ji her alî li gel hevdu bin.
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panel li dar xist. Panel li avahiya Navçeya Hezexê ya HDP'ê hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş, Hevserokên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî panelê bûn. Moderatoriya panelê Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Songul Erden kir. Endama Meclîsa Partiyê Bêrîvan Kutlu, Hevseroka DBP'ê ya bajêr Ayşe Altay, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. 
 
Panel bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Berî ku panel dest pê bike jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
'Hat xwestin ku têkoşîna jinê têk bibin'
 
Di destpêkêde endama meclîsa partiyê Bêrîvan Kutlu axivî û got:"Em ê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bidomînin. Di şexsê xwişkên Mîrabel de xwestin jinê tune bikin. Hat xwestin ku têkoşîna jinê têk bibin. Lê em ê heta dawî li qada bin û dengê hemû jinên cîhanê berz bikin."
 
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û got:"Tundiya li ser jinê dewam dike. Divê jin her li gel hevdu bin. Heger em jin li gel hevdu bin em ê bikaribin bersivek xurt bidin. Her wiha binpêkirina mafan a ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan û Leyla Guven pêk tê cureyê tundiyê ye. Em ê her li dijî cureyên tundiyê têbikoşin. Di nava siyasetê de berê jinên HDP'î hedef tên girtin. Em ê têkoşîna xwe ya di qada siyasetê de jî heta dawî bidomînin." Beşdaş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û got divê demildest daxwaza Guven bê qebûlkirin. 
 
Panel bi pirs û bersivên beşdarvanan didome. 
 
MÊRSÎN
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re kart şand. Jinan li Postaxaneya Navendî kart şand. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zelal Onen axaftinek kurt kir û got di serî de ew li cem çalakiya Leyla Guven cih digirin û piştgirtiya hemû jinên girtî dikin. 
 
RIHA
 
Platforma Jinan a Rihayê jî bi boneya 25’ê Mijdarê bernameya xwe li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê parve kir. Zuhal Parçakçi li ser navê Platformê axivî û diyar kir ku ew ê li dijî şidet û kuştina jinan têkoşîna xwe dewam bikin û li her cihê şidet heye berxwedana jinan jî heye. 
 
Parlakçi bernameya 25’ê Mijdarê wiha parve kir: 
 
"* Di 22’ê mijdarê de roja pêncşemê dê saet di 14.00’an de ji jinên girtî re kart bişînin. 
 
* Di 23’ê mijdarê de roja înê dê saet di 14.00’an de li Postexaneya Navendî ji jinên girtî re kart bişînin. 
 
* Di 24’ê mijdarê de roja şemiyê dê têkildarî qanûna jimara 6284’an saet di navbera 13.00 û 15.00’an de Lİ Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî gotûbêj li dar bixin. 
 
* Di 25’ê Mijdarê de roja yekşemê saet di 12.00’an de li ber Navenda Kar a Bahçivan daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Saet di 13.00’an de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê panel li dar bixin. 
 
 
 
 

Sernavên din

23/11/2018
12:43 Girtiyên jin ên siyasetmedar: Em xwedî li berxwedana Guven derdikevin
12:16 Gardiyanan îşkence li girtiyên Girtîgeha Tokatê kirin
12:09 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriye dan
12:07 Li dijî HDP’a Amedê dorpêçkirina ‘hilbijartina herêmî’ dest pê kir
10:55 Ciwanên HDP'ê: Em natirsin têk naçin li vir in
10:41 Yalçindag: Wergera biryara DMME’yê me pêşkêşî dadgehê kir
09:44 Polîsan 16 kes li Edeneyê binçav kirin
09:26 Teymenekî li Wanê jiyana xwe ji dest da
09:25 Esnafên sanayiya wesayîtan: Krîza vê carê tiştekî din e
09:25 Bavê girtiyên ji sedî 99 astengdar: Ragirtina li girtîgehê mirin e
09:24 Dermanên girtiyê 61 salî nadinê
09:23 ‘Em bi çalakiya Leyla Guven serbilind in'
09:22 ‘Ji bo jin hêzdartir bibin pêdivî bi sererastkirinên nû heye'
09:22 Aborîzan Şahînoz: Unsûrên taleba hundurîn teng dibin
09:21 'Em dixwazin gotina xwe bêjin û li gorî ruhê jinê bijîn'
09:20 Li Mêrsînê jin wê li hemberî şidetê dakevin qadan
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:57 Bêyî haya wê jê çêbibe kirin endama AKP’ê
08:55 Kargeriya bi hezar zahmetî vekir, ji ber krîza aborî digire
22/11/2018
16:23 Demîrtaş: Biryara DMME’yê îspat kir ku hemû doz siyasî ne
15:49 Endamtiya komeleyê û xebatên siyasetê ya Çamçi kirin ‘sûc’
15:14 Ozturk: Em tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin
Buldan: Beyî krîzê Demîrtaş berdin
15:08 Li Bursayê jinek di êrîşa çekdarî de hat kuştin
14:58 ‘Medya hawiz’ a Êlihê ji bo qeyûm seferber bû
14:40 Parêzerên Ocalan cara 766’emîn serî li dozgeriyê dan
14:23 Nûnera YE Mogherini: Em hêvîdarin dê Demîrtaş berdin
14:10 Çalakiya Guven a li dijî tecrîdê di roja 15’an de ye
14:08 Dozger xwest cezayê Bekîr Kaya bê girankirin
14:00 Cenazeyê Er piştî 8 mehan hat veşartin
13:50 HDP: Em ê Stenbolê ji heramiyan rizgar bikin
13:21 Platforma Jinê ya Dîcle Amedê ji girtiyên jin re qert şand
12:33 Platforma Jinan a Axtamarayê banga 25’ê Mijdarê kir
12:16 Erdogan biryara Demîrtaş bi serdozger Kocaman re axivî gelo?
12:15 Biryara pêwistekî ya Pasûrê: Dahgen nikare bi îfadeya şahidan bawer bibe
12:15 Li Enqereyê û Rihayê binçavkirin
11:58 Parlamenter Uca rewşa muzîkjen Erkan Benlî bir rojeva Meclîsê
11:24 Mexdûrên KHK'ê rojeva Lijneya Venêrtina Cemaweriyê de ye
11:22 Dîcleya 2 salî dikeve girtîgehê
11:10 Eskeran li Farqînê li 128 kesan 512 hezar cezayê ceyranê birî
10:39 Kaya: Tundiya li dijî jinan polîtîk e
09:54 8 ciwanên HDP’î hatin berdan
09:47 Polîsan bi ser malên hunermendan de girt
09:33 Di qezaya li Meletiyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Hat îdiakirin li Girtîgeha Bolûyê bi zorê derman dane girtiyekî
09:17 Polis li malbatên rojnamevanan geriyan, gef li wan xwarin
09:17 Ji ber bihabûna ceryanê barê esnafa giran bû
09:16 Li Tirkiyeyê 743 zarokê belaheq di girtîgehê de ne
09:15 Wê li Mazgirtê Pirtûkxaneya Kazim Unlu bê vekirin
09:14 Li Girtîgeha Dîlokê ferzkirina nîzama leşkerî
09:13 Dadgerê DMME'yê yê berê: Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be wê biryarê pêk bîne
09:13 ‘Dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e’
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2018'AN
21/11/2018
16:55 HDP'ê li Nisêbînê ji bo 25’ê Mijdarê daxûyanî da
16:20 Haber-Sen: TRT bi awayekî fîlî kirin şîrket
15:35 Nûnerên partiyên siyasî: Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye
15:24 Altiparmak: Biryar Serokomar jî eleqeder dike
15:01 Cenazeyê 3 karkerên madenê hat derxistin
14:36 Serokê Baroya Rihayê: Divê biryara DMME demildest pêk were
14:22 Medîne Daniş girseyî hat oxirkirin
14:15 Li Edeneyê banga ‘hêza yekîtiyê’ ya hilbijartinê hat kirin
13:58 Kontrola edlî ya nivîskar Karataş hat rakirin
13:45 Şaxên ÎHD’ê: Divê Demîrtaş û hemû hilbijêr tavilê bên berdan
13:03 Parêzer Yalçindag: Birîna cezayê dîsîplînê şerma hiqûqê ye
13:03 Prof. Dr. Akdenîz: DMME tika nake fermanê dide
12:42 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
10:58 Erdogan 3 caran serî li DMME’yê dabû
10:52 Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
10:38 Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir
10:18 Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran
10:04 Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
10:00 Dayika Wekîla HDP'ê Beştaş jiyana xwe ji dest da
09:50 Birayê Abdullah Comert: Edalet pêk nehat
09:25 Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
09:23 Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin
09:22 Ji ber çû taziyeyê ceza lê hat birîn
09:21 5 sal ceza li midûrê Azadiya Welat ê berê birîn
09:21 KHK'yî li Meclîsê dicivin
09:20 Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin
09:20 Berastengê bi hinceta 'leşkerî' nekiriye ceza lê birîn
09:19 ‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e
09:18 Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN
06:56 Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man
20/11/2018
19:25 Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da
17:56 Demîrtaş: Bi biryara DMME'ê posîzyona dîlgirtnê hat tescîlkirin
17:39 Ciwanên HDP’î yên belavokan belav dikirin hatin binçavkirin
17:31 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:12 Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin
17:01 ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne
15:40 ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin
15:36 ‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin'
14:48 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan
14:40 DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
14:05 Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye
13:03 Rêxistina HDP'ê ya Amedê starta hilbijartine da
12:33 Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im
12:02 Di şeva hinê de ji ber rengê kesk sor û zer 4 kes binçav kirin
11:02 Leyla Guven: AKP hesasiyetên gel negire ber çavan dê têk biçe
10:40 Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin
10:37 Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da