Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin

  • rojane
  • 09:23 21 Mijdar 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Piştî kampa li Midyadê hat girtin, êdiziyên li kampê li bajêr bi cih bûn û ji mecbûrê bi heqedesteke kêm dixebitin. Êzidiyan got: "Her yek ji me bi cihekî ve çû. Êdî em jî nizanin em ê ber bi ku ve biçin." 

Êzidiyên piştî êrîşa DAIŞ'ê ya lI şengalê ji mecbûrî koç kirin û hatin li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi cih bûn, piştî kampa li Midyadê hat girtin li nav bajêr bi cih bûn. Lê belê di şert û mercên pir zehmet de dijîn. 
 
12 KES LI XANIYEKÎ 2 ODEYÎ DIMÎNIN' 
 
Piştî kampa li Midyadê hat valakirin malbatên Smaîl û Hêsen ên li kampê diman li Taxa Yeniyê bi cih bûn. Herdu malbat bi derfetên xwe xaniyekî du odeyî kirê kirin. Li malê ê herî mezin Hisên Milko û yê herî biçûk Amed Smaîl bi giştî 12 kes dijîn. 
 
Malbata birayên Smaîl û Hisên, wexta DAIŞ êrîşî Şengalê kir pêşî berê xwe dana Herêma Xanesorê û ji wir jî hatin Tirkiyeyê li Şirnexê bi cih bûn. Paşê herdu malbat ji Şirnexê hat Amedê û li kampê bi cih bûn. Hevjîna Smaîl Milko Zehra Milko wexta êrîş pêk hat ducanî bû û li Amedê zaroka wê hat dinê. Ji ber malbatê ji Amedê hez kir navê Amed li zarokê xwe kir. Piştî Amed bû du salî, careke din malbata birayên Smaîl û Hesen ji cihê xwe bûn û vê carê li Midyadê li kampekê hatin bicihkirin. 
 
‘ÊDÎ EM JÎ NIZANIN EM Ê BIÇIN KUDERÊ' 
 
Smaîl Milko, anî ziman ku şert û mercên wan nebaş in û got: "Êdî koçberî bûye qedera me êzidiyan." Milko, diyar kir ku mezinên malê dixwazin biçin Şengalê û biçûk jî dixwazin biçin Ewropayê. Milko got: "Ji ber vê ne em çûn Şengalê ne jî Ewropayê. Niha em li vira ne. EM sekinîna, em jî nizanin em ê heta kengî li vira bin û biçin kuderê." 
 
Milko, destnîşan kir ku mala ew tê de ne wan bi zorê peyda kiriye û got: "Ger karek hebe em diçin. Ji xeynî vê em bi xêratan dijîn." Milko, destnîşan kir ku wexta ew dixebitin jî heqê keda xwe nastînin. Milko, bilêv kir ku bi 25-30 lîreyî dixebitin, lê ji mecbûrî. 
 
‘EM DINÎ ERDÊ DE DIJÎN' 
 
Milko, diyar kir ku wexta ew li Amedê bûn rihetir bûn û got: "Lê nehiştin em li wir jî bimînin. Ji ber me pir ji Amedê hez kir me navê Amed li kurê xwe kir." Herî dawî Milko xaniyê ku tê de dimînin û nîviyê wê di bin erdê de ye îşaret kir û got: "Va hûn dibînin em çawa dijîn. Em di binî erdê de dijîn." 
 
JI BO TDEAWIYÊ LI BENDA ALÎKARIYÊ YE 
 
Hisên Milko (61) jî, diyar kir ku ûr di serê wî de ye û nikare dermanên xwe peyda bike. Milko, ji bo tedawiyê xwest alîkariya wî bê kirin. Keça Milko ya mezin Nûra Hisên jî diyar kir ku di evan şertan de herî zêde jin zemhetiyê dikişînin û got: "Êdî min fêm kir ku kamp ji vê derê xweştir e. Wexta em li kampê bûn qet nebe me û malbatên din hevdu didît. Me alîkariya hevdu dikir. Lê niha her yek ji me bi cihekî de çûye. Hema bêje êdî em hevdu nabînin. Ji ber vê em xwe tenê hîs dikin. Em dixwazin ji vir biçin." 
 
Nûra Hisên diyar kir ku piştî ji kampê derketine tevî xwişkên xwe û pismam-dotmamên xwe li tekstîlê dest bi kar kiriye û got: "Wexta li tekstîlê kar hebe bang li me dikin. Lê tim kar tune ye. Wexta em dixebitin ji 8'ê sibehê heta 9'ê êvarî em dixebitin. Ew jî bi 25-30 lîreyî. Her wiha tevî kar em karê malê jî dikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

23/11/2018
12:43 Girtiyên jin ên siyasetmedar: Em xwedî li berxwedana Guven derdikevin
12:16 Gardiyanan îşkence li girtiyên Girtîgeha Tokatê kirin
12:09 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriye dan
12:07 Li dijî HDP’a Amedê dorpêçkirina ‘hilbijartina herêmî’ dest pê kir
10:55 Ciwanên HDP'ê: Em natirsin têk naçin li vir in
10:41 Yalçindag: Wergera biryara DMME’yê me pêşkêşî dadgehê kir
09:44 Polîsan 16 kes li Edeneyê binçav kirin
09:26 Teymenekî li Wanê jiyana xwe ji dest da
09:25 Esnafên sanayiya wesayîtan: Krîza vê carê tiştekî din e
09:25 Bavê girtiyên ji sedî 99 astengdar: Ragirtina li girtîgehê mirin e
09:24 Dermanên girtiyê 61 salî nadinê
09:23 ‘Em bi çalakiya Leyla Guven serbilind in'
09:22 ‘Ji bo jin hêzdartir bibin pêdivî bi sererastkirinên nû heye'
09:22 Aborîzan Şahînoz: Unsûrên taleba hundurîn teng dibin
09:21 'Em dixwazin gotina xwe bêjin û li gorî ruhê jinê bijîn'
09:20 Li Mêrsînê jin wê li hemberî şidetê dakevin qadan
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:57 Bêyî haya wê jê çêbibe kirin endama AKP’ê
08:55 Kargeriya bi hezar zahmetî vekir, ji ber krîza aborî digire
22/11/2018
16:23 Demîrtaş: Biryara DMME’yê îspat kir ku hemû doz siyasî ne
15:49 Endamtiya komeleyê û xebatên siyasetê ya Çamçi kirin ‘sûc’
15:14 Ozturk: Em tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin
Buldan: Beyî krîzê Demîrtaş berdin
15:08 Li Bursayê jinek di êrîşa çekdarî de hat kuştin
14:58 ‘Medya hawiz’ a Êlihê ji bo qeyûm seferber bû
14:40 Parêzerên Ocalan cara 766’emîn serî li dozgeriyê dan
14:23 Nûnera YE Mogherini: Em hêvîdarin dê Demîrtaş berdin
14:10 Çalakiya Guven a li dijî tecrîdê di roja 15’an de ye
14:08 Dozger xwest cezayê Bekîr Kaya bê girankirin
14:00 Cenazeyê Er piştî 8 mehan hat veşartin
13:50 HDP: Em ê Stenbolê ji heramiyan rizgar bikin
13:21 Platforma Jinê ya Dîcle Amedê ji girtiyên jin re qert şand
12:33 Platforma Jinan a Axtamarayê banga 25’ê Mijdarê kir
12:16 Erdogan biryara Demîrtaş bi serdozger Kocaman re axivî gelo?
12:15 Biryara pêwistekî ya Pasûrê: Dahgen nikare bi îfadeya şahidan bawer bibe
12:15 Li Enqereyê û Rihayê binçavkirin
11:58 Parlamenter Uca rewşa muzîkjen Erkan Benlî bir rojeva Meclîsê
11:24 Mexdûrên KHK'ê rojeva Lijneya Venêrtina Cemaweriyê de ye
11:22 Dîcleya 2 salî dikeve girtîgehê
11:10 Eskeran li Farqînê li 128 kesan 512 hezar cezayê ceyranê birî
10:39 Kaya: Tundiya li dijî jinan polîtîk e
09:54 8 ciwanên HDP’î hatin berdan
09:47 Polîsan bi ser malên hunermendan de girt
09:33 Di qezaya li Meletiyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Hat îdiakirin li Girtîgeha Bolûyê bi zorê derman dane girtiyekî
09:17 Polis li malbatên rojnamevanan geriyan, gef li wan xwarin
09:17 Ji ber bihabûna ceryanê barê esnafa giran bû
09:16 Li Tirkiyeyê 743 zarokê belaheq di girtîgehê de ne
09:15 Wê li Mazgirtê Pirtûkxaneya Kazim Unlu bê vekirin
09:14 Li Girtîgeha Dîlokê ferzkirina nîzama leşkerî
09:13 Dadgerê DMME'yê yê berê: Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be wê biryarê pêk bîne
09:13 ‘Dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e’
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2018'AN
21/11/2018
16:55 HDP'ê li Nisêbînê ji bo 25’ê Mijdarê daxûyanî da
16:20 Haber-Sen: TRT bi awayekî fîlî kirin şîrket
15:35 Nûnerên partiyên siyasî: Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye
15:24 Altiparmak: Biryar Serokomar jî eleqeder dike
15:01 Cenazeyê 3 karkerên madenê hat derxistin
14:36 Serokê Baroya Rihayê: Divê biryara DMME demildest pêk were
14:22 Medîne Daniş girseyî hat oxirkirin
14:15 Li Edeneyê banga ‘hêza yekîtiyê’ ya hilbijartinê hat kirin
13:58 Kontrola edlî ya nivîskar Karataş hat rakirin
13:45 Şaxên ÎHD’ê: Divê Demîrtaş û hemû hilbijêr tavilê bên berdan
13:03 Parêzer Yalçindag: Birîna cezayê dîsîplînê şerma hiqûqê ye
13:03 Prof. Dr. Akdenîz: DMME tika nake fermanê dide
12:42 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
10:58 Erdogan 3 caran serî li DMME’yê dabû
10:52 Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
10:38 Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir
10:18 Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran
10:04 Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
10:00 Dayika Wekîla HDP'ê Beştaş jiyana xwe ji dest da
09:50 Birayê Abdullah Comert: Edalet pêk nehat
09:25 Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
09:23 Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin
09:22 Ji ber çû taziyeyê ceza lê hat birîn
09:21 5 sal ceza li midûrê Azadiya Welat ê berê birîn
09:21 KHK'yî li Meclîsê dicivin
09:20 Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin
09:20 Berastengê bi hinceta 'leşkerî' nekiriye ceza lê birîn
09:19 ‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e
09:18 Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN
06:56 Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man
20/11/2018
19:25 Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da
17:56 Demîrtaş: Bi biryara DMME'ê posîzyona dîlgirtnê hat tescîlkirin
17:39 Ciwanên HDP’î yên belavokan belav dikirin hatin binçavkirin
17:31 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:12 Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin
17:01 ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne
15:40 ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin
15:36 ‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin'
14:48 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan
14:40 DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
14:05 Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye
13:03 Rêxistina HDP'ê ya Amedê starta hilbijartine da
12:33 Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im
12:02 Di şeva hinê de ji ber rengê kesk sor û zer 4 kes binçav kirin
11:02 Leyla Guven: AKP hesasiyetên gel negire ber çavan dê têk biçe
10:40 Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin
10:37 Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da