Çalakiya Guven a li dijî tecrîdê di roja 15’an de ye

  • rojane
  • 14:10 22 Mijdar 2018
  • |
img

AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 7'ê mijdarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 15'an de berdewam dike. Guven ku destnîşan kir "Di vê dozê û têkoşînê de mirin jî daye ber çavan" rewşa tenduristiya wê her ku diçe xera dibe. Guven ji cemaweriyê dixwaze ku rayagiştî jî li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û têkoşînê xurt bikin. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî şerê li dijî Efrînê bertekên xwe anîn ziman û ji ber li dijî şer nerazûbûn anî ziman hatibû binçavkirin. Guven piştî hat binçavkirin di 31'ê Çile de hatibû girtin û ji wê demê heta niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî tê darizandin. Guven li ruxmê di hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîranê de hat hilbijartin û bû wekîla HDP'ê ya Colemêrgê jî dîsa nehat berdan. Guven ku di 29'ê Heziranê de 1'emîn danişîna wê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin, bi hinceta delîl nehatine komkirin û ji bo delîl bên komkirin nehat berdan û doz hat taloqkirin. Di danişîna ewil de dîsa biryara berdewama girtina Leyla Guven dan. Piştî hilbijartinê li gel Parlamenterê CHP'ê yê girtî dihat darizandin Enis Berberoglu hat berdan jî, lê dîsa Guven ku hat hilbijtin nehat berdan. 
 
Guven ku dozger der barê wê de ji 25 salan heta 46,5 salan cezayê girtîgehê dixwaze, di 7'ê mijdarê de dîsa danişîna wê hat dîtin. Vê carê kelepçe ters xistin destê wê û xwestin bibin danişinê. Lê Guven ev helwest red kir û neçû daniyşînê. Guven bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Guven, di danişînê de diyar kir ku operasyona li dijî Efrînê dagirkerî ye û ji ber vê yekê li dijî operasyonê derketiye. Guven, destnîşan kir ku niha li dijî Kobanê jî operasyon di rojevê de ye û ger ku bê berdan dê li dijî operasyona Kobane û Rojava derkeve û dê dîsa bêje operasyona li dijî Rojava dagirkerîye.  Guven, destnîşan kiribû ku ew ji paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê jinan de bi bandor bûye û dest bi siyasetê kiriye. Heyetê axaftina Guven qut kiribû û gotibû 'Li vir propaganda serokê teroîstann nekin'. Guven bertek nîşanî helwesta dadgehê dabû û gotibû "Hûn nikarin wisa nêzîk bibin. Ew kesê hûn dibêjin terorîst bi Serokomar Erdogan re li ser masaya muzakereyê rûnişt. Hûn wisa bêjin hûn nikarin li ser vê koltûkê rûnên." û bertekên xwe anibû ziman. 
 
 
'EZ DI VÊ OXIRÊ DE MIRINÊ JÎ QEBÛL DIKIM'
 
Guven, bal kişand ser fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser çaraseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wiha anîbû ziman: "Birêz Ocalan di çareserî û aştiya Rojhilata Navîn de xwedî rolek mezin e. Îro bi fikrên xwe rê nîşani Rojhilata Navîn dide. Tecrîdkirina Ocalan sûcê mirovahiyê ye." Guven piştî ve parastinê destnîşan kir ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi greva bêdem dike. Guven, sedema çalalakiyê wiha gotibû: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rolek girîng û binirx a birêz Ocalan hebû. Çareseriyek ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn danî holê. Lê tecrîdkirina birêz Ocalan tê kûrkirin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez ne wek parlamentera HDP’ê, wek Hevseroka KCD’ê ji îro û pêve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikim. Ez mirina di vê oxirê de jî qebûl dikim. Ev tecrîd ne li kesekê li tevahiya gel tê kirin. Ez wek neferek gel û ji bo Birêz Ocalan, di oxira wê de mirinê dipejirînim. Ez dikevim greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger.” 
 
GEL, HDP Û RÊXISTINAN PIŞTGIRÎ DA GUVEN
 
Pişti Guven dest bi çalakiyê kir, gelê Colemêrgê, HDP; DBP, KCD, TJA, rêxistinên demokratîk piştgirî dan û dest bi çalakiyan kir. Piştî HDP'ê ji hemû rêxitinên bajaran re giştîname şand û li Colemêrg, Wan, Amed, Riha û Edeneyê ji bo 2  rojan dest bi çalakiyên grevê kirin û piştgirî dan Guven. Lê rayedarên hikûmet û dewletê li diji van çalakiyan derket. Walîtiya Amedê bi hikmê OHAL'ê biryar da û di 16'ê mijdarê de heta 15 rojan hemû çalakî li Amed û navçaeyên wê qedexe kir. 
 
Rêxistinên dest bi çalakiyê kirin bang li Konseya Ewropa û Komîteya Astengkirina Îşkence (CPT) kir û xwest hestiyar tev bigere. 
 
CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DAN GUVEN 
 
Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku dest bi greva birçîbûnê kiribû lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Girtîgehê lêpirsîna dîsîplînê teblîxî Guven kir. Di daxwaznemeyê de hat xwestin Guven di nava 3 rojan de nivîskî an jî bi devkî parastina xwe bide.  Pişte ji bo Mehekê ceza li Guven birîn. 
 
Guven li Colemêrgê bi rêjeya ji sedî 70,17’an li Colemêrgê weke Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê hatiye hilbijartin. Lê girtî tê darizandin û çalakiya wê di roja 15’emîn de berdewam dike.  Guven a 54 kalî ji ber çalakiya grevê bandorê li ser bedena wê dike rewşa tenduristiya wê xera dibe. Guven dixwaze ku hemû kesên aştî u demokrasiyê dixwaze li dijî tecrîdê denge xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin çalakiya wê. 

Sernavên din

23/11/2018
12:43 Girtiyên jin ên siyasetmedar: Em xwedî li berxwedana Guven derdikevin
12:16 Gardiyanan îşkence li girtiyên Girtîgeha Tokatê kirin
12:09 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriye dan
12:07 Li dijî HDP’a Amedê dorpêçkirina ‘hilbijartina herêmî’ dest pê kir
10:55 Ciwanên HDP'ê: Em natirsin têk naçin li vir in
10:41 Yalçindag: Wergera biryara DMME’yê me pêşkêşî dadgehê kir
09:44 Polîsan 16 kes li Edeneyê binçav kirin
09:26 Teymenekî li Wanê jiyana xwe ji dest da
09:25 Esnafên sanayiya wesayîtan: Krîza vê carê tiştekî din e
09:25 Bavê girtiyên ji sedî 99 astengdar: Ragirtina li girtîgehê mirin e
09:24 Dermanên girtiyê 61 salî nadinê
09:23 ‘Em bi çalakiya Leyla Guven serbilind in'
09:22 ‘Ji bo jin hêzdartir bibin pêdivî bi sererastkirinên nû heye'
09:22 Aborîzan Şahînoz: Unsûrên taleba hundurîn teng dibin
09:21 'Em dixwazin gotina xwe bêjin û li gorî ruhê jinê bijîn'
09:20 Li Mêrsînê jin wê li hemberî şidetê dakevin qadan
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:57 Bêyî haya wê jê çêbibe kirin endama AKP’ê
08:55 Kargeriya bi hezar zahmetî vekir, ji ber krîza aborî digire
22/11/2018
16:23 Demîrtaş: Biryara DMME’yê îspat kir ku hemû doz siyasî ne
15:49 Endamtiya komeleyê û xebatên siyasetê ya Çamçi kirin ‘sûc’
15:14 Ozturk: Em tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin
Buldan: Beyî krîzê Demîrtaş berdin
15:08 Li Bursayê jinek di êrîşa çekdarî de hat kuştin
14:58 ‘Medya hawiz’ a Êlihê ji bo qeyûm seferber bû
14:40 Parêzerên Ocalan cara 766’emîn serî li dozgeriyê dan
14:23 Nûnera YE Mogherini: Em hêvîdarin dê Demîrtaş berdin
14:10 Çalakiya Guven a li dijî tecrîdê di roja 15’an de ye
14:08 Dozger xwest cezayê Bekîr Kaya bê girankirin
14:00 Cenazeyê Er piştî 8 mehan hat veşartin
13:50 HDP: Em ê Stenbolê ji heramiyan rizgar bikin
13:21 Platforma Jinê ya Dîcle Amedê ji girtiyên jin re qert şand
12:33 Platforma Jinan a Axtamarayê banga 25’ê Mijdarê kir
12:16 Erdogan biryara Demîrtaş bi serdozger Kocaman re axivî gelo?
12:15 Biryara pêwistekî ya Pasûrê: Dahgen nikare bi îfadeya şahidan bawer bibe
12:15 Li Enqereyê û Rihayê binçavkirin
11:58 Parlamenter Uca rewşa muzîkjen Erkan Benlî bir rojeva Meclîsê
11:24 Mexdûrên KHK'ê rojeva Lijneya Venêrtina Cemaweriyê de ye
11:22 Dîcleya 2 salî dikeve girtîgehê
11:10 Eskeran li Farqînê li 128 kesan 512 hezar cezayê ceyranê birî
10:39 Kaya: Tundiya li dijî jinan polîtîk e
09:54 8 ciwanên HDP’î hatin berdan
09:47 Polîsan bi ser malên hunermendan de girt
09:33 Di qezaya li Meletiyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Hat îdiakirin li Girtîgeha Bolûyê bi zorê derman dane girtiyekî
09:17 Polis li malbatên rojnamevanan geriyan, gef li wan xwarin
09:17 Ji ber bihabûna ceryanê barê esnafa giran bû
09:16 Li Tirkiyeyê 743 zarokê belaheq di girtîgehê de ne
09:15 Wê li Mazgirtê Pirtûkxaneya Kazim Unlu bê vekirin
09:14 Li Girtîgeha Dîlokê ferzkirina nîzama leşkerî
09:13 Dadgerê DMME'yê yê berê: Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be wê biryarê pêk bîne
09:13 ‘Dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e’
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2018'AN
21/11/2018
16:55 HDP'ê li Nisêbînê ji bo 25’ê Mijdarê daxûyanî da
16:20 Haber-Sen: TRT bi awayekî fîlî kirin şîrket
15:35 Nûnerên partiyên siyasî: Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye
15:24 Altiparmak: Biryar Serokomar jî eleqeder dike
15:01 Cenazeyê 3 karkerên madenê hat derxistin
14:36 Serokê Baroya Rihayê: Divê biryara DMME demildest pêk were
14:22 Medîne Daniş girseyî hat oxirkirin
14:15 Li Edeneyê banga ‘hêza yekîtiyê’ ya hilbijartinê hat kirin
13:58 Kontrola edlî ya nivîskar Karataş hat rakirin
13:45 Şaxên ÎHD’ê: Divê Demîrtaş û hemû hilbijêr tavilê bên berdan
13:03 Parêzer Yalçindag: Birîna cezayê dîsîplînê şerma hiqûqê ye
13:03 Prof. Dr. Akdenîz: DMME tika nake fermanê dide
12:42 Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin
10:58 Erdogan 3 caran serî li DMME’yê dabû
10:52 Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
10:38 Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir
10:18 Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran
10:04 Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
10:00 Dayika Wekîla HDP'ê Beştaş jiyana xwe ji dest da
09:50 Birayê Abdullah Comert: Edalet pêk nehat
09:25 Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
09:23 Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin
09:22 Ji ber çû taziyeyê ceza lê hat birîn
09:21 5 sal ceza li midûrê Azadiya Welat ê berê birîn
09:21 KHK'yî li Meclîsê dicivin
09:20 Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin
09:20 Berastengê bi hinceta 'leşkerî' nekiriye ceza lê birîn
09:19 ‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e
09:18 Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN
06:56 Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man
20/11/2018
19:25 Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da
17:56 Demîrtaş: Bi biryara DMME'ê posîzyona dîlgirtnê hat tescîlkirin
17:39 Ciwanên HDP’î yên belavokan belav dikirin hatin binçavkirin
17:31 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:12 Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin
17:01 ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne
15:40 ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin
15:36 ‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin'
14:48 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan
14:40 DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
14:05 Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye
13:03 Rêxistina HDP'ê ya Amedê starta hilbijartine da
12:33 Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im
12:02 Di şeva hinê de ji ber rengê kesk sor û zer 4 kes binçav kirin
11:02 Leyla Guven: AKP hesasiyetên gel negire ber çavan dê têk biçe
10:40 Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin
10:37 Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da