Temellî: Em dê faşîzmê têk bibin
Ozturk: Me bi ciwanî dest pê kir emê bi ciwanî bi ser bikevin

  • rojane
  • 14:02 25 Mijdar 2018
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Sezaî Temellî peyam ji meclîsa ciwanan re şand û diyar kir ku tirsa faşîzmê berxwedana wan e û ew dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk  jî diyar kir ku wan bi ciwanî dest pê kir û dê bi ciwanî bi ser bikevin. 
 
2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şiyara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" li salona Kongre û Konferansê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi axaftinan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, ku xwest beşdarî kongreyê bibe, lê ji ber muxalefeta hewayê nekaribû bê, peyam şand. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag peyama Temellî xwend û silavên Temellî ji ciwanan re şand û got: "Ez silavên xwe ji hevamên me yên ciwan ên bi mîrateya Selehaddîn Adin, Deniz Karacagîl û Paramazan li Amedê kom bûne yek bi yek selav dikim. Ji bo em bi were bin me amadekarî kir. Lê ji ber muxalefeta hewayê ez nikarîbûm bêm. Teqez em dê faşîzmê têk bibin. Lê niha ji ber şertên hewayê nikarin tiştekî bikin. Ez bawer dikim ku muxalefeta ciwanên yekbûyî dê muxalefeta hewayê jî bikin mijara kongreyê. 
Sekna we ya bi rêxistin, wêrek û biryar tirsa dilê faşîzmê ye. Ez bawer diki ku dê kongre li gorî vê hêzê bi encam bibe. Serkeftinê dixwazim. Wek Mazlûm û rêhevalên wî gotî: Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e. Peşeroja me li gel ciwanan berxwe dide.”
 
OZTURK: BILA LI SALONÊ BINERIN
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî bang li ciwanan kir û bal kişand ser pêvajoya 3 salên dawî. Ozturk, diyar kir ku dixwazin kurdan bê vîn bihêlin û wiha got: "Hemû hewldanên îktidarê ji bo kurd nebin xwedî nasname û statu. Ji ber vê yekê erîşên li dijî kurdan berdewam dikin. Lê negihiştin armanca xwe. Em îro li ciwanên xwe dinerin, em dibînin ku pergal negihiştine armanca xwe. Nirxên ku em diparêzin nirxên mirovahiyê ye. Nasname û çanda me ye. Ji ber vê yekê tu hêz wekî demên borî niha jî nikarin me tune bikin. Bila li salonê binerin û vê rastiyê bibînin." 
 
‘OCALAN JI BO GELAN BÛ HÊVÎ'
 
Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wina berdewam kir: "Tecrîd îro li tevahiya Tirkiye belav bû. Gelê Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan 20 salin li greva Îmarliyê bi tenê li ber xwe dide. Gelê Kurd xwestin li Îmraliyê tune bikin. Lê Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ev yek têk bir. Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd û tirk, ji bo gelê Rojhilata Navîn jî bu hêvî. Bi tecridkirina Ocalan naxwazin aştî, aramî û azadî bê Rojhilata NAvîn. Lê em dê van tevan pûç bikin." 
 
‘EM ÇALAKIYA LEYLA GUVEN SILAV DIKIN
 
Ozturk, bal kişand ser çalakiya Hevserokê KCD Leyla Guven û wiha got: “Birêz Leyla Guven ji bo xwe tiştekî naxwaze. Bi armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi vê çalakiyê kiriye. Bi tevrîdkirina Birêz Ocalan dixwaze heviyên gel tune bike. Êrîşên li dijî gelan encama tecrîdê ye. Leyla Guven li dijî tecrîd û pêkanînên li ser gelan dest bi vê çalakiyê kiriye. Leyla Guven tecrîd qebûl nekir û qebûl nake. Em ji vir slavan ji zindana Amedê re dişînin. 
 
DIVÊ KURD LI DIJÎ DIJMINANTIYA NAVDEWLETÎ BIBIN YEK
 
 Ozturk, herî dawî destnîşan kir ku Tirkiye tu cari hebûna gelê kurd tehamul nake û wiha bi dawî kir: "Dema mijar dibe statuya gelê kurd hemû hêzên navdewletî dibin yek. Tirkiye êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Efrîn bajarê herî aram ê cîhanê bû. Lê Tirkiye êrîşî Efrînê jî kir. Tu çima Efrînê îşgal dike. Ev encama dijminantiya kurd e. Kurd ji ber nasnameya xwe ya kurd li heberî xwe dewleta faşîst dibînin. Her çend êrîşên xwe giran bikin jî Kurd li çar aliyan dibin yek. Kurd êdî li çar aliyan xwe bi rêxistin kirine. Tenê kêmasiya me yekîtiya neteweya kurd e. Divê teqez em li dijî van êrîşên navdewletî yekîtiya neteweyî ava bikin. Divê em bi xwe biryara xwe bidin. Divê em kurd bi hevre bibin bersîv. Ev sedsal sedsala Kurdan e. Duh li Zilan, Dersîm û Cizîrê komkujî pêk anîn. Ger ku em bibin yek dewlet êdî nikare li ser kurdan komkujiyê pêk bîne."  
 
Ozturk, gotina xwe bi "Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi ser bikevin" bi dawî kir. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/11/2018
11:24 Li Licê operasyona eskerî didome
11:23 Parêzerên Ocalan cara 767’emîn serlêdan kirin
11:23 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:14 Cenazeyê Saltan hat defin kirin
10:35 Kamyona ket kampusa ODTU xwendekarek kuşt
09:55 Qeyûm li Cizîrê dar birîn û dîrekên MOBESE çikilandin
09:14 Îslam: Her diçe keştî noqî avê dibe, MHP jî êdî kêr nayê
09:13 Aktar: Dozger jî dizane kê Tahir Elçî kuştiye
09:12 Polîs bi hinceta 'îxbar heye' endamên KESK'ê taciz dikin
09:11 Parêzerê Komkujiya Pirsûsê: Wê dosye bi vî awayî bimîne
09:11 Midûrê bankeyê û xebatkarê wê bi selefxuriyê hatin tawanbarkirin
09:10 Îxrackirin jî nikaribû wan ji karê wan ê sendîkayê dûr bixe
09:09 Endama Komîsyana Venedîkê yê Berê: PMME ji ezmanan nehat
09:09 ‘Divê çirûska Leyla Guven pêxist berfireh bibe’
09:08 Karkerên tekstîlê yên nikarin debara xwe bikin rojên zor derbas dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2018'AN
26/11/2018
19:07 Polîsan mudaxaleyî daxuyaniya HDP'ê kir
16:27 Li Geverê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
15:51 Li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa berhemên heskifê neqil dikin
14:53 Îfadeya xebatkarên Yenî Yaşamê dest pê kir
14:11 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin
14:07 Li Girtîgeha Panosê girtî hatin derpkirin
14:06 KESK: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo aştiyê têbokişin
13:36 Kurtulan: Leyla Guven hestiyarek civakî înşa kir
13:35 Koçyîgît a hat derpkirin: Tu wateya barîkaten tuneye
13:14 Parêzerê Yurdakul ê ji ber Kurd bû hat kuşt: Biryar di cih deye
13:14 Qeyûm-Walî dest bi propaganda namzetên AKP’ê kir
12:17 Li Sîwasê du tren li hev qulipîn
11:41 Di helîkoptera leşkerî ya ket de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:37 Li dijî qereqola ser sînor êrîşa bi roket
11:36 Ji bo bersûcên Yurdakul cezayê muebetê hat dayîn
11:00 Ciwanên HDP’î: Emê berxwedana Guven belav bikin
10:51 Girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûne dikin
10:35 Li Girê Spî yekem car 25'ê Mijdarê pîroz kirin: Dê hemû cîhan qêrîna me bibihîze
10:28 Sendîkavan û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:52 Wan bi berfê sipî bû
09:35 Mulkiye Bîrtanê hat binçavkirin
09:15 Ji ber ku girtî li dijî lêgerîna hûndirê dev qebûl nekirin hatin derpkirin
09:10 Kaya: Li Sûrê tu guhertin tune ye, dana jibîrkirin heye
09:09 ‘Lêpirsîna veşartî’ ya cînayeta Elçî 3 salin pêş nakeve
09:08 Koma Banga Demokrasiyê: Armanca me ne tenê hilbijartine, hevkariyek mayîn deye
09:07 Îzmîriyan: Demîrtaşê aştiyê dixwaza serbest berdin
09:07 Çalakiya karkerên TARÎŞ’ê di roja 19’an de didome
09:06 Îmîr a HDP’î: Tecrît şikandin deynê stûyê me ye
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2018'AN
07:56 Li gundên Licê qedexe hat îlankirin
25/11/2018
20:38 Li Îran û Başûrê Kurdistanê erdhej pêk hat
20:14 Jinan mudaxaleya polîsan nas nekir
Kolan bi rêngê xemrî neqişandin
18:47 Jinan barikata polisan nas nekirin: Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin
17:24 Ciwanên HDP'î: Emê bi berxwedanê qezenc bikin
16:16 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên 10 mehan de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan
16:07 Dadgehê 'îhaleya rantê' ya heskifê îptal kir
15:43 Jin li qadan in: Ne tenê 25'ê Mijdarê her roj têkoşîn
14:27 Buldan: Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e
14:08 Rojnameger Karagoz hat binçavkirin
14:02 Temellî: Em dê faşîzmê têk bibin
Ozturk: Me bi ciwanî dest pê kir emê bi ciwanî bi ser bikevin
12:56 DÎSA-DER: Bila hevalên me bên berdan
12:33 Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP'ê dest pê kir: Encam dê muhteşem be
10:09 Hilbijêrên Jin ên Colemêrgî: Em piştevaniya Guven xurt bikin
09:43 'Mêr hem ji îktîdarê û hem ji darazê hêzê digirin'
09:10 Girtiyên jimareya li piyan qebûl nekirin rastî êrîşa gardiyanan hatin
09:08 Di dosyeyên Cizîrê de gavek nû: Vê carê îtiraz qebûl kirin!
09:05 Derz li dîwarê wê ketine, lê hîn jî tê bikaranîn
09:02 'Bi dengbêjiyê em dikarin zimanê xwe biparêzin'
09:00 Guzel: Berî rewşa tenduristiya Guven giran bibe, divê daxwazên wê pêk bên
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2018'AN
24/11/2018
18:10 Zeytûn: Ji ber ambulans nexistin kolanê Hêlîn jiyana xwe ji dest da
17:27 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn
17:25 Karkerên TOKÎ û rêveberên fîrmayên taşeron dest ji kar berdan
16:37 Platforma Jinan a Mêrdinê qedexeya Qeymeqan nas nekirin
16:03 Dosyeya Demîrtaş di 19’ê mijdarê de hatiye lêkolînkirin
15:56 Jin ji bo 25'ê mijdarê kom bûn: Em li tekoşîna Guven xwedî derdikevin
15:35 ‘Biryarên DMME mîsogerin û naye şîrovekirin’
14:55 Di roja mamosteyan de bû qurbanê cînayetê kar
14:45 Balê kişandin ser rewşa jinên girtî yên nexweş
14:35 Dayikên Şemiyê: Ji bîr nekin Galatasaray gora me ye
13:44 Polîsan Derhêner Kazim Oz binçav kir
13:15 ÎSÎG: 108 mamoste di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:30 Seroka DÎSK'ê Çerkezoglu: Sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e
11:26 Jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyî: Yekem car em 25'ê mijdarê pîroz dikin
09:47 Polisan li gelek bajaran bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin
09:26 Li Cizîrê piştî 12.00'ê şevê vekirina dikanan qedexe ye
09:24 Aslan: Ger Tirkiye biryara DMME'yê qebûl neke, mesele dê nû dest pêbike
09:22 Wê ciwanên Edeneyê bi girseyî tev li kongreya ciwanan bibin
09:07 Başaran: Em ê dev ji qeyûma bernedin, wê hesab bidin
09:07 Gelo zeytûnên Efrînê ji bo OSO fînanse bikin anîn?
09:05 Parêzerên Ocalan serî li DMME'yê dan
09:04 Wê jin Taksîmê boyax bikin: Werim em bi hev re biguherînin
09:02 ‘Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin'
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2018'AN
07:16 Qeymeqamê Artukluyê çalakiyên 25'ê Mijdarê qedexe kir
23/11/2018
16:34 Karkerê înşaetê ji qatê 6'an ket û can da
16:09 Jinên hiqûqnas xwestin Demîrtaş tavilê bê berdan
16:07 Çalakiyên Jinan ên 25'ê Mijdarê: Em ê ji bo mafê xwe têbikoşin
15:38 Li Mêrdîn û Dersimê starta hilbijartinê hat dayîn
15:04 Demîrtaş: Operasyona ‘pêngav û vî karî xelas bikin’ êdî tê fêmkirin
14:53 Fîsk bazar Idbilê ya pişt perdeya cînayetê Kaşikçi nivîsî
14:24 ÎHD: Li Herêmê di 6 salan de 374 jin hatin kuştin
14:01 ‘Şideta li dijî jinan polîtîk e lê em ê têbikoşin’
12:56 HDP: Bi Guven û Demîrtaş re divê hemû dîlên siyasî bên berdan