NAVENDA NÛÇEYAN - Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê li gelek navendan daketin qadan û çalakî pêk anîn. Jinan di çalakiyan de diyar kirin ku ne tenê 25'ê Mijdarê dê her roj li kolan û qadan bin û têbikoşin.
Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê li Êlih, Şirnex, Riha, Dersîm, Dîlok, Colemerg, Agirî, Wan û Enqereyê daketin qadan û çalakî pêk anîn.
ÊLIH
Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstên TJA, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên jin amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta "Jin, jîyan, azadî" vekirin û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, dorpêço polîsan şermezar kir û wiha got: "Li dijî jinan bi destê îktîdarê tundî tê meşandin. Niha li vir 50 jin daxuyanî didin, lê çarqat polîs li dora me kom bûne. Ev cureyekî tundiyê ye. Em vê nêzîkatiyê qebul nakin."
Bajaran bal kişand ser çalakiya KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Daxwaza Leyla Guven rakirina tecrîdkirina Ocalan e. Daxwaza wê daxwaza me ye. Bi hezaran salin jin di bin tecrîdê de ne. Ji ber vê yekê em baş dizanin tecrîd çiye. Em li çalakiya Leyla Guven xwedîderdikevin." Başaran heri dawî bang li jinan kir ku ji bo hilbijartinê namzetiya xwe diyar bikin.
Aktivîsta TJA'yê Zozan Şimşek jî diyar kir ku vîna jinêbi qeyûm hatiye desteserkirin û wiha got: "Em li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê xwedî derdikivin. Em de bi hevî û baweri çalakiyên xwe berdewam bikin. Bi rêxistinbûna jinan dê aştî û azadî bi ser bikeve. Tewez em dê bi ser bikevin."
ŞIRNAK
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endam û rêveberên Meclisa Jinan yên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Meclîsa Jinên Zubeyde Zumrut jî tev li tundiyê bû. Jinan di çalakiye de pankarta “Li dijî tundiya mêr û dewletê bijî piştevaniya jinan." veikirin. Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê Fatma Gunduz, diyar kir ku her roj bi dehan jin rastî tundiya mêr tên û wiha got: "Mixabin pergala heyî vê tundiyê rewa nişan dide. Ji bo ev tundî bi dawî bibe divê jin ne tenê 25'ê mijdarê li qadan û kolanan bin. Divê jin her dem li dijî tundiyê li kolan û qadan têbikoşin. Em Leyla Guven jî silav kir û piştgiriyê didin çalakiyla wê."
Endama Meclîsa HDP’ê Zumrut jî diyar kir ku wekî her dem dê ji niha û şûnde jî tekoşîna jinê xurt bikin. Zumrut çalakiya Guven silav kir û xwest demildest tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Jinan piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
RIHA
Platforma Jinan a Rihayê jî bi heman armancê li ber Kargeriya Karakoyûnê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, endam û rêvberên DBP, ÎHD,CHP û Mala Jiyanê jî di çalakiyê de amade bûn. Polîsên dora çalakgeran dorpêç kir li nasnameyê nerîn û li GBT'ê nerîn. Di çalakiyê de Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Sema Aîşeoglu diyar kir ku AKP ji bo bi hêzanî civakê têxe kontrola xwe û li gorî xwe bi rêve bibe dixwaze jinê di malê de hepis bike. Çalakî bi tilîlîyan bi dawî bû.
DÎLOK
Platforma Jinan a Dîlokê jî li Yeşilsû daxuyan dan. Jinan di çalakiyê de pankarta “Em dê azadiya xwe bi dest bixin. Em dê dawî li serdestiyê bînin" vekirin. Di çalakiye de wêneyên jinên ku ji ailyê mêr ve hatine kuştin vekirin û bi darên li parkê vekirin. Sekretera Jinan a Şaxa Egîtim Sen'ê ya Dîlokê Sara Alagoz, diyar kir ku li gorî rapora Foruma Aboriya Cîhanê Tirkiye di nava 140 welatan de di rêza 131’an de ye
DERSÎM
Platforma Jinan a Dersime jî bi heman armancê li Qada Seyit Riza daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Tuba Apaydin daxuyanî da. Apaydin, destnişan kir ku bi hişmendiya “Jin û mêr ne weknevin" politîkayên dijminantiya jinê tê pêşxistin. Apaydin, destnişan kir ku polîtîkayên ku AKP li ser jinê ferz dikin qebûl nakin û red dikin û wiha got: "Em dê li dijî van polîtîka û tundiyê têkoşîna xwe mezin û xurt bikin. Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
WAN
Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê jî bi heman armancê li Platforma Şaxan a KESK'ê kom bûn û xwestin heta Parka Musa Anter a Aştiyê bimeşin. Lê ji ber ku bi sedan polisên bi zirxî dora avahiyê bi maşîneyên zirxî girtin,
destûr nedan ku jin bimeşin. Piştî niqaşek dirêj jin kom bi kom meşiyan parka Musa Anter û Aştiyê. Jin piştî li Parkê li hev kom bûn bi tîlîliyan dirûşmeya "Jin Jiyan Azadi" berz kirin.
Jinan di çalakiyê de pankarta "Em li dijî tundiya mêr bêdeng neman û em dê li dijî tundiyê xwe bi rêxistin bikin" vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan jî li vir axivî û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Ertan, diyar kir ku tevî OHAL bi dawi bûye jî pêkanînên ji OHAL'ê dijwartin hene û helwesta polîsan şermezar kir. Ertan çalakiya Leyla Guven jî silav kir û piştgirî da çalakiya Guven.
Li ser navê Platforma Jinan a Ahtamara Gulcan Kaçmaz jî diyar kir ku di serdema Îktîdara AKP'ê de 13 hezar û 928 jin hatine kuştin û wiha got: "Tenê di 2017'an de 4 hezar û 9, di 2018'an de jî 287 jin hatin kuştin. Kaçmaz, anî ziman ku ew vê ferasetê red dikin û qebûl nakin. Jinan piştî daxuyaniyê bi tilîliyan dirûşmeyên "Em bêdeng nabin, em natirsin û em îteat nakin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
AGIRÎ
Jin li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi tevlêbûna Parlanentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya di taştê de kom bûn. Jinan eleqeyek mezin nîşanî civînê da. Hevseroka HDP'e ya Bazîdê Arzu Savaş, bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê. Huda Kaya jî ani ziman ku jinên îro li ber xwe didin her dem li dijî feraseta mêr di nava têkoşînê de ne û wiha got: "Têkoşîna jinan ne qediya û dê tu car nexede." Piştî civina taştê jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadi” berz kirin.
COLEMÊRG
Jinan bi minasebat 25'ê mijdarê li navçeya Geverê ya Colemêrgê panel pêk anîn. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û gelek jinên din amade bûn.
ENQERE
Li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê jî bi heman armancê bi sedan jin kom bûn. Jinên li Kolana Sakarya kom bûn daxuyanî dan û çalakî pêk anîn. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu û gelek jinên din amade bûn. Jinan li vir çalakiya Leyla Guven silav kirin û piştgirî dan çalakiyê. Jinan xwest hemû jinên cîhanê yekîtî û piştevaniya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe li qadan berdewan bikin.