ÎZMÎR - Çalakiya 7 karkerên TARÎŞ’ê yên bi hinceta endamên sendîkayêne ji kar hatin avêtin, ligel hemû zorî û zehmetiyan jî di roja 19’emîn de berdewam dike. Serokê Gida-Îş a Herêma EgeyÊ Gursel Kose, diyar kir ku ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.
7 karkerên di fabrîqeya Herêma Sanayî ya Organîzea Çîglî ya Îzmîrê de dixebitîn, bi hinceta endamên Gida Îş a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kar ên Şoreşger (DÎSK) ne, di 6’ê Mijdarê de ji kar hatin avêtin. 7 karkeran li ser vê yekê, li ber nûnertiya Sendîkaya Gida-Îş desty bi çalakiya rûniştinê kirin û ev 19 rojin çalakiya wan berdewam dike.
BÊYÎ KU GUH BIDIN SERMAYÊ
Mûrat Yilmaz ê 7 salin li fabriqeyê karê kîmyageriyê dike wiha behsa çalakiya xwe ya rûniştinê dike: “Serê sibê saet 07.30’an em dest bi çalakiya xwe dikin û bi şev jî heya yek karker jî di fabrîqeyê de ma be em çalakiya xwe berdewam dikin. Ligel hemû şert û mercên zivistanê jî, bi înat emê çalakiya xwe berdewam dikin. Ji bo ku em berxwedana xwe mezin bikin û bibin serkeftinê em tim dinava xwe de nirxandin dikin. Piştgiriyek mezin ji bo me heye. Dost û hevalên me, me bi tenê nahêlin. Partiyên siyasî û sendîka tim piştgiriyê didin me.”
Yilmaz, da zanîn ku 130 kes di fabrîqeyê de dixebitin û wiha got: “Ji van 130 kesan, 120 kes endamên sendîkayêne. Dema me dest bi çalakiyê kir, polîs hatin û 65 kes binçavkirin. Ji wê rojê û vir ve daxwazên me berdewam dikin. Em dixwazin karkerên ji kar hatin derxistin paşve vegerîn ser karên xwe. Em dixwazin mafên me yên sendîkayî bên naskirin û hevpeymanek giştî bê îmzekirin. Heya ku daxwazên me bên qebûl kirin, emê çalakiya xwe berdewam bikin. Em dixwazên hemû raya giştî, hêzên kedkar û partiyên siyasî piştgiriyê bidin me.”
‘FABRÎQA YÊ KARKER Û GUNDIYANE’
Serokê Gida-Îş ê Herêma Egeyê Gursel Kose jî, anî ziman ku di Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê de mafê sendîkayan ên demokratîk hene û wiha bilêv kir: “Kardêr weke ku sûceke karkeran hebe wan ji kar davêjin. Ev der kooperatife. Li vê fabrîqeyê keda hevalê me tê xwarin, eziyet û zilm heye. Ji bo hevalê me êdî kêr gehiştibû hestî. Ji bo ku em bi rêxistinî tevbigerin, em bûn endamên sendîkayê. Niha bi me re hevdîtin nakin. Roja me dest bi çalakiyê kir, parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çapnî, bi Midûrê Mafê Mirovan re hevdîtin kir. Dema Birêz Çepnî pirsa ji kar derxistina karkeran ji midûr kir, midûr got ‘Ev vale vale digerin, ji ber vê me ji kar derxistin.’ Li çavên karkeran mêze kir û ev gotin got. Ev bêrêziye. Kedxwarine.”
‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’
Kose, diyar kir ku berxwedana karkeran dê demek dirêj berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nêzîkatiya kardêran dê diyarker be. Ger daxwazên me qebûl bikin û karkeran paşve bigirin kar, emê çalakiya xwe bi dawî bikin. Lê ger wisan nebe, emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Hevalên me niha îlanên destan amade dikin. Em li gelê xwe bilav bikin. Emê hewl dibin dengê xwe bilindtir bikin.”