ÎZMÎR - Îzmîriyan, diyar kirin ku divê biryara DMME ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de dayî bê bi cih anîn û gotin: “Divê Demîrtaş dimildest bê berdan.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê da. Lê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî, diyar kiribû ku ev biryara DMME wan eleqedar nake û ewê hemleyên dijber bikin û wisan dê kar bi dawî bikin. Bertekên li dijî van gotinên Erdogan berdewam dikin. Gelê Îzmîrê jî bertek nîşan da û xwestin dimildest Demîrtaş bê berdan.
‘TEQEZ DÊ DEMÎRTAŞ BÊ BERDAN’
Selma Esen, diyar kir ku biryara DMME pir başe ye, lê bi cih ne anîna vê biryarê mijara xemgîniyê ye. Esen, anî ziman ku teqez dê Demîrtaş bê berdan û wiha axivî: “Demîrtaş siyasetek meşrû bi rêve dibir. Di serî de Erdogan hemû kes vê yekê dizanin. AKP, MHP û CHP jî navde hemû kes fikrên Demîrtaş diecibînin. Gelek kesên ne HDP’ê vê rastiyê tînin ser ziman.”
'LI GORÎ KESAN PERGALEKE HIQÛQÎ HEYE’
Eser, bersiv da gotinên Erdogan ên weke “Em biryara DMME nas nakin” jî û wiha got: “Hevpeymanên îmzekirî yên bi DMME re hene. Divê Erdogan li gorî vê gav bavêje û pergala hiqûqî bike dewrê. Ji xwe li vî welatî pergaleke darazê tuneye. Kes nikare li gorî xwe nêzî hiqûqê bibe. Wezîrê Karê Hûndir heqaretên pir giran dike. Lê dadger ji bo van heqaretan dibêjin ‘azadiya ramanê ye.’ Dema gelên mîna me jî parastina xwe dikin, yek bi yek wan ceza dikin. Li gorî kesan perbaleke hiqûqî heye. A rastîn mirov jê vê re nikare bêje hiqûq jî. Lê em baş dizanîn Demîrtaş mafdare û dê di demek kin de bê berdan.”
‘MUDAXILEYÊ DARAZÊ DIKIN’
Feremez Çevîrel jî, anî ziman ku gelek siyasetmedarên bêyî ku tu sûcên wan hebin bi Demîrtaş re girtîne û wiha axivî: “Gerek dikir ku heya niha Demîrtaş bihatiba berdan. Divê dimildest biryara DMME bê bi cih anîn. Hêza tu kesê tuneye ku mudaxileyê darazê bike. Lazime ku Demîrtaş bê berdan.”
‘DIVÊ EM BIBIN YEK’
Nîhat Akyildiz jî, dest nîşan kir ku Demîrtaş rûmeta wane û wiha bilêv kir: “Divê hemû gel bibin yek û li dijî gotina Erdogan a ‘Em biryarê nas nakin’ derbikevin. Erdogan bi kirînên xwe dixwaze vîna me tune bihesibîne. Madem di her platforman de behsa welatekê demokratîk dike, wê demê bila girtiyan azad bike. Divê em bibin yek, hemû girtiyan ji zindanan der bixin. Ger em li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê bêdeng bimînin, kaosa îro heyî dê li me vegere.”