WAN - Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê yên di operasyona navenda wê Wan e de hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Wanê tên ragirtin. Hat diyar kirin ku îfadeya xebatkaran dest pê kir.
Di operasyona li Wan, Stenbol, Edene û Îzmirê de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê jî di navde 7 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin anîn Midûriyeta Polîsan a Wanê. Hat diyar kirin ku îfadeya xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşemê yên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Wanê dest pê kir. Îfadeya xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem, Nacî Erdem, Suat Karagoz, Ferhat Duman, Murat Karakaş, Mîzgîn Fendîk, Ozkan Akyurek yên Rojnameya Yenî Yaşamê dest pê kir. Hat diyar kirin ku hemû diyalogên li ser xebat û belavkariya rojnameyê li dosyayê hatiye barkirin û anîne pêş wan. Hat zanîn ku îfadeya wan dê di nava rojê de bi dawî bibe.