ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, bi armanca serdegirtin û binçavkirina li dijî endam û rêveberen xwe şermezar bike xwest li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan mudaxaleyî girsê kir.
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Enqereyê bi armanca serdegirtina malan û binçavkirina endam û rêveberên xwe şermezar bike xwest li ber avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Girseya ku li ber avahiya HDP'e ya Enqereyê kom bûn, pankarta “Zext û binçavkirin me bêzar nakin" vekirin. Li ser vê yekê polisan hewl da girsê têxe hundir. Tevî rageşî û mudaxaleya polîsan jî girsê daxuyanî da û xwest hevalen wan ên hatin binçavkirin serbest bên berdan.