RIHA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku ji bo pêşiya demokrasiyê vebibe çalakiya Leyla Guven çirûskek e û got: “Ji bo ev çirûsk geş bibe pêwîste her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 20’emîn de didome.
Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Oya Ersoy û Hevseroka KESK’ê Aysun Gezen xwestin daxwazên Guven demildest bên cih.
‘BI MILYONAN KES TÊN TECRÎDKIRIN’
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku heke daxwazên Guven bên cih dê aştî û aramî bê Tirkiyeyê û got: “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan bi milyonan mirov hatiye tecrîdkirin. Pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê hatiye xitimandin. Ji bo pêşî li vê xitimandinê vebe Leyla Guven jî çirûskek pêxist û dest bi çalakiyê kir. Ji bo ev çirûsk berfireh bibe lazim e her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye jî. Muxatabê aştî û aramiyê Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê heta dawiyê em jî piştevaniyê didin çalakiya Guven.”
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî anî ziman ku divê Leyla Guven demildest bê berdan û got: “Cihê parlamenterek ku bi vîna gel hatiye bijartin ne girtîgeh e. Cihê wê nav gel û meclîs e.”
'BILA DAXWAZA WÊ BÊ QEBÛLKIRIN’
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî bi bîr xist ku Leyla Guven bi vîna gel hatiye bijartin û got: “Girtina Leyla Guven bêhiqûqî ye. Bi îdianameyên pûç parlamenter demên dirêj girtî dimînin. Cihê wekîlên bûne vîna gel ne heps e berevajî vê nav gel û Meclîs e. Ji ber vê yekê pêwîste Guven demildest bê berdan û daxwazên wê bên qebûlkirin.”