AMED – Di ser cinayeta Tahir Elçî re 3 sal derbas bûn, lê hêj bûyer nehatiye zelalkirin. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, got: "Em jî dizanin û dozger jî dizane kê Tahir kuştiye."
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Minareya Çar Ling hat kuştin. Di ser kuştina Elçî re 3 sal derbas bûn, lê belê hîn jî cinayet nehatiye zelalkirin. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku 3 sal derbas bûbe lê hîn jî di warê hiqûqî de tu qewimînek di dosyeyê de rû nedaye. Aktar, diyar kir ku ji ber pêvajoya pevçûnî ya li Sûrê kesekî ji aliyê raya giştî tê naskirin tê kuştin û ev yek tê wateya dibe ku perçeyeke planekê be. Aktar got: "Ev Tahir bû, an kesekî din bû an kesekî din hatibû hilbijartin û Tahir leqayî vê hat, em nizanin. Çimkî car carinan ev dihatin guhê me."
Aktar, destnîşan kir ku ji bo zelalkirina cinayetê di dosyeyê de têra xwe delîl hene û got: "Di dosyeya lêpirsînê de der barê guleya polîsan de êdî guman neman. Delîlên heyî nîşan didin ku bi guleya polîsan hatiye kuştin, wekî din îhtimal tune ne. Pêşî divê bê tespîtkirin ka bi guleya kê hatiye kuştin. Kesên li wê kuçeyê û hejmara wan diyar in."
‘EZ KARMENDÊ XWE CEZA NAKIM'
Aktar got: "Li vir meseleya sereke, xwegihandina heqîqetê ye. Ji bo çi Tahir Elçî hat kuştin? Ev planek bû? Tesaduf bû? Weza bû? Wexta heqîqet derkeve holê wê ev bên fêmkirin. Lê li hêla din refleksa dewletê jî heye. Dewlet dibêje 'ez karmendê xwe ceza nakim.' Yanî pratîka necezakirinê heye. Bi sedan sal e li vê xakê rewşeke bi vî rengî heye. Loma peywirdarên dewletê cesaretê ji pratîka necezakirinê digirin û li vir jiyan û mafê mirovan bin pê dikin. Kesên baweriyeke wisa li wan peyda nebe nikarin tiştekî wisa bikin. Wê nikaribin wisa bi rihetî muameleyên nebaş, derbkirin, xespkirina jiyana mirovan bikin."
Aktar, diyar kir ku cinayet li ber kamerayan çêbû û got: "Li vir meseleya sereke ew e Tahir li ber kamerayan hat kuştin. Li vir peyam hat dayîn an tiştekî din em nizanin. Bi salan e bi bûyerên cuda civakê ditirsînin û dixwazin bitepisînin. Lê cara ewil e li ber ev qas kamerayan cinayetek çêdibe û hîn jî kiryarên wê derneketine holê." Aktar, destnîşan kir ku dibe ev destpêkek be û îşareta tiştekî be. Aktar got: "Heta ev bûyer zelal nebe, wê hemû îdiayên di vî warî de esas bên girtin. Di şert û mercên heyî de ne mimkun e em vê heqîqetê zevt bikin. Lê ev jî nayê wateya ku wê ev heqîqet dernekeve holê. Wexta hûn bêjin wê dernekeve holê, tê wateya hûn dev ji têkoşînê berdidin. Divê em dev ji lêgerîna vê heqîqetê û têkoşînê bernedin. Wê ev heqîqet derkeve holê û wê bi civakê re bê parvekirin."
‘LI BER ÇAVÊ HERKESÎ QEWIMÎ'
Aktar, cinayeta Tahir Elçî wekî berdewama cinayetên kiryar nediyar ên li herêmê şîrove kir û cinayeta rojnamevan Cemal kaşikçi û Tahir Elçî da ber hev. Aktar got: "Bûyera Tahir Elçî jî li ber çavê civakê qewimî. Li cihên bûyerê kamera hebûn. Belkî ew dîmen bi civakê re nehatin parvekirin, lê belê dîmenên rojnamevanan nîşan didin li ber çavê herkesî qewimiye. Divê ji vê hêlê lê bê nihêrîn. Cudahî ev e. Yek li ber çavê dewletê yanî i ber konsolosxaneyê pêk hat. Yek jê jî li ber çavê dewletê. Yanî dîtina kiryarên cinayeta Tahir Elçî hêsantir e. Lê mesele ne dîtina kiryar e, lêpirsîna heqîqeta li paş vê ye."
Aktar destnîşan kir ku bi kuştina Tahir Elçî re hatiye xwestin peyamekê bidin hiqûqnasên kurd û got: "Em jî dizanin û dozger jî dizane kî Tahir kuştiye." Aktar diyar kir ku Tahir gelek tiştên din jî nîşanî wan daye û got: "Taybetiyên Tahir ên min jê hez dikirin rikdarî, şopandina fikrî bûn. Bûyer çi qasê bêhêvî bûna jî bi israra bi ser de diçû hewk dida wê aşkere bike. Tahir ev yek wekî mîrate ji me re hişt. Loma Tahir ji bo civakê windahiyek e. Her wiha bi kuştina Tahir dixwazin peyamekê bidin hiqûqnasên kurd. Çimkî kuştina Tahir li hemberî me hemûyan e. Ev gule li me hemûyan ket. Me hemûyan ew gule ji patika xw exwar. Rastî ev e. Lê li hêleke din bi sedan sal e li Kurdistanê cinayet çêdibin û ev xeleke vê yekê ye. Berê dihatin revandin û bi dizî dihatin kirin. Lê cinayeta Tahir li ber çavê herkesî hat kirin. Û kiryarên wê nehatin aşkerekirin. A rast meseleya sereke û wehîm ev e."