Îslam: Her diçe keştî noqî avê dibe, MHP jî êdî kêr nayê

  • rojane
  • 09:14 27 Mijdar 2018
  • |
img

ENQERE - Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam destnîşan kir ku wê di hilbijartina herêmî de AKP'ê li dor banda ji sedî 30 dengan bigire û got: "Windahiya di AKP'ê de didome. Av dikeve keştiyê. Lê êdî wê ev kun bi pîneya MHP'ê neyê girtin." 

Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Prof. Dr. Cîhangîr Îslam ku ji ber îmze danî bin danezana "Em ê nebin hevparê vî sûcî" ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Qersê hat îxrackirin bal kişand ser atmosfera piştî îtifaqa AKP-MHP'ê rû da û hilbijartina herêmî. 
 
Îslam, destnîşan kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de tenê di dest de çanda qesrê maye û got: "Binerin entelîjansiyaya (rewşenbîr) di salên 90'î de xwedî performanseke bilind bû niha tune ye. Yanî êdî hilberandina fikran tune ye. Pêşketina derdora muhafazakr tenê di nêvengênd emokratîk de çêdibe. Yanî wexta rewşên awarte daxilî nav kar bibin, pêşketina çandî pêk nayê. AKP qada hilberandina hilmendiyî jî ziwa kiriye. Taliyê ev mirovên difikirin an kirine karmend an jî di ser televîzyonan re wan quraftine. Mixabin nêvenga serbixwe ya entelektueliyê hatiye pelişandin. Derdoreke din heye, derdoreke muxalefetê. Niha ew vê alayê hêl dikin. Helbet wê hilberandina vê hişmendiyê dewam bike."
 
Îslam, destnîşan kir ku tişta li holê ne edalet e û got: "Li girtîgehan hejmara kesên girtî zêde bûye. Hemû muxalefet bi awayekî hatiye bêdengkirin. Rejîma otorîter li nasnameyê nanêre. Dinere ka kî destekê dide îktîdarê û kî nadê. Yanî senifandineke egosantrîk dike. Herî dawî min gotibû, navê AKP'ê Partiya Edalet û Pêşketinê ye. Min ji wan re got têgîna edaletê betal bikin." 
 
'KUN MEZIN BÛYE, PÎNEYA MHP'Ê JÎ BI KÊR NAYÊ'
 
Îslam, destnîşan kir ku AKP-MHP dîsa ji bo hilbijartinê li dor hev çûne û kom bûne. Îslam diyar kir ku i hilbijartina herêmî de AKP'ê li dor banda ji sedî 30 dengan bigire û got: "Lê belê êdî kun mezin bûye. Windahiya di AKP'ê de diome. Av dikeve keştiyê. Me di 24'ê Hezîranê de got ji sedî 42, lê anket biniya vê nîşan didin. Êdî ne mikun e ku AKP şaredariyan bigire. Niha ji bo xwe li hevkarekî digeriya û tenê MHP pê re hevkariyê dike. A rast hevkariya wan ne di 24'ê Hezîranê de, ji 17-25'ê Kanûnê vir ve didome. Lê kesên bibin hevkarên îcraatên AKP'ê tê wateya dibin hevkarên fatûreya wê ya siyasî jî. Çimkî wê hilbijêr vê yekê esas bigirin. Lê belê bawer nakim êdî kun bi pîneya MHP'ê jî bê girtinç Çimkî av dikeve keştiyê û kun mezintir bûye. Wisa difikirim wê di hilbijartinên herêmî de gelê me hişyariyeke mezin bide der." 
 
'PIŞTÎ REFERANDÛMÊ PARADÎGMAYEKE NÛ DERKET HOLÊ, DIVÊ EV BERFIREHTIR BIBE'
 
Îslam, li hemberî vê rewşê bal kişand ser rewş û helwesta muxalefetê jî û got: "Li holê muxalefeteke perçebûyî heye. Heta hin partiyên muxalif ji bo li kêleka hev neyên dîtin tev digerin û vê wekî windahiyeke siyasî dibînin. Lê li gorî dîtina min divê ew helwesta di 24'ê Hezîranê de derket holê dewam bike. Mirovên li taxan bi hewldanên xwe hin tişt kirin. Ev pir girîng e. Wateya vê ev e; 'Em cuda ne, lê em dikarin bi hev re bijîn.' Bi ya min divê ev helwest dewam bike. Yanî divê dev ji tiştên wekî hêlek xayîn bê îlankirin, hêlek bê binpêkirin bê berdan û ev yek li ser asasên jiyana bi hev re bên kirin. Ev yek jî bi esas girtin û qebûlkirina cudahiyan pêkan e. A rast ev li Tirkiyeyê jiyaneke nû jî restore dike. Piştî referandûmê paradîgmayeke nû derket holê. Derdoreke nêzî ji sedî 50 û li ber xwe dide heye. Rêya kesên ehlê demokrasiyê û jiyana bi hev re vekiriye. Wis abawer dikim înşelleh wê ev yek berfirehtir û mezintir bibe." 
 

Sernavên din

30/11/2018
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn
09:13 HDP wê sempozyûmekê li dar bixe
09:12 'Tekane îcraata wan, çêkirina girtîgehan e'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2018'AN
06:57 Encamnameya civîna Danûstandinên Sûrî-Sûrî eşkere kirin
29/11/2018
21:09 Guleryuz û Bîlîcî ya HDP'î hatin girtin
17:07 Li Qereyaziyê bi ser malan de girtin
16:40 Beştaş: Çima Demîrtaş hêj nehatiye berdan?
16:31 Nûçegihana ETHA Temel nehat berdan
16:07 Odeya Avahîsazan: Ji bo Sûrê berpirsyariyê hildin ser milên xwe
15:55 'Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîravûnane’
15:14 Qedexeya li ser sînorê Hatayê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
15:08 7 kes li Bêrecûkê hatin binçavkirin
14:45 6 ciwanên HDP'yî hatin girtin
14:36 Di çalakiya Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
14:29 Varennes: Mafê bi mîlyonan kêmnetew nayê parastin
14:05 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Tişta ku tê darizandin aştî ye
14:05 Ciwan li dijî revandin û sîxurkirinê bi HDP û TÎP'ê re civiyan
13:53 Bi hinceta ‘guvendê gerandinê’ lêpirsîn li 55 girtiyên jin hat vekirin
13:51 Ji bo çalakiya Guven li 6 bajaran dê greva birçîbûnê bê destpêkirin
13:40 Zaroka rastî îstîsmarê hat, parastin
12:34 Zelal Bîlgîn hat berdan
12:31 Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn dest bi grevê kirin
12:28 ‘Ne Astana, Eyn Îsa çareseriye’
12:17 HDP: Bila berpirsiyarê cinayeta Vîyadukê îstifa bikin
12:16 Parêzerên Ocalan cara 768’emîn serî li dozgeriyê dan
12:02 Dadgehê 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birî
12:02 Polîsan Hevserokê MED-DER’ê revand û sîxûrî lê ferz kirin
11:26 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
11:19 Salîh Muslîm: Em tu car nebûn dijminê gelê Tirkiye
11:11 HDP: Ji bo piştgiriyan pîvanên me diyarin
10:34 Rençberên newala Menderesê hesreta tasek av in
09:52 Baroya Antalya wêneyê Elçî ji panoyê daxist
09:42 YNK'ê Baregehên Tevgera Azadî yên Ranya û Qeladizê jî girt
09:14 Li nav erdên pembo jiyaneke zor û zehmet
09:13 Parêzer Arin: Jinan berxwedaneke nû da destpêkirin
09:13 ‘Jin dê li Sêrtê tabelaya bi sê zimanî dîsa daliqînin'
09:12 'Teqez dê şêniyên Sûrê di doza xwe de bi ser bikevin'
09:11 Doz li pankarta 'Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimirin' hat vekirin
09:10 Girtiyê nexweş 4 sal in li benda îdianameyê ye
09:09 ‘Bi armanca gel mohtacî xwe bikin zozan û mêrgan qedexe dikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2018'AN
28/11/2018
18:47 Hempîşeyên Elçî li ser gora wî ew bibîr anin
16:51 Di cînayeta Berkîn Elvan de polîs ker kor û lal bûn
16:16 Li Dîlokê 8 kes hatin girtin
16:10 Li Meletiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:48 KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî
15:47 Li Geverê 80 xwendekar ji firavînê jehrî bûn
15:34 HDP: Çima kujer nayên aşkerekirin?
14:56 Cenazeyê jinekê ji deryayê hat derxistin
14:44 Egîtim Senê: Divê zanîngeh xizmeta zanistê bikin
14:44 Pir hilweşiya: 3 karker mirin
14:35 Buldan û Kiliçdaroglu jî di nav de ji bo 21 wekîlan fezleke
14:21 Kolektîfa Xwendekaran bertek nîşanî ferzkirina sîxortiyê dan
14:19 Li Çewligê 5 welatî hatin berdan
14:04 Di sala sêyemîn de daxwaz yek in: Cînayeta Elçî ronî bikin!
13:56 Girtiyên TKP/ML piştgirî dan çalakiya Guven
13:56 Bîlgen dê peywîra xwe dewam bike
13:46 Li Enqereyê destûr nedan bîranîna Elçî
13:45 Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
11:31 30 karkerên heqê xwe negirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:28 Cerdevanê li ser sindoqê 2 kes kuştin cezayê muebetê xwar
11:14 Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir
10:44 NY: Her roj li cîhanê 137 jin tên kuştin
10:41 Daxwaza Sînemager Lîsa Çalan di nava dozgerên 'bêerk" de asê ma
09:36 Belavkirina komira ‘alîkariya civakî’ nahêle ew kar bikin
09:08 Pembû êdî nayê firotin û rençber zerar dikin
09:08 Ji bo hûn biçin vî bajarî divê hûn li 155'ê bigerin!
09:07 Li Edeneyê 200 atolyeyên pêlavan hatin girtin
09:06 Çîçek: Divê çalakiya Guvenê li nav civakê belav bibe
09:06 Êdî fîlmê Charlie Chaplin li ser dika şanoya kurdî ye
09:05 Kaya: Leyla Guven bi awayekî jinane berxwdana xwe didomîne
09:05 Esnafên Agiriyê: Êdî mirov nikarin çayekê jî vexwin
09:04 'Em ê bibin dengê têkoşîna Leyla Guven'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2018'AN
08:25 Li Licê qedexeya derketa derve rabû
27/11/2018
20:37 Li Êlihê pevçûn: Yek jê polîs 2 kes mirin
20:30 5 mamosteyên DÎSA-DER'ê hatin girtin
19:33 Li Şirnexê 50 kes hatin binçavkirin
17:51 Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hat redkirin
16:08 Leyla Guven: Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe ji dest bidine me
15:45 KESK: Kesên binçavkirî dimildest berdin
15:45 Jinên HDP’î bersîv dan Soylu
15:24 Di beşa lezgîn de gelo ji ser ranzeyê ket erdê û jiyana xwe ji dest da?
15:12 Rêxistinên ciwanan lêferzkirina sîxûriyê teşhîr kirin
15:06 NMM a Baroya Stenbolê ji bo Demîrtaş serî li AYM'ê dan
14:48 Ceza dan Hamzaoglu
14:47 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê banga danişîna rojnamegeran kirin
14:14 Temellî: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştiya Tirkiyeyê ye
13:38 Bi milyonan deyn li pey xwe hiştin û bûn namzetên AKP’ê
13:15 HDP’ê bang li jinan kir: Werin bibin namzet
12:51 NY: Rojê 137 jin tên qetilkirin
12:30 Siyasetmedar û sendîkayên hatin binçavkirin bi ‘Nobeta Spî’ tên sûcdarkirin
12:16 Turan: Meclîsê butçeya 16 wezîran wekî wê qebûl kir
12:01 Rojnameger sewqê edliyê kirin
12:01 Di doza Dadgeha Bilind xera kiribû de kes nehat berdan
11:33 Çerkezoglu: Rêveberên sendîkayan bila bên berdan
11:24 Li Licê operasyona eskerî didome