AMED - Li navçeya Licê ya Amedê operasyona eskerî ku piştî qedexeya kolanan hatibû îlankirin dest pê kiribû, didome.
Walîtiya Amedê duh ji bo 11 tax û gundên navçeya Licê ya Amedê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû. Piştî walîtiyê qedexe îlan kir, operasyona eskerî dest pê kir. Operasyona eskerî ku piştî qedexaya kolanan dest pê kir didome. Operasyona ku bi tevlêbûna tîmên taybet hat destpêkirin, bi tevlêbûna eskeran didome. Li herêma operasyon hatiye destpêkirin rêyên diçin gund û taxan ji aliyê eskeran ve tê kontrolkirin. Welatiyên diçin gundan ji aliyê eskeran ve tên rawestandin û di kontrola nasname û lêgerîna maşîneyan re derbas dibin.