Di cînayeta Berkîn Elvan de polîs ker kor û lal bûn

  • rojane
  • 16:51 28 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL – Danişîna doza kuştina Berkîn Elvan hat dîtin. Di danişînê de polîsê şahit, pirsên heyeta dadgehê bersivand û got "Nizanim, nayê bîra min û nas nakim." Li ser van pirsan dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan bertek nîşan da û got “Qatilno êdî bes e! Derewan nekin". Heyetê danişîna dozê taloqî Çileya 2019’an kir. 
 
Berkîn Elvan di buyerên Parka Gezî de li qada Okmeydani ya Stenbolê bi bombeyên gazê yên polîsan hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Berkin Elvan 9’emîn danişîna dozê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Di danişînê de polîsê bersûc ê serbest tê darizandin Fatiih Dalgali bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Dîsa malbata Elvan, parêzerên Elvan û Parlamenterên HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Ahmet Şik, Dilşat Canbaz Kaya û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Polîsên şahid jî îfade dan. Ewil endamê Hêzên Polîsên Çevîk Davut Arslan yê wê demê erkdar bû pirs bersivandin. Arslan, di îfadeya xwe de diyar kir ku ew qet neçû aliyê Okmeydani û li aliyê Otela Dîwan a Taksimê û Mecidiyekoyê peywirdar bû. Arslan, anî ziman ku Fatîh Dalgali yê bersûc nas nake. 
 
Parêzeran pirsa “Hûn çeka ZET'ê çawa bikar tînin? Hûn muhîmatan çawa temîn dikin?" pirsîn û  Arslan jî got “Em bi 45 dereceyan bilind dikin û gule davêjin. Ji bo çalakvan birîndar nebin bi taybetî em hewl didin gule navêjin erdê. Ez nizanim ev muhîmat ji aliyê kê ve tên temînkirin. 
 
‘ÊDÎ DEREWAN NEKIN' 
 
Polîsê din ê şahidê bûyerê Îsmail Saltuk jî îfade da û diyar kir ku nayê bîra wî ew û polîsên din wê rojê li ku bûn. Saltuk parast ku ew polîsê bersûc nas nake. Li ser vê yekê dayika Elvan Gulsum Elvan bertek nîşanî polîsan da û got “Qatil no bes e êdî. Bes derewan bikin." û salon terk kir. 
 
 
BAV ELVAN: BI SALAN E EZ BIRÇIYÊ EDALETÊ ME
 
Piştre bavê Belkîn Elvan Samî Elvan mafê axaftinê girt û wiha got: "Şahit li rûyê me derewan dikin. Ez di sala 1986'an de di fabrîqeya tekstîlê ya 40 kesan de xebitîm. Di ser de sal borîn. Lê niha ez herîkêm ez 10 kesan nas dikim û tên bîra min. Hûn li çavê me dinerin û derewan dikin. Hûn çawa mirovên ku 2 salan bi hevre xebitine nas nakin? Ev danişîna 9'emîn e. Me carek din nexin gorê. Helwesta polîsan bê wate ye. Dilê min diêşe. Kar û erka we parastina edaletê ye. Bi salan e ez birçiyê edaletê me." 
 
Polîsekî din Sertaç Hardal  jî diyar kir ku ew bersûc Dalgali tenê bi rû nas dike û wekî din be hevre kar nekirine û wiha got: "Em bi hevre heta herêma Merterê çûn. Ez neçûm aliyê Okmeydani. Nayê bîra min di koma min de kê çeka ZET’ê bikar dianî. Nayê bira min ku ZET bikar anîne ya na." 
 
Polîs li ser pirsa parêzeran a "Tu dikare fîzîka Dalgali tarîf bike?" jî wiha bersivand: “Ez nikarim agahiyên der barê fîzika wî de bidim. Nayê bîra min." Li ser vê yekê Parêzer Can Atalay, got: "Şahidiya derew sûc e. Parêzer wêneyê Hardal nîşanî polîsê şahid da. Lê polîsê şahid dîsa got 'Ez nas nakim'. Li ser vê yekê parêzer Atalay, ji heyeta dadgehê xwest ku li ser îfadeyên derew serlêdana sûc bike. 
 
POLÎSÊ ŞAHID: FATÎH DALGALI ZET BIKAR ANÎ
 
Polîsekî din ê şahid Taner Girik jî bi riya SEGBÎS'ê îfade da û got: “Em di heman yekîneyê de xebitîn. Ez wî ji wir nas dikim. Di roja bûyerê de ez di bûyerê Gezî de  erkdar bûm. Piştî Mecidiyekoyê em derbasî Okmeydani bûn. Yê ZET bikar dianî Fatih abî hebû. Yusuf Uyanik Şefê me bû. Fatih Dalgali li ser pirê Çeka ZET'e bikar anî."
 
Polîsên din ên şahid Murat Yavuz, Ferdi Baykal, Ali Çiçek û Mehmet Akif Yildiz jî diyar kirin ku polîsê bersûc Dalgali nas nakin û tiştek nayê bîra wan. Şehê Komê Yusuf Uyanik jî di îfadeya xwe de parast ku Dalgali nas nake. 
 
 
'WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR DIXWAZE DELÎLAN TARÎ BIKE' 
 
Piştî şahid hatin guhdar kirin Parêzer Can Atalay parastin kir û wiha got: “Di vê darizandinê de isûlên bingehin dîsa derketin holê. Bersûcekî bi SEGBÎS'ê tê teşhîskirin heye. Hewl didin ku bersûcekî di odeyek tarî de li ser kamerayan teşhîs bikin. Ev bi xwe nişan dide ku çawa bûyer çawa pêş dikeve. SEGBÎS bûye wekî perçeyek sereke ya darazê. Miduriyeta polîsan bi zanebûn polîsê bersûc tayînî bajarê herî dûr dike. Di di vê dosyayê de dibînin ku îktîdar aliyekî dozê ye. Li şûna Yusuf Uyanik wekî bersûc bê darizandin, niha şahidiyê dike. Em dibînin ku Wezîrê Karên Hundir çawa mudaxîl dibe. Yusuf Uyanik di îfadeya xwe de ji me dixwaze em bawer bikin. Wezareta Karên Hundir bi polîsê yekemîn berpirsiyarê bûyere dîmenê dide temaşekirin. Bi vî rengî delîlan tarî dike. Bi gotina 'nayê bîra min' hewl bûyerê bincil bike. Li vir delil tên reşkirin." 
 
DEWLET QATÎLAN DIPARÊZE
 
Prz. Çîgdem Akbulut jî parastin kir û got: “Berpirsiyarê cînayet ji hevre dibêjin ‘abî’. Ev jî nîşan dide ku dewlet qatilan diparêze. Ji destpêka danişînê heta niha polîs hev derewîn derdixin. Îfadeyên nakokî didin. Divê ji bo dîmenên bûyerê bê lêkolînkirin dimenan bişînin Buroya Kriminal  a Naveweyî. 
 
Piştî parastin û îfadeyan heyeta dadgehê danişîna dozê bi daxwaza rapora Saziya Tipa Edlî û Buroya Krîminalê ya Neteweyî taloqî 23'ê Çiyela 2019’an kir.b 
 
BAV ELWAN: ME CAREK DIN LI DEREWAN GUHDAR KIR
 
Piştî danişînê bavê Berkil Elvan Sami Elvan, li ber edliyê daxuyanî da û got: "Em varek din bûn şahidê îfadeyên derew. Me carek din li derewê wan guhdar kir. Hevalên hev yên kar hev nas nakin. Ez birçiyê edaletê me. Wekî min bi milyonan mirov birçiyên edaletê ne. Ez têk naçim. Çi ji destê min bê ezê bikim."
 
Prz. Can Atalay jî anî ziman ku îktîdara siyasî bi destê Wezareta KArên Hundir delîlan reş dike. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/11/2018
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn
09:13 HDP wê sempozyûmekê li dar bixe
09:12 'Tekane îcraata wan, çêkirina girtîgehan e'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2018'AN
06:57 Encamnameya civîna Danûstandinên Sûrî-Sûrî eşkere kirin
29/11/2018
21:09 Guleryuz û Bîlîcî ya HDP'î hatin girtin
17:07 Li Qereyaziyê bi ser malan de girtin
16:40 Beştaş: Çima Demîrtaş hêj nehatiye berdan?
16:31 Nûçegihana ETHA Temel nehat berdan
16:07 Odeya Avahîsazan: Ji bo Sûrê berpirsyariyê hildin ser milên xwe
15:55 'Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîravûnane’
15:14 Qedexeya li ser sînorê Hatayê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
15:08 7 kes li Bêrecûkê hatin binçavkirin
14:45 6 ciwanên HDP'yî hatin girtin
14:36 Di çalakiya Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
14:29 Varennes: Mafê bi mîlyonan kêmnetew nayê parastin
14:05 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Tişta ku tê darizandin aştî ye
14:05 Ciwan li dijî revandin û sîxurkirinê bi HDP û TÎP'ê re civiyan
13:53 Bi hinceta ‘guvendê gerandinê’ lêpirsîn li 55 girtiyên jin hat vekirin
13:51 Ji bo çalakiya Guven li 6 bajaran dê greva birçîbûnê bê destpêkirin
13:40 Zaroka rastî îstîsmarê hat, parastin
12:34 Zelal Bîlgîn hat berdan
12:31 Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn dest bi grevê kirin
12:28 ‘Ne Astana, Eyn Îsa çareseriye’
12:17 HDP: Bila berpirsiyarê cinayeta Vîyadukê îstifa bikin
12:16 Parêzerên Ocalan cara 768’emîn serî li dozgeriyê dan
12:02 Dadgehê 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birî
12:02 Polîsan Hevserokê MED-DER’ê revand û sîxûrî lê ferz kirin
11:26 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
11:19 Salîh Muslîm: Em tu car nebûn dijminê gelê Tirkiye
11:11 HDP: Ji bo piştgiriyan pîvanên me diyarin
10:34 Rençberên newala Menderesê hesreta tasek av in
09:52 Baroya Antalya wêneyê Elçî ji panoyê daxist
09:42 YNK'ê Baregehên Tevgera Azadî yên Ranya û Qeladizê jî girt
09:14 Li nav erdên pembo jiyaneke zor û zehmet
09:13 Parêzer Arin: Jinan berxwedaneke nû da destpêkirin
09:13 ‘Jin dê li Sêrtê tabelaya bi sê zimanî dîsa daliqînin'
09:12 'Teqez dê şêniyên Sûrê di doza xwe de bi ser bikevin'
09:11 Doz li pankarta 'Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimirin' hat vekirin
09:10 Girtiyê nexweş 4 sal in li benda îdianameyê ye
09:09 ‘Bi armanca gel mohtacî xwe bikin zozan û mêrgan qedexe dikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2018'AN
28/11/2018
18:47 Hempîşeyên Elçî li ser gora wî ew bibîr anin
16:51 Di cînayeta Berkîn Elvan de polîs ker kor û lal bûn
16:16 Li Dîlokê 8 kes hatin girtin
16:10 Li Meletiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:48 KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî
15:47 Li Geverê 80 xwendekar ji firavînê jehrî bûn
15:34 HDP: Çima kujer nayên aşkerekirin?
14:56 Cenazeyê jinekê ji deryayê hat derxistin
14:44 Egîtim Senê: Divê zanîngeh xizmeta zanistê bikin
14:44 Pir hilweşiya: 3 karker mirin
14:35 Buldan û Kiliçdaroglu jî di nav de ji bo 21 wekîlan fezleke
14:21 Kolektîfa Xwendekaran bertek nîşanî ferzkirina sîxortiyê dan
14:19 Li Çewligê 5 welatî hatin berdan
14:04 Di sala sêyemîn de daxwaz yek in: Cînayeta Elçî ronî bikin!
13:56 Girtiyên TKP/ML piştgirî dan çalakiya Guven
13:56 Bîlgen dê peywîra xwe dewam bike
13:46 Li Enqereyê destûr nedan bîranîna Elçî
13:45 Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
11:31 30 karkerên heqê xwe negirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:28 Cerdevanê li ser sindoqê 2 kes kuştin cezayê muebetê xwar
11:14 Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir
10:44 NY: Her roj li cîhanê 137 jin tên kuştin
10:41 Daxwaza Sînemager Lîsa Çalan di nava dozgerên 'bêerk" de asê ma
09:36 Belavkirina komira ‘alîkariya civakî’ nahêle ew kar bikin
09:08 Pembû êdî nayê firotin û rençber zerar dikin
09:08 Ji bo hûn biçin vî bajarî divê hûn li 155'ê bigerin!
09:07 Li Edeneyê 200 atolyeyên pêlavan hatin girtin
09:06 Çîçek: Divê çalakiya Guvenê li nav civakê belav bibe
09:06 Êdî fîlmê Charlie Chaplin li ser dika şanoya kurdî ye
09:05 Kaya: Leyla Guven bi awayekî jinane berxwdana xwe didomîne
09:05 Esnafên Agiriyê: Êdî mirov nikarin çayekê jî vexwin
09:04 'Em ê bibin dengê têkoşîna Leyla Guven'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2018'AN
08:25 Li Licê qedexeya derketa derve rabû
27/11/2018
20:37 Li Êlihê pevçûn: Yek jê polîs 2 kes mirin
20:30 5 mamosteyên DÎSA-DER'ê hatin girtin
19:33 Li Şirnexê 50 kes hatin binçavkirin
17:51 Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hat redkirin
16:08 Leyla Guven: Ez hevrêya hezkiriyên di oxira vê jiyanê de jiyana xwe ji dest bidine me
15:45 KESK: Kesên binçavkirî dimildest berdin
15:45 Jinên HDP’î bersîv dan Soylu
15:24 Di beşa lezgîn de gelo ji ser ranzeyê ket erdê û jiyana xwe ji dest da?
15:12 Rêxistinên ciwanan lêferzkirina sîxûriyê teşhîr kirin
15:06 NMM a Baroya Stenbolê ji bo Demîrtaş serî li AYM'ê dan
14:48 Ceza dan Hamzaoglu
14:47 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê banga danişîna rojnamegeran kirin
14:14 Temellî: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştiya Tirkiyeyê ye
13:38 Bi milyonan deyn li pey xwe hiştin û bûn namzetên AKP’ê
13:15 HDP’ê bang li jinan kir: Werin bibin namzet
12:51 NY: Rojê 137 jin tên qetilkirin
12:30 Siyasetmedar û sendîkayên hatin binçavkirin bi ‘Nobeta Spî’ tên sûcdarkirin
12:16 Turan: Meclîsê butçeya 16 wezîran wekî wê qebûl kir
12:01 Rojnameger sewqê edliyê kirin
12:01 Di doza Dadgeha Bilind xera kiribû de kes nehat berdan
11:33 Çerkezoglu: Rêveberên sendîkayan bila bên berdan
11:24 Li Licê operasyona eskerî didome