Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e

  • rojane
  • 10:23 1 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL – Parlamentera CHP'ê ya berê Melda Onur têkildarî hilbijartinê diyar kir ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de hevkariya herêmî şert e. Onur, destnîşan kir ku eniya rastgir dibin yek perçe, lê ji xeynî partiyên muhafazakar  pir berbelavin û wiha got: "Ger partiyên din belavbûyî bin em dê bibin mahkûmê faşîzma îktîdarê." 

Hilbjartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê nêzîk ma. Êdî hemû partiyên siyasî ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî dest bi amadekariyan dikin. AKP'ê namzetên xwe yên gelek bajaran diyar kir. Tifaqa AKP- MHP'ê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de jî teqez bû. Serokê MHP'ê Bahçelî diyar kir ku li Stenbol Enqere û Îzmirê namzetan nîşan nadin. Ji niha de Enqere, Îstanbul û Îzmir ji AKP'ê re hişt. Li aliyê din Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku di navbera 20'ê Mijdar û 5'ê Kanûnê de dê serlêdanên ji bo bernamzetan bê kirin. Serlêdanên bernamzetan didome. Tê payin ku HDP bi riya sindoqan namzetên xwe diyar bike. Li aliyê din hevditinên CHP,  ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê berdewam dikin. Parlamentera CHP'ê ya Berê Melda Onur, bal kişand ser nêzîkatiya partiyên îktîdarê û muxalif yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî. 
 
BINGEHA CHP Û HDP'Ê NÊZÎ HEV IN
 
Onur, bal kişand ser rexneya “CHP ji ber fobîya kurd nêzî HDP'ê nabe" û wiha got: "CHP difikire ku hevdîtinên li pêş civakê dê wan pûç bike. Lê bingeha CHP û HDP’ê nêzî hevin. Her çend xetên sor ên CHP û HDP'ê ji hev cuda bin jî, lê bingeha CHP û HDP'ê nêzî hev in.  Xuya ye ku du partî vê hevdîtinê aşkere nakin. Her çend li pêş çavê gel pêk neyê jî hin organên partiyan di navbera herdu partiyan de hevdîtin dikin. Li vin ji Tirkiye wêdetir ya girîng Stenbol e. Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pir girîng û diyarker e. Dikare li navçeyan hevkariya hev bikin. Divê demek berê namzetê Şaredariya Mezin a Stenbolê diyar bikin. Ger ku namzetek bê nasîn û kelecanê çêke dê partiyên din jî eleqe û baldariyê nişan bidin. Divê namzetekî ku kelecan û bendewariya gel zêde bike bê diyarkirin. Ji xwe tişta herî zêde îktîdarê ditirsîne jî ev e. 
 
‘DIVÊ XEBATA TEKNÎK BÊ KIRIN'
 
Onur xwest ji cerebeyên hilbijartina 24'ê Hezîranê ders bên derxistin û ji bo di vê hilbijartina rêveberiyên herêmî de heman kêmasî û şaşî nebin û wiha axivî: "Divê di nava 4 mehan de hem namzetên xwe diyar bikin û hem jî têkiliyên xwe yên bi partiyên din re amade bikin. Tenê ne ji bo hevşaredaran, divê ji bo parastina sindoqan jî amadekarî û hevkariyên xwe bikin. Em gelek cihan qezenç dikin, lê di jimartina dengan a li ser sondaqan de kêmasî hene. Ji ber em baş sindoqan û jimartina dengan naparêzin em li gelek ciwan winda dikin. Ji bo şaşiyên berê dubare nebin, divê ji niha de amadekariyên teknîkî baş bên kirin û dubare nebin."
 
'TÊKILIYA AKP-MHP'Ê LI BER ŞIKANDINÊ YE' 
 
Onur, da zanîn ku têkilî û hevkariya AKP-MHP'ê li ser berjewendiyan hatiye avakirin û bi aşkerekirina namzetan îtîfaqa AKP-MHP'ê ji nûve hatiye avairin û wiha lê zêde kir: "Daxwazên wan ne hevpar in. Her yek li xwe difikire. Em îtîfaqa wan baş naxînin. Me îtîfaqa AKP-MHP'e wekî ji bo xelasiya MHP’ê girt dest. Lê hat dîtin ku ji bo xelasiya AKP’ê bû. Ji ber ku MHP nebe hilbijartin jî nedibû. Niha em dibînin ku dîsa mecbûrî hev in. Ji ber vê yekê dîsa hatin cem hev."
 
'STENBAL GIRÎNG E' 
 
Onur, bal kişand ser rewşa Stenbolê û wiha pêde çû: "Stenbol ji bo hemû partiyan girînig e. "Tê xwestin ku namzetekî wisa hebe ku bingeha CHP’ê bêzar neke.  Dixwaze li gorî pîvanên demokrat û civakî tev bigere. Ya din naxwaze yekî ji derve bîne. Dixwazin azadîparêz be. Dixwaze parazvanê gel û alîgirê aştiyê be. Divê disa milê muhafazakar netirsîne. " 
 
‘HDP DENG NADE KESÊN LI DIJÎ FIKRÊN XWE'
 
Onur, bal kişand ser bingeha HDP'ê ya Stenbolê û wiha berdewam kir: "Hilbijêrên HDP'ê li navçeyan kesekî li gorî xet û fikra wan be dê dengê xwe bidin, lê kesekî li dijî xeta wan be dengê xwe nadin ev pir zelal e. HDP zelal e. Deng nade yên li dijî tezên HDP'ê. Ji ber vê yekê hevkarî û tevkarî li herêman şert e. Li aliyekî partiyên muhafazakar dibin yek, lê partiyên din ên muxalif ew qas belavbûyî bin dê mahkûmî faşîzma îktîdarê bibin. 
 
‘BI OPERASYONAN DIXWAZIN HÊZA HDP'Ê BIŞKÎNIN'
 
Onur, bal kişand ser operasyonên li dijî eniya HDP’ê û wiha bi dawî kir: "Bi van operasyonên siyasî yên binçavkirin û girtinê, dixwazin hêza HDP'ê bişkînin. Rêxistinek girîng e. Bi hêzanî hêza wê nayê şikandin. Lê dixwazin kesên li ser sindoqan û xebatê bimeşînin asteng bikin. Kesên karê hilbijartinê bimeşînin û sindoqan biparêzin îro li girtîgehê ne. Erdogan got 'Hewce be em dê dîsa qeyûm tayin bikin' Ev aliyê bê şirovekirin tune. Li vir nîzama qanûna bingehîn tune. Hilweşiya. Ger hûn li wê herêmê beriya hilbijartinê qeyûm îlan bikin, we ji niha de nîzama qanûnên bingehîn û qanûn hilweşandiye. Em dibînin ku nêzî hilbijartinê îktîdar betir xwe hişk dike. Her sal destûr didan meşa jinê. Lê îsal meşa jinê asteng kirin. Ji ber vê yekê îtîfaqên li herêmê girîng in. Li herêmê kîjan enî dikare bi kijan eniyê re bên cem hev. Li şûna îtîfaqa jor, divê îtîfaqên herêmî bên kirin. Divê li gorî her navçe û bajarî profilek bê diyar kirin û li gorî wî profîlî amadekariyên îtîfaqê bên kirin. Ger ku ne wisa be CHP-HDP nikarin vî barî rakin. Ji ber ku niha hemû medya di destê wan de ye û bi medya her tiştî li gorî xwe derdixin pêş. Li ser derewan hişekî ava dikin. 
 
'EM DIXWAZIN DI ŞAREDARIYAN DE JINÊ BIBÎNIN' 
 
Melda Onur, herî dawî destnîşan kir ku ew di vê hilbijartina rêveberiyên herêmî de dixwazin jinê jî bibînin û wiha bi dawî kir: "Ez nabêjim bila îlla jin şaredar bin. Dê divê meclîsên şaredariyê giraniya rêjeyê jin bin. 
Cihekî wekî Beşiktaşê ez naxwazim jin di rêza 11’an de cih bigirin. Jin di karê şaredariyan de pir jêhatîne." 
 
MA/ Necla Demîr 
 
 

Sernavên din

03/12/2018
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin
15:33 Daxwaza berdana Demîrtaş hat redkirin
15:31 Eren Keskîn: Piştgirî da çalakiya Leyla Guven
14:41 Dadger di doza KCK'ê ya Stenbolê de girtina 9 kesan xwest
14:40 Oluç: Gel dê namzetên me diyar bikin
14:39 HDP’a Îzmîrê: Bila rêveberên me demildest bên berdan
14:16 Seroka Sînn Feîn: Bila Demîrtaş demildest were berdan
14:15 Parêzerên ÇHD'ê bertek nîşanî Baroya Antalya dan
13:56 Ciwanên HDP’yî peyama ‘em ê çonga xwe netewînin’ da
13:45 Ji ber pirsgirêka aborî întîxar kir
13:22 Ji bo Dîlok, Mereş û Kîlîsê hişyariya lehî rabe hat kirin
13:02 Leyla Guven: Ez kesên dilê wan ji bo aştiyê lê dide silav dikim
12:55 Girtiyên sewqî Trabzonê hatin kirin: Rewşa me qet ne baş e
12:49 Du xwişkên rastî tacîza bavê xwe hatin vegotin
12:41 TJA: Li şûna serdegirtinan roj roja yekîtiya kurdan e
12:20 Wergêra biryara DMME ya Demîrtaş gihîşt dadgehê
12:01 Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
11:39 Siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan derxistin edliyê
11:16 Prz. Erol: Ocalan li dijî pergala Îmraliyê rabû û nehişt wî birêve bibin
10:58 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:24 'Paşeroja Sûrê rûxandin, pêşerojek sexte ava dikin'
10:05 Li stargehê bi cih bû lê tehdît xelas nebû
09:42 Nivîskar Erkaçmaz: Ji bo aştiyê tekane rê diyaloga demokratîk e
09:18 Heta HDP'î neyên tespîtkirin wê komir neyê belavkirin!
09:17 Ji ber şer bereketa erdan kêm bû
09:16 Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê: Hindik maye em top bavêjin
09:16 Du sal berê ji ber heman stranan beraat kir, lê îsal ceza lê hat birîn
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn