Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê

  • rojane
  • 12:20 1 Kanûn 2018
  • |
img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, biryara 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku dijî biryara DMME'ê ya "Divê Selahattîn Demîrtaş serbest bê berdan" da rexne kir û wiha got: Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa têkeve nava liv û tevgerê." 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 20'ê Mijdarê de biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş serbest bê berdan. Li ser vê biryara DMME'ê parêzerên Demîrtaş serî li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dan. Lê piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan got "Em biryarê nas nekin,  Biryar me eleqeder nake"  19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî li gorî fermana Erdogan tev geriya û li şûna ghu bide biryara DMME'ê, li gorî daxwaza Erdogan îtîraza parêzeran red kir. Têkildarî biryara Dadgeha Enqereyê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku dadgeh li dijî krîterên Dadgeha Ceza  gavên nû davêje û wiha got: “Dema dadgehek lêkolîna girtiyan bike mijar diyar in. Yek jê delîl hatine komkirin ya na. Delîl hatine komkirin û di dosyaya dozê de ye. Parastin xelas bûye ya na ev nabe sedema delilan. Ger ku hemû delîl di dosyayê de amade bin, wê demê delîlên ku bê reşkirin tune ne."  
 
‘HEKÎM DÊ BIREVIYANA LÊ DEMÎRTAŞ  NE DIREVIYA'
 
Turkdogan, da zanîn ku di biryara dadgehê de tenê pêkanîna hukmê bi kontrola edlî tên nake û wiha axivî: “Dema Selahattin Demirtaş hat girtin Hevserokê Giştî yê Partiyek siyasî bû. Tu şika wî ya bireve tune bû. Dibû ku dadgerekî dadgehê bireve, lê şika ku Demirtaş bireve tune bû. Demîrtaş dê partiya xwe berde û biçe ku? Ka dadgeh serbixwe bûn. Dadgeh di biryara bi hincet de dibêje 'Parastin neqedandiye. Berê jî li gel bang li wî kirin nehat' Ev hincet li dijî qanûnan e. Çawa vê biryarê didin. Dema em temaşe dikin em dibînin ku DMME biryar dide û dixwaze Demîrtaş bên berdan. Li dijî biryara DMME'ê Erdogan dibêje 'Biryar me eleqeder nake'. Li pişt wê dadgeha Heremî biryara DMME'ê li ber çavan nagire. Ka we digot Dadgeh serbixwe û bê alî ne. Em hêvî dikin ku 19’emîn Dadgeha Ceza ya Enqere dê li ser îtîrazê vê biryarê xera bike. Biryara DMME her kesî eleqeder dike. Mecbûr in ku biryara DMME'ê pêk bînin. Kengî DMME daîreya mezin kom kir wê demê dê serlêdana temyîzê binirxînin. Welatek bi nenaskirina biryara DMME'ê zagonên li dijî hiqûqê dixe meriyetê." 
 
'EWLEHIYA DARIZANDINÊ TUNE'
 
Turkdogan, destnişan kir ku li Tirkiye ewlehiya dadger û dozgeran tune û wiha bi dawî kir: “Dadgehê dikarîbû pir aşkere gotiba 'Ez di bin zextan de me. Ez naxwazim we berdim. Ji ber vê yekê ez xwe paşve dikişînim. Em nikarin li vê dosyayê binerin.' Mafê dadgehê heye ku xwe paşve bikişîne. Dikare vî mafê xwe biparêze. Em dadger û dozgeran rexne dikin, lê ewlehiya dadger û dozgeran tune ye. Ji ber ku dema dadger biryara DMME pêk bînin sibê ne diyar e ku ji karê xwe neyên avêtin. Piştî vê biryarê edî sekna dadgeran bûye mijara niqaşê û ewlehiya xwe winda kiriye. Di serdema Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) de jî ewlehiya dadgeran hebû. Lê niha ewlehiya dadgeran tune ye. Em dibêjin daraz di bin  zextên îktîdara siyasî de ye. 
 
‘XUYA YE LI BIRYARÊN DMME'Ê GUHDAR NAKIN'
 
Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa têkeve nava liv û tevgerê. Pir aşkere ye ku 19'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê  bi vê biryara girtinê nişan daye ku dibê li biryara DMME guhdar nake. Bi vê biryarê nenaskirina DMME'ê bi awayekî fermî ilan kiriye." 
 
 
MA / Berîvan Altan 

Sernavên din

03/12/2018
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin
15:33 Daxwaza berdana Demîrtaş hat redkirin
15:31 Eren Keskîn: Piştgirî da çalakiya Leyla Guven
14:41 Dadger di doza KCK'ê ya Stenbolê de girtina 9 kesan xwest
14:40 Oluç: Gel dê namzetên me diyar bikin
14:39 HDP’a Îzmîrê: Bila rêveberên me demildest bên berdan
14:16 Seroka Sînn Feîn: Bila Demîrtaş demildest were berdan
14:15 Parêzerên ÇHD'ê bertek nîşanî Baroya Antalya dan
13:56 Ciwanên HDP’yî peyama ‘em ê çonga xwe netewînin’ da
13:45 Ji ber pirsgirêka aborî întîxar kir
13:22 Ji bo Dîlok, Mereş û Kîlîsê hişyariya lehî rabe hat kirin
13:02 Leyla Guven: Ez kesên dilê wan ji bo aştiyê lê dide silav dikim
12:55 Girtiyên sewqî Trabzonê hatin kirin: Rewşa me qet ne baş e
12:49 Du xwişkên rastî tacîza bavê xwe hatin vegotin
12:41 TJA: Li şûna serdegirtinan roj roja yekîtiya kurdan e
12:20 Wergêra biryara DMME ya Demîrtaş gihîşt dadgehê
12:01 Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
11:39 Siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan derxistin edliyê
11:16 Prz. Erol: Ocalan li dijî pergala Îmraliyê rabû û nehişt wî birêve bibin
10:58 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:24 'Paşeroja Sûrê rûxandin, pêşerojek sexte ava dikin'
10:05 Li stargehê bi cih bû lê tehdît xelas nebû
09:42 Nivîskar Erkaçmaz: Ji bo aştiyê tekane rê diyaloga demokratîk e
09:18 Heta HDP'î neyên tespîtkirin wê komir neyê belavkirin!
09:17 Ji ber şer bereketa erdan kêm bû
09:16 Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê: Hindik maye em top bavêjin
09:16 Du sal berê ji ber heman stranan beraat kir, lê îsal ceza lê hat birîn
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike