Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin

  • rojane
  • 13:25 1 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî, têkildarî girtina buroyên xwe daxuyanî da û destnîşan kir ku partiya wan bi hewldanên Tirkiye tê û got, ''Partiyên li herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî vê divê helwestê nîşan bidin. Hikûmeta Iraqê jî divê bêdeng nemîne.''
 
Di 25’ê mijdarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyê diyar kir ku ew ê partî û rêxistinên ku fermiyeta wan nîn e, bigirin. Piştî vê biryarê 4 buroyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatin girtin. Li ser girtina buroyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sefîrê Tirk yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û di heman demê de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê weke'terorîst' bi nav kir. Hevserokatiya Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê bersiv da. Tevgera Azadî eşkere kir ku yê bi terorîstiyê sûcdare dewleta Tirk e û li her cihî dewleta Tirk piştgiriya terorê dike.
 
Hevserokatiya Tevgera Azadî di daxuyaniyê de wiha got: "Daxuyaniya nûnerê Tirkiyeyê ya li nava xaka Herêma Kurdistanê, ji derveyî binpêkirina serwerî û rûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, derbaskirina hemû sînorên îdarî û siyasî û şkandina hemû pîvana ne. Bi taybet Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê destûra fermî heye û xebatekî siyasî li ser bingehê demokrasî û aştiyê dike. Xwedî helwestekî neteweyî ye û ti hêz û aliyek nikare weke teror bi nav bike. Herwiha ti kes nikare bi sûcekê tewanbar bike."
 
Tevgera Azadî diyar kir ku tevî ku gelek bertek li hemberî êrîşên li ser wan hene jî, hîn ev êrîş berdewam dikin. Tevgera Azadî bi bîr xist ku ji destpêka damezrandinê ve ji bo fermiyetê serlêdan kirine, lê hîn bersiva wan nedane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hinek caran biryarên ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tên derxistin dikevin di berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê û wiha got: "Tevî vê jî ji aliyê Iraqê ve weke hemû partiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê fermiyeta me ya fermî heye. Mafê me heye ku li her  19 parêzgehên Iraqê baregehên xwe vekin û karê xwe yê siyasî bikin."
 
Tevgera Azadî bal kişand ser daxuyaniya sefîrê Tirk û wiha cih da daxuyaniyê: "Di roja 29'ê Mijdarê de, nûnerê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay destxweşî li desthilat û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û Tevgera Azadî weke terorîst bi nav kir. Me got ku wê kî ji ber vê biryarê sûd bigire, eşkere bû tenê dagirkerên Kurdistanê. Me gotibû, li ser helwesta kê em hatine qexekirin. Ne li ser mijara qanûnî. Êdî Tirkiye dixwaze li Herêma Kurdistanê bibe walî û bi rê ve bibe. Divê hemû kesên xwedî helwest vê qebûl nekin. Em vê pirsê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin, ger nûnerekî Tirk ji bo xwe vî mafî dibîne ku hemû sînoran derbas bike, êdî serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê li kûderê ye. Divê bersiva Tirkiyeyê were dayîn. Eger desthilat ji ber berjewendiyên xwe qebûl dike, divê gelê me qebûl neke. Divê komên partiyan ên li Parlamentoya Iraqê û Herêma Kurdistanê li hember bibin xwedî helwest. Divê hikûmeta Iraqê jî bêdeng nemîne. Bêdengbûn helwestekî teslîmbûyê ye. Wê Tirkiye neraweste. Hinek hêz û alî jî alîkariya Tirkiyeyê dikin. Emê vê mijarê bikin rojeva xwe û em ê li hember bêdeng nemînin. Emê hemû rêyên qanûnî bi kar bînin."
 

Sernavên din

03/12/2018
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin
15:33 Daxwaza berdana Demîrtaş hat redkirin
15:31 Eren Keskîn: Piştgirî da çalakiya Leyla Guven
14:41 Dadger di doza KCK'ê ya Stenbolê de girtina 9 kesan xwest
14:40 Oluç: Gel dê namzetên me diyar bikin
14:39 HDP’a Îzmîrê: Bila rêveberên me demildest bên berdan
14:16 Seroka Sînn Feîn: Bila Demîrtaş demildest were berdan
14:15 Parêzerên ÇHD'ê bertek nîşanî Baroya Antalya dan
13:56 Ciwanên HDP’yî peyama ‘em ê çonga xwe netewînin’ da
13:45 Ji ber pirsgirêka aborî întîxar kir
13:22 Ji bo Dîlok, Mereş û Kîlîsê hişyariya lehî rabe hat kirin
13:02 Leyla Guven: Ez kesên dilê wan ji bo aştiyê lê dide silav dikim
12:55 Girtiyên sewqî Trabzonê hatin kirin: Rewşa me qet ne baş e
12:49 Du xwişkên rastî tacîza bavê xwe hatin vegotin
12:41 TJA: Li şûna serdegirtinan roj roja yekîtiya kurdan e
12:20 Wergêra biryara DMME ya Demîrtaş gihîşt dadgehê
12:01 Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
11:39 Siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan derxistin edliyê
11:16 Prz. Erol: Ocalan li dijî pergala Îmraliyê rabû û nehişt wî birêve bibin
10:58 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:24 'Paşeroja Sûrê rûxandin, pêşerojek sexte ava dikin'
10:05 Li stargehê bi cih bû lê tehdît xelas nebû
09:42 Nivîskar Erkaçmaz: Ji bo aştiyê tekane rê diyaloga demokratîk e
09:18 Heta HDP'î neyên tespîtkirin wê komir neyê belavkirin!
09:17 Ji ber şer bereketa erdan kêm bû
09:16 Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê: Hindik maye em top bavêjin
09:16 Du sal berê ji ber heman stranan beraat kir, lê îsal ceza lê hat birîn
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn