Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin

  • rojane
  • 14:57 1 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 714'emîn de çalakiya xwe di bin dorpêç û astengiya polisan de pek anîn. Dayikan di vê çalakiya xwe de ji bo parêzer Şevket Epozdemîr û Tahîr Elçî edalet xwestin. 
 
Dayikên Şemiye ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 714'an de çalakiya şemiyê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê rastî dorpêç û astengiya polîsan hatin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kirin û destûr nedan ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Polîsan beriya çalakiyê kolana ku avahiya Şaxa ÎHD'ê lê ye dorpêç kirin. Tevî dorpêç û hemû astengiyan dîsa Dayik û mirovên Şemiyê li avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikan tîşort û êlekê ku wêneyên zarok û xizmên xwe yên winda li ser heye li xwe kirin. Dayikan wêneyên zarokên xwe yên winda hembêz kirin û qurnefil xistin destê xwe. Di çayakiya îro de Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Zeynel Ozen, Dilşad Canbaz û Parlamenterê CHP'ê  Sezgin Tanrikulu, lîstikvan Nûr Surer û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. 
 
Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî u Prz. Şevket Epozdemir pirsîn. Vê hefteyê Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak daxuyanî da û wiha got: "Em ji bo parêzerên xwe edaletê dixwazin. 15 hefte ye Qada Galatasarayê li çalakiyê me hatiye qedexekirin. Mafê me yê daxuyaniyê li dijî zagonan ji destê me hatiye girtin. Tu dewlet heta ku venêrtina hiqûqê ya li ser zagon, reveberin û çêkirina zagonan tune be ew dewlet nabe dewleta hiqûqê. Ji ber ku Tirkiye de dewleta hiqûqa demokratîk e, serxwebûna darazê û serdestiya hiqûqê ji holê rabûye. Em wekî welatî ji mafê xwe yê azadiyê hatine dûrxistin. Ewlehiya herî muhîm a parastina mafê me yê hiqûqî parêzer jî rastî îhlalên mezin tên. Di çalakiya me ya hefteya 714'an de ji bo em aqûbeta parêzerên xwe Şevket Epozdemîr û Tahir Elçî yên hatin kuştin bipirsin em li hev kom bûn. 
 
‘25 SALIN LÊPIRSÎNA RONÎKIRINÊ NEHAT KIRIN'
 
Ocak, destnîşan kir ku Elçî û Epozdemîr, bi evîna parastina hiqûqê li dijî sûcê mirovahiyê têkoşiyan û wiha got: "Elçî û Epozdemîr ji bo faîlên van sûcan bên ronîkirin têkoşiyan. Ji ber vê yekê rastî zext û tundiyê hatin. Ji bo mafê mirovan neparêzin rastî gefan hatin. Lê dîsa wan xebatên xwe berdewam kirin. Nûnerê ÎHD'ê yê Tedwanê Şevket Epozdemîr, li dijî îhlalên giran ên salên 90’an, ji ber li dijî binpêkirina mafan têkoşiya rastî gefan hat. Di 25'ê mijdara 1993Dan de ji mala xwe rat revandin û Roja dîtir li nêzî navçeya Norşînê kuştî hat dîtin. Malbatê serî li hemû rêyên zagonî dan. Lê heta niha kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Lêpirsîn 17 sal piştî cînayet pêk hat. 25 salin hêj cînayetê Şevket Epozdemîr nehatiye ronîkirin. Ji bo ronîkirinê lepirsinek çalak nehatiye kirin. " 
 
 
'ELÇÎ LI DIJÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYA'
 
Ocak, bal kişand ser têkoşîna Elçî jî û wiha got: "Tahir Elçî, li dijî sûcê mirovahiyê tekoşiya. Parêzerekî li dijî sûcê mirovahiyê têdikoşiya. Ji ber vê yekê rastî gefên mezin hat. Dema Serokê Baroya Amedê bû kirin hedef û lînç kirin. Di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê dema ji bo parastina nirxen dîrokî û çandî daxuyanî didan guleyek berdan serê wî û kuştin.  Lêkolîna cihê bûyerê 111 roj şûnde kirin. Di ser cînayetê re 3 sal borîn, lê hêj tu lêpirsîn tune ye." 
 
Ocak anî ziman ku daxwazên wan pir aşkere û zelal in û wiha bi dawî kir: "Daxwazên me pir zelal in. Em edaletê dixwazin. Ji bo parêzerên xwe Elçî û Epozdemîr em edaletê dixwazin. Em qada Galatasarayê ku ji bo windayan lê kom dibin dixwazin. " 
 
Piştre biraziyê Epozdemîr Firat Epozdemir  jî axivî û wiha got: "Epozdemir bi her awayî helwestek bi rêgez û bi pîvan nîşan da. Bi baweriya mafên mirovan û demokrasiyê nêzî pîşeyê xwe yê parêzeriyê bû. Pir nêzî xweza, mirovan û bi taybetî pir nêzîkî zarokan bû. Bi zarokan re zarok û bi mezinan re mezin bû. Prz. Şevket Epozdemîr, li dijî dijminê xwe jî gul dirêjî destê wan dikir. Her dem li cem gel cih digirt. Ji bo gel ronî bike wekî findekê bû. Di nefesa xwe ya dawî de bi ken çavê xwe girt. Rêya Parêzer Medet Serhatlar, Prz. Faik Candanlar, Prz. Fuat Erdoganlar, Prz. Tahir Elçiler û PRz. Şevket Epozdemir rêya me ye.
"
 
'HEM HEVRÊ Û HEM JÎ PARÊZERÊ MIN BÛ' 
 
Bavê Nûçegîhanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993’an de li Bedlisê hat kuştin, Îshak Tepe  jî diyar kir ku bi salan li gel Şevket Epozdemir xebitî û wiha got: "Epozdemîr hem hevalê min bû û hem jî parêzerê min bû. Di sala 1993'an de ji aliyê Fermandarê Tugaya Tetvanê General Korkmaz Tagma  ve rastî gefan hat. Piştî civîna ku gef li parêzer xwar 15 roj şûnde kurê min Ferhat Tepe û 3 meh şûnde jî prz. Şevket Epozdemîr kuştin. Ji bo general Tagba bê darizandin me serî li hemû saziyan da. Em dê lêgerîna mafên xwe berdewam bikin. 
Çalakî piştre bêdeng bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/12/2018
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin
15:33 Daxwaza berdana Demîrtaş hat redkirin
15:31 Eren Keskîn: Piştgirî da çalakiya Leyla Guven
14:41 Dadger di doza KCK'ê ya Stenbolê de girtina 9 kesan xwest
14:40 Oluç: Gel dê namzetên me diyar bikin
14:39 HDP’a Îzmîrê: Bila rêveberên me demildest bên berdan
14:16 Seroka Sînn Feîn: Bila Demîrtaş demildest were berdan
14:15 Parêzerên ÇHD'ê bertek nîşanî Baroya Antalya dan
13:56 Ciwanên HDP’yî peyama ‘em ê çonga xwe netewînin’ da
13:45 Ji ber pirsgirêka aborî întîxar kir
13:22 Ji bo Dîlok, Mereş û Kîlîsê hişyariya lehî rabe hat kirin
13:02 Leyla Guven: Ez kesên dilê wan ji bo aştiyê lê dide silav dikim
12:55 Girtiyên sewqî Trabzonê hatin kirin: Rewşa me qet ne baş e
12:49 Du xwişkên rastî tacîza bavê xwe hatin vegotin
12:41 TJA: Li şûna serdegirtinan roj roja yekîtiya kurdan e
12:20 Wergêra biryara DMME ya Demîrtaş gihîşt dadgehê
12:01 Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
11:39 Siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan derxistin edliyê
11:16 Prz. Erol: Ocalan li dijî pergala Îmraliyê rabû û nehişt wî birêve bibin
10:58 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:24 'Paşeroja Sûrê rûxandin, pêşerojek sexte ava dikin'
10:05 Li stargehê bi cih bû lê tehdît xelas nebû
09:42 Nivîskar Erkaçmaz: Ji bo aştiyê tekane rê diyaloga demokratîk e
09:18 Heta HDP'î neyên tespîtkirin wê komir neyê belavkirin!
09:17 Ji ber şer bereketa erdan kêm bû
09:16 Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê: Hindik maye em top bavêjin
09:16 Du sal berê ji ber heman stranan beraat kir, lê îsal ceza lê hat birîn
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn