WhatsApp êdî bi kurdî ye!

  • rojane
  • 09:02 3 Kanûn 2018
  • |
img

AMED – Êdî bikarhênerên sepana platforma WhatsAppê dikarin bi kurdî bikar bînin. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsAppê wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî daxînin û bikar bînin.   

Di warê teknolojiyê de pêşketinek din jî li kurdî zêde dibe. Sepana peyamşandinê û lêgerandinê ya xwedî taybetmendiyên xwe ya navbera platforman WhatsApp Messenger ya ji bo "Smartphone / Telefonên Jêhatî" êdî bi kurdî ye. Naveroka hemû beşên WhatsAppê bi kurdî hat amadekirin. Kesên ku dixwazin WhatsAppê bi kurdî bikar bînin dikarin peyda bikin û daxînin telefonên xwe. 
 
Di cîhanê de yek ji sepana ku herî zêde peyam pê tên şandin WhatsApp ku bi kurdî hat amadekirin kêfa bikarhenerên kurd jî anî. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî Gernas Nenas ê ku di warê amûr û videoyên teknolojiyê li ser kurdî dixebite demek dirêj bû ji bo ku WahatsAppê wergerîne kurdî dixebitî û vê xebata xwe temam kir. 
 
DI MEHEKÊ DE ÇÊKIR
 
Nenas bi qasî mehekê dema xwe da ser çêkirina WhatsAppa kurdî û bi sepana bernameya bi navê APK Edîtor a di telefonê de çêkir. Nenas behsa xebata xwe ya mohra serkeftina xwe lê  xist kir. 
 
'ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ TEKNOLOJIYÊ YE JÎ' 
 
Nenas anî ziman ku zimanê kurdî tenê zimanê axaftinê ye di heman demê de zimanê nivîsandin û xwendinê ye û got: “Pir fikirîm li ser teknolojiyê. Çima em teknolojiyê bi zimanek din bikar tînin. Lewma min xwest êdî WahatsAppa kurdî jî hebe. Min çend caran bi WhatsAppê re têkilî danî lê bes bersiva erênî nedan. Xwe nêzî WhatsAppa kurdî nekirin. Min li ser sepanê APK Edîtor ewil ji bo xwe ceriband. Piştî min ceriband serkeftî bû û min dît ku tê wergerandin. Pişt re ez fikirîm ku çêbikim û vê sepana kurdî belav bikim.”
 
'BI VÊ XEBATÊ ŞA DIBIM' 
 
Nenas diyar kir ku ji ber ferhengek peyvên teknolojiyê nîne di warê bicihkirina peyvan de hinek zehmetî kişandiye û wiha dewam kir: “Ji bilî zehmetiya peyvan, wekî din ev xebat xweş dimeşe. Xebata kurdî ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Pê şa dibim û nawestim. Dixwazim vê yekê jî bêjim dibe ku hin peyv ‘çêkirî' bin ji ber vê yekê jî lêborîna xwe ji bikarhêneran dixwazim. Ji bo alîkariya hemû heval û dostan jî spasdar im.” 
 
'DIVÊ EM DAXÎNIN DA KU WHATSAPP BIBÎNE WA KURDÎ TÊ BIKARANÎN' 
 
Nenas da zanîn ku ji destpêkê heta dawî her beşên wê bi kurdî ye û wiha got: “Heke bikarhener rabin têde bi Tirkî binivîsinin ne bi kurdî ye, lê heke bi kurdî binivîsinin her tiştê wê dibe kurdî. Hemû naveroka wê bi kurdî ye. Va me çêkir îcar dora bikarhenera ye. Ez daxwaz dikim ku têde bi tirkî nenivîsini. Em hêvî dikin ku dê hemû bikarhener ji heval û dostên xwe re parve bikin û wê WhatsApp jî bibîne ku va kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin. Belkî êdî ew jî bi awayek fermî bi zimanê kurdî WhatsAppê çêbikin ku em dikaribin daxînin.” 
 
LI SER MALPERA TEKNİSTAN.COM'Ê TÊ DAXISTIN 
 
Nenas destnîşan kir ku ew ê sepana WhatsAppa Kurdî li ser malpera http://teknistan.com/ dê belav bikin û got: “Em ê ji bo daxistina WhatsAppê hemû tiştî binivîsinin li ser malpera teknîstanê. Daxistina wê zor nîne. Tenê li şûna ku di Play Store de daxînin, dê li ser teknîstanê daxînin. Her tişt eynî ye. Ne hewceye pê li tiştekî teknîkî bikin. dadixînin û saz dikin.” 
 
WHATSAPP NAHÊLE KU PLAY STORE WHATSAPPA KURDÎ BELAV BIKE 
 
Nenas got ji ber ku WhatsAppa kurdî ji şirketa WhatsAppê re ne fermî ye qebûl nake ku Play Store sepanê bide belavkirin. Nenas da zanîn ku di sala 2016’an de jî serwîsa peyam şandinê y Telegram jî wergerandiye kurdî û sepana “lîstika peyva” ya bi kurdî çêkir û bernameya “lîstika milyoner” jî wergerandiye kurdî û li ser Play Store tê peydakirin. Nenas her dawî got WhatsAppa kurdî ku hatiye çêkirin tenê ji bo telefonên Androîd hatiye amadekirin. 
 
MA / Bîlal Guldem 

Sernavên din

06/12/2018
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin
11:07 Danişîna biryarê ya doza Lîcê sibê ye
10:36 Hejmara 26'an a Kovara Zendê derket
10:28 Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Coşkun girtin û şandin girtîgehê
10:04 Mijatovic: TMK'ê jiyan li mirovan heram kir
09:48 MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye
09:19 Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwînerên xwe re tê ba hev
09:08 Parêzer: Polîs delîlan reş dike, dadgeh polîs diparêze
09:08 Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin
09:07 'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye'
09:06 Dadgehan kir nekir ji bo parlementerên HDP'î sûcek peyda nekir
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
05/12/2018
20:07 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû: Em ê bi ser bikevin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê bi dawî bû
18:40 CHP'iyan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
16:26 Du malper ji ragihandinê re hatin astengkirin
16:08 Ahmet Turk bû bernamzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê
15:47 Rojnameger Rojhat Dogru hat girtin
15:25 Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye
15:03 Buldan: Piştî hevdîtinên li Îmraliyê aloziyê dest pê kir
14:56 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê hiqûq tune tecrîda mutlaq heye
Akin Bîrdal: Tirkiye bûye girtîgeh
14:28 19 girtî ji Girtîgeha Panosê sewqî 4 girtîgehan kirin
14:19 Komcivîna Efrînê xwest komîteyek ji hemû nasnameyan pêk tê bê avakirin
14:04 Danişîna karkerên Balafirgeha 3'yemîn dest pê kir
14:04 HDP’ê binçavkirin şermezar kir
13:34 Demîrtaş: Em ji darizandinê natirsin
13:20 Xebatkarên ETHA’yê Şahîn û Gayip nehatin berdan
12:42 Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê di roja 9’emîn de ye
12:18 Ji bo dolmîşa hat gulebarankirin serî li AYM’ê da
11:59 'Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin'
11:20 Wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne: Em hemû bi hev re tecrîdê bişkînin
11:14 Buldan: Divê meclîs û wezareta dadê meclîsê bike rojeva xwe
10:28 Li Amed û Colemêrgê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
10:22 Di mijdarê de 9 rojnameger hatin cezakirin
09:40 Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsê Waliyê Mêrdîn sûcdar kir
09:26 Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xistin
09:25 Taşçier: Em gava duyem a Yekîtiya Netewî ya Kurd diavêjin
09:18 Girtiyan pêkanînên mafan ên li Girtîgeha Amedê ragihandin
09:17 Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:16 Kêlika gora kurê xwe çêkir hat girtin, kêlika gorê jî hat binçavkirin!
09:15 Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan
09:14 Antîbiyotîka xwezayî ya ji bo sermagirtin û zekemê: Şiveydiz
09:14 ‘Divê hemû gel xwedî li daxwaza Guvenê derkevin'
09:13 Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren sibê ye
09:12 'Kapadokyaya' Wanê 'Vanadokya' li benda serdêran e
09:12 Yorukan xwest Demîrtaş bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'A
04/12/2018
21:49 Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim
16:52 Dadgeha îstînafê cezayê Demîrtaş û Onder erê kir
15:33 Li ber çavê dayika wê lêxistin
15:32 Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane
15:20 Bi boneya daxuyaniyê ji xala 301'ê lêpirsîn dest pê kir
14:59 Li Colemêrgê 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
14:42 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Li dijî tecrîdê çalakî berbelav dibin: Tecrîdê rakin
14:27 Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:34 ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar
13:03 Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin
12:27 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Erziromê binçav kir
12:20 Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin
11:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya di binçavan de didome
11:07 Sê penaber li sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
10:58 Farisogullari hişyar kir: Israra tecrîdkirinê talûkeyên mezin ava dike
10:39 Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû
09:54 Nivîskarên Kurd: Bila tu partî berjewendiyên xwe nexin pêş tifaqa kurd
09:19 Ocalan: Bi tecrîdê re dewlet xwe diqedîne
09:18 Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir