Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin

  • rojane
  • 12:20 4 Kanûn 2018
  • |
img

WAN - Malbata Polat a ku polîsan xaniyê wan şewitand, ji ber zilm û zordariyê ji warê xwe yê bi sadan salane lê dijîn bi hêsirên çavan koç kirin. Malbata Polat, diyar kir ku ji ber zilma li wan tê kirin neçar man koç bikin. 

 
Malbata Polat a 25 roj berê polîs û eskeran xaniyê wan şewitand, ji ber zilm û zorê ji warê xwe koç kirin. Li gundê Hespenek a navçeya Erdîşa Wanê, polîs û leşkeran di 10'ê mijdarê de bi hinceta îxbar heye operasyon pêk anîn û bi ser malan de girtibûn. Polîs û leşkerên li mala Mehmet Polat, hemû endamên malbatê bi çilen şevê û pêwxas derxistin derve. Polîsan piştre bombeyên gazê di derî û pencereyan de avêtin nava malê. Ji ber bombeyên gazê, xanî şewitî. Polîsan saet di 12.00’ê şevê de bi ser malê de girtin. Ji nava nivînan derxistin. Bi kincên şevê û bi lingên tazî em derxistin derve. Bi vî halî 3 saetan li ber sermayê hiştin. Di derî û pecereyan re bombeyên gazê avêtin nava malê. Dûre li malê lêgerîn kirin. Ji ber bombeyên gazê alavên malê şewitîn. Di 5 salên dawî de polîs û eskeran gelek caran bi ser mala wan de girt. Di serdegirtina 2 carên dawî de xaniyên wan hatin şewitandin. Malbata Polat herî dawî cam û deriyên xwe bi sac û hesinan girtin û koç kirin. Malbata ku derî û şibakeyên xwe girtin, tenê cilên xwe û çend alavên pêwist rakirin û bor kirin. Malbata Polat ku bi sedan salan li ser vê axê dijî, hemû cîranên xwe, dost û gorirên xwe, mal û milkê xwe hiştin û gund terk kirin. Malbata Polat di nava hêsirên çavan de koçî Îzmîre kirin. Malbata Polat qeyda 4 zarokên xwe jî ji dibistanê birin û koç kirin. Malbata polat diyar kirin ku wekî salên 90'an ku xizmên wan koç kirin ew jî niha ji ber zilmê koç dikin û ax û warê xwe terk dikin. 
 
'MA JI VÊ ZILMÊ MEZINTIR ZILM HEYE? 
 
Dayika 60 salî Pakîze Polat, zilma li dijî wan pêş dikeve rexne kir û wiha got: "Em ji ber zilma li me tê kirin koç dikin. 4 salin dawî zilmek mezin li me tê kirin. Êşa van salan nayê tarîfkirin. 5 caran bi ser xaniyê me de girtin. 2 caran xaniyê me şewitandin. 2 sal berê dema xaniyê me şewitandin em 40 rojan li derve razan. Îsal dîsa dema bi ser xaniyê me de girtin xanî şewitandin. Hemû alavên me şewitandin. Ceyîzê keça min şewitandin. Bombeyên gazê avêtin hundir û xanî şewitandin. Ma ji vê zilmê mezintir zilm heye? Niha me tenê cilên xwe kom kirin û derketin. " 
 
'2 CARAN XANIYÊ ME ŞEWITANDIN' 
 
Pakize Polat, destrnîşan kir ku mabata wan 10 nifûs in û wiha axivî: "Em carek din kengî vegerin ne diyar e. Ger ku zilm wisa bidome zor e ku em vegerin. Di 2 salan de 2 caran xaniyê me hat şewitandin. Me zilmek mezin dît. Her ji 3 mehan carekê bi ser xaniyê me de digirin. Şev nîvê şevê bi ser xanî de digirin û zarokan pêxwaz û tazî derdixin derve. Min neviyê xwe bi zorê derxistin derve. Xaniyê me şewitandin. Piştî serdegirtina malê û şewitandina xani derûniya zarokên min xera bû. Neviyên min şev nîvê şevê radibin û dibêjin 'Esker hatin' 
 
'EZ PIŞTA XWE DIDIM WELATÊ XWE' 
 
Polat, da zanîn ku heta ew bijî dê ji vê dewletê bi gilî û dozdar be û wiha got: "Piştî xaniyê me hat şewitandin, kesên ji bo piştgiriyê hatin, carek din pirsa me nekirin. Gelek kes hatin li xanî nerîn û diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin. Lê çûn û carek din nehatin halê me nepirsîn. Em niha ji ber zilmê pişta xwe didin war û welatê xwe û koç dikin. 60 salin li ser vê axê dijîm. Lê niha ji ber zilê pişta xwe didim vê axê û diçim."  
 
'EM BE TENA CILÊN XWE DICIN'
 
Berhem Polat jî anî ziman ku wan hemû alav û amûrên xwe yên di xanî de şewitî, di hundirê malê de hiştin, derî û şibakeyên xwe sac kirin û koç dikin û wiha got: "Me tenê cilên xwe û pêdiviyên xwe yên rojane xistin bagaca maşînê û em koç dikin. Me her tiştê xwe hişt û em diçin. Em bi zorê hatin sirgûnkirin. Weki salên 90'an em jî wekî malbatên xwe yên din neçarî sirgûnê dibin. Ev ji bo me gelek zor û zahmet e. Em warê xwe yê salan terk dikin û diçin. Ji ber ku em kurd in em rastî vê zilmê tên." 
 
Malbatê piştî koç kir pisîka wan li ber deriyê malê ma û ev dimenek xemgîntir li pey xwe hişt. 
 
MA / Adnan Bilen
 
 

Sernavên din

06/12/2018
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin
11:07 Danişîna biryarê ya doza Lîcê sibê ye
10:36 Hejmara 26'an a Kovara Zendê derket
10:28 Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Coşkun girtin û şandin girtîgehê
10:04 Mijatovic: TMK'ê jiyan li mirovan heram kir
09:48 MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye
09:19 Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwînerên xwe re tê ba hev
09:08 Parêzer: Polîs delîlan reş dike, dadgeh polîs diparêze
09:08 Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin
09:07 'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye'
09:06 Dadgehan kir nekir ji bo parlementerên HDP'î sûcek peyda nekir
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
05/12/2018
20:07 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû: Em ê bi ser bikevin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê bi dawî bû
18:40 CHP'iyan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
16:26 Du malper ji ragihandinê re hatin astengkirin
16:08 Ahmet Turk bû bernamzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê
15:47 Rojnameger Rojhat Dogru hat girtin
15:25 Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye
15:03 Buldan: Piştî hevdîtinên li Îmraliyê aloziyê dest pê kir
14:56 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê hiqûq tune tecrîda mutlaq heye
Akin Bîrdal: Tirkiye bûye girtîgeh
14:28 19 girtî ji Girtîgeha Panosê sewqî 4 girtîgehan kirin
14:19 Komcivîna Efrînê xwest komîteyek ji hemû nasnameyan pêk tê bê avakirin
14:04 Danişîna karkerên Balafirgeha 3'yemîn dest pê kir
14:04 HDP’ê binçavkirin şermezar kir
13:34 Demîrtaş: Em ji darizandinê natirsin
13:20 Xebatkarên ETHA’yê Şahîn û Gayip nehatin berdan
12:42 Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê di roja 9’emîn de ye
12:18 Ji bo dolmîşa hat gulebarankirin serî li AYM’ê da
11:59 'Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin'
11:20 Wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne: Em hemû bi hev re tecrîdê bişkînin
11:14 Buldan: Divê meclîs û wezareta dadê meclîsê bike rojeva xwe
10:28 Li Amed û Colemêrgê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
10:22 Di mijdarê de 9 rojnameger hatin cezakirin
09:40 Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsê Waliyê Mêrdîn sûcdar kir
09:26 Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xistin
09:25 Taşçier: Em gava duyem a Yekîtiya Netewî ya Kurd diavêjin
09:18 Girtiyan pêkanînên mafan ên li Girtîgeha Amedê ragihandin
09:17 Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:16 Kêlika gora kurê xwe çêkir hat girtin, kêlika gorê jî hat binçavkirin!
09:15 Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan
09:14 Antîbiyotîka xwezayî ya ji bo sermagirtin û zekemê: Şiveydiz
09:14 ‘Divê hemû gel xwedî li daxwaza Guvenê derkevin'
09:13 Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren sibê ye
09:12 'Kapadokyaya' Wanê 'Vanadokya' li benda serdêran e
09:12 Yorukan xwest Demîrtaş bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'A
04/12/2018
21:49 Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim
16:52 Dadgeha îstînafê cezayê Demîrtaş û Onder erê kir
15:33 Li ber çavê dayika wê lêxistin
15:32 Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane
15:20 Bi boneya daxuyaniyê ji xala 301'ê lêpirsîn dest pê kir
14:59 Li Colemêrgê 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
14:42 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Li dijî tecrîdê çalakî berbelav dibin: Tecrîdê rakin
14:27 Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:34 ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar
13:03 Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin
12:27 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Erziromê binçav kir
12:20 Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin
11:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya di binçavan de didome
11:07 Sê penaber li sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
10:58 Farisogullari hişyar kir: Israra tecrîdkirinê talûkeyên mezin ava dike
10:39 Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû
09:54 Nivîskarên Kurd: Bila tu partî berjewendiyên xwe nexin pêş tifaqa kurd
09:19 Ocalan: Bi tecrîdê re dewlet xwe diqedîne
09:18 Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir