Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê hiqûq tune tecrîda mutlaq heye
Akin Bîrdal: Tirkiye bûye girtîgeh

  • rojane
  • 14:56 5 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NUÇEYAN - 15'emîn Konferansa Kurd li Parlamenta Ewrûpayê dest pê kir. Di konferansê de parêzvanên mafên mirovan axivîn. Nûnerên ÎHD'ê bal kişandin ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û diyar kirin ku li Tirkiyeyê hiqûq û destûra bingehîn nemaye. Parazvanê mafên mirovan Akin Bîrdal jî diyar kir ku Tirkiye bûye girtîgeh. Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî bal kişand ser rewşa Îmraliyê û da zanîn ku li Îmraliyê hiqûq tune ye. 
 
Bi tevlêbûna parazvanên mafên mirovan, rewşenbir, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî 15'emîn Konferansa Kurd li Parlamenta Ewrûpayê ya Burukselê pêk hat. Di konferansê de parêzvanên mafên mirovan axivîn û bal kişandin ser pirsgirên li Tirkiyeyê. Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Hevseroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez, ji Elmanyayê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasan ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Ewropayê (ELDH) Thomas Schmîdt, ji Îtalyayê Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî Gîannî Tognonî li panelê axivîn. Panela destpêkê ya konferansê bi navê "Tirkiye bûye dewleteke ku ji hiqûqê bêpar maye" pêk hat.
 
AKIN BÎRDAL: TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEH
 
Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal moderatoriya konferansê kir û bal kişand ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û cîhanê. Bîrdal li ser asta heyî ya pirsgirêka Kurd got: "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek ku li cih dikarîbû bihata çareserkirin, lê belê ji ber neçareseriyê veguherî pirsgirêkeke herêmî û ev di dawiyê de bû pirsgirêkek navneteweyî. Her ku neyê çareserkirin, pirsgirêkê girantir dike."
Bîrdal li ser binpêkirina mafên mirovan, birçîbûn, şer û desthilatdariyên faşîst ên li cîhanê mînak da û ji bo Tirkiyeyê jî got, "Veguheriye girtîgehê." Bîrdal bi bîr xist, li girtîgehan 264 hezar girtî û hikumxwar hene.
 
YOLERÎ: ÎŞKENCEYA LI DIJÎ JINÊ ZÊDE BÛYE
 
Hevseroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî qala binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir. Yolerî got: "Li Tirkiyeyê îşkence her tim hebû, lê van salên dawî girantir bû. Mîna ku amûrên îşkenceya klasîk a salên 80'yî hilanîne û ji nû ve dest bi bikaranîna wan kirine." Yolerî diyar kir, metirsî li ser her kesên li Tirkiyeyê heye ku îşkence lê bê kirin û bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan.  Yolerî pirsgirêkên zewicandina di emrê biçûk de, zarokên li girtîgehan û pirsgirêka penaberiyê bi bîr xist. Yolerî biryara hikumetê ya li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Demîrtaş bi bîr anî û got: "Li Tirkiyeyê destûra bingehîn teviziye. Tirkiye derketiye derveyî hiqûqê û gelek pirsgirêkên, girtina ne hiqûqî, qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê, zextên li azadiya raman û çapemeniyê, girtina rojnamevanan û dema dirêj a destgîrkirinê danî holê." 
 
TURKDOGAN: 800 HEZAR KES JI AZADIYÊ BÊPAR MANE
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turdogan jî bi gotina "Berxwedana li dijî zilmê, maf e" dest bi axaftina xwe kir û li ser rewşa li girtîgehan agahî da. Turkdogan diyar kir, li girtîgehên ku cihê 211 hezar kesî heye, 260 hezar kes tên girtin, lewma gelek girtî ji bo razanê jî li benda dorê dimînin. Turkdogan ragihand, li bi giştî 800 hezar kes ji azadiyê bêpar hatine hiştin û got: "Ev yek jî nîşan dide ku rêveberiyeke otorîter a tund heye."
 
'DESTÛRA BINGEHÎN BI CIH NAYÊ ANÎN'
 
Turkdogan işaret bi rewşa Ocalan jî kir û anî ziman, tecrîda li Îmraliyê li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye, lê belê ya ku li Ocalan tê kirin ji tecrîdê jî wêdetir e. Turkdogan bal kişand ser rewşa li girtîgehên tîpa F û got: "Li Tirkiyeyê qanûn bi cih nayên anîn. Dadgeh tenê li rewşê temaşe dikin (...) wesfa dewleta qanûnê nemaye, destûra bingehîn teviziye. Eger li welatekî qanûn bi cih nayê anîn, wê çaxê pêkanînên kêfî hene. Mafên mirovan kirine amûr."
 
EGER PIRSGIRÊKA LI ÎMRALIYÊ NEYÊ ÇARESERKIRIN, PIRSGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHÊN DIN JÎ NAYÊN ÇARESERKIRIN
 
Turkdogan da zanîn, wekîla HDP'ê ya girtî Leyla Guven ji bo qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û got: "Eger li welatekî, parlamenterek ji ber ku qanûn bi cih nayê anîn dikeve greva birçîbûnê, wê çaxê gotinek namîne ku mirov bînin ziman."
 
Turkdogan pirsî bê çima Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) neçûye Îmraliyê û got: "Em neçar in ku balê bikişînin ser cihê ku pirsgirêk lê giran e. Eger pirsgirêka li Îmraliyê neyê çareserkirin, ne bawerim ku pirsgirêkên li girtîgehên din çareser bibin."
 
PARÊZER BÎLMEZ: LI ÎMRALIYÊ TECRÎDA MUTLEQ HEYE
 
Moderatorê panela duyemîn parêzer Heîke Geîsweîd, mafê axaftinê da parêzerê Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez. Bîlmez diyar kir, li Îmraliyê her tişt hîn xerabtir dibe û got: "Tirkiye êdî dewleteke hiqûqê nîne. Dewleteke qanûnê nîne." Bîlmez, da zanîn ku hemû bûyerên diqewimin bi nêzîkatiya li Ocalan ve girêdayî ye û got: "Bêhiqûqiya li Îmraliyê bi komploya 1999'an dest pê kir." Bîlmez anî ziman, ne mercên girtina Ocalan, ne jî dadgeha hate avakirin, ne adîl û ne hiqûqî ye. Ocalan bi salan e nikare kesî bibîne. Li Îmraliyê tecrîdeke mutleq heye. Li Îmraliyê hiqûq nîne, bê hiqûqî heye. Eger wê rexne li Tirkiyeyê bê kirin, divê di wexta xwe de were kirin. Naxwe piştî ku AKP'ê û lîderê wê sîstema xwe avakirin, her gotina bê gotin wê bê wate be."
 
Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmîdt jî diyar kir, ew dixwazin sînyaleke xurt bidin Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê. Schmîdt bal kişand ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li ser PKK'ê û got: "Gelo Yekîtiya Ewropa çima vê biryarê ji nedîtî ve tê?" Schmîdt binpêkirina hiqûqê ya li Tirkiyeyê nirxand.
 
Gîannî Tognonî jî li ser karê Dadgeha Gelan a Daîmî agahî da. Tognonî ji bo Erdogan jî got, "dîktator e" û diyar kir, di mijara Kurdan de divê xweserî bê naskirin û wiha axivî: "Tirkiye ji bo Ewrûpayê bû pirsgirêkeke jeopolîtîk. Lê bûyerên li vê derê diqewimin ji kesî re nabe derd."
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/12/2018
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin
11:07 Danişîna biryarê ya doza Lîcê sibê ye
10:36 Hejmara 26'an a Kovara Zendê derket
10:28 Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Coşkun girtin û şandin girtîgehê
10:04 Mijatovic: TMK'ê jiyan li mirovan heram kir
09:48 MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye
09:19 Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwînerên xwe re tê ba hev
09:08 Parêzer: Polîs delîlan reş dike, dadgeh polîs diparêze
09:08 Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin
09:07 'Berpirsiyarê sereke yê şewata li kursa Qur'anê miftî ye'
09:06 Dadgehan kir nekir ji bo parlementerên HDP'î sûcek peyda nekir
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
05/12/2018
20:07 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû: Em ê bi ser bikevin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê bi dawî bû
18:40 CHP'iyan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
16:26 Du malper ji ragihandinê re hatin astengkirin
16:08 Ahmet Turk bû bernamzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê
15:47 Rojnameger Rojhat Dogru hat girtin
15:25 Temellî: Tu hukmê biryara Dadgeha Îstinafê ya ji bo Demîrtaş û Onder tune ye
15:03 Buldan: Piştî hevdîtinên li Îmraliyê aloziyê dest pê kir
14:56 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê hiqûq tune tecrîda mutlaq heye
Akin Bîrdal: Tirkiye bûye girtîgeh
14:28 19 girtî ji Girtîgeha Panosê sewqî 4 girtîgehan kirin
14:19 Komcivîna Efrînê xwest komîteyek ji hemû nasnameyan pêk tê bê avakirin
14:04 Danişîna karkerên Balafirgeha 3'yemîn dest pê kir
14:04 HDP’ê binçavkirin şermezar kir
13:34 Demîrtaş: Em ji darizandinê natirsin
13:20 Xebatkarên ETHA’yê Şahîn û Gayip nehatin berdan
12:42 Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê di roja 9’emîn de ye
12:18 Ji bo dolmîşa hat gulebarankirin serî li AYM’ê da
11:59 'Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin'
11:20 Wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne: Em hemû bi hev re tecrîdê bişkînin
11:14 Buldan: Divê meclîs û wezareta dadê meclîsê bike rojeva xwe
10:28 Li Amed û Colemêrgê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
10:22 Di mijdarê de 9 rojnameger hatin cezakirin
09:40 Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsê Waliyê Mêrdîn sûcdar kir
09:26 Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xistin
09:25 Taşçier: Em gava duyem a Yekîtiya Netewî ya Kurd diavêjin
09:18 Girtiyan pêkanînên mafan ên li Girtîgeha Amedê ragihandin
09:17 Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:16 Kêlika gora kurê xwe çêkir hat girtin, kêlika gorê jî hat binçavkirin!
09:15 Girtiyê her dem dev û bêvila wî xwîn dibe nayê berdan
09:14 Antîbiyotîka xwezayî ya ji bo sermagirtin û zekemê: Şiveydiz
09:14 ‘Divê hemû gel xwedî li daxwaza Guvenê derkevin'
09:13 Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren sibê ye
09:12 'Kapadokyaya' Wanê 'Vanadokya' li benda serdêran e
09:12 Yorukan xwest Demîrtaş bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'A
04/12/2018
21:49 Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim
16:52 Dadgeha îstînafê cezayê Demîrtaş û Onder erê kir
15:33 Li ber çavê dayika wê lêxistin
15:32 Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane
15:20 Bi boneya daxuyaniyê ji xala 301'ê lêpirsîn dest pê kir
14:59 Li Colemêrgê 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
14:42 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Li dijî tecrîdê çalakî berbelav dibin: Tecrîdê rakin
14:27 Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:34 ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar
13:03 Çalakiyên li dijî tecridê belav dibin
12:27 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Erziromê binçav kir
12:20 Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin
11:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya di binçavan de didome
11:07 Sê penaber li sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
10:58 Farisogullari hişyar kir: Israra tecrîdkirinê talûkeyên mezin ava dike
10:39 Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû
09:54 Nivîskarên Kurd: Bila tu partî berjewendiyên xwe nexin pêş tifaqa kurd
09:19 Ocalan: Bi tecrîdê re dewlet xwe diqedîne
09:18 Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir