Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin

  • rojane
  • 14:51 6 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî li Amedê daxuyanî dan û xwest bi lez tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakin. Nûnerên saziyan û partiyên siyasî diyar kirin ku çalakiyên greva birçîbûnê mafîfestoya daxwaza aştî û demokrasiyê ye. 
 
Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda Ocalan di roja 29'an de berdewam dike. Li gelek bajaran parlamenterên HDP'ê ji bo 3 rojan çalakiya grevê pêk anîn û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Li Amedê jî piştî çalakiya 3 rojan îro bi tevlêbûna nûneren rêxistinên civakî û partiyên siyasî li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Nûneren Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Xizmên Girtiyan (TUAY-DER) li avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji girtiyên siyasî re azadî," “Em çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin" û “Daxwazên we daxwazên me ne." vekirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyaniya bi kurî xwend.
 
'OCALAN JI 1999'AN HETA NIHA DI BIN TECRÎDA GIRAN DE YE' 
 
Berdan Ozturk anî ziman ku ev qêrîn û raperîn banga berpirsyariyê û pêkanîna hiqûqê ye û wiha got: Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1999'an heta niha li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Hemû qaîdeyên hiqûqî û nirxên mirovayetiyê tên binpêkirin û Birêz Ocalan ji sala 2011an heta niha bi parêzerên xwe re, ji sala 2015'an heta niha bi Şandeya Îmraliyê re û ji sala 2016'an ve nikare bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ligel biryara DMMEyê, raportên CPTê, mafên bingehîn ên yasayî yên Birêz Ocalan tên binpêkirin." 
 
Ozturk, da zanîn ku ji sala 2015''an heta niha Ocalan di bin tecrîda giran de ye û wiha axivî: "Birêz Ocalan nikare bi parêzer, malbat, wasî û şandeyê re ti pêwendiyê dayne, mafên ragihandin, telefon, name û faks hatine qedexekirin. Ev rewş ji tecrîda mutleq wêdetir. Ev rewşa tecrîda mutleq a li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê sepandin, li dijî mafên bingehîn û derveyî qanûnên gerdûnî yên bi yasayên neteweyî û navneteweyî hatî misogerkirin e; dij-mirovahî ye. Ew statuya taybet a navdewletî li Îmraliyê tê tetbîqkirin, statuyeke korsan e û xwe naspêre ti yasa û qaîdeyekî hiqûqî. Sîstema Îmraliyê sîstema NATOyê ye, li wir qaîdeyên gladyoyê di meriyetê de ne. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji bo siberoja gelên Tirkiyeyê xefikeke mezin."  
 
'DEMA HEVDÎTIN HEBÛ AŞTÎ HEBÛ' 
 
Ozturk, destnîşan kir ku dema hevdîtin hebûn aştî hebû û wiha berdewam kir: "Dema ku pêwendî bi Îmraliyê re hebû, gelên Tirkiyeyê atmosfera aştiyê û delîveyên pêkvejiyanê dîtin. Di salên 2013-2015an de bi saya Birêz Ocalan, civaka Tirkiyeyê hêvî, aştî û çareserî dît. Îro tiştê ku tê tecrîdkirin, ev hêviya aştiyê û îradeya çareseriyê ye. Atmosfera reş a şer, qeyran û kaosa li Tirkiyeyê, ji tecrîda Îmraliyê dest pê kir. Ev gerîneka şer a li Rojhilata Navîn û pêvajoya pevçûnê ya li Tirkiyeyê her ku diçe gurr dibe, encama van polîtîkayan e. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe û bi rêbazên resen ên têkoşînê, zanayekî vê serdemê ye. Qutkirina pêwendiya Birêz Ocalan a bi civakê re, rê li ber berberiya civakî vedike, serdestiya rejîmên zordest û feraseta tundrew li ser civakê ferz dike."  
 
 
'DAXWAZA MIROVÎ Û MAFDAR E' 
 
 
Ozturk, herî dawî xwest bi lez tecrîd bê rakirin û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku bi awayekî demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven 29 roj e di greva birçîbûnê de ye. Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin, bi beşdariya gelek girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û bi endamên HDP, DBP, KCD û TJA'yê û bi parlemanteran berdewam dike. Ev qêrîn û raperîn dê gurr bibe û ihtimal e ku bigehê asteke xeternak û tesîrê li her kesî bike. Ev greva ku Leyla Guven serkêşiyê dike û bi gelek girtî, siyasetmedar û aktîvîstan tê meşandin, daxwaza pêkanîna qaîdeyên hiqûqî yên bingehîn e. Daxwaza rakirina tecrîdê ye. Daxwazeke mirovî û mafdar e. Divê Tirkiye yasayên xwe û mafên mirovî yên bingehîn binpê neke û peymanên ku îmze kiriye cîbicî bike. Ev daxwaz, daxwaza hevpar a hemû kes û saziyên demokratîk û dilsozên aştiyê û dadmendiyê ye.  Greva birçîbûnê hê negehiştiye asta xeternak û lewra ev yek firsendeke mezin e ji bo çareseriyê. Heta ku negihêje wê astê, divê ev daxwaz bê qebûlkirin. Ku ev daxwaz bê qebûlkirin, dê zirarê nede bedena girtiyan û feydeyeke mezin li aştiya civaka Tirkiyeyê û pêkvejiyanê bike.  Grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê û li girtîgehan, manîfestoya pêdiviya aştiya Tirkiyeyê ye. Lewre, em bangî hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz dikin ku li dijî vê tecrîdê derkevin û aştiyeke mayînde pêk bînin û piştgiriya jiyaneke hevpar bikin." 

Sernavên din

09/12/2018
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin
12:00 Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest
11:30 Yelda Abbasî hat berdan
10:56 Rojnameger Yilmaz nehat berdan
10:46 Kesên li Erziromê hatin binçavkirin hatin berdan
10:41 Têkoşîna ji bo hiqûqê piştî 19 salan encam da
10:07 Mizrakli: Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike
09:03 Lêgerîna tazî li girtiyê nexweş ferz kirin
09:02 KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
09:01 'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
06/12/2018
23:33 Hunermend Yelda Abbasî hat binçavkirin
22:43 Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
20:42 Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan
20:36 Li Geverê erd hejiya
19:28 Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir
18:57 Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû
16:32 Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin
15:59 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
15:59 Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgiriya navnetewî
15:42 Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne
15:28 Li Amedê 14 kes hatin berdan
15:16 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin
15:00 Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin
14:51 Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin
14:20 Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin
14:02 Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê
13:56 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt
13:56 Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 770’an serî li dozgeriyê dan
12:06 HDP'ê serlêdana bernamzetan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir
11:50 Sirri Sureyya Onder ket girtîgehê: Aşti û demokrasî dê bi ser bikeve
11:48 Başaran: Ocalan azad bikin
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin