'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'

  • rojane
  • 09:01 7 Kanûn 2018
  • |
img

AMED – Fahriye Çûkûr ku keça wê Rozerîn Çûkûr li Sûrê jiyana xwe ji dest da, bilêv kir di salvegera sêyemîn a qedexeyê de ew çûye cem Mînareya Çar Ling û qîriyaye û got: "Ev der canek ji min stend, ma mimkun e ez ji bîr bikim." Her wiha bav Mûstafa Çûkûr jî bertek nîşanî "xebatên nûkirinê" yên li Sûrê da û dibêje: "Bawer nakim kesên bibêjin em ji Amedê ne û biçin li wir rûnên." 

Li Sûrê hîn jî 6 tax qedexe ne. Di ser qedexeya li Sûrê re 3 sal derbas bûn, lê belê tiştên lê qewimîn hîn jî wekî roja ewil di bîra mirov de ne. Fahriye Çûkûr ku li Sûrê di 8'ê Çileya 2016'an de keça wê Rozerîn Çûkûr (17) li nêzî Dibistana Seretayî ya Sulyeman Nazîf hat kuştin got: "Cenazeyên mirovan tevî hafriyatan valakirin Çemê Dîcleyê. Ma mimkun e em ji bîr bikin." 
 
'ÇÎROK DINIVÎSANDIN'
 
Dayik Fahriye Çûkûr behsa keça xwe Rozerînê ku jê re digot "Gulazer" kir û wiha got: "Rozerîn gula mala me bû. Dilhenûn bû. Ji zarokatiya xwe ve meyla wê li ser xêzkirina wêneyan bû. Pir ji lêkolînkirinê hez dikir. Ji mala heta em digahaştin gund li rê û derdorê dinerî û çîrok dinivîsandin. Wexta em dihaştin gund, diçû li cem extiyaran rûdinişt û sohbet dikir. Gundê me gundekî ermeniyan e. Ji extiyar dipirsî 'ji bo çi ev mal vala ne?' Wê û mamosteyên zanîngehê nîqaş dikirin. Matematîk şanî hevalên xwe dikir." 
 
'DIXWEST BIBE PSÎKYATRÎST'
 
Dayik Çûkûr dibêje xeyalê keça wê Rozerînê ew bû bibe psîkyatîrst û wiha axivi: "Dixwest mirov li dora wê bicivin û pirsgirêkên wan çareser bike. Dayik Çûkûr bilêv dike keça wê 15 rojan li cem xalê xwe xebitiye û bi 300 lîreyê qezenc kiriye bi 150 lîreyî pirtûk kirîne, 50 lîre daye wê da zivistanê ji xwe re qocicekî bikire. 
 
Niha 2 zarokên Fajriye Çûkûrê mane, lê belê ani ziman  wê tu carî kuştina Rozerînê qebûl nekiriye û kesên jê dipirsin 'çend zarokên te hene?'  diyar dike "3 zarokên min hene. Keça min a mezin zanîngehê dixwîne." 
 
Fahriye Çûkûr, ji ber vîllayên li taxên Sûrê yên gelek ciwan lê hatin kuştin  hatine çêkirin jî bêzar e û wiha ani ziman: Bê nûkirin jî, zêr be jî lê li ber çavê min çop e. Li wir xwîna min rijiyaye. Kîjan roj keys çêbibe dixwazim li wir biqîrim û bibêjim 'xwîna keça min li vir rijiyaye.' Li ser xwîna zarokên me vîllayan çêdikin. Ez van vîllayan qebûl nakim. Bila mirov xwe têxin şûna min. Ew der canek ji min stend. Ma ez ê çawa ji bîr bikim?" 
 
‘MIN GAZÎ ROZERÎNÊ KIR' 
 
Dayik Fahriye Çûkûr di 2'yê Kanûnê roja salvegera sêyemîn a qedexeya derketina li Sûrê bi şev bi tena serê xwe çûye Sûrê û ji bo wê şevê wiha got: "3 roj berê, bi şev saet di 12'an de rabûm çûm cem Minareya Çar Ling. Ne tiştekî rihet e. Çûm, di nav avê de winda bûm. Ez û kûçikekî tenê li wir bûn. 3 sal derbas bûne lê dîsa jî diçim wir, da biqîrim. Li wir qîriyam; Rozerîn Rozerîn Rozerîn çi bi te hat, Rozerîn çi hat serê te li vir? Paşê dîsa hatim malê. Niha heşê min ne li serê min e. Te dît tu bombeyê dixî nav tişteî diteqînî, îjar her ew roj tê bîra min mêjiyê min wis aditeqe. Bi dermanan li ser niga me." 
 
Dayik Çûkûr, diyar kir  ku tenê bi aştiyê wê êşa wê hinekî sivik bibe û wiha ani ziman:  "Ger aştî çêbibe wê êşa min sivik bibe, ger xwîn neherike wê êşa min sivik bibe, ger dawî li vê zilmê bê wê êşa min sivik bibe. Lê hîn jî didome. Her dewam dike dilê min dişewite, dilê hemû mirovan dişewite. Wexta leşker jî dimirin dilê min dişewite. Pizotê di dilê min de, di dilê dayikên leşkeran de jî heye." 
 
‘MA MIMKUN E EM JI BÎR BIKIN?' 
 
Fahriye Çûkûr axaftina xwe dewam kir û  got: "Dayik, kal û pîrên 70 salî çûn. Temam em bêjin mirov terorîst bûn, lê qey ew eşya, ew ax, ew xanî jî terorîst bûn. Xera bûn, hatin şewitandin, hemû rijandin Çemê Dîcleyê. Cenazeyên mirovan di nav hafriyatan de çûn. Ma mimkun e em ji bîr bikin? Wexta kamyon derbas dibûn, min digot ka rabim belkî cenazeyê keça min jî tê de be. Tam 5 mehan li nav çopan ez li cenazeyê keça xwe geriyam. Belê, jiyana xwe ji dest da  û çû. Lê doza çi li cenazeyan dikin û nedan me. 
 
‘BILA DEWLET HESAB BIDE' 
 
Keça min tevî lênûsk û pênûskeke xwe ket nav Sûrê. Bila dewlet hesab bide ji bo çi zarokên me hatin kuştin. Ma qey em nizanin ji bo çi hatine kuştin? Em li taxa xwe, li ber deriyê xwe hatin kuştin. Ên zarokên me kuştin bila bên û hesab bidin. Ger dilê dayikekê jê nekiribûn û bi vê re ew dayik bê cezakirin, baş zanibin li cîhanê ew dayik ez im. Ma êdî çî min maye? Kezeba min jêkirin. Niha kezeba min tune ye." 
 
‘HÊRS Û XEM HEYE' 
 
Wekî roja ewil qewimînên li Sûrê di bîra bav Mûstafa Çûkûr de ne jî. Bav Çûkûr bilêv kir  ku wexta carinan ew ji bo alvêrê diçe Sûrê hêrs û xemek xwe lê radipêçe û axivî: "Hesteke ecêb e, mirov nikare behs bike. Hêrs û xem li her tiştî bar bûye. Di ser re sal derbas bibin jî ev êş nayê jibîrkirin." 
 
Bav Çûkûr ji bo keça xwe  anî ziman: "Ne keça min, hevala min bû.  Rozerînê pir ji Sûrê hez dikir. Carinan li ser hin mijaran me nîqaş dikir. Di 14 saliya xwe de dest binivîsandina çîrokan kir. Dixwest pirtûkekê binivîse." 
 
DER BARÊ WÎ DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN 
 
Bav Çûkûr axaftina xwe dimand: "Rozerîn zaroka min a ewil bû. Wexta çêbû em pir bextewar bûn û wexta min cenazeyê wê girt jî heman hîs li min peyda bûn. Çimkî, cenazeyê wê tam 5 mehan li nav Sûrê ma. 10 metre dûrî cihê me lê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Yanî ewqas nêz bû, me bang bikirana wê dengê me bibihîstana. Lê dîsa jî me nikaribû cenazeyê xwe bigire. Herêm hatibû dorpêçkirin. Ji bo em cenazeyên xwe bigirin tu dever neman me serî lê neda. Her sibeh û êvar em diçûn dozgeriyê. Ji bo em cenazeyên xwe bigirin em pir çûn hatin. Dewlet ji bo Rozerînê dibêje 'terorîsta çekdar.' Ji ber zarokên me hatin kuştin me gilî kir, lê belê hemû jî hatin redkirin. Em mafdar bûn, lê em neheq kirin. Der barê min û hevjîna min de 4-5 lêpirsîn hatin vekirin. Lêpirsîn didomin. Em li mala xwe jî nerihet in. Ev rewş hêrsa min zêdetir dike. Hem keça min kuştin hem jî bi ser me de tên." 
 
Bav  Mûstafa Çûkûr bal kişand  ser "xebatên nûkirinê" yên li Sûrê jî û got: "Sûrê bi zêran jî çêbikin, li ber çavê min wê ne Sûra berê be. Halê Sûrê yê berê tiştekî cuda bû. Bifikirin hîn jî di bin wan înşaatan de cenaze hene... Mirovên li wir (vîlla) rûnên û zanibin di bin wan de cenaze hene wê hîseke çawa li wan peyda bibe? Bawer nakim kesên bibêjin em ji Amedê ne û biçin li wir rûnên." 
 
‘DIZANIN WÊ WINDA BIKIN' 
 
Bav Çûkûr bal kişand ser hilbijartina herêmê û namzetê AKP'ê yê ji bo Şaredariya Mezin a Amedê jî ku qeyûm Cûma Atîlla hat nîşandan û wiha bi dawî kir "Li Amedê qeyûm çi dike bila bike, wê ji bo mirovên Amedê tu tişt neguhere. Wê bêje min hawirdor xweşik kir û vîlla çêkirin û wê di televîzyonan de nîşan bibe. Lê ne yê min bila biçe li dilê Amedê binere bê çi tê de heye. Ji ber dizane wê wind abike qeyûm wekî namzet nîşan da. Qeyûm ji bo Amedê çi dike bila bike lê wê dîsa jî ji bo Amediyan tu tişt neguhere. Serê gavê qereqolek heye, heta em ji taxê diçin nav çarşiyê 4-5 noqteyên kontrolê hene. Ma ev azadî ye? Dibêjin 'me Sûr paqij kir', lê ev çi ne? Dawî li Rewşa Awarte hat, lê hîn jî didome." 
 
MA / Zuhal Atlan
 
 

Sernavên din

09/12/2018
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin
12:00 Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest
11:30 Yelda Abbasî hat berdan
10:56 Rojnameger Yilmaz nehat berdan
10:46 Kesên li Erziromê hatin binçavkirin hatin berdan
10:41 Têkoşîna ji bo hiqûqê piştî 19 salan encam da
10:07 Mizrakli: Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike
09:03 Lêgerîna tazî li girtiyê nexweş ferz kirin
09:02 KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
09:01 'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
06/12/2018
23:33 Hunermend Yelda Abbasî hat binçavkirin
22:43 Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
20:42 Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan
20:36 Li Geverê erd hejiya
19:28 Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir
18:57 Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû
16:32 Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin
15:59 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
15:59 Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgiriya navnetewî
15:42 Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne
15:28 Li Amedê 14 kes hatin berdan
15:16 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin
15:00 Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin
14:51 Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin
14:20 Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin
14:02 Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê
13:56 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt
13:56 Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 770’an serî li dozgeriyê dan
12:06 HDP'ê serlêdana bernamzetan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir
11:50 Sirri Sureyya Onder ket girtîgehê: Aşti û demokrasî dê bi ser bikeve
11:48 Başaran: Ocalan azad bikin
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin