Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe

  • rojane
  • 11:27 9 Kanûn 2018
  • |
img
ŞIRNEX – Midûrê Emniyeta Bêşebabê, polîs, xizmên polîsan, cerdevan û xebtakarên midûriyeta darayî jî di nav de şebekeyeke ji 19 kesan pêk tê  643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe. 
 
Li Bêşebaba Şirnexê şebekeyeke ku bi milyon lîreyan dewletê xisirand derket holê. Şebeke ji 19 kesan pêk tê û di nav de Midûrê Emniyeta Bêşebabê, polîs, xizmên polîsan, cerdevan û xebatkarên midûriyeta darayî hene. Ev şebeke di Nîsan-Adara 2015'an de di bin navê "Promosyonên meaşên polîsan" de 643 milyon lîre pere derbasî ser navê xwe kirin. 
 
Pere ji hesabekî aîdê Amîrtiya Emniyeta Navçeyê hatiye kişandin. Piştî pere tê transeferkirin, şik û guman çêdibin ku ji bo navçeyeke wekî Bêşebabê biçûk ev pereyekî pir e û li ser vê derdikeve holê. 
 
Pêşî midûrê bankeyê li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê gilî dike. Lê belê ji ber tiştek nayê kirin, midûrê bankeyê serî li Wezareta Dadê dide. PIştî serîlêdana midûrê bankeyê mufetîşên Wezareta Navxweyî lêkolînê dikin û bi vê lêkolînê derdikeve holê ku şebekeya ji 19 kesan pêk tê li ser vî pereyî rûniştiye. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de Midûrê Emniyeta Bêşebabê jî di nav de 19 kes hatin girtin û der barê wan de doz hat vekirin. 
 
Li gorî îdianameyê wexta Midûrê Emniyeta Navçeyê N.A.Ç. di 4'ê Nîsana 2015'an de diçe betlaneyê ev yek hatiye destpêkirin. Midûrê Emniyetê N.Ç.A. wexta diçe betlaneyê ji bo karên li ser du hesabên Bankeya Zîraatê bike wekaletnameyê dide polîsê bi navê Selahattîn Karakoç. Karakoç jî bi vê wekaletnameyê di bin navê "Promosyonên meaşên polîsan" de ji hesabê Amîrtiya Emniyeta Navçeyê pereyan dişîne hesabê xwe. 
 
Paşê heman polîs pereyên kişandiye ser hesabê xwe, ji hesabê Şîrketa Lîmîted a Veguhastinê ya aîdî Fîkret Durmuş û Tahîr Durmuş ku nêzî AKP'ê ne. Her wiha ji bo fihêtkirina van pereyan Midûrê Darayî yê Bêşebabê Saît Durmuş jî daxil dibe. 
 
Dîsa li gorî îdianameyê wexta Midûrê Emniyeta Bêşebabê N.Ç.A. li betlaneyê ye tê tayînkirin û li şûna wî Adnan Unsal tê peywirdarkirin. Piştî Unsal tê tayînkirin wexta hesaban lêkolîn dike, hay ji liv û tevgera di hesaban de dibîne. Lê belê ji dêvla ku Unsal gilî bike ew û şebekeyê li hev dikin û ji wî pereyî parekê hildigire. Midûrê Emniyeta Navçeyê Unsal jî bi awayekî derqanûnî Karakoç diparêze û dixwaze tim pereyan bişîne hesabê wî. 
 
Bi vî awayî hesab hatin valakirin. Lê belê di Gulana 2015'an de rayedarên Navenda Giştî yên Bankeya Zîraatê li ALîgirê Midûrê Emniyeta Bêşebabê Mehmet Karakaş geriyan û der barê vî pereyê gumanbar de ew agahdar kirin. Lê Karakaş jî ji dêvla ku gilî bike diçe ew û Midûrê Emniyetê Unsal û polîs Karakoç li hev dikin. Vê carê Karakaş tev li Unsal û Karakoç li Bankeya Îşê hesab vedikin. 
 
Piştî van hesabên nû, ev car zêdetir pere tên desteserkirin. Polîs Selahattîn Karakoç jî ji bo ev rewş bal nekişîne li Enqereyê ji bo xizmê xwe Guven Demîr li Bêşebab, Enqere û Kastamonûyê 3 şîrketan ava dike. Bi vî awayî hesabên bankeyê vala kirin. 
 
Li gorî îdianameyê gelek polîs hay ji vê rewşê hebûne lê belê deng ji xwe neanîne. Dîsa li gorî îdianameyê endamên şebekeyê bi giştî 635 milyon û 842 hezar lîre pere derbasî hesabên xwe kirine û li ser rûnştine. 
 
Wê di rojên pêş de danişîna dosyeyê pêk bê. Kesên navên wan di dosyeyê de hene ev in: Midûrê Emniyetê Adnan Unsal, polîs Selahattîn karakoç, Mehmet Karakaş, Taner Akin, Coşkûn Kir, cerdevan Saît Durmuş, Fîkret Durmuş, Tahîr Durmuş, Alî Vûral, Alî Kaş, Guven Demîr, Nûr Dogan Kûrt, Harûn Karabiyikoglû, hevjîna polîsê bi navê Selahattîn Karakoç Afîfe Akyan Karakoç, baldûza wî Ayşe Akyan, birayê wî Mukremîn Karakoç, OMer Ozkoca, Huseyîn Bûgra û Ozcan Karakoç. 
 
Her wiha dozgeriyê xwest der barê Şîrketa Veguhastinê ya Aras Îsmaîl û Şîrketa Lîmîtedê ya Başat Projeyê de jî tevdîr bên girtin. Her wiha şîrketên din; Şîrketa Anonîm a Înşaat, Turîzm, Sanayî û Bazirganiyê ya Akverî, Şîrketa Lîmîted ya Înşaat, Sanayî û bazirganiyê ya Derya Pen û Alî O.C. û Îrfan K. jî daxilî dosyeyê bên kirin. 
 

Sernavên din

09/12/2018
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên
12:00 Karkerê ceryan pê girt mir
11:48 Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin
11:27 Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe
10:29 Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin
09:20 Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin
09:19 Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin
09:18 Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin
09:18 Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be
09:17 Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye
09:16 Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin
09:15 Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye
09:14 Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin
09:13 Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN
08/12/2018
20:52 Wesayîta leşkeran qelibî, 3 leşker birîndar bûn
17:16 Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn
16:48 Rêvebera HDP’a Mêrsînê hat binçavkirin
16:24 Çalakgerê ku TRT’ê protesto kir mohra xwe li rojê da
16:19 Girtiyên li Sîweregê: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
15:47 Platforma Şaxan a KESK'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:33 Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe
15:28 Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim
14:55 Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
14:09 Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin
13:46 Komxebata Tenduristiyê ya HDK’ê: Alternatîfa me heye
13:33 ‘Ji 9 saliya xwe heta niha qurnefilan datînim Qada Galatasarayê'
13:27 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
12:54 Demîrkıran: Daxwaza Guven a li dijî tecrîdê daxwaza me ye
12:43 Kolanên Fransa bi zer xemilîn
12:29 Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin
11:56 Lêpirsîna Efrînê ji bo endamên Hewldana Hemwelatiyan vekirin
10:11 NÇM bi slogana ‘Bi hev re’ rêwîtiya 27 salan pîroz dike
09:42 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne
09:41 17 mehin di çalakiyan de ne: Em heqê xwînana xwe dixwazin
09:40 Beriya hilbijartinê qeyûmê Cizîrê milkê şaredariyê dewr dike gelo?
09:06 Kemal Ozelamli: Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim
09:05 Namzetê AKP'ê qeyûm Atîlla avahiya şaredariyê veguherand ofîsa hilbijartinê
09:05 Ji bo cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê bigire 19 car in tê Amedê
09:05 Girtiyê nexweş Kalay bal kişand ser nexweşîna xwe
09:04 Can: Di 1980'an de civakiyîbûneke germ hebû, lê niha tenêtî heye
09:04 'Karneya Tirkiyeyê ya mafê mirovan di biniya sifirê de ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN
07/12/2018
22:30 7 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Serayê hat birîn
21:06 Der barê bersûcê doza Licê Eşref Hatîpoglû de biryara beraatê
20:51 Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin
20:42 Hevşaredarên Qoserê nehatin berdan
20:25 Hevserokê HDP'a Kepezê hat girtin
16:37 Li Amedê jinek hat kuştin
16:12 HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin
16:11 12 kurtefîlm li Stenbolê tên pêşandan
15:58 'Dewama girtina endamê me Demîrtaş bêhiqûqî ye’
15:22 Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir
15:13 EUTCC'ê xwest hikûmeta AKP'ê tecrîdkirina Ocalan rake
15:02 Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan
14:44 Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin
14:38 KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
13:41 AYM’ê biryara sînorkirina lêpirsîna komkujiyê mafdar dît
13:17 HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike
12:54 Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:46 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin
12:40 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:02 ‘Pêşbirka Xwendina’ edebiyata kurdî tê lidarxistin
12:00 Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest
11:30 Yelda Abbasî hat berdan
10:56 Rojnameger Yilmaz nehat berdan
10:46 Kesên li Erziromê hatin binçavkirin hatin berdan
10:41 Têkoşîna ji bo hiqûqê piştî 19 salan encam da
10:07 Mizrakli: Bêdengiya hikumetê dê qêrîna me xûrt bike
09:03 Lêgerîna tazî li girtiyê nexweş ferz kirin
09:02 KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn
09:01 'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN
06/12/2018
23:33 Hunermend Yelda Abbasî hat binçavkirin
22:43 Li Kolombiyayê di 10 mehan de 226 aktivîst hatin kuştin
20:42 Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan
20:36 Li Geverê erd hejiya
19:28 Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir
18:57 Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû
16:32 Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin
15:59 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
15:59 Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgiriya navnetewî
15:42 Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne
15:28 Li Amedê 14 kes hatin berdan
15:16 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin
15:00 Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin
14:51 Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin
14:20 Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin
14:02 Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê
13:56 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt
13:56 Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 770’an serî li dozgeriyê dan
12:06 HDP'ê serlêdana bernamzetan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir
11:50 Sirri Sureyya Onder ket girtîgehê: Aşti û demokrasî dê bi ser bikeve
11:48 Başaran: Ocalan azad bikin
11:46 Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya
11:40 Li girtiyan lêpirsîna ‘greva birçîbûnê’ hat destpêkirin