'Telefona çi, ma telefona miriyan heye?'

  • rojane
  • 09:09 11 Kanûn 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Yek ji kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbîne de jiyana xwe ji dest da jî Nesîm Atabey e. 2 sal û nîv derbas bûn lê hîn jî cenazeyê Atabey nedane malbatê û bi ser de jî polîs bi awayekî sîstematîk davêjin ser mala malbata Atabey û ji malbatê re dibêjin: "Kurê we li kuderê ye, jimareya telefona xwe daye we." Dayik Ayşete Atabey doza cenazeyê kurê xwe kir û got: "Ev zilm e." 

Di dema qedexeya derketina derveya ya di 14'ê Adara 2016'an de li Nisêbîna Mêrdînê hat îlankirin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Di ser qedexeyê re zêdetirî 2 sal derbas bûn lê belê hîn jî cenazeyên gelek kesan nedane malabatan. Bi ser de jî polîs davêjin ser malên malbatên kesên jiyane xwe ji dest dane û tahdeyê li wan dikin. Yek ji kesên di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da jî Nesîm Atabey e. Atabey (22) di roja 18'an a qedexeyê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Atabey ji bo cenazeyê kurê xwe bigire nêzî du sal û nîv berê ji bo DNA'yê xwîn da, lê belê hîn jî cenaze nehatiye tespîtkirin. Malbat nizane cenazeyê kurê wan li kuderê ye û ji bo cenaze eta nia gelek caran çûne morgên saziyên tiba edlî yên Mêrdîn, Meletî, Ria û Dîlokê. Malbat mehê carekê serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê dide û doza cenazeyê kurê xwe dike. 
 
‘KURÊ WE LI KUDERÊ YE' 
 
Heta niha polîsan gelek caran avêtiye ser mala malbata Atabey a li Cizîra Şirnexê ye. Her cara polîs davêjin ser malê ji malbatê dipirsin "Kurê we li kuderê ye. Cihê wî bêjin." Dayik Ayşete Atabey destnîşan kir ku ya tê kirin "zilm" e û xwest rojek berî rojekê cenazeyê kurê wê bê dîtin. 
 
‘HEJMARA TELEFONA KURÊ WE ÇÎ YE?' 
 
Dayik Atabey, bilêv kir ku heta niha wan ji bo cenazeyê kurê xwe 8 caran serî li dozgeriyên komarê yên Ria û Mêrdînê daye, lê belê tu encam negirtine. Atabey got: "Em li cenazeyê xwe digerin, lê belê polîsên tim davêjin ser mala me dibêjin 'Nesîm Atabey li kuderê ye?' Bi ser me de tên. Mala me belawela dikin. Tim nerihet dikin. Xwezî me zanibûna. Em jî dixwazin kurê xwe bibînin. Lê em li cenazeyê wî digerin. Ka em çi bikin. Wekî din tiştek ji destê me nayê." Dayik Atabey, bilêv kir ku polîs ji wan re dibêjin "Qey kurê we hejmara telefona xwe nedaye we?" û got: "Telefona çi. Ma telefona kesekî mirî heye? We ew kuşt." 
 
‘LI CENAZEYÊ KURÊ XWE DIGERIM' 
 
Atabey doza cenazeyê kurê xwe kir û got: "8 caran çûm Nisêbînê. 4 caran çûm Mêrdînê. 3 caran çûm Amedê û 3 caran jî çûm Rihayê. Li van deran jî çûm dozgeriyê. Daxwaza min dîtina kurê min e. Çi sax çi mirî. Em dizanin jiyane xwe ji dest daye. Bila cenazeyê me bidin me. Cenazeyê kurê min li cihekî veşartine. Ez dizanim. Tenê dixwazim ciê gora wî hîn bibim. Wekî din tiştekî naxwazim. Dozger tim dibêje ew li benda encama nimûneyên xwînê ne. Ne ku encam nehatine. Bizanebûnî dikin. Ewraqeke fermî ji me re hat û tê de cihê cenaze hatiye diyarkirin. Me ew ewraq da dozger. Lê dîsa jî cenaze radestî me nekirin. Gotin encam nehatine. Nadin me. Nizanim derdê wan çî ye. Ev zilm e. Cihê cenaze dizanin lê dîsa jî nabêjin. Di roja 18'an a qedexeyê de kuştin. Ji wê rojê ve lê digerim." 

Sernavên din

12/12/2018
13:00 Li Mêrdîn û Şirnexê 6 girtî hatin sewqkirin
12:54 Girtiyên li Mêrdîn: Tekane armanca çalakiya me azadiya Rêberê me ye
12:49 Li Wanê koma nû greva birçîbûnê dewr girt
12:11 Ji 25 jinan 2 dayik hatin berdan
11:59 Demîrtaş bi kurdî dest bi parastina xwe kir: Tecrîda li Îmraliyê şermezar dikim
11:58 ‘Em qeyûmên şaredariyên me xesp kirin naxwazin’
11:48 Polîsan beşdariya danişîna Demîrtaş asteng kir
11:28 Girtiyê 35 salan ê nexweş Hasan Gulbahar hat berdan
11:20 Li Maltepe jinek hat kuştin
11:13 Ocalan ê HDP’î: Polîs dixwazin li bajêr çavê gel bitirsînin
11:11 Li Îzmîrê 11 kes hatin binçavkirin
10:16 Zehra Dogan bi xêzkirina wêneyan piştgirî da Leyla Guven
10:08 Li Cizîrê di 3 salan dawî de tora tiryak, bişaftin û bahîzê belav dikin
09:41 Polîsan, bi hinceta hişyariya 'raweste' guhdar nekiriye zarokê 17 salî kuşt
09:12 Belgefîlma Bîr: Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin
09:10 Bi rojan e bi birîndarî di hucreyê de tê girtin
09:09 Li 117 girtîgehan zêdetirî 600 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne
09:09 Kargehê ji bo kar gazî wî kir, lê polîs derketin!
09:08 Tenê mamosteyeke matematîkê hebû ew jî hat îxrackirin
09:07 Dayika 4 zarokan ji ber nasnameya wê tune nikare emeliyat bibe
09:06 Hîn jî mizgefta ji bo restorasyona wê 3 milyon lîre hat veqetandin nehatiye vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2018'AN
11/12/2018
20:41 Dema binçavkirinê ya çalakvanên greva birçîbûnê yên Wanê hat dirêjkirin
19:29 Ceza li rojnamevan Ozturkê hat birîn
19:16 Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Êlihê hatin berdan
18:57 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê careke din jî hat redkirin
17:27 Şik ê HDP'î: Hikûmet dişibe Nazî û medya û daraz jî dişibe Kapoyan
17:04 Li Colemêrgê berî hilbijartina herêmî civana gel
16:38 Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu îşkenceya feleqê!
16:27 Polîsan li Erxenî maşîneyek gulebaran kir: Ajokar jiyana xwe ji dest da
15:58 Polîsan dest danî ser kompûtera serlêdanên namzetiyê
15:56 Midûrê Polîsan ê Rîze di êrîşa bi çek de jiyana xwe ji dest da
15:20 TJA: Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê dê berdewam bike
15:15 Li rojnameger Adnan Bîlen ceza hat birîn
15:13 Endamên ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş kart şandin
15:00 Bertek nîşanî binçavkirinên Wanê dan: Daxwazên Guven daxwazên me ne
14:54 Doza Nisêbînê: Divê sûcên mîlîtarîst bên darizandin
14:46 Doza rêveberên OHD û TUHAD-FED’ê hat taloqkirin
14:33 Walîtiay Edeneyê konsera NÇM’ê qedexe kir
14:10 Mîdûra Nûçeyan a Jinnewsê hat darizandin: Çêkirina nûçeyan ne sûce e
13:48 Parêzerên Ocalan cara 771’emîn serlêdan kirin
12:43 Meclisa Jinan a HDP'ê: Emê li dijî tecridê têkoşînê bilind bikin
12:34 Koma Meclîsa Jinan a HDP'ê: Emê li tijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin
12:10 Hevşaredarê Xelfetî nehat berdan
11:46 Li Farqînê 4 zarok hatin binçavkirin
11:37 Girtiyên li Girtîgeha Tokatê hatin derpkirin
11:05 Li Nevşehirê jinek hat kuştin
10:57 4 kesên îfade dan hatin berdan
10:30 Li Wanê 30 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Girtiyên MKP’ê li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
10:15 Beştaş: 300 polîsan bi ser avahiya me de girtin: Dayik bi erdê re kişandin
10:00 Erdogan rexneyan tehemil nake: Di 3 salan de ji bo 68 hezar û 827 kesan doz vekirin
09:13 Li Wanê jî 14 Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê hatin binçavkirin
09:12 'Operasyona Îdlîbê wê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê windahiyên pir mezin'
09:11 Eleqeya ji bo kursên kurdî zêde dibe: Zimanê me hebûna me ye
09:10 Amedî: Daxwaza Guvenê daxwaza me ye
09:09 Kinc jî bîra bedenê ne: Pêşangeha Bişkifî
09:09 'Telefona çi, ma telefona miriyan heye?'
09:08 ‘Divê endamên Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte bên darizandin!'
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2018'AN
10/12/2018
21:11 Polîsan avêt ser HDP'a Êlihê jî: 29 kes hatin binçavkirin
18:35 3 girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Erziromê di hucreyê de digirin
18:19 Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin
17:12 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan
17:07 Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike
16:43 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt
16:24 Şaxên ÎHD'ê: Mafê Jiyanê di bin talûyeke mezin de ye
15:27 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin
15:23 KCDP: Di 19 mehên dayî de 652 jin hatin kuştin
14:42 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin
14:33 Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin
14:20 Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn
14:18 30 kes dubare binçav kirin
13:58 Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome
13:25 Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin
13:19 Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye
13:09 Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê
12:25 Aktîvîstên TJA dest bi greva birçîbûnê kirin
11:56 Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin
11:54 Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome
11:15 2 girtî ji Rihayê sewqî Xerpêtê kirin
11:12 Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn
10:35 Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan
09:33 ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
09:28 Ahmet Turk: Ev destpêk e
09:07 Dayika kurê wê li girtîgehê di grevê de: Em li pişt daxwazên wan in
09:05 'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'
09:05 Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye
09:04 Rojeva HDP'ê Tecrît e
09:03 Cenazeyan nadan malbatan
09:01 'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike'
09:01 Gergerlioglu: Ji bo maf û azadiyan divê rêxistinên civaka sivîl bên cem hev
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN
07:00 NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir
09/12/2018
17:13 Jin dest bi greva birçîbûnê dikin
16:39 Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn
16:07 Temellî: Em ê Tirkiyeyê ji feraseta qeyûman rizgar bikin
14:59 '31'ê Adarê ji bo me firsend e'
14:14 Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin
13:50 Wê dengbêj ji bo Nesrîn Şêrwanê bistrên