Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek

  • rojane
  • 13:02 13 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên Rojava xwest li pêşiya gefên Hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan tev bibin yek. Partiyan diyar kirin ku gefên Tirkiyeyê ji bo têkbirina projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş in.
 
Partiyên siyasî yên El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye, Partiya Yekitiya El-Şexîle Kurdistanî û Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyaniyên ji hev cuda dan û xwestin kir ku divê her kes li pêşiya êrîşên dagirkeran bisekine.
 
Daxuyaniya El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye wiha ye:
 
"Dibe ku tiştê ku pêk tê û planên ku pêk tên ji aliyê terorîst Erdogan û çeteyên wî ve di koalîsyonê be ku gefan dike ku dê êrîşî Rojhilatê Firatê bike. Ev gef ji bo firehkirina dagirkirina xaka Sûriyê ne û bi hinceta ku şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike, partiya ku gelek caran aştî û demokrasî xwest, lê rêjîma Erdogan a faşîst bi çareseriyan û însiyatîfên aştiyê û biratiyê, bawer nake.
 
Beriya salan siyaseta guhertina demografîk li dijî gelê Kurdistanê ji aliyê rêjîmên desthilatdar ve li ser Kurdistanê pêk dihat, armanca wê qelskirina yekitiya wan gelan bû ku li dijî siyaseta diktatorî disekinin. Tiştê ku niha li bakurê Kurdistanê ji biçavkirinan pêk tê, eynî wê zîhniyeta bi salan e. Rewşa Tirkiyeyê roj bi roj xirabtir dibe, aliyê aborî li wir rojane nirxê pereyên Tirkiyeyê dadikeve û kesên xwedî pere reviyan derve.  Vê yekê hişt ku hîna bêhtir aboriya li wir dakeve. Li aliyekî din Tirkiye bûye zindaneke mezin, bi deh hezaran ji welatiyan xistine zindanê taybet, kesên xwedî nêrîn, rewşenbîr, mamosteyên zanîngehan, parlamenter û berpirsiyên şaredariyan, parêzer, mamoste, leşker û rojnemevan. Kes nikare nêrîna xwe bi azadî bêje. Tirkiye ji cîhanê qut bûye, di van rewşan de Erdogan û AKP`ê dît ku rewş her roj xirabtir dibe, ji bo wê hewl dide aloziya xwe derxîne derve. Wek Partiya El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye, bang li hemû partiyan û hêzên Kurdistanî dikin ku bibin yek û li pêşiya şerê qirêj bisekinin. Em bang li hêzên aştîxwaz û demokrat li herêmê û cîhanê dikin ku van kiryaran şermezar bikin û şerê dagirkeran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nekin."
 
BANGA SEBERFEBARIYÊ 
 
Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistanê jî daxuyani da. Partiyê da zanîn ku Erdogan carek din bi tawanên derew soz dide ku ew ê êrîşên leşkerî li dijî herêmên rojhilatê Firatê pêk bîne û wiha got: "Erdogan hemû biryarên navdewletî binpê dike. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ/YPG û QSD`ê têk çûn û piştî ku di aliyê aborî, siyasî û hundirîn de têk çû û piştî Efrîn û herêmên bakurê Helebê, careke din gefan li herêmên rojhilatê Firatê û Rojava dixwe. Em wek Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistanê gefên Erdoganê dîktator şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, hemû azadîxwazan, li tevahî cîhanê û biryargehên navdewletî dikin ku li dijî Erdoganê faşîst û hovîtî û kiryarên wî yên terorîst û gefên wî li dijî gelê rojhilatê Firatê û Rojavayê  Kurdistanê bisekinin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo seferberiyê pêk bînin. Em baş dizanin ku gelê me li gorî vê yekê û dê heta dawiyê destekê bidin şervanên YPJ/YPG û QSD`ê. Wek Partiya Yekitya Kedkarên Kurdistanê heta dawiyê em ê bi gel, tevgera siyasî û leşkerî re bin û heta dawiyê em ê li dijî êrşîan bisekinin û em ê bi ser bikevin."
 
PARTIYA KESK: EM DEV JI AXA XWE BERNADIN
 
Partiya Kesk a Kuridstanê jî di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
 
"Di dîroka gelan de gelek qonaxên dîrokî hene. Di wê qonaxê de kesên ajan û kesên ku parastina ax û rûmeta gel û welatê xwe dikin, diyar dibe. Em gelê berxwedêr in. Em parêzvanên jiyana azad in. Em li dijî hemû gefên li dijî gelê me û projeya me ya demokratîk ku bi saya xwîna şehîdan û têkoşîna gelê berxwedêr hatiye avakirin, disekinin. Her çi qas şervanên QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê têk dibin da ku wan tune bikin û gel ji zilm û zora wan rizgar bikin, Erdoganê faşîst parastina wan dike. Gefan li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe ku dê dest bi operasyonên leşkerî bike. Ev yek sala 2016`an dema ku şervanên QSD`ê dest bi rizgarkirina paytexta terorîstan Reqayê kir, pêk hat. Sala 2018`an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir her wiha beriya çend hefteyan herêmên Rojava topbaran kirin. Ji ber wê jî şervanên QSD`ê hemleya xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî demkî rawestandin da ku ewlehiya herêmên sînor ên bi Tirkiyeyê re peyda bike û wan ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê biparêze. Îro careke din piştî şervanên QSD`ê serkeftinên mezin bi dest dixin û çeteyan di bargehên wan ên dawîn de li Dêrazorê tune dikin, Erdgon gefan li herêmên Rojava û rojhilatê Firatê dixwe. Ji ber wê em bang li hemû hêzên demokratîk ên ku parastina azadiyê dikin ku li dijî gefên Tirkiyeyê û terora wê li dijî gelê me çi li Efrîn çi li herêmên din ên Rojava û Rojhilatê Firatê be destekê bidin me. Em bang li hêzên Koalîsyona Navdewletî yên ku li dijî terorê şer dikin ku der barê gefên Tirkiyeyê helwestên xwe diyar bikin. Qedexekirina firîna hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin da ku aramî û ewlehiya gelê berxwedêr ê ku li dijhî terorê şer dike, peyda bikin.  Em wek Partiya Kesk a Kurdistanê gefên dewleta Tirk a dagirker û serokkomarê wê yê ku destekê dide terorîstan, şermezar dikin. Em dev ji axa xwe ya dîrokî bernadin ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan."

Sernavên din

14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin
17:17 Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
16:41 Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
16:30 Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
16:06 Kiryarên muhtemel ên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin
16:01 Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn
15:26 KESK’ê ji bo beşdariya mitînga herêma Amedê bang kir
15:13 Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin
15:11 Pira Deh Derî ji welatiyan re hat girtin
14:51 ‘Berxwedana li dijî zilmê derket holê me ji bîr nekiriye’
14:45 Ciwanan ên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
14:36 Welatiyê piştî îfade da dîsa hat binçavkirin hat berdan
14:26 ÎMO: Pirsên li benda bersivê ne
14:26 Bernamzetê HDP’ê Yetîm hat veşartin
14:11 YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî aşkere kir
13:42 Girtiya 80 salî Meles Tekîn nayê dermankirin
13:38 Hevserokên HDP’ê: Her ku hilbijartin nêz dibe şer geş dikin
13:34 Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
13:23 Dadgehê 1 sal 10 meh û 15 roj ceza li Rojnameger Yasul birî
12:48 Erdogan: Me li Sîncar û Mexmûrê operasyona xwe pêk anî
12:29 Li Rihayê 2 welatî hatin binçavkirin
12:28 Di hevdîtina malbatan de lêgerîna tezî ferzî girtiyan kirin
12:05 Doza Nisêbînê: 53 girtî dê di danişîna bê de amade bin
11:58 Parlamenterê Parlamentoya Konseya Ewropa: Pêkanînên li Îmraliyê binpêkirina mafan e
11:57 Nasnameya kesên li Mexmûrê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
11:20 Mehmet Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê dem dema berpirsyariyê ye
11:13 Çemê Dîcle 6 metran bilind bû, welatiyan malên xwe terk kirin
10:45 HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir
10:37 'Tişta ku dar jibîr nake, dê mirov çawan ji bîr bike’
09:50 Qeyyûmê ku şaredariyê kir bin deyn dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir
09:48 Di niqaşên butçeyê de bêtehamuliya ‘Kurdistan’ê
09:17 Hevserokê KESK'ê: Ji bilî têkoşînê tu rê tune ye
09:16 Midûrê girtîgehê gef xwar: 'Hîna we 12'ê Îlonê nedîtiye'
09:15 ‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'
09:14 Rojnamevan Parlak ji ber 'lêpirsîneke dubarekirî' 8 meh in girtî ye
09:12 Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2018'AN
08:38 Li Wanê 11 kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
07:04 2 deriyên Bendava Kral Kizi teqiyan: Şêniyên Geliyê Dîcle malên xwe terk kirin
06:46 TSK'ê Mexmûr bombe kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
13/12/2018
19:25 Girtiyên li Antalyayê: Heta tecrîd neşikê wê têkoşîna me dewam bike
18:33 Bûldan: Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyona ye
17:36 Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara domandina girtinê da
17:14 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefan daketin qadan
17:06 Prz. Balsak: Guven kîlo winda dike
16:25 Operasyona leşkerî ya Lîcê, Pasûr û Farqînê didome
15:49 HDP’ê ji Meclîsê xwest ji bo Cizîr û Silopî lêkolînê bike
14:53 Mînîbusa karkeran qeza kir: 25 karker birîndar bûn
14:47 Derbarê qezaya trenê de 3 kes hatin binçavkirin,
14:38 Li Girtîgeha Bunyanê koma sêyem greva birçîbûnê dewr girt
14:31 Bertekên li dijî operasyonên binçavkirinan zêde dibin
14:26 Navenda Wanê hat qedexekirin
13:28 Parêzerên Ocalan cara 772’emîn serlêdan kirin
13:21 Buldan û Temellî: Ne qeza ye cinayet e
13:19 Zumrut a HDP’î: Êrîş sûc in, ne grevên birçîbûnê
13:18 Demîrtaş: Heke min serî bitewanda niha ez jî li Qesrê bûm
13:02 Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek
12:57 Li dijî gefên operasyonê 'seferber' bûn
12:36 Di qezaya trênê de Bernamzetê HDP’ê jiyana xwe ji dest da
12:34 Aktîvîsta 87 salî ya Îngîltereyî ji bo piştgirî bide çalakiya Guven dest bi greva birçîbûn dike
12:14 Togrul: Desthilatdarî ditirse ku çirûska Guven wan jî bişewitîne
12:12 Mirina mêşên hingiv zêde dibe
11:44 'Emê wan rojan tu carî jî nekin'
11:06 Alîkarê Midurê Emniyeta Antalya Alî Karaslan întîxar kir
10:42 Ceza li Serokê DDKD'ê birîn
10:27 Hevdîtinên telefonê weke ‘delîlên sûc’ hat dîtin
10:22 Hêjmara rêwiyên di Trênê de mirin derket 9'an
10:18 Farisogullari: Ez ê daxwaza gelê me li her deverê bînim ziman
10:14 Bi berhemên xwe bal kişand ser 300 jinên hatin kuştin
09:58 Dayika Aştiyê: Em pêxwas binçav kirin
09:09 Bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin
09:08 Bi fermana emniyetê ji bo mala hunerê ruhsat nedan
09:07 'Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin'
09:07 Ekolojîst Çirak: Ekolojiya Tirkiyeyê bi kîsikan baş nabe
09:06 Rewşa girtiya nexweş Başdaş a 61 salî giran e
09:04 Karkerên ÎZBAN'ê 4 roj in di grevê de ne
09:02 Dadgehê biryar da: Guherandina cihê peywirê ne li gor hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2018'AN
08:47 Li 3 navçeyan qedexeya derketina derve
08:11 Trên li pirê qelibî: 4 kes mirin 43 kes birîndar bûn
12/12/2018
21:37 Li Somayê ocaxa madenê hilweşiya: 10 karker birîndar bûn
20:35 Şerdil Cengîz hat bibîranîn
19:12 23 aktivîstên TJA yên li dijî tecrîdê ketin grevê û hatin binçavkirin hatin berdan
Li Wanê jî 14 aktîvîstên TJA hatin berdan
18:19 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 50 çalakger binçav kirin
17:48 Bavê Arat ê duh polîsan ew kuşt: Bi armanca kuştinê gule berdanê
16:07 Serokê dadgeha Demîrtaş didarizîne: Ez alî me
15:58 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de Kemal Ozelmali rakirin nexweşxanê
15:47 Rêxistinên Navneteweyî piştgirî dan nobedarê Nobeta Ozgur Gundemê
15:43 Doza Nisêbînê: Armanca me jiyanek azad û wekheve
15:17 Rêxistinên Mafên Mirova: Bila tecrîdê rabe û îkence bi dawî bibe
14:49 Li Amedê hêjmara çalakgerên li dijî tecrîdê 2 qat zêde bûn
Piştî 25 çalakger hatin binçavkirin li şûna wan 50 HDP’iyan grev dewir girt
14:42 Lîstika mirina 301 karkerên madenê vedibêje qedexe kirin
14:21 Doza Festus Okey piştî 11 salan ji nûve hat dîtin
14:11 Endamê Meclîsa DBP’ê Halît Şaşmaz hat binçavkirin
13:41 Platforma Zimanê Kurd bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendan kir
13:14 Pismamê Ciwanê hat kuştin: Ji nêzîk ve gule berdan
13:13 Li Enqereyê 2 kes hatin berdan
13:00 Li Mêrdîn û Şirnexê 6 girtî hatin sewqkirin
12:54 Girtiyên li Mêrdîn: Tekane armanca çalakiya me azadiya Rêberê me ye
12:49 Li Wanê koma nû greva birçîbûnê dewr girt