Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin

  • rojane
  • 15:13 14 Kanûn 2018
  • |
img
MEXMÛR - Bi hezaran şêniyên Kampa Mexmûrê, ber bi nûnertiya NY’ê ya Mexmûrê ve meşiyan, êrîş şermezar kirin û bang li hemû hezên eleqedar kirin ku helwest xwe nîşan bidin. Piştî meşê di daxuyaniya hat dayîn bang li gelê Kurd hat kirin ku dakevin qadan.
 
Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo merasîma oxirkirina cenazeyên 4 jinên ku di êrîşa şevê din a balafirên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan kom bûn. Girseya gel a ku li ber avahiya Navenda Çanda Mexmûrê kom bû, ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiya. Di meşa ku bi hezaran kes tevlî dibin de, bê navber dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, alên HPG, PKK û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin.
 
Piştî meşa ku şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî tevlî, li ber avahiya Nûnertiya NY’ê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn.
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ve hat xwendin wiha ye:
 
“Em weke gelê penaber ê Mexmûrê êrîşa ku li ser nirx û hebûna me pêk hatî û 4 hemwelatiyên me şehît ketin, hemû hêzên li hemberî vê bûyekê bêdeng dimînin û hevkarên van kiryaran şermezar dikin.
 
Bi konseptekê êrîşên hemwext pêk anîne, dewleta dagirker li her qadeke ku Kurd serkeftin û destkeftiyan bidest dixin, êrîş dike. Ev êrîşa li ser Mexmur û Şengalê xweranegirtina dewleta Tirk a li hemberî hêza gelê Kurd e.
 
Gelê Wargeha Mexmur ku 25 salin li xaka Başûrê Kurdistanê dijî, bi dehan caran bi êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê re rû bi rû maye. Ji ber van polîtîkayên belavkirin û tasfiyekirina wargehê, vî gelî bi neçarî 8 wargeh guhertine. Gelê wargehê ku bi erêkirina Komara Iraqê û NY’yê lis er vê xakê bicîh bû, di nava 2 salan de 2 caran rastî êrîşên hewayî hat û carekê 5, carekê jî 4 hemwelatiyên wê hatin şehîdkirin. Ruxmê ku wargeheke sivîl e û dibin parastina NY’ê de ye, pêkahatine van êrîşan bi serê xwe bêberpirsyartiya hêzên peywendîdar radixe ber çavan. Em Kurd in û li Başûrê Kurdistanê dijîn. Li hemberî van êrîşan bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û gel, ruxmê ku di bin sîwaneya NY’yê de ye bêdengiya NY’ê û li beramberî îhlalkirina sînorê dewletê, bêdengiya dewleta Iraqê dijminahiya li hemberî gelê Kurd û nirxên wê dide diyarkirin. Mexmur qada destpêkê ku dijminê mirovahiyê DAIŞ lê hatiye şikestin e.
 
Bêguman em baş dizanin ku ev êrîş ne tenê bi destê dewleta Tirk pêk tên, ev êrîşên li ser nirxên gelê Kurd, di asta navnetewî de ne. Girankirina tecrîda li ser Rêbertiya me, biryara derbarê hersê pêşengên şoreşa me û ev êrîş berdewama komploya navnetewî ne û di encama tavîzdayîna hêzên ku hesabên wan li ser Rojavayê Kurdistanê hene de, pêk tên.  ­Her weke kî ku ji Erdogan re gotibin, ‘Li Rojava em hene, ji ber wê li gorî pîvanên me tevbigere, lê li beramberî wê tu dikarî li cihên din hinek tiştan bikî.’ Her dema ku li Rojava pergal dibe mijara nîqaşê û dewleta Tirk li wir tengav dibe, êrîşî cihên din dike. Careke din dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, tevahiya cîhanê rola 3 meymunan dilîze, ‘Min nedîtiye, ne hibîstiye û ez tiştekî nizanim’. Di van êrîşan de zagonên NY’ê, sînorê dewleta Iraq û peymana Cinêv tê binpêkirin, lê belê yek ji van aliyan dengê xwe dernaxîne. Ev jî hesabên qirêj û veşartî dide diyarkirin.
 
Bêdengmayîn pejirandin û desturdayîna ji bo êrîşên nû ye. Di 6’ê Kanûna 2017’an de êrîşeke hewayî liser Wargeha Mexmur pêk hat û di encamê de 5 hemwelatî şehît ketin. Lê tevhî hemû hewldan û bangawaziyan jî, NY li erk û berpirsyariya xwe xwedî derneket û rêya êrîşa ku 13’yê Kanûna 2018’an pêk hatî, hiştibû. Ji ber vê yekêem NY, dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixwînin ku li ser erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Qet nebe rûmeta xwe biparêzin, êrîşên li ser penaberên mêvanên xaka wanin û bidin parastina wan de ne, destek nekin, lê li berberamberî êrîşan berteka xwe nîşan bidin. Weke gelê wargehê em dipirsin; gelo wê berteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê êrîşê çi be? Wê bersiva dewleta Iraqê li beramberî êrîşa li ser xaka wan çibe?
 
Em wekî penaberên Mexmur dibêjin hebûna me bi nirx, destkeftî û nasnameya Kurdîniyê bi wate dibe, li hemberî zor û zehmetiyan berxwedaneke bêhempa hatiye raberkirin û wê ji îro pê de jî hebûn û jiyana me liser xeta berxwedan û têkoşînê be. Seferberiya niha li Rojava hatiye destpêkirin, em silav dikin û bang li tevahiya gelê Kurd yê li welat û derveyî welat dikin ku ji bo hebûn û nirxên xwe, ji bo serxistina xeta mirovahiyê dakevin qadan û bi şîara ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tevlî seferberiyê bibin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bimre dagirker û emperyalîst”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bidawî bû.
 
Piştî daxuyaniyê girseya gel vegeriya Navenda Çand û Hunerê û cenazeyên 4 jinên jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Goristana Şehîdan ve birin.

Sernavên din

14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin
17:17 Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
16:41 Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike
16:30 Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Armanca Tirkiye aramiya herêmê têk bibin e
16:06 Kiryarên muhtemel ên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin
16:01 Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn
15:26 KESK’ê ji bo beşdariya mitînga herêma Amedê bang kir
15:13 Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin
15:11 Pira Deh Derî ji welatiyan re hat girtin
14:51 ‘Berxwedana li dijî zilmê derket holê me ji bîr nekiriye’
14:45 Ciwanan ên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
14:36 Welatiyê piştî îfade da dîsa hat binçavkirin hat berdan
14:26 ÎMO: Pirsên li benda bersivê ne
14:26 Bernamzetê HDP’ê Yetîm hat veşartin
14:11 YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî aşkere kir
13:42 Girtiya 80 salî Meles Tekîn nayê dermankirin
13:38 Hevserokên HDP’ê: Her ku hilbijartin nêz dibe şer geş dikin
13:34 Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
13:23 Dadgehê 1 sal 10 meh û 15 roj ceza li Rojnameger Yasul birî
12:48 Erdogan: Me li Sîncar û Mexmûrê operasyona xwe pêk anî
12:29 Li Rihayê 2 welatî hatin binçavkirin
12:28 Di hevdîtina malbatan de lêgerîna tezî ferzî girtiyan kirin
12:05 Doza Nisêbînê: 53 girtî dê di danişîna bê de amade bin
11:58 Parlamenterê Parlamentoya Konseya Ewropa: Pêkanînên li Îmraliyê binpêkirina mafan e
11:57 Nasnameya kesên li Mexmûrê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
11:20 Mehmet Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê dem dema berpirsyariyê ye
11:13 Çemê Dîcle 6 metran bilind bû, welatiyan malên xwe terk kirin
10:45 HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir
10:37 'Tişta ku dar jibîr nake, dê mirov çawan ji bîr bike’
09:50 Qeyyûmê ku şaredariyê kir bin deyn dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir
09:48 Di niqaşên butçeyê de bêtehamuliya ‘Kurdistan’ê
09:17 Hevserokê KESK'ê: Ji bilî têkoşînê tu rê tune ye
09:16 Midûrê girtîgehê gef xwar: 'Hîna we 12'ê Îlonê nedîtiye'
09:15 ‘Em ê bitêkoşin, di 16'ê Kanûnê de li Amedê ne'
09:14 Rojnamevan Parlak ji ber 'lêpirsîneke dubarekirî' 8 meh in girtî ye
09:12 Wexta çêkirina tihîna navdar a Çelê dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2018'AN
08:38 Li Wanê 11 kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
07:04 2 deriyên Bendava Kral Kizi teqiyan: Şêniyên Geliyê Dîcle malên xwe terk kirin
06:46 TSK'ê Mexmûr bombe kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
13/12/2018
19:25 Girtiyên li Antalyayê: Heta tecrîd neşikê wê têkoşîna me dewam bike
18:33 Bûldan: Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyona ye
17:36 Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara domandina girtinê da
17:14 Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefan daketin qadan
17:06 Prz. Balsak: Guven kîlo winda dike
16:25 Operasyona leşkerî ya Lîcê, Pasûr û Farqînê didome
15:49 HDP’ê ji Meclîsê xwest ji bo Cizîr û Silopî lêkolînê bike
14:53 Mînîbusa karkeran qeza kir: 25 karker birîndar bûn
14:47 Derbarê qezaya trenê de 3 kes hatin binçavkirin,
14:38 Li Girtîgeha Bunyanê koma sêyem greva birçîbûnê dewr girt
14:31 Bertekên li dijî operasyonên binçavkirinan zêde dibin
14:26 Navenda Wanê hat qedexekirin
13:28 Parêzerên Ocalan cara 772’emîn serlêdan kirin
13:21 Buldan û Temellî: Ne qeza ye cinayet e
13:19 Zumrut a HDP’î: Êrîş sûc in, ne grevên birçîbûnê
13:18 Demîrtaş: Heke min serî bitewanda niha ez jî li Qesrê bûm
13:02 Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek
12:57 Li dijî gefên operasyonê 'seferber' bûn
12:36 Di qezaya trênê de Bernamzetê HDP’ê jiyana xwe ji dest da
12:34 Aktîvîsta 87 salî ya Îngîltereyî ji bo piştgirî bide çalakiya Guven dest bi greva birçîbûn dike
12:14 Togrul: Desthilatdarî ditirse ku çirûska Guven wan jî bişewitîne
12:12 Mirina mêşên hingiv zêde dibe
11:44 'Emê wan rojan tu carî jî nekin'
11:06 Alîkarê Midurê Emniyeta Antalya Alî Karaslan întîxar kir
10:42 Ceza li Serokê DDKD'ê birîn
10:27 Hevdîtinên telefonê weke ‘delîlên sûc’ hat dîtin
10:22 Hêjmara rêwiyên di Trênê de mirin derket 9'an
10:18 Farisogullari: Ez ê daxwaza gelê me li her deverê bînim ziman
10:14 Bi berhemên xwe bal kişand ser 300 jinên hatin kuştin
09:58 Dayika Aştiyê: Em pêxwas binçav kirin
09:09 Bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin
09:08 Bi fermana emniyetê ji bo mala hunerê ruhsat nedan
09:07 'Kesên bûn sedema krîzê bila bedêlê bidin'
09:07 Ekolojîst Çirak: Ekolojiya Tirkiyeyê bi kîsikan baş nabe
09:06 Rewşa girtiya nexweş Başdaş a 61 salî giran e
09:04 Karkerên ÎZBAN'ê 4 roj in di grevê de ne
09:02 Dadgehê biryar da: Guherandina cihê peywirê ne li gor hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2018'AN
08:47 Li 3 navçeyan qedexeya derketina derve
08:11 Trên li pirê qelibî: 4 kes mirin 43 kes birîndar bûn
12/12/2018
21:37 Li Somayê ocaxa madenê hilweşiya: 10 karker birîndar bûn
20:35 Şerdil Cengîz hat bibîranîn
19:12 23 aktivîstên TJA yên li dijî tecrîdê ketin grevê û hatin binçavkirin hatin berdan
Li Wanê jî 14 aktîvîstên TJA hatin berdan
18:19 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 50 çalakger binçav kirin
17:48 Bavê Arat ê duh polîsan ew kuşt: Bi armanca kuştinê gule berdanê
16:07 Serokê dadgeha Demîrtaş didarizîne: Ez alî me
15:58 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de Kemal Ozelmali rakirin nexweşxanê
15:47 Rêxistinên Navneteweyî piştgirî dan nobedarê Nobeta Ozgur Gundemê
15:43 Doza Nisêbînê: Armanca me jiyanek azad û wekheve
15:17 Rêxistinên Mafên Mirova: Bila tecrîdê rabe û îkence bi dawî bibe
14:49 Li Amedê hêjmara çalakgerên li dijî tecrîdê 2 qat zêde bûn
Piştî 25 çalakger hatin binçavkirin li şûna wan 50 HDP’iyan grev dewir girt
14:42 Lîstika mirina 301 karkerên madenê vedibêje qedexe kirin
14:21 Doza Festus Okey piştî 11 salan ji nûve hat dîtin
14:11 Endamê Meclîsa DBP’ê Halît Şaşmaz hat binçavkirin
13:41 Platforma Zimanê Kurd bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendan kir
13:14 Pismamê Ciwanê hat kuştin: Ji nêzîk ve gule berdan
13:13 Li Enqereyê 2 kes hatin berdan
13:00 Li Mêrdîn û Şirnexê 6 girtî hatin sewqkirin
12:54 Girtiyên li Mêrdîn: Tekane armanca çalakiya me azadiya Rêberê me ye
12:49 Li Wanê koma nû greva birçîbûnê dewr girt