HDP’ê li Amed, Êlih û Şirnexê namzetên hevşaredariyan da nasîn

  • rojane
  • 15:58 29 Çile 2019
  • |
img

AMED / ŞIRNEX / ÊLIH – HDP'ê li navçeyên Amed, Êlih û navenda Şirnexê namzetên  hevşaredariyan bi gel da nasîn. Di danasîna namzetan de hat gotin ew ê li dijî zilmê serê xwe netewînin û dê bersivên herî mezin bidin qeyûman. 

Danasîna namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê berdewam dikin. Rêxistina HDP’ê ya Amedê namzetên hevşaredariya Hezroyê bi gel da nasîn. Ji bo danasîna Namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya Hezroyê Gulîstan Ektî û Ahmet Çevîk bi şahiyekê hatin nasîn. 
 
Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Semra Guzel û Musa Farisogullari, Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli û şêniyên navçeyê beşdar bûn. Namzetên Hezroyê di têketina navçeyê de ji aliyê gel ve bi kelecanek mezin û berzkirina dirûşman hatin pêşwazîkirin. 
 
Girseyê dirûşmên “Bijî HDP”, “Amed ya me ye” û “Hazro ya me ye” berz kirin. Namzetan li ber avahiya HDP’a Hezroyê gel silav kir. 
 
'EM Ê BERSIVEK BAŞ BIDIN QEYÛMAN’ 
 
Namzet Hevşaredariyê Ahmet Çevîk bi silavkirina greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir. Çevîk ji bo hilbijartinê got: “Em ê bi hev re bi ser bikevin. Hezro bi mirovatî û lehengiya xwe navçeyek hêja ye. Em ê di sindoqan de bersivek mezin bidin qeyûm û pergalê.” 
 
‘EM Ê ÇONGÊ DANEYNIN’ 
 
Namzeta Hevşaredariyê Gulîstan Ektî jî got: “Em ê her tim layîqî gel û partiya xwe bin. Em ê wek neviyên bapîr û dapîrên xwe tu demê çonga xwe daneynin û serê xwe netewînin. Em û gelê xwe dest bidin destê hev û qeyûm dagirker ji axa Kurdistanê derxînin. Em ê bi ser bikevin. Wê gelê Hezroyê bi ser bikeve.” 
 
UYANIK: EW NIKARIN HÊVIYA ME QÛT BIKIN 
 
Namzeta Hevşaredariya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî xîtabî gel kir û got: “Em ê tu demê li dijî vê zilmê serê xwe netewînin. Ev ax axa me ye. Ev bajar û navçe yên me ne. Heta îro em çawa bi desteka gelê xwe bi ser ketine em ê dîsa jî bi ser bikevin. Cihê wan xera kiriye em ê ji nû ve ava bikin. Wan xwest hêviya me ji gelê me bibirin lê gelê me destûr nedan vê yekê. Ew ê tu carî nikaribûn hêviya me qût bikin.” 
 
ŞIRNEX
 
HDP’ê namzetên hevşaredariya Şirnex û navçeyan bi bernameyên li dar xist bo gel da nasîn. Bernameya danasînê li salona konferansê ya li ber avahiya HDP’a Bajêr a Şirnexê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî beşdarî danasînê bûn. Salon tije ma û cih lê nema. Jinan bi cilên herêma Botanê beşdarî danasînê bûn. 
 
Deqîqeyek rêzgirtin pêk hat. Di bernameyê de ewilî Hevserokê HDP’a Şirnexê Zekî Îrmez axivî û bertek nîşanî binçavkirina Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û siyasetmedarên jin da. Îrmez destnîşan kir ku ew çalagerên greva birçîbûnê silav dikin û got: “Ev daxwaz û biryar a me ye jî heta tecrîd ranebe em ê têbikoşin.” 
 
KAÇMAZ: EV HILBIJARTIN REFERANDÛM E 
 
Parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî axivî û destnîşan kir ku ev hilbijartin gelek girîng e û ji bo bi qasî referandûmê hêja ye. 
 
Piştî axaftinan namzetên hevşaredariyan bi gel dan nasîn û bername bi govend gerandinê xelas bû. 
 
HESKÎF 
 
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî namzetên hevşaredariya HDP’ê yên Heskîf û Kercewsê bi şahiyan bi gel da nasîn. Namzetên Heskîfê bi karwanê wesayîtan ketin navçeyê û li ber avahiya HDP’ê bernameya xwe li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ruştu Tiryakî, Namzetên Hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr û Songul Korkmaz, Namzetên Hevşaredariya Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecît Tokdemîr, Namzetên Hevşaredariya Kercewsê Zeynep Aslan û Abdulkerîm Kaya û gelek welatî beşdar bûn. 
 
'EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE PAŞ VE BISTÎNIN’ 
 
Parlamenterê HDP’ê Ruştu Tiryakî di bernameya danasînê de axivî û got ew ê şaredariyên xwe paş ve bistînin. Tirkyakî got ew çalakiya Leyla Guven jî silav dikin. Tirkaykî xwest Serokomar Erdogan hurmetê ji vîna gel re nîşan bide. 
 
ŞÎMŞEK-TOKDEMÎR: EM Ê BI SER BIKEVIN 
 
Namzetên Hevşaredariyê Zozan Şîmşek û Mecît Tokdemîr jî gel silav kirin û diyar kirin ku ew ê mal bi mal bigerin û feraseta şaredariyê ji wan re bêjin û ew ê li dijî talangeriya Heskîfê bi ser bikevin. 
 
KERCEWS
 
Piştî bernameya li Heskîfê hemû namzet û rêveberên HDP’ê û karwanê wesayîtan ji gel pêk dihat berê xwe dan navçeya Kercewsê û li navenda Kercewsê gel silav kirin. Danasîn namzetên Kercewsê Zeynep Aslan û Abdulkerîm Kaya li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat. Di bernameya li vir de jî parlamneter Ayşe Acar Başaran axivî û destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Kercewsê hatiye kirin avahiya şaredariyê ji gel û xizmetê re hatiye girtin. Acar got: “Ji ber kirinên qeyûman em ê di 31’ê Adarê de şaredariyên xwe ji wan bistînin.” 
 
ASLAN-KAYA: EM Ê ŞAREDARIYÊ RADESTÎ GEL BIKIN 
 
Namzetên Hevşaredariya Kercewsê Zeynep Aslan û Abdulkerîm Kaya jî bi gel dan nasîn û gel silav kirin. Aslan û Kaya dan zanîn ku bi tayînkirina qeyûm Kercewsê veguherandine zîndanê û ew ê bi serketina hilbijartinê carek din şaredariyê radestî gel bikin. 
 

Sernavên din

02/02/2019
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN
31/01/2019
23:59 Bi meşekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guvenê
23:56 Tevî Hevseroka DBP'a Şirnexê Altay 8 jin hatin berdan
20:59 HDP'î bi girseyî ber bi mala Guvenê ve meşiyan
19:26 'Mîrê bilûrê' Egîdê Cimo di 87 saliya xwe de koça dawî kir
18:56 Ewropayê jî serokatiya Gûaîdo qebûl kir
16:49 Danişîna Demîrtaş û Yuksekdag hat taloqkirin
16:38 Temellî: Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê
16:05 Ser doza JÎTEM’a Enqereyê diniximînin gelo?
15:50 Navnîşanên hilbijêrên xeyalî nîşanî rojnamegeran dan
15:19 Danişîna Tuncel û Kişanak sibê tê dîtin
15:12 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
14:43 ‘Em hatin ku qeyûman paqij bikin’
13:45 Leyla Guven: Serkeftin ya me ye
13:36 ‘Em ê bibin dengê Guven û girtiyan’
13:35 Li Dersimê bayê yekîtiya hêzê ba dibe
12:48 Şahid li xwe mikûr hat: Digotin hûn nikarin cenaze li vir veşêrin
12:28 Eskeran bi ser 37 mal û axuran de girt: Kesek hat binçavkirin
11:57 Wekîlên HDP’ê li dijî tecrîdê dest bi nobetê kirin
11:40 Berdevkê YPG’ê Mehmud: Polîtîka selefî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû
10:43 Bakkalci: Divê bi çalakgerên grevên birçîbûnê re muzakereyan bikin
10:15 Ozturk: Daxwaz nehatin bersivandin, berxwedan didome
09:39 Li Silopî bi dronan êrîşî qereqolê kirin
09:25 'Em ê qeyûman bişînin Enqereyê, em ê tiştên aîdî gel radestî gel bikin'
09:22 Di 4 mehan de der barê HDP'iyan de 257 fezleke hatin amadekirin
09:21 Mir lê disa AYM'ê berdana wî red kir
09:20 Wêranşarî: Çalakiyên greva birçîbûnê berxwedana li dijî bêhiqûqîtiyê ye
09:18 Ji mîtînga Stenbolê re hindik ma
09:17 Belkis jî noq bû!
09:16 'Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:42 Ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ava kirin
08:32 Çalakgerên Qamişloyê ji bo rakirina tecrîdê ji NY‘ê re name şandin
07:14 Berxwedana Leyla Guven ket roja 85'emîn
30/01/2019
21:21 Bi dirûşme û tilîliyan çûn ber mala Leyla Guvenê
20:40 Parlementerên Partiya Çep bi çalakiyekê piştgirî dan Leyla Guvenê
20:27 Tevî namzeta Cizîrê Kûtlû 10 jin hatin berdan
19:46 Buldan, çû serdana malbata Selma Irmak
19:24 Ber bi Şirnexê ve sewqiyata leşkerî
17:18 HDP li avahiya KCD'ê dest bi nobetê dikin
16:56 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar îmze derbas kir
16:52 Hevseroka KCD'ê Guven ji CPT re nameyek şand
16:21 'Çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye’
16:19 Siyasetmedarên Swêdî û rewşenbirên penaber xwestin tecrîd rabe
15:19 Li Licê û Solaxanê serde girtina gundan
15:11 Çalakiyên greva biçîbûnê belav dibin 281 girtî di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne
14:40 Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Kiliç hat binçavkirin
14:30 Yekîtiya Hêza Şoreşgerî dê sibê namzetên Dersimê eşkere bike
14:16 Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin
14:00 Derbkirina xwe venegotin, rojnamegeran neheq kirin
13:26 HDK’a Edeneyê: Bi tecrîdkirinê re kilîdê li aştiyê xistin
13:25 Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin
13:14 Bîlgen: Em ê Qersê ji bêxwedîtiyê û diziyê rizgar bikin
11:43 DYA û MSD 'Ewlehiya Herêmê' axivîn'