Wê Meclîsa Jina ya HDP'ê beyannameya xwe li Amedê aşkere bike

  • jin
  • 09:13 30 Çile 2019
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, diyar kir ku beriya her tiştî di rojeva wan de xwedîderketin û watedarkirina çalakiya Leyla Guvenê heye û ew ê di 10'ê Sibatê de jî beyannameya jinan a der barê hilbijartinên herêmî de ragihînin. 

Meclîsa Jina ya HDP'ê, di 26'ê Çileyê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civiya. Meclîsa Jina, li ser rê û rêbazên ku dê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê diyar bikin hûr bûn. Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê û Parlementera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemî, der barê biryarên girtine û nexşerêya amade kirine de axivî. 
 
XWEDÎDERKETINA LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku rojeva wan a sereke çalakiyên greva birçîbûnê e û got: "A rast Hevseroka KCD'ê û parlementera me Birêz Leyla Guven bi vê çalakiya xwe bû dengê hemû gelên Rojhilata Navîn û dengê hemû jinan. Beriya her tiştî wê di rojeva me Meclîsa Jina de watedarkirin, civakîkirin û xwedîderketina li berxwedan ku Guvenê da destpêkirin be." 
 
'CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN' 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku bandorên tecrîdê yên civakiyî, siyasî, dîrokî û rojane hene û got: "Guvenê nîşan da ku divê em ji bo çi bitêkoşin." Taşdemîr, bilêv kir ku pêşî jin û bi giştî tevahiya civakê tê tecrîdkirin û got: "Em baş dizanin ji bo jiholêrakirina mekanîzmaya tecrîdê ya li civakê tê ferzkirin, bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e." 
 
‘DAXWAZA WÊ DAXWAZA ME YE' 
 
Taşdemîr, diyar kir ku li cîhanê krîzek heye û ev yek li Rojhilata Navîn wekî şer didome û got: "Li hemberî awayê siyaseta muhafazakr, netewperesy û serdestiya zilam, tez, dîtin û fikrên Birêz Ocalan hene. Em ji vê re dibêjin modela jiyana nû. Niha pêşengên vê modela jiyana nû Şoreşa Rojava û jin in. Loma çalakiya Leyla Guvenê çalakiyeke dîrokî ye. Refleksên civakiyî, siyasî û rojana di xwe de dihebînin. Birêz Guvenê, careke din nîşan da ku heta dawî li tecrîdê neyê çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê nepêkan e. Em jî bi vê berpirsiyariyê xwedî li berxwedan û daxwaza Guvenê derdikevin." 
 
‘EM HEVSEROKATIYÊ ESAS DIGIRIN' 
 
Taşdemîr, diyar kir ku xebatên wan ên ji bo hilbijartina herêmî jî girêdayî grevên birçîbûnê ne û ew rêveberiyên herêmî wekî qadeke têkoşînê ya li dijî tecrîdê, li dijî dijminahiya li jinan tê kirin û pergala serdest a zilam esas digirin. Taşdemîr, bilêv kir ku ew rêveberiyên herîmî wekî qada ku pêşengiya jinê esas digire esas digirin û got: "Em ê li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê mekanîzmaya hevserokatiyê esas digirin." 
 
WÊ BEYANNAMEYA JINAN DI 10'Ê SIBATÊ DE BÊ AŞKEREKIRIN 
 
Her wiha Taşdemîr, anî ziman ku wê Meclîsa Jina di 10'ê Sibatê de li Amedê hem hevserokên xwe yên jin bide nasandin û hem jî wê beyannameya xwe aşkere bike û got: "Me beyannameya xwe li ser asasên ezmûn û tecrûbeyên xwe yên şaredarîvaniya 20 salan amade kir. Îdia û hedefa me ew e ku em ê karibin çi bikin, em ê çi bi dest bixin û em ê karibin çi tiştan lê zêde bikin." 
 
Taşdemîr, diyar kir ku rêgeza hevserokatiyê û temsîliyeta wekheviyê helwesta partiya wan e û bi taybetî jî ew ê di hilbijartina herêmî de bersiveke xurt bidin derdorên jinê ji siyasetê dûr dixin. Taşdemîr, bilêv kir ku destleftiyên jinan tên çewisandin û ew ê di hilbijartina herêmî de perspektîfeke ku jin xwedîgotin e esas bigirin û têkoşîna xwe bi biryardariyî bidomînin. 
 
‘AÇLIK GREVLERİNİN KAZANIMI SEÇİMLERİN KAZANIMIDIR’
 
Taşdemîr, bi bîr xist ku di girtîgehan de bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "A rast serketina vê berxwedana ku bi pêşengiya jinê dest pê kir serketina hilbijartina herêmî ye jî. Em nikarin herduyan ji hev cuda esas bigirin. Em çi qas karibin daxwaza li girtîgeha bikin malê civakê û têkoşîna xwe bikin amûra şikandina tecrîdê, em ê ew qasî karibin bloga faşîst bi paş ve bibin. Niha jin li her qadê dengê xwe bilind dikin û meşan li dar dixin. Plansaziya me Meclîsa Jina jî ew e em vê reaksiyonê mezintir û vî dengî bilindtir bikin." 
 
‘EM Ê BAJARÊ XWE BI RÊ VE BIBIN' 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku ew li ser fikra "Em ê bajarên xwe bi xwe rê ve bibin" tev geriyane û ew ê qadên bi qeyûman hatine xespkirin bi dest bixin. Taşdemîr, destnîşan kir ku di hilbijartinê de ew ê têkoşîna li dijî feraseta ku saziyên jinan girtiye û vîna jinan nas nake esas bigirin. 
 
MA / Berivan Altan 
 

Sernavên din

02/02/2019
12:27 Qeyûm, bi projeyên Kişanak propaganda xwe dike
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN
31/01/2019
23:59 Bi meşekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guvenê
23:56 Tevî Hevseroka DBP'a Şirnexê Altay 8 jin hatin berdan
20:59 HDP'î bi girseyî ber bi mala Guvenê ve meşiyan
19:26 'Mîrê bilûrê' Egîdê Cimo di 87 saliya xwe de koça dawî kir
18:56 Ewropayê jî serokatiya Gûaîdo qebûl kir
16:49 Danişîna Demîrtaş û Yuksekdag hat taloqkirin
16:38 Temellî: Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê
16:05 Ser doza JÎTEM’a Enqereyê diniximînin gelo?
15:50 Navnîşanên hilbijêrên xeyalî nîşanî rojnamegeran dan
15:19 Danişîna Tuncel û Kişanak sibê tê dîtin
15:12 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
14:43 ‘Em hatin ku qeyûman paqij bikin’
13:45 Leyla Guven: Serkeftin ya me ye
13:36 ‘Em ê bibin dengê Guven û girtiyan’
13:35 Li Dersimê bayê yekîtiya hêzê ba dibe
12:48 Şahid li xwe mikûr hat: Digotin hûn nikarin cenaze li vir veşêrin
12:28 Eskeran bi ser 37 mal û axuran de girt: Kesek hat binçavkirin
11:57 Wekîlên HDP’ê li dijî tecrîdê dest bi nobetê kirin
11:40 Berdevkê YPG’ê Mehmud: Polîtîka selefî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû
10:43 Bakkalci: Divê bi çalakgerên grevên birçîbûnê re muzakereyan bikin
10:15 Ozturk: Daxwaz nehatin bersivandin, berxwedan didome
09:39 Li Silopî bi dronan êrîşî qereqolê kirin
09:25 'Em ê qeyûman bişînin Enqereyê, em ê tiştên aîdî gel radestî gel bikin'
09:22 Di 4 mehan de der barê HDP'iyan de 257 fezleke hatin amadekirin
09:21 Mir lê disa AYM'ê berdana wî red kir
09:20 Wêranşarî: Çalakiyên greva birçîbûnê berxwedana li dijî bêhiqûqîtiyê ye
09:18 Ji mîtînga Stenbolê re hindik ma
09:17 Belkis jî noq bû!
09:16 'Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:42 Ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ava kirin
08:32 Çalakgerên Qamişloyê ji bo rakirina tecrîdê ji NY‘ê re name şandin
07:14 Berxwedana Leyla Guven ket roja 85'emîn
30/01/2019
21:21 Bi dirûşme û tilîliyan çûn ber mala Leyla Guvenê
20:40 Parlementerên Partiya Çep bi çalakiyekê piştgirî dan Leyla Guvenê
20:27 Tevî namzeta Cizîrê Kûtlû 10 jin hatin berdan
19:46 Buldan, çû serdana malbata Selma Irmak
19:24 Ber bi Şirnexê ve sewqiyata leşkerî
17:18 HDP li avahiya KCD'ê dest bi nobetê dikin
16:56 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar îmze derbas kir
16:52 Hevseroka KCD'ê Guven ji CPT re nameyek şand
16:21 'Çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye’
16:19 Siyasetmedarên Swêdî û rewşenbirên penaber xwestin tecrîd rabe
15:19 Li Licê û Solaxanê serde girtina gundan
15:11 Çalakiyên greva biçîbûnê belav dibin 281 girtî di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne
14:40 Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Kiliç hat binçavkirin
14:30 Yekîtiya Hêza Şoreşgerî dê sibê namzetên Dersimê eşkere bike
14:16 Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin
14:00 Derbkirina xwe venegotin, rojnamegeran neheq kirin
13:26 HDK’a Edeneyê: Bi tecrîdkirinê re kilîdê li aştiyê xistin
13:25 Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin
13:14 Bîlgen: Em ê Qersê ji bêxwedîtiyê û diziyê rizgar bikin