Hevseroka KCD'ê Guven ji CPT re nameyek şand

  • rojane
  • 16:52 30 Çile 2019
  • |
img
AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 84 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û pêşengiya çalakiyan dike, nameyek ji Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şand.
 
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 84'yemîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 71'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 45'an de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 46'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven name ji serokê CPT Dr. Mykola Gnatovsky re şand, bal kişand ser tecrîda bi salan a li Îmraliyê û ji CPT xwest bi berpirsyariya xwe rabe. Guven diyar kir, li Tirkiyeyê astengiyên mezin li pêşiya demokratîkbûn û asayîbûnê hene û wiha dewam kir: "Astengiya herî krîtîk jî tecrîda bi salan a li Îmraliyê ye li ya ser Birêz Abdullah Ocalan e ku Ocalan di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bi rola diyarker rabû û ji niha û pê ve jî dikare bi heman rolê rabe."
 
'RÊVEBERIYA HEYÎ NE KÊMÎ DÎKTATORIYÊ YE'
 
Guven nêzîkatiya hikumeta Tirkiye ya li Ocalan weke "Îşkenceya tecrîdê ya li dijî qanûnan û hiqûqa gerdûnî" bi nav kir û got, hikumet vê êşkenceyê li nava gelemperiya sîstema siyasî ya Tirkiyeyê belav kiriye, lewma zemîna siyaseta demokratîk gelekî kêm e.
 
Guven got: "Hikumeta Tirk rêveberiyeke welê keyfî diafirîne ku ne kêmî dîktatoriyê ye û destûra xwe ya bingehîn, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake. Vê hikumetê, min; jineke Kurd, siyasetmedareke ku îradeya sêyemîn mezintirîn partiya li Tirkiyeyê ya 6 milyon deng stendiye, salekê di girtîgehê de hişt."
 
'EZ Ê GREVA XWE YA BIRÇÎBÛNÊ BIDOMÎNIM'
 
Guven wiha dewam kir: "Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan û rakirina sîstema êşkenceyê, 8'ê Mijdarê min li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Di roja 79'an a greva birçîbûnê de 25'ê Çileya 2019'an hatim berdan. Mafê Birêz Ocalan e ku ji nava tecrîdê bê derxistin û garantî jê re bê dayin ku karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne. Dixwazim hûn zanibin, heta ku ev yek pêk were ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim."
 
'RAKIRINA TECRÎDÊ NE QENCIYEK E'
 
Guven bal kişand ser biryarên pîvanî yên CPT ên li ser tecrîdê û rapora Tirkiyeyê ya di rûniştina dawî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û di çarçoveya van biryar û raporan de got, "Bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan qenciyek nîne, ev yek pêwendiya xwe yekser bi parastina pîvanên bingehîn ên mafên mirovan û serdestiya hiqûqê heye."
 
'DIVÊ CPT BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE RABE'
 
Guven ev bang li CPT'yê kir: "Ez pê zanim ku bi navê CPT hûn jî li ser pîvanên ku min li jorê qala wan kir bi rayedarên hikumeta Tirk re didin û distînin. Haya min ji van hewldanên we yên hêja heye. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; di serî de Girtîgeha Îmraliyê modela rêvebirina girtîgehan a li gelemperiya Tirkiyeyê, ji aliyê hikumeta Tirk ve weke amûreke tepisandina mûxalefetê û pirsgirêka Kurd bi rêya tundiyê tê bikaranîn. Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ku ketime roja 82'an, bi daxwazeke şexsî dest pê nekiriye. Çalakiyeke meşrû ye ku daxwaza mafekî meşrû dike û li girtîgehan 281 kes ku 49 ji wan jin e, li derveyî Tirkiyeyê jî 18 kes vê çalakiyê dimeşînin. Pê bawerim ku CPT wê maf û erka xwe bi xurtî bi kar bîne û li dijî Tecrîda Îmraliyê ya nemeşrû bikeve nava hewldanan. Li bendê me ku hûn bi erk û berpirsyariya xwe rabin ji bo baldarî û eleqeya li Tirkiyeyê û li nava raya giştî ya navneteweyî xurtir bikin."

Sernavên din

02/02/2019
12:17 Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hat binçavkirin
12:11 Polîsan bi spreyê nivîsên tecrîdê jê bir
11:50 Rojnameger Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan
11:29 Namzetên hevşaredariya Qersê: Em ê modelek ku pêşengiya Tirkiyeyê bike ava bikin
11:13 Li Minbicê teqîn: 5 mamoste birîndar bûn
10:45 Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin
10:31 Nivîskar Selîm Temo krîza dil derbas kir
10:08 Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin
09:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 87'emîn
09:25 Şanogeran ‘Bûn An Jî Nebûn’ diyarî Leyla Guven kir
09:25 3 sal borîn lê hêj dosyeya Mûrat Daşkan wek berê ye
09:21 'Mirov diçin hîvê, lê hîn jî li gundê me av tune ye'
09:20 Çîçek: Em bibin lehî û biherikin Bakirkoyê
09:20 ‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin'
09:19 Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin
09:18 'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî'
09:17 Jimariya li ser piya li girtiyê berasteng tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN
01/02/2019
22:12 15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn
21:56 Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin
20:25 Li Şirnexê 4 jinên din jî hatin berdan
16:29 Kişanak: Kengi dewlet bi Ocalan re hevdîtin kiriye aştî pêş ketiye
16:14 Baroya Amedê dê têkildarî kelepçekirina Kozagaçli giliyê sûc bike
15:09 Li Wanê 16 jinên girtî hatin derbkirin
14:40 Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî
14:23 Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest
14:14 Leyla Guven bi weşana zindî beşdarî civîna gel a Geverê bû
14:04 Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan hat redkirin
13:33 Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
13:22 Guven: Çalakiya me dê di demek pir nêz de bi ser bikeve
13:20 Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
12:24 Kişanak beşdarî danişînê kirin, Tuncel neanîn danişînê
12:03 Ji bo venegere kar lêpirsînek din dan destpêkirin
11:42 Li Heskîfê îtîraza li dijî jê birina qeyda 204 hilbijêran hat redkirin
11:17 ‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’
11:14 TUÎK: Nifîsa Tirkiye 82 milyon e
10:54 Li Wanê êrîşî otobusa HDP'ê ya hilbijartinê kirin
10:03 Li Şirnexê îtîraza 9 hezar hilbijêrên nelirê hat redkirin
09:43 Bi fatûrên xeyalî mesrefa şexsî li ser Muzê nivîsand
09:16 Hatîmogûllari: Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî
09:15 'Berxwedana me wê bi ser bikeve'
09:14 Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe
09:14 'Bêhnstendina gelan bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e'
09:13 ‘Eger gav neyê avêtin û tiştek biqewime, ev şerma mirovahiyê ye'
09:12 Banga ji bo mîtînga Stenbolê: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:09 'Wê Colemêrg careke din rekorê bişikîne'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN
31/01/2019
23:59 Bi meşekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guvenê
23:56 Tevî Hevseroka DBP'a Şirnexê Altay 8 jin hatin berdan
20:59 HDP'î bi girseyî ber bi mala Guvenê ve meşiyan
19:26 'Mîrê bilûrê' Egîdê Cimo di 87 saliya xwe de koça dawî kir
18:56 Ewropayê jî serokatiya Gûaîdo qebûl kir
16:49 Danişîna Demîrtaş û Yuksekdag hat taloqkirin
16:38 Temellî: Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê
16:05 Ser doza JÎTEM’a Enqereyê diniximînin gelo?
15:50 Navnîşanên hilbijêrên xeyalî nîşanî rojnamegeran dan
15:19 Danişîna Tuncel û Kişanak sibê tê dîtin
15:12 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
14:43 ‘Em hatin ku qeyûman paqij bikin’
13:45 Leyla Guven: Serkeftin ya me ye
13:36 ‘Em ê bibin dengê Guven û girtiyan’
13:35 Li Dersimê bayê yekîtiya hêzê ba dibe
12:48 Şahid li xwe mikûr hat: Digotin hûn nikarin cenaze li vir veşêrin
12:28 Eskeran bi ser 37 mal û axuran de girt: Kesek hat binçavkirin
11:57 Wekîlên HDP’ê li dijî tecrîdê dest bi nobetê kirin
11:40 Berdevkê YPG’ê Mehmud: Polîtîka selefî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê têk çû
10:43 Bakkalci: Divê bi çalakgerên grevên birçîbûnê re muzakereyan bikin
10:15 Ozturk: Daxwaz nehatin bersivandin, berxwedan didome
09:39 Li Silopî bi dronan êrîşî qereqolê kirin
09:25 'Em ê qeyûman bişînin Enqereyê, em ê tiştên aîdî gel radestî gel bikin'
09:22 Di 4 mehan de der barê HDP'iyan de 257 fezleke hatin amadekirin
09:21 Mir lê disa AYM'ê berdana wî red kir
09:20 Wêranşarî: Çalakiyên greva birçîbûnê berxwedana li dijî bêhiqûqîtiyê ye
09:18 Ji mîtînga Stenbolê re hindik ma
09:17 Belkis jî noq bû!
09:16 'Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:42 Ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ava kirin
08:32 Çalakgerên Qamişloyê ji bo rakirina tecrîdê ji NY‘ê re name şandin
07:14 Berxwedana Leyla Guven ket roja 85'emîn
30/01/2019
21:21 Bi dirûşme û tilîliyan çûn ber mala Leyla Guvenê
20:40 Parlementerên Partiya Çep bi çalakiyekê piştgirî dan Leyla Guvenê
20:27 Tevî namzeta Cizîrê Kûtlû 10 jin hatin berdan
19:46 Buldan, çû serdana malbata Selma Irmak
19:24 Ber bi Şirnexê ve sewqiyata leşkerî
17:18 HDP li avahiya KCD'ê dest bi nobetê dikin
16:56 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar îmze derbas kir
16:52 Hevseroka KCD'ê Guven ji CPT re nameyek şand
16:21 'Çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye’
16:19 Siyasetmedarên Swêdî û rewşenbirên penaber xwestin tecrîd rabe
15:19 Li Licê û Solaxanê serde girtina gundan
15:11 Çalakiyên greva biçîbûnê belav dibin 281 girtî di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne
14:40 Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Kiliç hat binçavkirin
14:30 Yekîtiya Hêza Şoreşgerî dê sibê namzetên Dersimê eşkere bike
14:16 Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin
14:00 Derbkirina xwe venegotin, rojnamegeran neheq kirin
13:26 HDK’a Edeneyê: Bi tecrîdkirinê re kilîdê li aştiyê xistin
13:25 Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin
13:14 Bîlgen: Em ê Qersê ji bêxwedîtiyê û diziyê rizgar bikin
11:43 DYA û MSD 'Ewlehiya Herêmê' axivîn'