AMED – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Recep Oruç ji ber lêpirsînek der barê wî de vebû ji kar dûr kiribûn. Doza der barê wî de hat beratkirin. Lê Oruç ê li bendê bû vegere karê xwe der barê wî de lêpirsînek nû ya îdarî dan destpêkirin.
Nûner û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê li dijî operasyona Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk dihat şermezar kiribûn. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) A Amedê Recep Oruç bi boneya beşdarî daxuyaniyê bûye hatibû binçavkirin û pişt re ji karmendiyê hatibû dûrkirin. Bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” û “Porpaganda rêxistinê” kiriye der barê Oruç de li Dadgeha Amedê doz hatibû vekirin. Di dawiyê de ji ber delîlên şênber der barê Oruç de nehatibûn dîtin biryara beratê danê.
LÊPIRSÎNA ÎDARÎ HAT DESTPÊKIRIN
Piştî biryara dadehê Oruç li bendê bû vegere karê xwe. Lê vê carê jî ji aliyê Lîjneya Dîsîplîna Bilind a Serokatiya Tenduristiyê ve lêpirsînek îdarî li Oruç hat vekirin.
Oruç der barê vê lêpirsîna der barê wî de hatiye destpêkirin axivî û got: “Belê em niha jî dibêjin şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye. Em wisa pênase dikin. Ev şertê azadiya raman, îfade û rêxistinê ye. Me ji azadiya me bêpar dikin.”
‘DIXWAZIN TOLÊ JI ME HILÎNIN’
Oruç da zanîn ku piştî biryara beratê der barê wî de hat dayîn ew li bendê bû vegere karê xwe lê wî xistine ber lêpirsînek din a îdarî û dixwazin bi van lêpirsînan tolê ji me hilînin. Oruç got ev demek dirêj e hemû rêyên hiqûq û maf li wan hatine girtin û nikarin li dijî neheqiyan dengê xwe derxin dema deng derdixin jî rastî lêpirsîn û cezayan tên.
MA / Lezgîn Akdenîz