QERS – Yek ji bajarên herî meraqa hilbijartinê lê zêde ye bajarê Qersê ye. HDP li Qersê dest bi xebatek bênavber a hilbijartina herêmî kiriye. Namzetên Hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen gotin: “Em ê modelek ku ji siyaseta Tirkiyeyê re pêşengiyê bike ava bikin.”
Di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de yek ji bajarên dê hilbijartin lê bi tevger û meraq pêk were Qers e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzetên hevşaredariyê yên Qersê zû eşkere kir û li bajêr serestiya derûnî di destê xwe de digire. HDP’ê bi nîşandayina namzetiya hevşardariyê ya Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca li bajêr rojevê guherand û ewilî li Qersê buroyên hilbijartinê vekir. Bîlgen û Alaca bi şev û roj bênavber dixebitin û di nava gel de ne. Bîlgen û Alaca têkildarî hilbijartinê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivîn.
Şevîn Alaca bi salan di nava Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê de xebitî. Alaca keça parêzer Abdurrahman Alaca (Edo Dêran) yê ku demek mohra xwe li dozên siyasî da ye û ji ber vê yekê gel hezkirinê nîşanî namzeta hevşaredariya xwe dide.
‘BAJÊR BI PAŞ VE DIÇE’
Alaca diyar kir ku Qers bajarek dîrokî û çandî ye lê xwedî derketina niha kêm e û got: “Qers bajarê çandê ye. Ev paş ve mayîna Qersê wek her şêniyên bajêr min jî bi awayek neyînî bandor dike. Hemû rewşa bajêr di nav de bi sedan pirsgirêk hene. Em di sala 2019’an de ne lê hêj mirov bi erebokên destan avê dikişîne. Qers vê yekê heq nake.”
'EM Ê ŞAREDARIYA JINÊ AVA BKIN’
Alaca da zanîn ku ew ê polîtîkayên rêveberiya herêmî ya HDP’ê li bajêr bixin meriyetê û wiha got: “Em ê şaredariyake demokratîk û zelal deynin ber gel. Divê çarenûsa Qersê ne wiha bûya. Ev di destê me de ye û em dikarin biguherînin. Qers bajarek bi pir netew û çanda xwe tê nasîn. Ji ber vê yekê jî em wek partî talîbê hemû dengên netewan e. Ji bo em pirsgirêkên gel hemû bi hev re çareser bikin derketine rê. Hilbijartina 31’ê adarê fersendek e. Divê em vê baş binirxînin. Em ê li gel hemû çareserkirina pirsgirêkan jî Qersê bikin bajarê jinê. Divê em şaredariya jinê ava bikin.”
‘SERDESTIYA DERÛNÎ DI DESTÊ ME DE YE’
Namzetê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen jî anî ziman ku yek ji partiyên mezintirîn a li bajêr HDP ye û wiha got: “Em di 2014’an de partiya çeremîn bûn. Lê ferqa dengan pir tune bû. MHP di navberê xwe de derxist û şaredariya bi dest xist. Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê em partiya duyem in. Di 24’ê hezîranê de di navbera me û AKP’ê de tenê 500 deng ferq hebûn. Em aktora herî mezin a vê hilbijartinê ne. Em bi proje, feraset û tevgerbûyîna xwe partiya cuda ya li bajêr in. Pergala me pergalek cuda ye. HDP her kêlî ferqa xwe dide nîşandan. Ji ber nasnameya me ya pirnsametiyê û ji ber ku bajêr jî xwedî nasnametiya pir netewî û çandî ye, şansê me li vir pir e. Her çiqas li dijî propagandaya reş didin birêve birin û dixwazin HDP’ê bitirsînin jî lê êdî bersiva vê yekê nagirin. Eleqeyek mezin li hember me heye. Li bajêr bi qasî ku em dikarn xwe bi partiyên din re miqayese nekin, serdestiya derûnî di destê me de ye. Tekane propaganda wan ew e ku dibêjin ‘rast e ji xwe HDP bi ser bikeve jî dê qeyûm tayîn bikin’ û wisa birêve dibin. Lê em bi bawerin dê hêza civakî vê têgihiştinê têk bibe. Qersî xwedî seknek xwe ya bi hêz a polîtîk in. Wê ev sekna polîtîk a gelê Qersê nehêle ew bi ser bikevin.”
'EM Ê STRATEJIYA XWE LI SER GUHERÎNÊ AVA BIKIN’
Bîlgen anî ziman ku ew ê li bajêr hewayek guherînê ava bikin û got: “Em ê stratejiya xwe li ser guherînê ava bikin. Em ê tu nasnameyê li derveyî xwe nehêlin. Yên ku niha li bajêr wad didin divê beriya her tiştî hesab bidin gel. Em ê bajêr bi hev re birêve bibin û xweştir û aramtir bikin. Qers ya şenîyên Qersê ye. Ji ber ku sed sal berê qersiyan vir birêve dibir. Ji bo xatirê ve yekê em ê bikin ku gel Qersê birêve bibin.”
'EM MODELEK MÎNAK AVA BIKIN’
Bîlgen bal kişand ser bêkariya li Qersê û dejenerekirina civakê û got: “Ji bo Qersê êdî pêngavek radîkal pêwîst e.” Bîlgen destnîşan kir ku ew xwedî derfetê wê hêzê ne ku pêşengiya modela siyaseta Tirkiyeyê bikin û got: “Em di 1’ê Nîsanê de bi modelek nû û serkeftî derkevin pêşberî gelê Qersê. Wê serkeftina me bibe modelek. Em ê modelek ku ji siyaseta Tirkiyeyê re pêşengiyê bike li vî bajarî ava bikin.”
MA / Adnan Bîlen