AMED – Roja ku dadgehê 14 sal û 3 meh li hevşaredara BDP'î ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak birî, Qeyûmê ku namzetê AKP’ê ye bi projeya Kişanak a Santrala Enerjiya Rojê propaganda xwe kir.
Li Tirkiye di hilbijartina rêveberiyên Herêmî ya 30'ê Adara 2014'an de DBP'ê li Amedê ji sedî 55 deng stend û hilbijartina Bajarê Mezin a Amedê qezenç kir. Di hilbijartinê de Gultan Kişanak û Firat Anli hatin hilbijartin. Kişanak, piştî 2,5 salan li ser kar ma, di 1'ê mijdara 2016'an de Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayinî şûna wan kir. Kişanak û Anli di 25'ê Cotmehê de hat binçavkirin û di 30'ê Cotmehê de hatin girtin. Duh danişîna Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Heyeta dadgehê li Kışanak bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Propagandaya rêxistinê" 14 sal û 3 meh ceza birî. Roja ku dadgehê ceza li Kişanak birî, qeyûm û namzetê AKP'ê Cumali Atilla, projeya Gultan Kişanak ku berê amade kiribû û bingeha wê avêtibû, xist meriyetê û kir malzemeya propagandaya xwe. Qeyûm projeya Gultan Kişanak a Santrala Enerjiya Rojê kir malzeleya hilbijartinê û li ser vê projeyê propaganda xwe kir. Dîsa bi projeyên Hevşaredarên BDP'ê yên berê wekî salonên sporê û gelek projeyên din pesnê xwe da û wekî projeyên xwe da naskirin.
Kişanak û Anli li Otogara Amedê (DİŞTİ) bingeha Projeya Santralên Enerjiya Rojê avêtibûn û wê demê bi 3 milyon û 940 hezar tl dabûn îhaleyê. Piştî qeyûm tayîn kirin di mijdara 2016’an de avakirina wan xelas bû.
Qeyûm projeya Kişanak a berê ava kiribû, bi sernavê “Ji Enerjiyên Rojê 1 milyon û 153 hezar TL pere hatin bi destxistin." Proje beriya hilbijartinê wekî xebata Qeyûm hat pênasekirin û propaganda qeyûm hat kirin.