AMED / ÊLIH – Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê li Amedê û Êlihê li aqûbeta Kemal Mumbarîz ê li Cizîrê bi Torosa spî winda kirin û Mehmet Yaşar ê li Êlihê bi êrîşek çekdarî hat kuştin pirsîn û xwestin faîlê wan bên dîtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya bi şîara “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” di hefteya 521’emîn de li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Ji ber ku Walîtiya Amedê, Parka Koşuyolu li çalakvanan qedexe kir, li ÎHD’ê tê lidarxistin. Wêneyên windayan li erdê hatin raxistin û hildan. Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, rêveberên ÎHD’ê û gelek xizmên windayan beşdar bûn.
'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer axivî û diyar kir ku li welêt binpêkirina mafên mirovan a giran diqewime û bi sedan însan li girtîgehan bedena xwe daye ber birçîbûnê. Acer da zanîn ku rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven her roja ku diçe xerabtir dibe û got: “Ji bo mafên herî bingehîn ku tecrîd bi dawî bibe li ber xwe didin. Tecrîd bi serê xwe sûcek mirovahiyê ye. Divê tu însan di bin tecrîdê neyê hiştin.”
BI TOROSA SPÎ HAT WINDAKIRIN
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Kemal Mumbarîz ê di 1’ê sibata 1994’an de ji aliyê esker û polîsan ve bi Torosa spî ku hat windakirin kir û behsa aqûbeta doza wî kir.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya bo bîranîna windayan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 427’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiyê li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanê mafê mirovan ên ku bi şîara “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” wêneyên windayan hildan û xwestin aqûbeta windayan eşkere bibe. Di çalakiyê de kurê Mehmet Yaşar ê di 31’ê Tîrmeha 1993’an de li termînala Êlih-Midyadê rastî êrîşek çekdarî ya faîl nediyar hat jiyana xwe ji dest da Sabahattîn Yaşar behsa çîroka windabûna bavê xwe kir û xwest faîl bên dîtin.
‘BAVÊ WE QET MIRIYE GELO?’
Sabahattîn Yaşar bi risteyên helbesta “Bavê we qet miriye gelo? Bavê min carek mir ez kor bûm” a helbestvan Cemal Sureya behsa windabûna bavê xwe kir.