Çalakî li çarhawîr belav dibin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên greva biçîbûnê yên li dijî tecrîda Ocalan li çarhawîr belav dibin. Greva Strasboûrgê di roja 48’an de berdewam dike. Li Mexmûrê di roja 49'an de, li Amedê çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 87'an de û li Hewlerê çalakiya Nazir Yagiz di roja 74'an de berdewam dike. 
 
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Tirkiye, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 87'emîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 74'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 48'an de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 49'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  
 
 
STRASBOURG 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 14 çalakvanan a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 48’an de ye. Tevî rewşa gelek çalakvanan grane jî lê di berxwedanê de bibiryar in. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê piştî rewşa wî giran bû rakiribûn nexweşxaneyê û şûnde vegeriya cihê çalakiyê û çalakiya xwe didomîne. Serê hefteyê rewşa Kerem Solhan giran bibû û piştre çalakiya xwe domand. Di roja 48’ê de jî Kurdisatniyan çalakvanên li Strasboûrgê bi tenê nehiştin. Malbatên Yuksel Koç, Kerem Solhan û Remezan Îmîr hatin Strasboûrgê. Gulê Koç hevjîna Yuksel Koç peyama li gel berxwedêranin da û got: “Divê em jî dengê we bilind bikin. Divê em ji malên xwe derkevin, deng bidin dengên wan. Serketina mezin li benda wan e. Serketina berxwedêrên grevê wê bibe serketina gel.”
 
Mûstefa Sarikaya ê ji bo gel axivî diyar kir ku berxwedan li ber encamgirtinê ye got: “Encam çi dibe bila bibe, em dixwazin vê carê bi ser bikevin. Gel daxwaz dike ku dengê Rêber Apo bibihîse. Ev ji bo me şermekî mezin e. Îro ku em dibêjin em Kurd in; ev bi saya Rêber Apo ye û em denyndarên Rêber Apo ne.” Sarikaya diyar kir ku şikandina tecrîdê erkekî li ser milê wan e û ji bo şikandina tecrîdê ‘direng mane’ û got: “Ev 20 sal in Rêberê me di nava tecrîdê de ye. Ev ji bo me şerm e.” Sarikaya da xuyakirin ku tevî polîtîkayên hov ê dewleta Tirk dide nîşandan ku di demê xwe yê herî lewaz de ye û wiha pêde çû: “Erdogan di nava partiya xwe de jî rê nade kes baxive. Tehmûla Twîttekê jî nake. Ev nîşaneya lewaziya faşîzma AKP’ê ye.” Sarikaya bal kişand ser rola dîrokî ya jinê û got: “Leyla Guven gavek avêt û niha belavî her alî bûye. Berdêl çi dibe bila bibe, serketin wê pêk were.” Ji çalakvanan dîsa Mehmet Sevîm jî di gotûbêjên serdanan de bal kişand ser rola gel a diberxwedanê de û diyar kir ku tecrîd bi teqez berxwedana gel wê bişkê. Di serdana îro de jî ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê nêzî 50 Kurdistanî bi girseyî serdana çalakvanan kirin. Dîsa bi dehan kes ji bajarên Bremen, Kolnê hatin Strasboûrgê. Di nava kesên hatine serdanê de zarokên Ayvaz Ece û Kerem Solhan jî hebûn.
 
TILKOÇER 
 
Bi heman armanc û daxwazê bi hezaran şêniyên navçeyên Çilaxa û Til Koçerê derketin qadan û piştgirî dan Leyla Guven ku ev 87 roj e di grevê de ye. Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" û hildana wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parlamenter Leyla Guven û dirûşmên silavkirina têkoşîna jinan  û berxwedana Îmraliyê, bi hezaran şêniyên navçeyên Çilaxa û Til Koçerê yên Qamişlo meşek li dar xist. Meş li naverasta Çilaxa veguherî mîtîngê. Endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Ehmed Xilêf di mîtîngê de axivî û wiha got: "Bi navê şêniyên navçeya Til Koçer em piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven teqez dikin."
Xilêf da zanîn ku divê ew hevgirtin û yekbûna refên xwe li hember hemû aliyên dixwazin projeya Rêveberiya Xweser asteng bikin û kesên dixwazin fitneyan bixin nava pêkhateyan, ava bikin.
 
Paşê endama rêveberiya Kongreya Star Nezha Sêfedîn axivî û diyar kir ku berxwedana Leyla Guven berxwedana jinan û ramanên wê yên azad diyar dike û wiha domand: "Kes nikare îradeya me bişikîne, greva Leylayê rihê têkoşînê di dilê hemû jinan de diçîne û me fêrî îradeya azad dike. Em ê heta ku tecrîd bişikê berxwedana xwe dewam bikin û bibin dengê Leyla Guven."
 
Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.
 
 
TEBQA 
 
Bi heman armancê li Tebqa jî çalakiya grevê berdewam dike. Bi dehan şêniyên bajarokê Mensûra û endamên Meclisa Ciwanên Tebqayê berê xwe da navenda Meclisa Malbatên Şehîdan da ku beşdarî greva birçîbûnê di roja 7`an de bibin û piştgiriya çalakiya Leyla Guven û 281 hevalên wê bikin. Piştî ku bi dehan şêniyên bajarokê Mensûra û ciwanên Tebqayê li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn, daxuyaniyek hate dayîn. Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Betol El-Xilêf daxuyani da û got: "Ji yekbûna çarenûs û armancê û dirûşmeya ku bi xwîna şehîdên me, jiyana hevpar û biratiya gelan û di çarçoveya çalakiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û piştgiriya bi hemû têkoşerên li hemû cîhanê ku bi hemû şêwazî têkoşînê didin meşandin da ku bigihîjin maf û azadiya xwe bisitînin. Daxwazên Leylayê daxwazên hemû gelên herêmê ne. Bijî ji her têkoşereke re ku ji bo pêkanîna armancên xwe, ji bo gelê xwe da ku bigihîjin azadiyê, bijî ji QSD`ê re ku serkeftinan pêk tîne û azadiyê diafirine."
 
Paşê çalakvanên grevê dirûşmeya "Bikeve Osmanî , em ê faşîzmê hilweşînin" berz kir. 
 
MEXMÛR 
 
 
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku bi armaca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi koma 17’emîn dewam dike. Li Wargeha Mexmûrê çalakî di roja 49'an de berwam dike. Îro koma 17'emîn çalakî bi merasîmekê dewir girt. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fedîle Tok jî ji 20'ê Çile ve  li dijî tecîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bike. Di guhertina nobetê de ji bo Viyan Soran û tevayî kesên di têkoşina Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama koma 16’emîn Rûken Kara axivî û wiha got: “Ev çalekita greva birçîbûnê ya ku dibin pêşengiya Leyla Guven de hatî destpêkirin û belavî tevayî Kurdistan û derveyî Kudistanê bûyî, me jî xwest bibîn parçeyek ji wê çalekiyê. Em hîvîdarin ku ev çalekî wê bigihîje encamek baş. Bi wê ve girêdayî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêbertiya me heyî divê ji aliyê gelê Kurd ve neyê pejirandin.  Bi taybet ji aliyê ciwanên Kurd ve ev neyê pejirandin."
 
Merasîma guhertina çalekgeran bi dirûşmên, ‘Bê serok jiyan nabe,’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
 
 
SILÊMANΠ
 
 
Greva birçîbûnê ya li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê di roja 48'an de ji aliyê koma 26'emîn ve hate dewir girtin. Îro ji aliyê koma 26'emîn ve çalakî hate dewir girtin. Koma îro ji 4 kesan pêk tê û her yekê ji parçeyekî Kurdistanê ye. Çalakgeran eşkere kirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê çalakiyên wan berdewam bikin.
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/02/2019
14:48 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar û 500 îmze kom bûn
14:47 Şêniyên Firatê li dijî tecrîdkirina Ocalan daketin qadan
14:39 Cezayê zilamê Palandoken kuşt hat erêkirin
13:58 Ji bo Rojnameger Alagaş îdîanameyek din amade kirin
13:30 Cenazeyê Mîr Tehsîn Bek hat definkirin
13:19 Buldan: Hemû wekilên HDP'ê li meclîsê dest bi nobeta aştiyê dikin
13:04 Li Mexmûrê koma 18'emîn grev dewir girt
13:01 HDP’ê namzetên hevşaredarên Çinarê eşkere kirin
12:30 Ji ber Gergerlîoglu bertek nîşan neda fezleke jêre amade kirin
12:29 Hejmara girtiyên ketin greva birçûbûnê derket 291’an
11:42 Parêzerên Ocalan cara 787’emîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:37 ‘Li Girtîgeha Xarpêtê pîvanên tansiyon û şekir ên çalakgeran jî nayên kirin'
11:17 HDP dê li Dîlokê piştgiriyê bide Celal Dogan
10:30 Li Heskîfê kurd û ereban mil daye milê hev û dibêjin 'em tên'
10:26 Taşçier: Bêhiqûqî li Kurdistanê dest pê dike, li Tirkiyeyê belav dibe
10:06 Leyla Guven 3 meh in li dijî tecrîdê di grevê de ye
09:39 Qeyûmên Mêrdînê nû dest bi xizmetê kirin
09:38 Li Licê û Pasûrê qedexeya derketina derve û operasyon
09:36 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî em li malê xwarinê çênakin
09:35 ‘Sîweregê êdî ji qiraliyet û dîktatoriyê bêzar bûye'
09:35 Gora Pîr Sara Gîn ji bo defîneyê hat texrîbkirin?
09:34 ‘Pêwist be em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:34 Ji bo Komkujiya Pirsûsê komcivîna 'Em dev jê bernadin'
09:33 Helbesta çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê li dora roja xwe bigerin
09:32 ‘Eger wisa bidome em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:31 Erkmen: Mozaîka Qersê dişibe mozaîka HDP'ê
09:31 Penaber Fattahî: Ne li Îranê ne jî li Tirkiyeyê ewlehiya min tune ye
09:00 ROJEVA 5'YÊ SIBATA 2019'AN
07:36 Li Parisê agir bi avahiyekê ket: 7 kes mirin
04/02/2019
21:15 Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didomin
18:25 Kongreya Star xwest rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe diyar bikin
18:14 Ji bo Sîsê Bîngol serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê dan
16:57 Çalakiya nobetê di roja 5’emîn deye
16:43 Bernhard Guhl: Tirkiye Zeytûnê Efrînê difiroşe Yekîtiya Ewropayê
15:57 Tenduristiya Guven ne baş bû
15:48 TJA bertek nîşanî ceza dayîna Tuncel û Kişanak da
15:31 Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg gihişt Hewlêrê
15:05 Ozturk a 6 mehan dibin çavan de ma neanîn dadgehê
15:04 OHP: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
14:40 Malbatên girtiyan bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
14:29 Li Colemêrgê starta hilbijartinê
14:17 Li Mêrdînê starta hilbijartinê hat dayîn
14:11 ÎHD: ‘Azadiya îfadeyê’ ya hezar û 166 kesî tune hat hesibandin
13:53 'Dadgehê di doza Tuncel û Kişanak de xwe mehkûm kir’
13:49 Bîlgen: Dê Tirkiye neçar bimîne bedelê polîtîkayên şaş bide
13:28 Mîrê Bilûrê Egîtê Cîmo hat oxirkirin
12:24 'Heya ku tecrîd bişike emê li qadan bin’
12:07 ÎSÎGM: Di Çile de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar
11:44 ‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’
11:43 Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû
11:40 Hemama Cincikli wêran bû
10:19 Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye
10:18 Ji ber berfa zêde li Wanê rê hatin gitin
10:18 Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne
09:33 Ciwanên HDP'î banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan kirin
09:32 Berxwedana Leyla Guven ket roja 89'an
09:07 Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye
09:06 Namzetên Hevşaredariya Yekîtiya Hêzê: Li dijî polîtîkayên qeyûm dê yekîtî bi ser bikeve
09:05 Projeyên şaredariya DBP'ê ji bo hatina Erdogan amade dikin
09:05 Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin
09:04 Namzetên Hevşaredariya Îdirê: Wê biratiya azerî, terekem û kurdan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN
03/02/2019
22:24 Tevî astengkirinê jî piştgirî dan Guven
21:51 Li Bismilê danasîna namzetên hevşaredariyê veguherî mitîngê
17:35 Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
17:08 Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran xwendin
16:36 Leyla Guven tev li mîtingê bû: Bi ruhê Zindana Amedê we silav dikim
16:24 YJC'ê li Minbicê piştgirî dan berxwedana Guven
15:44 ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’
15:27 Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne
14:58 Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin
13:58 Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev
12:50 Gel li dijî tecrîdê dimeşin Bakirkoyê
12:36 ‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e'
11:40 HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike
11:08 Di derya Egeyê de 3 zarok xeniqîn
10:46 Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê bi çapemeniyê re civiyan
10:34 Berxwedana Leyla Guven ket roja 88'an
10:08 Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye
09:07 Ocaxa tenduristiyê bû axur
09:06 ‘Ji bo girtiyan em dengê xwe bilind bikin'
09:05 Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê
09:04 Namzetên îtifaqê yên Şaxê: Em ê bi hev re jiyanê ava bikin
09:03 Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse
09:02 ‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN
02/02/2019
22:10 Ber bi mala Leyla Guven ve meşiyan
17:16 Nûçegîhana Jinnewsê Melike Aydin hat berdan
17:13 Çalakî li çarhawîr belav dibin
17:09 Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin
16:38 Gotin ‘Leyla Guven rûmeta me ye’
16:16 Gelê Wanê li dijî tecrîdê meşiya
16:05 Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt
15:39 Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome
15:35 Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo
14:55 Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin
14:50 Li aqûbeta Kemal Mumbarîz û Mehmet Yaşar hat pirsîn
14:29 Zarokên Taniş û Deniz: Em dest ji lêgerîna we bernadin
13:09 HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeya 2'ê Adarê ye
12:27 Qeyûm, bi projeyên Kişanak propaganda xwe dike