AMED – Parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek welatî, ji bo piştgiriyê çûn ber mala Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li mala xwe çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger didomîne.
Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin, didomin. Parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek kes ber bi mala Guvenê ve meşiyan.
Parlementerên HDP'ê Semra Guzel, Remziye Tosûn û Huseyîn Kaçmaz û namzeta Şaredariya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn jî di nav de bi dehan kes ber bi mala Guvenê ve meşiyan. Polîsan astengî derxistin ber girseyê û j girseyê re gotin gel ji bilî çepikan li pîspîskê bixin û tilîliyan bikişînin ew ê mudaxile bikin.
Girse bi çepikan heta ber mala Guvenê ve meşiya. Guvenê jî di şanaşîna malê de girse silav kir.