WAN - Yek ji navçeyên ku partiyên kurd ji bo wê îtifaq çêkirin jî navçeya Şaxê ye. Namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr, diyar kirin ku ev yek ji dema Ehmedê Xanî heta niha bêrîkirin û hesreta gelê kurd e.
Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re hindik ma. Partiyên kurd ji bo hilbijartina herêmî li gelek deveran îtifaq çêkirin. Yek ji van deveran jî navçeya Şax a Wanê ye. Ji HDP'ê Esra Babûr û ji Partiya Însan û Azadiyê jî Mûrat Bozdemîr bûn namzetê hevşaredariyê. Babûr û Bozdemîr behsa projeyên xwe yên ji bo navçeyê kirin.
'EM Ê JI DERHEQÊ HEMÛ ZEHMETIYAN DERKEVIN'
Esra Babûr ku li navçeya Şaxê mezin bûye, di hilbijartina herêmî ya 2014'an de endama Meclîsa Şaredariya Şaxê bû. Babûr, diyar kir ku divê di rêveberiyên herêmî de bêtir jin cih bigirin. Babûr, bilêv kir ku HDP, partiya jina ye û loma ew ji HDP'ê bûye namzet.
Babûr, bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û diyar kir ku li Şaxê jî qeyûman şaredarî xistiye bin deynan û got: "Em ê vê carê jî tevî gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin û ji bo navçeya xwe xebatên baş bikin."
‘DIVÊ EM HESAB JI QEYÛMAN BIPIRSIN'
Babûr, diyar kir ku Şax navçeyeke xweşik e û ew ê hewl bidin ku li navçeyê keda jinê derxin pêş. Babûr, bang li herkesî kir ku hesab ji qeyûman bipirsin.
‘JI XANÎ HETA NIHA BÊRÎ Û HESRETA GELÊ KURD BÛ'
Namzetê hevaşaredariya Şaxê Mûrat Bozdemîr jî bilêv kir ku îtifaqa partiyên kurd îtifaqeke pir girîng e û got: "Ev îtifaq ji dema Ehmedê Xanî heta niha bêrî û hesreta gelê kurd e. Ev sedsal a kurda ye, kes nikare li ber mirina kurdan xwe li nedîtinê deyne. Digotin çi; 'Tu misilman î yan kurd î?' Em vê pirsa bi hîle ji holê radikin. Em çi komunîst, çi şerîatxwaz, çi demokrat, çi misilman, çi zerdeştî em bi hemû reng û dengê xwe civakek in. Wê kurd, projeya xwe ya jiyana bi hev re tenê nîşanî barbarên li Rojhilata Navîn ned, wê nîşanî hemû cîhanê bide. Loma em ê di serî de li Şaxê û bi giştî li her derî projeya jiyana bi hev re ava bikin."
Bozdemîr, diyar kir ku di warê xwezayê de Şax devereke dewlemend e û got: "Em zarokên vî gelî ne. Em baş hay ji pirsgirêkên li vir hene. Em ê tevî gel van pirsgirêkan çareser bikin."
Bozdemîr, anî ziman ku qeyûman şaredarî veguherandine qereqolan û got: "Wexta em bi ser bikevin ewilî em ê qereqola li dor şaredariyê rabikin. Em ê şaredariyê radestî gelê xwe bikin. Em ê ji bo xwezaya Şaxê tev bigerin. Em ê Şaxê bi cîhanê bidin naskirin û ji bo pêşketina turîzma wê tev bigerin. Em ji bo aramiya vî gelî li vira ne."
MA / Cemil Ugur