ŞIRNEX - Li gundê Bûgdayli yê Silopiyayê, ocaxa tenduristiyê ya avakirina wê temam nekirin, ji ber teman nebû niha bûye axûrê sewalan. Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê, diyar kirin ku ji ber tahsîlat nehatiye kirin, ocax nehatiye temamkirin.
Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê li gundê Bûgdayli ya Silopiyaya Şirnexê, di sala 2008'an de dest bi avakirina ocaxa tenduristiyê kirin. Rayedaran heta cihekî avahiya ocaxa tenduristiyê ava kirin û bêyî temam bikin navber dan avakirinê. Ji bo vê yekê gundî nehatin serwextkirin. 10 sal di ser de borîn hêj avahî nehatiye temamkirin û niha zîvirandine axurê sewalan. Ji ber rayedaran avakirina avahiyê nîvco hiştin gundiyan jî înşeata ocaxê kirin axurê sewalan.
Têkildarî mijarê em li rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê geriyan. Rayedaran parast ku ji ber Wezareta Tenduristiyê tahsîsat biriye, ocax nehatiye temamkirin.
Şêniyên gund jî ji bo ocax bê çêkirin, serî li midûriyetê dan lê belê hîn jî bersiva wan nehatiye dayîn.